图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,476
图片 106,120
书籍 19,168
相关文件 96,500
Video 1,308
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
‘Hozan Mizgîn bîra nifşên îro ye jî’
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

‘Hozan Mizgîn

‘Hozan Mizgîn
Di salên 90’î de nifşek li ber stranên Koma Berxwedan û Hozan Mizgîn mezin bûn. Li bakurê #Kurdistan#ê di salên 90’î de di her malekê de û li ber her teybekê ji bandên Koma Dengê Azadî, Koma Agirê Jiyan, Koma Amed û Koma Berxwedan hebûn. Gelo çend dayik bandên van komê muzîkê bi bo ku nekevin destê leşkeran vedişartin. Di bîra me gelekan de heye, dema ku dê leşkeran biavêta ser gund, veşartina van bandên ku di qupik, qelşên dîwar an jî li hevşiyên pez de. Belê bîra me kurdan bi mînakên wisa tije ye û yek ji vî dengê ku êdî bûye bingeha hunera kurdî jî dengê Hozan Mizgîn e.
Têkildarî huner û stranbêjiya Hozan Mizgîn em bi yek ji damezrînerên Koma Berxwedan bi Hozan Seyîdxan re axivîn.
Di destpêka axaftina xwe de Seyîdxan qala çand û hunera salên 80’yî kir û wiha got: “Wê demê seranser bin jî xebatên me yên hunerî hebûn. Ji sala 79’an heta 80, 81 û 82’yan weke komeke biçûk em çend heval li gel hev bûn. Hinek çalakiyên weke çandê yan jî weke pîrozbahiyên cejnên Newrozê em dihatin cem hev. Heta sala 82’yan wisa dewam kir. Lê fermiyeteke bi navê sazîbûnê tune bû. Bêguman ew însanan jî hinekî bi hestên niştimanî nêzî çandê dibûn. Li ser vê bingehê perspektîfeke me ya sazîbûneke baş neketibû rojevê. Lê pratîk amator be jî me xebatên xwe yên çandî û hunerî dikirin.”
Tevlîbûna qada hunerê
Seyîdxan bal kişand ser nasîna xwe ya bi Hozan Mizgîn re û destnîşan kir ku Mizgîn di sala 1982’an de tev li xebata wan bûye û ev tişt anî ziman: “Hevala Mizgîn weke hunermendeke erkdar hat. Bi hatina hevala Mizgîn re hinekî şêwaza xebatên me guherî. Hinek rê û rêbazên ku êdî em ê çawa bikaribin bi rêya çand û hunera kurdî ji bo kurdên li dîasporayê bibin bersiv ket rojeva me. Her wiha em ê çawa bikaribin pêşî li asîmîlasyonê bigirin an jî xwedî li nirxên çand û hunerî derkevin bi hatina hevala Mizgîn re şêwaza rêxistinbûnê derket. Di heman demê de weke jineke kurd pir zehmetiyên wê serdemê jî hebûn bi erkeke niştimanî têkeve nav tevgera azadiyê. Kesayeta Mizgîn ji bo me bi serê xwe raperînek bû.”
Hatina Mizgîn û Sefkan
Di berdewama axaftina xwe de Seyîdxan destnîşan kir ku bi hatina Mizgîn û Sefkan re avakirina Koma Berxwedanê ketiye rojeva wan û wiha pê de çû: “Tabî di vir de weke jinek rola heval Mizgîn sereke bû. Heval Mizgîn bi hatina xwe re ji jinan re bû moral û bû wesîleya tevlîbûna jinan a qada çand û hunerê. Bi rastî jî xwedî rol û kesayeteke bêhempa bû. Di qada çand û hunerê de rola hevala Mizgîn roleke sereke bû. Dengxweş bû û stranên gelêrî û şoreşgerî hez dikir. Berhemên xwe bi xwe diafirandin û bi koma xwe re parve dikir. Bawer bikin bi dehan jinên ciwan ji ber dengê wê ji ber helbest, stran, sekina wê ya xweîfadekirinê tev li xebatên me yên çand û hunerê yên Ewropayê bûn.”
Xwedî nirxên civakî bû
Hozan Seyîdxan wiha qala hin bîranên xwe yên bi Hozan Mizgîn re kir: “Bi heval Mizgîn re bîranîna me ya herî baş rêhevaltî û nêzikatiya wê, ferqnexistina navbera jin û mêran û di vê rêbazê de tu carê bêyî hevalên xwe erka xwe bi tena serê xwe takekesî bi rê ve nebir. Bîranîna herî pak ew bû ku bi moral û coş bû. Heta dawî mutewazî bû, heta dawî gelêrî bû, hestên civakê baş nas dikirin, pênase dikir û nêzîkatiyên wê tim ên serkeftî bûn. Ji bo me jî bîranîna wê ya herî sereke nêzîkatiya wê ya li nirxên civakê û nirxên têkoşînê bûn. Wê ev hestên xwe hem li ser dikê hem jî di pratîka xwe de bi me re parve dikir.”
Piştî çûyîna Mizgînê
Seyîdxan bal kişand ser şehadeta Mizgîn û wiha domand: “Helbet çûyîna hevala Mizgîn ji bo me jî xemgîniyeke din bû. Ew hem endameke civakî bû hem endameke şoreşger bû û hem endameke birêvebirina xebatên siyasî jî bû. Xwedî sekneke wisa bû. Weke jineke kurd têr û tije bû û bi rastî jî mirov jê feyzê digirt. Ji xebatê heta sekna wê xwedî nirxên neteweyî bû.”
Bandora Mizgîn a li ser nifşekê
Her wiha Seyîdxan bal kişand ser bandora dengê Mizgînê yê li ser nifşên nû û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Nifşên li ber stranên hevala Mizgîn mezin bûn nifşên salên 80 û 90’î bûn. Gelek jinên ciwan bi rênîşandana Mizgînê tev li têkoşîn û xebatên çand û hunerê bûn. Îro bi sedan zarokên kurd bi navê Mizgîn tên nasîn. Stranên wê hê jî li ser zimanan e û di bîra nîfşên îro de ye. Bawer bikin li ber van nirxên wê, li ber dengê wê, li helwesta wê, sekna wê nifş mezin bûne. Çavên me hê jî li hevala Mizgîn digere. Ji ber ku ew pêşengeke vê xebatê bû. Ez di salvegera şehadeta wê de bejna xwe li ber wê ditewînim û bi rêzdarî bi bîr tînim.”[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,020
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | xwebun1.org
挂钩项目: 6
小组: 文章
Publication date: 11-05-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 报告
书: 音乐
书: 文化
文件类型: 原文
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( سارا ک 08-09-2022
本文已被审查并发布( ئاراس حسۆ )on08-09-2022
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):08-09-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,020
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.169 KB 08-09-2022 سارا کس.ک.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,476
图片 106,120
书籍 19,168
相关文件 96,500
Video 1,308
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!