ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 517,398
画像 105,682
書籍 19,149
関連ファイル 96,389
Video 1,307
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Hejmara 5’an a Kovarê Destarê derçû
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Hejmara 5’an a Kovarê Destarê derçû

Hejmara 5’an a Kovarê Destarê derçû
Kovara Destar a wejeyî ya ku sê mehan carekê, bi çar zaraveyên #kurdî# tê weşandin, bi hejmara xwe ya 5’an gihişt ber destê xwendevanên xwe yên kurdîhez û wêjehez.
Kovara Destarê ku bi dirûşma ‘Destarê kurd-î hûr dihêre’ dest bi weşanê kiribû, salek li pey xwe hişt û bi hejmara xwe ya 5’an careke din bi konsept û naveroka xwe ya dewlemend û bi destargerên xwe yên kedkar û şoreşgerên wêje û zimanê kurdî, derket pêşberî xwendevanên xwe.
Di vê hejmarê de jî, bi dehan destargerên kurd-î yên ji her çar milên Kurdistanê, ji Ewropa, Qafkasya û ji gelek welatên cuda yên cîhanê bi nivîsên xwe yên têr û tijî û naverokên cur bi cur destarê wêjeya kurdî bi bîr û bawerî û berpirsyariyeke xurt fireh digerînin û hûr dihêrin; di qada wêjeyê de rêgeh û bergeheke nû diyar dikin, rêçeke nû vedikin, wêjegeheke nû saz dikin.
Weke her hejmara kovarê, di hejmara 5’emîn a kovarê de jî di nava beşên sereke yên kurmancî, kirmanckî, soranî û hewramî de, beşên wek ramanên/nirxandinên wêjeyî, rexneya wêjeyî, wêjeya devkî, roman, çîrok, ceribandin, helbest, bîranîn, kovargeriya kurdî, werger û wêjeya cîhanê cih digirin. Û di bin sîwana wan de jî, bi dehan nivîsên wêjeyî yên bi wan beşan ve têkildar cih digirin. Di her beşeke cuda de, nivîskarên ji çar aliyên Kurdistan û cihên din bi nivîsên xwe yên dewlemend û balkêş ên wêjeyî û ramanî ku bi awayekî bi wêjeyê ve têkildar in cih digirin.
WÊJEGEHEKE NÛ
Hevgerînendeya kovarê Jîn Aryen diyar dike ku Destar berhema kedeke hevpar e, hêz û bingeha xwe ji rasteqîniya dîrokî, civakî û çandî digire û wiha pê de diçe: “Jêder û çavkaniya bingehîn a kovarê ligel wêjeya nivîskî ya neteweya kurd û hemû mirovahiyê, wêjeya devkî ya civakî ya kurdan û hemû mirovahiyê ye. Bêguman, wêjeya nivîskî di parastin û pêşxistina zimên de xwedî cihekî gelek girîng e; bi taybetî jî di serdema xwe de xwedî risteke sereke ye, wêje mayînde kiriye û veguhastiye pêşerojê.”
‘KOVARA DESTAR RÊGEHEKE XURT AVA DIKE’
Aryen, dibeje ku wêjeya nivîskî hemû mijar û celebên wêjeyî di nava xwe de dihewîne û di kovara Destar de jî ev yek xwe bi awayekî dewlemend dide der. Bi domdarî Aryen wiha balê dikişîne ser armanc û berpirsyariya wêje û wêjekaran: “Bêguman, wêjeya nivîskî hemû xal û mijarên ku bi xweza, mirov, civak, jiyan û hemû tiştên bi wan re têkildar in di nava xwe de dihewîne. Helbet a girîng ew e ku çawa û ji bo çi dihewîne? Bersiva vê yekê sedema hebûn, erk û berpirsyariya wêjeyê û wêjekaran diyar dike. Ev yek, lêkolîn, nirxandin û dahûrandinên nû û berhemên xurt ên wêjeyî yên ku xwe dispêrin rasteqîniyê wek pêdiviyeke jiyanî datîne pêşiya me û ferz dike ku em li ser bingeha rasteqîniyê, di qada wêjeyê de jî nêrîn, hişmendî û rêgeheke xurt ava bikin û berhemên xurt ên li ser vê bingehê saz bikin. Em bi serbilindî û bextewariyeke mezin dikarin bibêjin ya ku kovara me Destar dike ev e.”
WÊJEYA ŞOREŞGER Û SAZGER
Hevgerînendeyê din ê Kovara Destar Heval Dilbihar jî destnîşan dike ku kovara wan a ku bi armanc û hişmendiya wêjeya kurdewar û gerdûnî tevdigere, bi riya dewlemendiya zimanê kurdî, bi rengekî herî xwezayî giyanekî xwebûnî û gerdûnî yê wêjeyî di nava xwe de dide hewandin û wiha dirêjî dide axaftina xwe: “Çawa ku wêje hunereke honandin, ristin, raçandin, vegotin, xemilandin û kemilandineke xwezayî, bedew û dahûrîner a xwebûnî û gerdûnî ye, gehwer û rasteqîniya wêjeya ku bi zimanekî wek zimanê kurdî xwezayî, afirîner, tevgir, xwedî kok û gewde, reh û geh, kûr, hûr û dewlemend tê sazkirin jî xwe digihîne asta herî jor a xwebûnî û gerdûnîbûnê. Ev rastiya dîrokî ya qedîmbûn, resenbûn, xwezayîbûn û civakîbûna ziman û wêjeya kurdî, di nivîsên di kovarê de jî bi rengekî zelal xwe dide der. Ji ber vê yekê, çawa ku destarê zimanê kurdî, jêder û bingeha destarê wêjeya kurd-î ye, bi wê ve têkildar destarê wêjeya kurd-î jî awêne û çavkaniya hest, zanebûn û giyanê pêşvebir, veguherîner, hilberîner û jinûvesazker a destarê jiyana kurd-î ya dîrokî, civakî, çandî û neteweyî ye.”
‘HEKE WÊJE ERKA XWE PÊK BÎNE DIKARE KELEHÊN ZILMÊ HILWEŞÎNE’
Dilbihar balê dikişîne ser hêza wêjeyê ya guhertin û veguhertinên piralî û erk û rista wê ya jinûveavakirina civakbûyîn û jiyanê. Bi wê ve têkildar girîngiya kovara Destarê wiha tîne zimên: “Ger wêje erk û rista xwe ya afirîner, şoreşger û sazger baş bîne cih, dikare kelehên zilmê bihilweşîne, çiyayên azadiyê bilind bike, civak û jiyanê ji nû ve saz bike. Ku em bixwazin şoreşa Kurdistanê ya xwebûnî û gerdûnî jî bi ser bixin teqez divê em şoreşa wêjeya kurd-î pêk bînin. Em bi serfirazî dikarin bibêjin ku kovara me Destar di heman demê de qadeke bingehîn a wê şoreşê ye.”
LI DIJÎ DEM Û ÇERXA KUJIYÊ: DESTARÊ JIYAN Û WÊJEYÊ
Di kovarê de, di sernivîsa ku li ser navê Destar hatiye nivîsandin de, li ser êrişên li dijî kurdî û nirxên kurdewar bal tê kişandin, rist û helwesta kovarê ya li dijî kurdkujî û kurdîkujiyê wiha tê destnîşankirin: “Di vê serdema ku li dijî kurd-î êrîşên gelek hov û piralî tên meşandin de Kovara Destar ji bo parastin û pêşxistina ziman û wêjeya kurdî jî cihekî girîng digire. Erka kovarê ya herî bingehîn a li dijî ‘kurdkujî û kurdîkujî’yê pêşxistin û raperandina ziman û wêjeya kurdî ye. Dagirker û desthilatdar, ji bo ku axaftin, xwendin û nivîsandina bi kurdî ji holê rabe û jiyana bi kurdî di nava civaka kurd de ji holê bê rakirin û di nava demê de kurdî bê tunekirin, an jî bikeve asta herî jêr êrîşên xwe ji her milî ve bi pêş dixin. Di serdemeke wiha ku zimanê kurdî jî wek hemû nirxên din ên kurd-ewar rastî her cureyê bişaftin, qedexekirin, dorpêçkirin û jiholêrakirinê tê de, parastin û pêşxistina kurdî berî her tiştî erk û berpirsyariyeke dîrokî, civakî û neteweyî, kurdewarî, sincî, wijdanî û mirovîn e.”
Di sernivîsarê de, di heman demê de li dijî kurdkujî û kurdîkujiyê banga têkoşîneke piralî tê kirin û wiha tê gotin: “Pêwîst e her wêjekarek, heta her kurdek, li gel meşandina têkoşîna parastin û pêşxistina hemû nirxên kurdewariya azad, bi hiş û giyanekî xwebûnî û gerdûnî, bi rengekî herî afirîner û encamgir berhemên kurdî yên cur bi cur saz bike û ji bo belavbûna wan a bi awayekî herî berfireh di nava ked û hewldaneke mezin de be. Divê em bi hejmar, mijar û naveroka berhemên xwe nîşanî tevahiya cîhanê bidin ku em wek gelek qadan, di qada wêjeyê de jî dikarin şoreşê pêk bînin û pêşengiya wêjeya cîhanê jî bikin. Divê em ji bîr nekin ku wêjeya neteweyekê çawa dikare pêşengiya avakirin û sazkirina wê neteweyê ya ji her milî ve bike, dikare vê ji bo tevahiya cîhanê jî pêk bîne. Daxwaz, armanc û hewldaneke bingehîn a kovara me Destar a wêjeyî jî ev e.”[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは1,400表示された回数
HashTag
ソース
[1] | کوردیی ناوەڕاست | medmuzik.tv
リンクされたアイテム: 16
グループ: 記事
Publication date: 15-08-2022 (2 年)
Publication Type: No specified T4 1434
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 文化
ブック: 文学
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( سارا ک 08-09-2022上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( ئاراس حسۆ ) på 08-09-2022
最近の( ئاراس حسۆ )によって更新この商品: 08-09-2022
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは1,400表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.158 KB 08-09-2022 سارا کس.ک.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 517,398
画像 105,682
書籍 19,149
関連ファイル 96,389
Video 1,307
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.266 秒(秒) !