Kütüphane Kütüphane
Arama

Kurdipedia Dev Kürtçe bilgi Kaynağıdır


Arama Seçenekleri





Gelişmiş Arama      Klavye


Arama
Gelişmiş Arama
Kütüphane
Kürtçe isimler
Olayların kronolojisi
Kaynaklar
Tarih
Kullanıcı koleksiyon
Etkinlikler
Yardım iste
Kurdipedi yayınları
Video
Sınıflamalar
Olayla ilişkili konu
Öğe kaydı
Yeni başlık kaydı
Görüntü gönder
Anket
Yorumlar
İletişim
Ne tür bilgilere ihtiyacımız var!
Standartlar
Kullanım Koşulları
Ürün Kalitesi
Araçlar
Hakkında
Kurdipedi arşivcileri
Bizim hakkımızda makaleler!
Kurdipedia'yı web sitenize ekleyin
E-posta Ekle / Sil
Ziyaretçi istatistikleri
Makale istatistikleri
Font Çevirici
Takvim - Dönüştürücü
Yazım Denetimi
Sayfaların dil ve lehçeleri
Klavye
Kullanışlı bağlantılar
Google Chrome için Kurdipedia uzantısı
Kurabiye
Diller
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Benim Hesabım
Oturum Aç
Destek verme
Şifremi unuttum
Arama Öğe kaydı Araçlar Diller Benim Hesabım
Gelişmiş Arama
Kütüphane
Kürtçe isimler
Olayların kronolojisi
Kaynaklar
Tarih
Kullanıcı koleksiyon
Etkinlikler
Yardım iste
Kurdipedi yayınları
Video
Sınıflamalar
Olayla ilişkili konu
Yeni başlık kaydı
Görüntü gönder
Anket
Yorumlar
İletişim
Ne tür bilgilere ihtiyacımız var!
Standartlar
Kullanım Koşulları
Ürün Kalitesi
Hakkında
Kurdipedi arşivcileri
Bizim hakkımızda makaleler!
Kurdipedia'yı web sitenize ekleyin
E-posta Ekle / Sil
Ziyaretçi istatistikleri
Makale istatistikleri
Font Çevirici
Takvim - Dönüştürücü
Yazım Denetimi
Sayfaların dil ve lehçeleri
Klavye
Kullanışlı bağlantılar
Google Chrome için Kurdipedia uzantısı
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Oturum Aç
Destek verme
Şifremi unuttum
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Hakkında
 Olayla ilişkili konu
 Kullanım Koşulları
 Kurdipedi arşivcileri
 Yorumlar
 Kullanıcı koleksiyon
 Olayların kronolojisi
 Etkinlikler - Kurdipedia
 Yardım
Yeni başlık
Biyografi
EVDIREHÎM REHMÎ HEKARÎ
23-04-2024
Rapar Osman Ozery
Biyografi
AHMET KARDAM
20-04-2024
Rapar Osman Ozery
Biyografi
MEHMET EMİN SEVER
20-04-2024
Rapar Osman Ozery
Biyografi
İbrahim Küreken
14-04-2024
Rapar Osman Ozery
Biyografi
Kemal Astare
14-04-2024
Sara Kamele
Kütüphane
Çiller Özel Örgütü TBMM Susurluk Komisyonu\'na Sunulan Dosya ve Belgeler
13-04-2024
Sara Kamele
Biyografi
Ekrem Cemilpaşa
11-04-2024
Rapar Osman Ozery
Kütüphane
MARDIN \'i DINLERKEN MÜZEYLE BAŞLAYAN DEĞİŞİM
08-04-2024
Sara Kamele
Kütüphane
MARDİN 1915
08-04-2024
Sara Kamele
Kütüphane
KOMÜNİST
07-04-2024
Sara Kamele
Istatistik
Makale  517,441
Resim 105,756
Kitap PDF 19,160
İlgili Dosyalar 96,492
Video 1,307
Biyografi
Ekrem Cemilpaşa
Kısa tanım
Kadınlar Dünyası’nın Kürt k...
Kısa tanım
Dünya yeni bir savaşın eşiğ...
Biyografi
AHMET KARDAM
Kısa tanım
1914 Bitlis Kürd Ayaklanması
Ferîd Demîrel:Di çîrokan de jiyana kurdan a wê demê û fikra Sosyalîzmê heye
Tarihi fotoğraflar milli servetimizdir! Lütfen logolarınızla, yazılarınızla ve renklerinizle onların değerini düşürmeyin!
Grup: Kısa tanım | Başlık dili: Kurmancî - Kurdîy Serû
Paylaş
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Değerlendirme
Mükemmel
Çok iyi
Orta
Kötü değil
Kötü
Favorilerime ekle
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!
Öğenin tarihçesi
Metadata
RSS
Seçilen konunun resmini Google'da arayın!
Seçilen konuyu Google'da arayın.
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Ferîd Demîrel

Ferîd Demîrel
Di demeke nêz de Weşanxaneya Sor pirtûka bi navê “Guldesteyek Ji Baxê Rewanê” û Weşanxaneya Cervantes jî pirtûka bi navê “Çîrokên Şêwra Ermenan” çap kirin. Di herdû pirtûkan de jî çîrokên di dema Sovyetê de hatibûn nivîsandin, hene. Orîjînala çîrokan bi alfabeya Şamîlov-Marogûlovî hatine nivîsandin. Rojnameger Ferid Demirel ew li gorî alfabeya Bedirxanî amade kirine û di du pirtûkan de civandine.
Me xwest der barê van herdu pirtûkan de û kar û barên di dema Sovyetê de hatine kirin, bi rojnameger Demirel re biaxivin. Demîrel diyar kir ku di serdema Yekitiya Sovyetan de gelek berhem bi alfabeya Şamîlov-Marogûlovî hatine çapkirin: “Di nava 5 salan de hezar û 7 pirtûk hatine çapkirin. 47 dibistan vebûne. Ev hejmareke gelekî zêde ye. Ev hejmar rewşa xebatên wê demê nîşan dide.”
Tu kengî û çawa bi van çîrokan hesiyayî? Te li gor kîjan pêdiviyê dest bi vê xebatê kir?
Ji 10 salan zêdetir e ez li ser van tiştan dixebitim. Belkî zêdetir jî be, tam nayê hişê min ku min kengî destpêkir. Rojekê, niha baş nayê bîra min pirtûkek bû, çîrokek bû, an jî metnek bû, ji wê demê nivîsek ket destê min. Bi alfabeya ku Ereb Şamîlov û Marogulovî amade kiribû hatibû nivîsandin. Vê gelekî bala min kişand. Ev ji min re bû destpêk. Piştî 7-8 salan, li ser înternetê min çend pirtûkên PDF peydakirin. Li ser malpera Enstîtuya Kurdî ya Parîsê hebûn. Kurdish Library. Min ew PDF daxistin. Destpêkê min hewl da ez bixwînim. Ji ber ku alfabe ne tam bi Latînî bû ne jî Kîrîlî bû. Di navbera herdu alfabeyan de bû. Hin tîp yên alfabeya Kîrîlî, hi jî yên ya Latînî bûn. Paşê jî min hewl da wan wergerînim alfabeya ku Celadet amade kiriye. Ne ji bo rojekê bên çapkirin an jî ez bi hinekan re parve bikim. Ji min re bûbû meraq û min ji xwe re wergerand. Di vê navberê de haya min ji hin pirtûkan çêbû ku weşanxaneyan ew wergerandine. Dema ez li girtîgehê bûm, min derfet dît ku ez çendan ji wan bixwînim. Piştî ji girtîgehê derketim, min biryar da ku ez bi rêk û pêk li ser van pirtûkan bixebitim.
Tu alfabeya Kîrîlî kengî, li kuderê û çawa fêr bûy?
Ev jî çîrokekî balkêşe ji bo min. Dema ku min ji bo ezmûnên zaningehê amedakarî dikir, ez li Stenbolê diçûm dersxaneyekê. Sala 1997’an bû. Ez rojên şemiyê û yekşemê diçûm dersxaneyê û ji bo heqê dersxaneyê derxînim, rojên din jî li mexazeyekê dixebitîm. Ew mexaze jî li Laleliya Aksarayê bû. Lalelî, wê gavê hê navenda bazirganiya rûsan bû. Rûs dihatin li wir tişt dikirîn, dixistin çenteyên xwe -bi tirkî jê re dibêjin “Bavul Ticareti”- û dibirin difirotin. Ji ber ku ez li wir dixebitîm, ez piçekî fêrî rûsî bûbûm. Her wiha min didît ku ser gelek dikanan bi kîrîlî, bi rûsî nivîs hebûn. Dema ku ez di ber wan re derbas dibûm, min hewl dida ku ez wan bixwînim. Baş tê bîra min, peyva ku destpêkê min bi kîrîlî xwend “kargo” bû. Ji ber ku li her derê ciyê kargoyê hebû. Dikan û ofîsên kargoyan hebûn. Cara pêşiyê min çend peyv xwendin û her çû meraqa min li ser zêde bû. Rûsiya birayê min gelekî baş bû. Min jê xwest ku pirtûkekê bide min. Wî yek ji min re anî. Di beşeke wê de alfabeya rûsî hebû. Min di hefteyekê de ew alfabe jiber kir. Ew alfebeya sala 1998’an min jiber kir, di hişê min de ma û paşê jî çi cara metnek, kaxizek rûsî û nivîseke rûsî bihata ber min, min hewl dida ku ez bixwînim. Bi vî awayê min destpê kir.
Bi qasî ku ez dizanim di vî warî de lêkolînên pir kêm hene. Di dema wergerandina çîrokan de ji alfabeya Şamîlov-Marogûlovî bo alfabeya Celadet tu rastî çi zehmetiya hatî?
Ev xebatên min kirine ne yên destpêkê ne. Beriya min jî gelek kesan pirtûk ji wê alfabeyê ber bi alfabeya Celadet wergerandine. Gelek pirtûkên din hene ku li Ewrûpayê çap bûne û em niha hinekan ji wan jî dikarin weke PDF li ser înternetê peyda bikin. Yanî ya min ne ya destpêkê ye. Beriya min hinek kesan dest bi vî karî kirine. Niha jî gelek kes bi berhemên wan rojan re mijûl in.
Cudahiyên ya min kiriye çi ye? Yek jê bi tenê çîrokên nivîskarên ermen tê de hene. Ya din jî bijarteyek ji çîrokên nivîskarên kurd, ermen û rûs pêk hatiye. Biqasî ez dizanim heta niha bi vî rengî antolojî nehatine amadekirin, ji çîrokên wê demê. Bi taybet ez ji bo pirtûka xwe ya bi navê Guldesteyek Ji Baxê Rewanê dibêjim. -Pirtûka min ya bi navê “Çîrokên Şêwra Ermenan” jî hinek taybetmendiyên wê hene.- Di wan salan de pirtûk ji bo dibistanan hatine amadekirin. Yek ji van pirtûkan ji şeş cîldan pêk hatiye. Di sala 1936’an de li Rewanê, Hikûmeta Şêwra Ermenistanê ew pirtûk bi navê “Kitêba Zimanê Kurmancî” çap kirine. Di van pirtûkan de çîrok û helbest hene. Ev çîrok û helbest ji bo kesên diçûn dibistanan, hatine nivîsandin an jî wergerandin. Ji pirtûkan min çîrok hilbijartin û weke antoloji min ew amade kir. Min di nav wan çîrokan de 33 çîrok hilbijartin. Min ji “Kitêba Zimanê Kurmancî” ya “Bona dersxana çara” û ya “Bona dersxana şeşa” hatine berhev kirin, ev çîrok hilbijartin. Dema ku min pirtûk amadekirin, helbet ji bo min zehmetiyê wê hebûn. Mijara metodolojiyê bi tena serê xwe zehmetî ye. Ji bo ku bizanibim bê ka rê û rêbaza rast kîjan e, min lêkolîn kirin. Transkripsiyon heye transliterasyon heye û nûjenkirin heye. Hemû rêbaz jî tên bikaranîn. Ev hinekî dimîne li ser armanca wergerandinê û daxwaza weşanxaneyan. Min di pirtûka xwe ya bi navê Guldesteyek Ji Baxê Rewanê de transliterasyon tercih kiriye. Di pirtûkên orijinal de çi hatibe nivîsandin, min ew girtiye û wergerindiye. Min ti midaxale lê nekiriye. Lê di pirtûka min a Çîrokên Şêwra Ermenan de ji ber terciha weşanxaneyê, bi hevkariya edîtorê min Rêdûr Dîcle, me hinek guhertinan li gor gramera kurdî ya îro kir.
Bi rêya vê hevpeyvînê ez dixwazim tiştekî bibejim. Ev herdu pirtûkên min, ne ji kîrîlî lê ji alfabeya Şamîlov-Marogûlovî hatine wergerandin. Me him di metnên danasîna herdu pirtûkan de him jî min di hin hevpeyvînan de şaşiyeke bi vî rengî kiriye. Piştî ev hevpeyvîn belav bûn, hin kesan nivîsandin û gotin ew ne bi kîrîlî ne. Alfabeya Latînî ye. Bi saya vê hevpeyvînê ez dixwazim wan şaşiyan jî sererast bikim. Belê ew ên ku gotin ne bi kîrîlî ye, rast dibêjin. Ez bi kîrîlî jî dizanim. Pirtûkên ku di wê demê de bi kîrîlî hatine nivîsandin, wan jî werdigerînim Latînî. Lê ev herdu pirtûkên ku me niha çap kirine, bi alfabeya Şamîlov-Marogûlovî hatine nivîsandin. Hin zimanzan vê alfabeyê weke yekem alfabeya latînî-kurdî penase dikin. Herçend ez van tiştan dizanim û beriya niha jî min di nivîs û nûçeyên xwe yên cuda cuda de ev tişt nivîsandiye, di pêşgotinên herdu pirtûkan de behsa vê mijarê kiriye jî, di metnên danasînê yên pirtûkan de û di hevpeyvîna rojnameya Evrenselê de, min ev şaşî dubare kiriye. Ne şaşiyeke ji rêzê ye. Bêyî ku hay ji xwe hebim, min ev şaşî kiriye. Ji ber vê şaşiya mezin, ez lêborînê ji xwendevanan dixwazim.
Te du pirtûkên cuda de çîrokên dema Sovyetê berhev kirine. Çima du pirtûkên cuda ne? Çi cudahî di naverok û teşeya van pirtûkan de hene?
Çîrokên di pirtûkan de ne, yên heman serdemê ne. Hevdu temam dikin lê ji hev cuda ne. Yek jê tenê nivîskarên ermen tê de hene. Di sala 1936’an de ev pirtûk bi tenê serê xwe hatiye çapkirin. Bi navê “Nivîskarên Şêwrêye Ermenîa”. Hikûmeta Şêwra Ermenistanê ew çap kiriye. Tenê nivîskar û helbestvanên ermen tê de hene. Heciyê Cindiyî pirtûk amade kiriye û wî tev li Emînê Evdal, Casimê Celîl û Cerdoyê Gêncoyî ev çîrok û helbest ji ermenkî wergerandine kurdiyê û bi alfabeya Şamîlov-Marogûlovî çap kirine. Min ji nava wê pirtûkê tenê çîrok hilbijartine. Yanî min helbest nexistin nav. Weşanxaneya Cervantesî ev pirtûk weşand. Di vê de 12 çîrok hene. Çîrokên Şîrvanzade, Aksel Bakunts, Derenik Demirçiyan, Stefan Zoryan, Vahan Totovents, Migirdiç Arman, Arazî, Zapel Yaseyan, Mikayen Manvelyan, Sîras, Hraçya Koçar û Garegin Besî ne. Guldesteyek ji Baxê Rewanê ji xwe min gaveke berê behsa wê kiribû. Weşanxaneya Sorê ew çap kir. Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Casimê Celîl û Gerdoyê Gêncoyî di van pirtûkan de him çîrok û helbestên nivîskarên kurd û him jî yên ermen û rûs weşandine. Çîrokên Ereb Şemo, Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Cerdoyê Gênco, Wezîrê Nadîr hene. Her wiha çend çîrokên nivîskarên ermen ên mîna Vahan Totovents, Derenîk Demirçiyan, S. Zoryan, Hovhannes Tûmanyan, Arazî, li gel çîrokên nivîskarên rûs ên mîna Gorkî, Tûrgenyev, Çexov û Tolstoyî jî hatine çapkirin. Çîrokeke din jî heye û balkêş e, ji ber wê min ew çîrok wergirt. Ew jî ya nivîskarê îrlandî Geogre Bernard Shaw e. Di wê demê de ew wergerandine kurdî. Yek jî bîranîneke Krupskayayê ye ku li ser Lenîn livîsandiye. Yanî di ya Çîrokên Şêwra Ermenan de 12 çîrok, di ya Guldesteyek ji Baxê Rewanê de jî 33 çîrok hene.
Ev çîrok ji bo qonaxa wê demê ya civakî, siyasî û aborî çi peyamê didin?
Ji bo ku em vê mijarê fam bikin divê em hinekî behsa rewşa wê serdemê bikin û bê ka di dema Sovyetê de çi kar û xebat ji bo kurdan hatine kirin û kurdan çi kirine? Piştî Şoreşa Cotmehê, Sosyalîst bûn desthilatdar. Wan li wir dest bi hinek xebatan kirine da ku fikra sosyalîzmê di nav gelan de belav bikin. Li Gurcistanê, Ermenistanê, Qazaxistanê û komarên din ên Sovyetan dest bi xebatan kirine. Kurd jî li wan deveran dijîn. Di dawiya sala 1920’î de ji bo ku karê xwendin û nivîsandinê di nava kurdan da belav bikin dibistan vekirine. Yekem dibistan bi navê Şemsê li Gurcistanê vekirine. Li vê dibistanê destpê dikin û bi kurdî perwerdê didin. Kî ne ew kesên di vî dibistanê de karên perwerdê didin? Emînê Evdal e, Ehmedê Mirazî ye, Kamil Bedîrxan e, Nûrê Polatov e, Semend Siyabendov e û hinek kesên din in. Di vê navberê de jî ji bo xwendinê û nivîsandinê jî alfabeyekê çêdikin. Dibînin ku alfabeya kîrîlî ji bo kurdan hinek zehmet e. Ji bo wê, di navbera alfabeya latînî û kîrîlî de alfabeyekê çêdikin. Yên ku ev alfabeya jî amade kirine Erebê Şemo û Îshak Marogûlov in. Beriya wê jî hin ceribandin ji bo alfabeyan çêbûne, lê bi ser neketine. Wê demê Ermenistan weke navendeke rewşenbîriya kurdan e. Li wir gelek xebat hatine kirin. Piştî ku dibistan ava dibin, kesên mîna Qanatê Kurdo, Çerkesê Beko û hin kesên din li wir perwerdê dibînin û ew jî dibin nivîskar û rewşenbîr. Ji bo wan dibistanan pirtûkan dinivîsin.
Dema em lê binêrin, em ê bibînin ku di van pirtûkan de çîrok û helbest hene. Dîsa hinek pirtûk li ser ajalvaniyê, li ser jiyana sosyalîzmê, jiyana kolxozan, li ser hin nexweşiyan hatine nivîsandin. Pirtûkek li ser înternetê weke PDF jî hatiye belavkirin heye. Li ser “Gurrîbûnê” ye. Hin kesan jî şanoname nivîsandine. Em di van pirtûkan de jiyan û fikra kurdan a wê demê dibînin. Bê ka sosyalîzm bi çi rengî di nava wan de belav bûye, piştî sîstema sosyalîzmê çi guhertin çêbûne di jiyana wan de? Em van tiştan dibînin. Çand, folklor, muzîk, sosyolojî, psîkolojî, aborî û siyaseta kurdan di van berheman de hene. Têkiliyên kurdan bi cîranên wan ên ermen re yek ji mijarên sereke ên van çîrokan e. Di çîrokên Gorkî, Çexov, Tolstoy û Tûrgenyevî fikra sosyalîzmê û bandora wê ya li ser civakê hatine nivîsandin. Di nava civaka kurdan de çi qewimiye an jî di nava civaka ermenan de çi qewimiye? Jiyana wan a rojane çawa ye? Em van hemûyan di çîrokan de dibînin. Rewşa kurdan ya beriya sosyalîzmê û piştî sosyalîzmê dane ber hev. Kevneşopiyên di nava civaka kurdan de yên ne li gorî sosyalîzmê rexne kirine. Şêxêtî û mîrtî û begîtî rexne kirine. Jiyana wekhev û xwendin û nivîsandin û rewşenbîrî, pesnê van dane û xwestine di nava civakê de ev tişt bipêş bikevin.
Bi ya min nivîskarên çîrokan jî balkêş in. Zabel Yesayan yek ji wan navan e. Çavdêriyên te yên li ser nivîskarên çîrokan ez meraq dikim. Tu bixwazî li ser vê yekê çi bibêjî?
Ew kesên ku di van herdû pirtûkan de çîrokên wan hene, hemû jî nivîskarên wê deme ne. Zabel Yesayan, Tumanyan, Şahbazyan, Şîrvanzade û yên din. Ev nivîskar di nava civaka ermenan de berbiçav in. Dîsa Maksîm Gorkî, Tolstoy, Çexov, Turgenyev… Ev jî bi heman rengî ne. Di edebîyata rûsî de navên gelek pêşketine. Ew kesên di kurdî de çîrokên wan hatine weşandin, Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Erebê Şemo. Ew jî wisa ne. Hemû jî sosyalîst in û ji bo sîstema Sosyalîzmê pêş bikeve, fikra sosyalîzmê belav, civak biguhere kar dikin. Navên xurt in. Zabel Yesayan jî yek ji wan e helbet. Ev demeke pirtûkên wê ji ermenkî ji bo tirkî tên wergerandin. Kurdan di wê serdemê de dest bi wergera çîrok û helbestên wan nivîskaran kirine. Belê ji ber pirsgirêka alfabeyê, zêde haya me ji wan çênebûye lê beriya niha bi 90 salî, 100 salî kesên mîna Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Cerdoyê Gêncoyî ew wergerandine kurdî. Ji zimanê orîjînal çîrok û helbestên nivîskarên rûs û ermen wergerandine. Ev ji bo edebiyat û nivîsa kurdî tiştên baş in. Derfeteke bi vî rengî li ber destê me ye. Ez bixwe di vê meseleyê de navbeynkar im. Rola min navbeykarî ye. Çi ye ev navbeykarî? Emînê Evdal, Cerdoyê Gênco, Heciyê Cindî û Casimê Celîl, Qanatê Kurdo, Eliyê Evdirehman, Mîkaîlê Reşîd, Wezîrê Êşo û gelek navên din wê demê, ev çîrok nivîsandine û ji zimanê rûsî û ermenkî wergerandine. Min jî ev çîrok ji alfabeyekê berhevî alfabeyeke din kiriye. Tişta ku min kiriye ev e. Ne zêdetir e. Ji ber wê ye ku ya min kiriye ne tiştekî mezin e. rola mezin ya nivîskarên kurdan e ku min gelek caran navên wan bilêv kirin.
Enstîtuya Çandê ya Kurd-Alman (Deutsch-Kurdisches Kulturinstitut) di sala 2020’î de ji Arşîva Radyoya Êrîvanê ya ku ev nêzî bi dehan sal in weşana xwe dike, 900 berhem li ser platformên dijîtal weşand. Ev kuliyata dewlemend bi derengî gihişte nifşê me û weke dewlemendiyeke din kete jiyana me. Ev û xebatên ku din ên niha digihên ber destê me, nîşaneya çi ne?
Wexta ku Arşîva Radyoya Erîvanê weşiya û dijîtalîze bû, me fem kir ku çiqas dewlemendiyeke mezin çêbûye wê demê. Ne tenê stranên folklorîk û gelerî û wisa bi dengbêjî hatine strîn. Stranê koral hatine çêkirin, orkestra çêbûye. Muzîkeke pirreng çêkirine. Ez bi xwe wê dewlemendiyekî gelek mezin dibînim. Heta çend sal berê jî me derheqê kurdên sovyetê de çi dizanî? Radyoya Rewanê, ango Radyoya Yêrevanê bû tişta me dizanî. Rojnameya Rêya Teze bû û pirtûka Erebê Şemo ya bi navê “Şivanê Kurmanca” bû. Me Karapetê Xeço dizanî bû. Aram Tigran hebû û gihîşt heta roja me. Çend navên din me dizanibû. Belê hin kes hebûn ku bi salan e li ser van kar û xebat dikirin lê bi derfeta înternetê, platformên dijîtal, êdî ev xebat digihê civakê gişî. Gelek kes êdî dikarin wan xebatan bidest bixin. Hin kes wan ji alfabeya wê demê, werdigerînin alfabeya îro ya kurdî. Yek ji van xebatan jî weke te got, Arşîva Radya Rewanê ye. Bi weşandina wê arşîva radyoyê re, me dît ku xezîneyek li wir heye.
Îcar ji bo kar û barên nivîsê jî heman rewş e. Piştî dawiya salên 80’yî hinek pirtûk ji wê alfabeya Şamîlov-Marogûlovî wergerandine alfabeya Celadet. Piştî 2000’î û heta 2010’an jî hijmareke hindik hatine wergerandin. Lê ji 2010’an vir ve ev kar hinekî din bi rengekî profesyonelî çêdibe. Weşanxane xwe dane ber vî kar û barî û pirtûkên li wê derê çap bûne, werdigerîne û li vir wan çap dikin. Bazara wê çêbibe û rewşa aboriyê derfetê bide, wê bêhtir jî bên çapkirin.
Piştî ku da wan salan de ev xebat destpê dikin bi 5 salan, yanî di nava salên 1930’î de rojnameyeke flemenkî nûçeyekê diweşîne. Li gorî vê nûçeyê di nava 5 salan de hezar û 7 pirtûk hatine çapkirin. 47 dibistan vebûne. Ev hejmareke gelekî zêde ye. Ev hejmar rewşa xebatên wê demê nîşan didin. Tiştekî din jî heye. Min çendîn caran pirsî lê bersiveke zelal wernegirt: Nizanim ka ev berhem hemû li wan deveran tên parastin an na? Saziyek heye wan bi rêk û pêk arşîv dike yan na? Pêwîste lêkolîner, akademîsyen, muzîkjen, antropolog, sosyolog, kesên li ser çandê kar dikin, edebiyatnas, zimanzanan, dîrokzan li ser wan berheman kar bikin. Her wiha ji bo dîroka devkî jî mirov dikarin karên gelekî baş biki. Ji ber ku ew kesên ku di wê demê de xebitîne gelek ji wan hêdî hêdî koç dikin.
Ya din jî, rojnameya Rêya Teze bi salan weşan kiriye û arşîveke giranbiha ye. Ez bi xwe weke rojnamegerekî û demeke kurt be jî hewl daye li akademiyê li ser karê rojnamegeriyê raweste, dixwazim hemû hejmarên Rêya Tezeyê bibînim. Ez meraq dikim, ka gelo rojnamegeriyeke çawa kirine û li ser navê rojnamegeriyê çi kar hatine kirin?
Xebatên we yên bi vî rengî ji bo demê pêş hene an na?
Gelek tişt hene ku wê demê hatine kirin û divê îro bigihê ber destê xwendevanan, lêkolîneran, meraqdaran. Ez jî di vî warî de dixwazim hin tiştên din amade bikim. Hin tişt hene ku min transkrîpsiyon an jî translîterasyona wan kirine. Lê şert û merc wê çiqas rê li ber çapkirina wan veke, ez nizanim. Niha rewşa aboriyê li Tirkiyeyê ne gelekî baş e. Ev, bandorê li karên weşanxaneyan dike. Bihayê kaxizan gelekî zêde bûye û ev jî dike ku bihayê pirtûkan jî girantir bibe. Ji ber wê ye ku mirov nikare tiştekî zelal bibêje. Lê ger şert û merc çêbibin, ez bawer dikim wê di demên pêş de gelek xebat ji wê alfabeyê bên wergerandin. Her wiha ne tenê ji alfabeya Şamîlov-Marogûlovî, pirtûkên bi kîrîlî hatine nivîsîn jî divê transkrîpsiyona wan werin kirin.[1]
Bu makale (Kurmancî - Kurdîy Serû) dilinde yazılmıştır, makaleleri orijinal dilinde açmak için sembolüne tıklayın!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu başlık 1,289 defa görüntülendi
HashTag
Kaynaklar
[1] İnternet sitesi | کوردیی ناوەڕاست | xwebun1.org
Bağlantılı yazılar: 9
Yayın tarihi: 24-06-2022 (2 Yıl)
Belge Türü: Orijinal dili
İçerik Kategorisi: Edebi
İçerik Kategorisi: Hikaye
İçerik Kategorisi: Makaleler ve röportajlar
Özerk: Türkiye
Yayın Türü: Born-digital
Teknik Meta Veriler
Ürün Kalitesi: 99%
99%
Bu başlık Sara Kamele tarafından 08-09-2022 kaydedildi
Bu makale ( Aras Hiso ) tarafından gözden geçirilmiş ve yayımlanmıştır
Bu başlık en son Aras Hiso tarafından 08-09-2022 tarihinde Düzenlendi
Başlık Adresi
Bu başlık Kurdipedia Standartlar göre eksiktir , düzenlemeye ihtiyaç vardır
Bu başlık 1,289 defa görüntülendi
Bağlantılı dosya - Sürüm
Tür Sürüm Editör Adı
Fotoğraf dosyası 1.0.170 KB 08-09-2022 Sara KameleS.K.
Kurdipedia Dev Kürtçe bilgi Kaynağıdır
Biyografi
Kemal Astare
Kısa tanım
Kürt-Ermeni ilişkileri ve kimi gerçekler
Kütüphane
KOMÜNİST
Biyografi
Vedat Türkali
Biyografi
Reşan Çeliker
Kütüphane
MARDIN 'i DINLERKEN MÜZEYLE BAŞLAYAN DEĞİŞİM
Biyografi
AHMET KARDAM
Biyografi
Dilan Yeşilgöz-Zegerius
Resim ve tanım
Mardin 1950 hasan ammar çarşisi
Kısa tanım
Osmanlı-Kürt ilişkisi ve İdris-i Bidlisi
Kütüphane
Çiller Özel Örgütü TBMM Susurluk Komisyonu'na Sunulan Dosya ve Belgeler
Biyografi
Pervin Çakar
Resim ve tanım
1905 Mardin
Kısa tanım
Özgürlük Denizine Akan Nehirde Şeyh Ahmed Barzani
Biyografi
MEHMET EMİN SEVER
Kütüphane
TÜRKİYE: KÜRT SORUNUNUN ÇÖZÜMÜ VE PKK
Kısa tanım
Anadolu’nun İlim ve Tasavvuf Hayatında Öne Çıkan Berzencî Ulemâsı
Resim ve tanım
Erbildeki Patlama 19 kasım 2014
Kısa tanım
Mehmed Mihri Hilav’ın Kürd dili üzerine çalışmaları-2
Biyografi
JAKLİN ÇELİK
Kütüphane
MARDİN 1915
Biyografi
İbrahim Küreken
Biyografi
Rahime Kesici Karakaş

Gerçek
Biyografi
Ekrem Cemilpaşa
11-04-2024
Rapar Osman Ozery
Ekrem Cemilpaşa
Kısa tanım
Kadınlar Dünyası’nın Kürt kalemi: Mes’adet Bedirxan
12-04-2024
Rapar Osman Ozery
Kadınlar Dünyası’nın Kürt kalemi: Mes’adet Bedirxan
Kısa tanım
Dünya yeni bir savaşın eşiğinde iken, Birinci Dünya Savaşı sürecinde Kürdlerin tehcirini hatırlamak-8
17-04-2024
Rapar Osman Ozery
Dünya yeni bir savaşın eşiğinde iken, Birinci Dünya Savaşı sürecinde Kürdlerin tehcirini hatırlamak-8
Biyografi
AHMET KARDAM
20-04-2024
Rapar Osman Ozery
AHMET KARDAM
Kısa tanım
1914 Bitlis Kürd Ayaklanması
25-04-2024
Rapar Osman Ozery
1914 Bitlis Kürd Ayaklanması
Yeni başlık
Biyografi
EVDIREHÎM REHMÎ HEKARÎ
23-04-2024
Rapar Osman Ozery
Biyografi
AHMET KARDAM
20-04-2024
Rapar Osman Ozery
Biyografi
MEHMET EMİN SEVER
20-04-2024
Rapar Osman Ozery
Biyografi
İbrahim Küreken
14-04-2024
Rapar Osman Ozery
Biyografi
Kemal Astare
14-04-2024
Sara Kamele
Kütüphane
Çiller Özel Örgütü TBMM Susurluk Komisyonu\'na Sunulan Dosya ve Belgeler
13-04-2024
Sara Kamele
Biyografi
Ekrem Cemilpaşa
11-04-2024
Rapar Osman Ozery
Kütüphane
MARDIN \'i DINLERKEN MÜZEYLE BAŞLAYAN DEĞİŞİM
08-04-2024
Sara Kamele
Kütüphane
MARDİN 1915
08-04-2024
Sara Kamele
Kütüphane
KOMÜNİST
07-04-2024
Sara Kamele
Istatistik
Makale  517,441
Resim 105,756
Kitap PDF 19,160
İlgili Dosyalar 96,492
Video 1,307
Kurdipedia Dev Kürtçe bilgi Kaynağıdır
Biyografi
Kemal Astare
Kısa tanım
Kürt-Ermeni ilişkileri ve kimi gerçekler
Kütüphane
KOMÜNİST
Biyografi
Vedat Türkali
Biyografi
Reşan Çeliker
Kütüphane
MARDIN 'i DINLERKEN MÜZEYLE BAŞLAYAN DEĞİŞİM
Biyografi
AHMET KARDAM
Biyografi
Dilan Yeşilgöz-Zegerius
Resim ve tanım
Mardin 1950 hasan ammar çarşisi
Kısa tanım
Osmanlı-Kürt ilişkisi ve İdris-i Bidlisi
Kütüphane
Çiller Özel Örgütü TBMM Susurluk Komisyonu'na Sunulan Dosya ve Belgeler
Biyografi
Pervin Çakar
Resim ve tanım
1905 Mardin
Kısa tanım
Özgürlük Denizine Akan Nehirde Şeyh Ahmed Barzani
Biyografi
MEHMET EMİN SEVER
Kütüphane
TÜRKİYE: KÜRT SORUNUNUN ÇÖZÜMÜ VE PKK
Kısa tanım
Anadolu’nun İlim ve Tasavvuf Hayatında Öne Çıkan Berzencî Ulemâsı
Resim ve tanım
Erbildeki Patlama 19 kasım 2014
Kısa tanım
Mehmed Mihri Hilav’ın Kürd dili üzerine çalışmaları-2
Biyografi
JAKLİN ÇELİK
Kütüphane
MARDİN 1915
Biyografi
İbrahim Küreken
Biyografi
Rahime Kesici Karakaş

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| İletişim | CSS3 | HTML5

| Sayfa oluşturma süresi: 0.422 saniye!