پەرتووکخانە پەرتووکخانە
گەڕان

کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!


بژاردەی گەڕان





گەڕانی ورد      کیبۆرد


گەڕان
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆمارکردنی بابەت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
ئامرازەکان
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
زمانەکان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
هەژماری من
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
گەڕان تۆمارکردنی بابەت ئامرازەکان زمانەکان هەژماری من
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بابەت بەهەڵکەوت
 چالاکییەکانی ڕۆژی
 ڕێساکانی بەکارهێنان
 ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 بیروڕاکانتان
 دڵخوازەکان
 کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
 یارمەتی
بابەتی نوێ
ڤیدیۆ
ئاسکەکانی گەرمیان
18-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ڤیدیۆ
کورد خاوەنی کۆنترین شوێنەواری بەریتانیایە
18-04-2024
شادی ئاکۆیی
ڤیدیۆ
تەواوی زانیارییەکان لەسەر پاراسایکۆلۆژی لەلایەن دکتۆر هومایۆن عەبدوڵڵا
18-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ڤیدیۆ
قانع شاعیری چەوساوەکان
18-04-2024
شادی ئاکۆیی
ڤیدیۆ
سەید عەلی ئەسغەر دەنگێک لە ئاسمانی موزیکی کوردیدا
18-04-2024
شادی ئاکۆیی
ڤیدیۆ
فەتانەی وەلیدی ئەستێرەیەکی لە بیرکراو لە ئاسمانی هونەر و مۆسیقای کوردیدا
18-04-2024
شادی ئاکۆیی
ڤیدیۆ
مریەم خان یەکەمین گۆرانی بێژی ژنی کورد کە بەرهەمەکانی لەسەر قەوان تۆمارکراوە
18-04-2024
شادی ئاکۆیی
ڤیدیۆ
وەسێتنامە گرنگەکەی پیرەمێرد
18-04-2024
شادی ئاکۆیی
ڤیدیۆ
شارام نازری کوردێک لە لوتکەی گۆرانی و مۆسیقای ئێراندا
18-04-2024
شادی ئاکۆیی
ڤیدیۆ
مارگرێت یەکەم پێشمەرگەی ژن لە شۆڕشی ئەیلولدا
18-04-2024
شادی ئاکۆیی
ئامار
بابەت 516,211
وێنە 105,187
پەرتووک PDF 19,086
فایلی پەیوەندیدار 95,692
ڤیدیۆ 1,279
شوێنەکان
خانەقین
ژیاننامە
قابیل عادل
ژیاننامە
شاپور عەبدولقادر
ژیاننامە
سەرهاد ئیسماعیل بیسۆ خەلەف
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
ROJNAMEGERÎYA KURDÎ
کوردیپێدیا، (مافی گەییشتن بە زانیاریی گشتی) بۆ هەموو تاکێکی کورد دەستەبەردەکات!
پۆل: کورتەباس | زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
بەشکردن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

ROJNAMEGERÎYA KURDÎ

ROJNAMEGERÎYA KURDÎ
Wekî tê zanîn rojnamevaniya kurdî bi Rojnameya Kurdistan ku di sala 1898 an de derdiketîye destpêdike.Ev rojname 22 Nîsanê de dest bi weşanê kirîye. 22 ya Nîsanê lewma wekî salvegera rojnamegeriya Kurdî tê pîroz kirin û li Kurdistana Başûr jî ev roj bi awayekî fermî wekî roja “Rojnamegeriya Kurdî” tê qebûl kirin. Ev rojname di sirgunê de derket holê ango mejûya rojnamegeriya Kurdî bi sirgunê derdikeve holê. Rojnameya Kurdistan ji alîye Miqdad Mîdhet Bedirxan ve li Qahîreyê hatîye derxistin.Di dîroka me de gelek tiştên cara pêşîn ji alîye malbata Bedîxanan hatîye pêkanîn.Rojnamegeriya Kurdî jî wisa bûye.Piştî Miqdad Mîdhet Bedirxan birayê wî Ebdurrehman Bedirxan dest bi weşandina wê kir.Rojnameya Kurdistan piştî Qahîre li Swîsre û Londonê jî hatîye derxistin.Hejmarê dawiya Rojname Kurdistan (no: 30-31) 14 adar di sala 1902 yê derket.Destpêbûna rojnamegeriya Kurdî li gorî ciranên me pir dereng nîne.Lê ji ber astengiyan bi qasê cîranên me pêşveneçuye.
Rojnamegeriya kurdî di navbera salên 1900-1950'an de
Piştî Rojnameya Kurdistan di sala 1918 de ji alîye rewşenbîrên me ku ji pêşveçunên vê demê sudvergirtibûn bi navê Jîn kovarek derxistin û 21 hejmara wî kovarê derçu.Di heman demê de him li her perçeyê Kurdistanê de him ji di gelek welatên din de gelê Kurd gelek rojname û kovar derxist.Şark ve Kurdistan-1908 li stenbolê hat derxistin.Kürd Teavun Ve Terakki Gazetesi 1908 ji aliyê Kürd Teavun Ve Terakki Cemîyetî li stenbolê hat drexistin.Di wê demê de ev rojname gelek deng da û bandorekî mezin li ser gelê Kurd kir.Her wiha kovara Kurdistan1908-1909-Stenbol ,Amîda Reş 1909,Peyman1909-Dîyarbekir, Rojî Kurd -Hetawî Kurd 1913 ji aliyê Komala Hêvî,Yekbûn 1913 û hin kovar û rojnameyên din jî hat weşandin.Di sala 1919 kovara #KURDISTAN# li stenbolê hat derxistin.Di sala 1923an de li Siwêrg rojnama Îrfan derket.Di 1929 an de ji aliyê serokê serhildanê Agirî îhsan Nurî Paşa Rojnameya “Agirî” ji gelê Kurd re hat pêşkeş kirin.Li Tirkîye ji ber zordestiya rejîma faşîst a Tirkan gelê Kurd maweyekê dirêj bêdeng ma.
Lê perçeyên dinê Kurdistanê de bi taybetî Kurdistana Başur de gelek rojname û kovar wekî Rojnama Umêdî istiqlal,Suleymanî,1923,Rojnama Bangî Heq, Suleymanî, 1923,Rojnama Pêşkewtin, Suleymanî, 1920,Kovara Peyje Bexdad 1927,Rojnama Rojî Kurdistan, Suleymanî, 1922,Rojnama Rêya teze, Erîvan, 1930,Kovara Rûnakî, Hewlêr, 1935,Kovara ,Rojnama Rojanû, 1943,Rojnama Rêga li rojhilatê Kurdistanê jî Mehabad, 1948,Rojnama Rawêj, Mehabad hatibûn derxistin.Salên çilan di dîroka başurê Kurdistanê de,bi xwe re geşbun û pêşketinê di jiyana siyasî û çandî ya wê perçeyê de tînin.Ew salên xurtbuna tevgera Kurd ya netewî bun û salên damezirandina partiyên siyasî bi taybetî PDK ku programên wan yên pêşketî di warê guhertinkariyên civakî de hebûn. Di gel vê yekê bi heman rihê gelek kovar derdiketin. Gelawêj kovarekê wê demê bu ku roleke mezin belavkirina bîrûbaweriyên peşketinxwaz û çandî de lîyst Kovara Gêlawêj bi rastî jî stêra geşa rojnamegeriya kurdî bû.1949ê de jî kovara serbixwe ya sîyasî bi navê Nizar derket.
Di sala 1932'an de li şamê kovara bi navûdeng Hawar dest bi weşanê kir.Xwedîye wê kovarê Celaled Elî Bedîrxan bû dîsa Bedîrxanek di dîroka Kurdan de guhertin û erxekek mezin pêk anî.Hawar bi tîpên latinî dest bi weşanê kiribû. Cara yekem bu ku elfebeya latinî bo kurdî dihat cêbecekirin. Bi Hawarê edî kurdî xwe ji elfebeya erebî ku zirar dida Kurdî rizgar kiribû. Hawar despêkek nû bû.Bi Hawarê Kurdî bi taybetî Kurmancî û dimilî derbasî tîpên latini bûbun ku niha jî piranî ev elfebeya ku Celalat Elî Bedirxan destnîşan kiribû tê bikaranîn.Hawar dibistanek bu, Hawar wê demê de morelekê mezin da gelê Kurd.Vê kovarê şanenava xwe li dîroka Kurdan da ku ev şanenav êdî naye jêbirîn. Kovara Hawar hejmarê xwe ya dawîn (hejmara 57.) sala 1943an de derxist.Di sala 1998an de ji Weşanên Nûdemê hemû hejmarên kovara HAWAR bi 2 cild hat weşandin.Piştre Celalat Elî Bedirxan kovarekê biwêne bi navê Ronahî derxist.Ronahî de giranî dengûbas hebun.Ronahî jî bo çapameniya Kurdî de gavekê girîng bû. Li Komara Kurdistanê ku li Mahabadê hatibu avakirin rojname û kovarên fermî wekî Bangî Kurdistan hat derxistin û di varê rojnamegeriya Kurdî demekê kin de gelek tişt hat pêk anîn.Piştî rûxandina Komara Kurdistanê jî ev pêşveçun bi avayekî xwezayî qut bû.
Rojnamegeriya kurdî di navbera salên 1950-1980
Piştî demekê dirêj rojnamegeriya kurdî bêdengiya xwe li Kurdistana Bakur şikand û bi rêberiya wek kesên
Musa Anter , Edîp Karahan bi tirkî be jî hêdî hêdî ber bi dewlementir buyîne ve çû.1949 an de ji aliyê Musa anter ve rojname Dicle Kaynağı (Çavkaniya Dicle), 1950 de jî Şark Mecmuası(Kovara Rojhilatê) hatiye derxistin.Di wan rojnameyan de kêşaya Kurd dihat nîqaş kirin û hin nivîs û helbestên Kurdî jî dihat weşandin.Şarkin Sesi(Dengê Rojhilatê) jî rojnameyekê girîg ê wê demê bû.Piştre rojnameya Îleri Yurd(Welatê Peşketî) di sala 1958 an de li Diyabekirê hat derxistin.Di vê rojnameyê de helbestekê Kurdî bi navê Qimil di nav nivîsa Musa Anter de hatweşandin.Li ser vê helbestê gelek doz ser perpirsyarên rojnameyê hat vekirin û ev buyer gelek deng ve da.17'ya Çileya pêşin a 1959'an de digel hin xwendekarên zanîngehan 49 ronakbîrên Kurd hatin girtin.Ev buyer bi navê buyera 49'an tê nas kirin.Salên 60î de hejmara weşanên perîyodîk zêde bûbû. 1962'an de li Ferqînê Silvan Sesî (Dengê Ferqîn), dîsa 1962 de ji aliyê Edîp Karahan û Yaşar Kaya ve rojnameyê Dicle-Firat het derxistin. Di sala 1963 de ji alîye Ergun Koyoncu û Yaşar Kaya ve kovareke bi navê Deng hate derxistin.Ev kovar jî di nav çapameniya Kurdî roleke baş lîst.Her wiha li Kurdistana Bakur rojname û kovarên wekî -bi Kurdî û tirkî- Roja Nêwe 1963,Çira 1965 ji aliyê Kemal Burkay ve,Yenî Akiş(Herîkîna Nû) 1966,Dengî Teze 1966,Karakoçan 1969,Mardin'in Sesi(Dengê Merdînê) 1969,Doğu(Rojhilat) 1969,Dengê Siwêreg 1969,Bultena DDKO 1970 hatibun derxistin.Sala 1975'an de kovareke bi navê Ozgurluk yolu(Riya azadî) dest bi weşanê kir û heta 1980an 44 hejmarê ev kovarê derket.Di kovara Ozgurluk yolu(Riya azadî) de bi zaravaya dimilî jî nivîs hebûn.Li gor gotina xwediya kovarê Faruk Aras tîraja vê kovarê nêzî 10 000 bû.Ji ber zordestiya Dewleta tirk weşana Ozgurluk yolu(Riya azadî) hate rawestandin.1976'an de ji aliyê PDK-Tirkîye kovara Xebat hat derxistin.Sala 1976'an de kovareke mehane bi navê Rizgarî dest bi weşanê kir.Ev kovar 4 sal weşanê xwe domand.1977'an de Pêşeng Bo Şoreş cihê xwe di nava kovarên temenkin de girtibû.Kovara Devrimci Demokrat Gençlik di sibata 1978an de li Stenbolê dest bi weşana xwe kir. Piştî 3 hejmarên pêşîn îdarexaneya wê ji Stenbolê guhaztin Diyarbekirê.Kovar ji mehê carekê bi tirkî û kurdî(kurmancî-dimilî) derket.Kovar li ser hev 11 hejmar derket. Hejmara yekem 20 rûpel yên din jî her yek 16 rûpel bû û hejmarên 5-6 û yên 7-8 bi hev re çap bûn.(1) Tîraja wê di navbera 10.000 û 12.000 de bû. Dîsa 1977'an bi navê Roja welat rojnameyekê giranbuha dest bi weşanê kir û heta sala 1986 a weşanê xwe domand.Her wiha Xebat bo rizgariya Kurdistan 1978-ji aliyê PDK-T,Dengê Kawa 1979,Kawa 1978,Ala Rizgarî 1979,li Wanê Jîna Nû 1979,li Entabê Têkoşîn 1979, û gelek kovar û rojnameyên din jî hatibun derxistin.1979'an de li Kurdistana Bakur yekem car xwerû bi Kurdî kovarekê bi navê Tîrêj derket.Ev kovar jî bi hewlên cewsandinê re dûçar ma.
Li Kurdistana başur di navbera salên 1950-1980 bi girêdayê têkoşîna rizgariyê ve bi rêberiya Nemir
Mistefa Barzanî çapameniya Kurdî jî pêşve diçu.Di vê konaxê de,rojnameya Xebat ya ku 1955ê wekî organa Partî Demokratî Kurdistanê (PDK) derdiket.Berê navê vê rojnameyê Rizgarî bû li 1953ê kongireya PDK de navê wê kirin Xebat.Wê demê de rojnameyekê din jî li Kerkukê bi navê azadî dihate derxistin.Her wiha kovar û rojnameyên wekî Dengî Das, Suleymanî 1950,Peyam 1952,Kestin 1958,Kovara Çareserkirdinî Kiştukal 1959,Dengê qutabyan, Bexdad 1960,Afret1960,Rojnama Çiray Kurdistan, Suleymanî 1962,Tûtun 1964...Piştî morkirina peymana otonomiya Kurdistan di rojnamegerîye Kurdî peşkeftinek berbiçav çêbû.Di wê demêde rojnameya Hewkarî 1970,kovara Beyan 1970,kovara Rojî Kurdistan 1971,kovara Roşibbîrî Nwê 1973,rojnameya Xebatî Kurdistan derket.Wê konaxê de tenê rojnameye Birayetî ku organa PDK bû bi duristî rojane derdiket.Asoy zankoy 1977,Estêre 1974,Bîrî nuwê 1973,Bilawkirawey Berew ronakî,Çiya hewlêr 1970,Dengî mamosta 1970,Dengî Cotyar 1971,Estêre 1971,Nûserî Nwê 1972,Amanc1973,Huşyarî Kirêkaran 1973,Korî Zanyarî Kurd, 1973,Baba Gurgur 1973,Bo Pêşewe 1973,Rêbazî nû 1975,Gizing, Kerkûk 1973,Hewalnamey Şoreş 1978 jî hin kovar û rojnameyên wê demê bûn. Di salên 1976-1984an de şerê birakujiyê,yê di navbera hêzên Kurdî de,di rojnamegeriya wan de jî cihê xwe girt û ew şerê gotinan di radyo û rojnameyên wan de bû egera dilsariya gelê kurd û şervanên wan û devberdana gelek kesan ji endamtiya xwe di wan partiyan de.Paşe ew hemu partî di Bereyê Kurdistanî de gihane hev û şerê birakujî rawestiya.
Rojnamegeriya kurdî di salên 1980'an de
Di destpêka salên 80an de li Kurdistana bakur û tirkîye cunteya leşkerî hat ser hukmê.Bi hezaran Kurd hate girtin û kuştin.Zulm û zordariyên nedîtî li ser gel hat pêk anîn.Lê têkoşîna gelê Kurd jî ber bi xurt bunê ve diçû.Edî gelê Kurd li bakur hêdî hêdî hişyar di bû.Di wê konaxê de jî hin partîyan şaşiyên mezin dikirin.Lewma jî çapamenîyeke yekgirtî çênedibû.Salên 80an de li her perçeyê Kurdistanê de têkoşîna rizgariya netewî geştir bûbû.Bi wê yekê re girêdayî di her warê jiyanê de gelê Kurd pêşdiket.Rojnamegeriya Kurdî jî hin xurtir bû wê konaxê de.Li bakurê Kurdistanê tesîra şoreşa başur ku bi rêberiya Mistefa Barzanî pêk dihat gelek mezin bû.1981an de kovareke bi navê Xebat Ser Riya Barzanî dest bi weşanê kir.Dewleta Tirk nedixwest şoreşa başur ser gelê Kurdistana bakur de bibandor be.Ev armanca xwe jî bi destê hin partiyên Kurd dikir.Li bakurê Kurdistanê kovar û rojnameyên wekî Pêşmerge 1983,Berhem,Dengê Partîzan 1986(Organa TKP/ML navçeya Kurdistan),Toplumsal Diriliş(Vejîna Civakî) 1987,Ozgur Gelecek(Dahatûya Azad) 1988,Şewqa Berxwedan Amed 1989 hatibûn derxistin.Kovarekê herî girîng a wê demê kovara Medya Guneşi(Roja Medya) bû.Medya Guneşi kovara yekem bû ku piştî cuntaya 12ê îlonê derket û bi derketina xwe şîmaqeq mezin li rejima Îlonê xist. Bêhêvitiya ku di nav gel de peyde bûbû şikand, moralek mezin da gelê Kurd.Berpiriyarên rojnameyê Osman Aytar, Cemal Ozçelik, Yakûp Karademir, Salih Bal, Mahmûd Metîn, Abdullah Kiran,Vedat Aydin, Nusrettin Yuksekkaya, Murat Kizilirmak, Nesih Çilgin û berpirsiyarên buraya Anqerê Abdullah Güler û yê Diyarbekirê Hamdullah Akyol hatin girtin,di hepsan de man,ceza girtin,teda û zilm dîtîn. Bêguman Medya Guneşî di dîroka rojnamegeriya Kurdî de ciyekî taybetî digre ji ber ku di dema xwe de bersîva hevcedariyeke mezin da.(2) Kovara Deng ku hin jî weşanê xwe didome di sala 1989an dest bi weşanê kir.Weşanê ev kovarê nêzî sîyaseta PSK(Partîta sosyalîsya Kurdistan) ye.
Li başurê Kurdistanê bi xurtbuna şoreşê gelek rojname û kovarên Kurdî jî bo belawkirina ramana neteweyî dihat çapkirin.Riwangey azad 1980, Rêbazî pêşmerge 1980, Bilawkirawey Dengî lawan 1981, Kovara Alay surî kurdayetî 1981, Nûserî Kurdistan 1981, Estêre 1982, Raperîn 1982, Xebatî mamosta 1982, Kovara Kurdistan 1982, Kariwan 1982, Bilawkirawey Edebî bêgane 1982,Dengî Pêşmerge, Şoreşa başûr 1983, Rêya serkeftinê 1983,Rojnama Serbexoî 1983,Kurdayetî 1983, Rêbazî lawan 1983 Dengî xwêndekaranî Kurdistan 1983, Bilawkirawey Asos 1984, Bilawkirawey Edebî mindalan, Rojnama Behdînan 1982, Kovara Pîrozî islam 1982,Bilawkirawey Hawdeng 1983, Peyamî şoreşî kurdistanî başur 1984,Bilawkirawey Nîrgiz 1984, Pala 1984, Roşinbîrî pêşmerge 1984, Rizgarî 1985, Dengê me 1985, Peyamî birayetî 1986, Peyamî kirêkaran 1986, Tendurustî û komel 1987, Qendîl 1987, Rojnama Berey kurdistanî(Organa Berey Kurdistanî)(1988),Helwêstî Edebî(1988),Terazû(1989), û gelek kovar û rojnameyên din jî wê demê de li başurê Kurdistanê li bajarên wek Hewlêr,Silêmanî,Kerkûk û Duhok dihatin derxistin.Derbarê rojname û kovarên han de agahiyên berfirehtir -wekî navên perpirsyarên wan û bi giştî serpehatiya wan bi çi rengîye- tuneye ku bidim.
Her wiha li Rojhilatê Kurdistanê jî kovarên wekî Sirwe 1984,Lawan 1983,Dengî Lawan 1984,Pêşrew 1984 û hwd... derketibûn.Li Kurdistana Surîye jî Xunav û 4-5 kovarên din hebû.
Rojnamegerî û medyaya kurdî di salên 90'î de
Salên 90î di mejûya Kurdistanê de werçerxanek girînge.Bizûtneweya rizgariya Kurdistan li her beşê Kurdistanê de geştir bû.Hemû bajarên Kurdistanê de serhildanên mezin pêkdihat.Li bakurê Kurdistanê hesta neteweyî bilind bû bû.Di serî de Amed,Şirnex,Merdîn,Wan û gelek bajarên bakurê Kurdistanê serhildanên mezin çêdibû.Li başurê Kurdistanê têk çûna şoreşê, qetlîamên ser xalkê Kurdistan ku ji aliyê rejîma Iraqê dihat kirin morela gel xirab kiribû.Karesatên wekî anfal,Helebce hêviya gel şikandibû.Lê sala 1992an de gelê Kurd li başur delfetek baş bi dest xistin û cara yekem gelê Kurd bi hêvîyen mezin hilbijartina Parlemana xwe çêkir.Edî beşekî Kurdistan ne bin destê dagirkeran bû.Edî gelê Kurd li beşekê Kurdistanê de dikarî bû bêhn bigre.Bi zor û zahmetiyan be jî hêviya sedsalan pêk hat gelê Kurd jî mafê
xwe ya xwezayî bikar anî.Wekî hemû netewan pêwist bû ku gelê Kurd jî xwediyê dewletek be.Piştî avakirina Parlemen û Hikumeta Kurdistan DEWLETA FEDERE A KURDISTAN (DFK) jî hat îlan kirin.Ku hin jî ser pîyaye.Li bakurê Kurdistanê weşana bi tirkî di nav rojnamevaniya Kurdî de wê konaxê de jî berdewam kir. Destpêka salên 90î de rojnameya Halk Gerçeği (Rastiya Gel) dest bi weşanê xwe kir û di nava salekê de ji aliyê dewleta Tirk hat girtin.Ev rojname îcar bi navê Yenî halk gerçeğî (Rastiya Gel a Nû) weşanê xwe berdewam kir,ev jî heman salê de hat girtin.1990an de rojnameyeke din bi navê Yenî Ulke (Welatê Nû) dest bi weşanê kir û ev rojnameye rekora Cîhanê şikand,di nav salekê de 55 doz hat vekirin,30 caran hat girtin,18 car jî hat civandin.Ev rojname jî 1993an de hat girtin.Her wiha wê demê de bi navên Ozgur Halk(Gelê azad) 1990,Serhildana Gel 1990 2 kovar derket.1991an de kovarekê îllegal ku navê wî Xebat Bo Serxwebûna Kurdistan bû ji aliyê komîteya Navendiya PDK li bakurê Kurdistanê 6 hejmar hat derxistin.Li Welat jî ku organa weşaniya nav welat a KUK-SE(Rizgarîxwazên Netewî yên Kurdistanê) bû 1991an de derket.Dîsa 1991an de kovara Newroz hate derxistin.1991 an de cara yekem di dîroka rojnamegeriya bakurê Kurdistanê de rojnameyekê xwerû bi Kurdî bi navê ROJNAME hat derxistin.Çi mixabin ev rojname ji aliyê hin derdoran hat asteng kirin û tenê hejmareke vê rojnameyê derket.Her wiha 1991an de li Dîyarbakirê kovarekê bi
Kurdî-Tirkî bi navê Govend derket.1992an de ku ev sal tekoşîna gelê Kurd jî û zilma dagirkeran jî gihîşt asta xwe ya herî bilind ji aliyê Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) kovareke bi Kurdî (Kurmancî û dimilî) hat weşandin û demekê dirêj weşanê xwe domand.Kovarên bi wî rengî tevkarîyek pir mezin dida wêje û çanda Kurdî.Kovarên Newroz ateşî (Agirê Newrozê),Ehmedê Xanî,Serketin,Yurtsever Gençlik (Ciwaniya Welatparez),Komel jî hin kovarên girîn ê wê demê bûn. Kovara Nûdem jî 92an de li Swêdê de dest bi weşanê kiribû lê dihat bakurê Kurdistanê jî.Ev kovar di pêşxistina wêjaya Kurdî de rolekî ciwan lîst.1992an de piştî rojnameya ROJNAME duyemîn rojnameye xwerû bi Kurdî rojnameya Welat dest bi weşanê kir.Dîsa 1992an de yekemîn kovara pêkenînî li bakur kovara Tewlo derket.Her wiha rojnameya Azadî jî 1992an de dest bi weşanê xwe kir.Ev rojname bi Kurdî û tirkî bû.1992an rojnameyekî din Ozgur Gundem(Rojeva azad) jî dest bi weşanê kiri bû.Ev rojname jî ji aliyê Dewleta Tirk ve hat asteng kirin,rojnamevanên vê rojnameyê hat kuştin û eşkenece kirin,belavkerên wan jî dihatin kuştin.Rojnameya Armanc jî rojnameyeke hêja bû ku 1992an dest bi weşanê kir û di dîroka rojnamegeriya Kurdî de cihê xwe girt.Rojnameyên Kurdî wê demedê dihatin girtin û bi navêke din weşanên xwe
berdewam dikirin.Mînak Welat hat girtin bû Welatê me (1995),Azadî hat girtin bû Dengê azadî (1994),Dengê azadî bû Ronahî,Ronahî bu Hêvî,Hêvî bû Roja Teze,Roja teze jî niha Dema Nûye.Piraniyên kovar û rojnameyên Kurdî wek perperikan temen kin bûne.Lewma listeyeke pir dirêj derdikeve holê û em li vir de nikarin derbarê hemûyan de agahî bidin,ev encax bi pirtûkek lêkolînî de dikarê bêne kirin.Piştre bi girtin û zordariyên mezin Ronahî(1995),Hêvî(1996),Jiyana Nû(1995),Roj(1995),Nû roj(1996),Yenî Polîtîka(Polîtîkaya Nû) 1995,Ozgur Yaşam(Jiyana Azad)(1996),Demokrasî(1996),Jiyana Rewşen(1997) gelek kovar û rojname hat derxistin.Wê demêde zordarîyeke pir mezin ser rojnamegeriya Kurdî hebu.Dewleta Tirk di hovîtî de sînor nasnedikir.Mînak 1994an de avahiya rojnameya Ozgur ulke hate bombekirin.Lê edî Komara Tirk fêm kiribu ku bi tu avayî nikaribe dengê gelê Kurd qut bike.Weşanvaniya Kurdî de heta destpêka salên 2000î bi kovar û rojnameyên wekî Ulkede Gundem,Stêrka Rizgarî,PêşeROJ,Yenîden Newroz,Jujin,2000'de yeni Gundem,Roza,Zend,Demokrasiya Nû,War,Roja teze,Gulîstan,Pêlîn,Yedîncî Gundem(Rojeva Heftemîn),Rojev,Kovara mîzahî Pîne serpêhatiya xwe domand. Her wiha salên 90î de gavek pir mezin vebûna Televîzyona yekemîn a Kurdî ku li seranserî Kurdistanê û 80 welatên Cîhanê de weşan dikir MED TV bû.Her çikas wê demêde hin televîzonên Kurdî li başurê Kurdistanê hebe jî ne satalytî û netewî bûn.MED TV sala 1994an de dest bi weşane kir û sînorên navbera perçeyên Kurdistanê hinek be jî rakir.Di serîda Tirkîye û dagirkerên din gelek caran bi cureyên curbecur êrîşî MED TV kirin.MED TV 1999an de hat girtin.
Başurê Kurdistanê de piştî îlan kirina DEWLETA FEDERAL A KURDISTAN(DFK) wê perçeya Kurdistanê de her çikas ne fermî be jî dewletek serbixwe hat avakirin.Parlemena Kurdistan,Hikumeta Kurdistan,Wezaretên Kurdistan hemû dezgeh,sazî,komale,sendîka,yekîtî,partî bi nasnameya xwe ya Kurdeyatî li gor rêzikên hikumeta Kurdistan li ser karê bûn.Ev azadî tesîra xwe ser çapameniya Kurdî jî kir.Destpêka DFK de ji ber astengiyên polîtîk û aborî dezgehên media tunebu. 2-3 katjimêr televîzyonên PDK Û YNK weşan dikir.Organên fermiya Hikumeta Kurdistan tunebun tenê organa Hikumetê rojnameya Herêm hebû.Belam başurê Kurdistanê her roj berew pêşkewtin û dewlemend buyîne ve diçu.Ev pêvajo de şerê birakujî derbeyek mezin moral û baweriya gelê Kurd û pêşketina Kurdistana azad xist.Ji ber ku li Kurdistan azad wekî Kurdistan Bakur girtin tune bu lewma jî rewşa rojnamegeriya Kurdistan başur wekî bakur bi girtin,kuştin û ji nû ve vebûnên re ne tijîye.Li Kurdistana başur weşanvanî de profesyonelî pêşket û kovar û rojnameyên curbecur hat derxistin.Kovarên tenduristî,siruştî,wêjeyî,musîkî,çandî,hunerî,wênekeşî,erdnîgarî,zanistî,nuçeyî,werzişî û hwd... Piştî azadiya beşekê Kurdistan başur rojname û kovarên wekî Alay şoreş,Baban,Bûn,Demokrasî,Êsta,Gazî,Gelawejî Nwê,Gulan,Karwan,Serab,Serboxoî(oragana Partî Serboxoî Dîmukratî Kurdistan),Wêran,Raman,Rûnakî dest bi weşanê kiribun.Piştre roj bi roj kovar û rojnameyên nû dest bi weşanê kirin.Ji ber ku hejmarên wan gelekin ezê tenênav û salên wan bidim.Her yek bi serê xwe di pêşxistina çand,huner,muzîk,edebîyat,hestên neteweyî,modernîzasyona Kurdistan,dîplomasî û pêşxistina civaka Kurdî de cihêkî girîng girtine.
Rojnamegerî û mediyaya kurdî ya îroyîn
Piştî destpêka salên 2000î wekî hemî Cîhan,Kurdistan jî xwe guhert.Belê Kurdistan hin jî ne serbixwe ye,hin jî ne yekbuyîye.Lê gelê Kurd li gel hemu şaşitî û xete yên xwe,niha asta geşepêdan de ye.Tevgera netewiya Kurd hêdî hêdî fêrî xwe helsengandine dibe.Teknolojî di leha xalkê Kurd de pêşdikeve.Kurd nêzî hev dibe.Buyerake li Hewlêr an Qamişlo,Amed an jî Mehabad dikare Kurdên hemû perçeyê rake ser piyan.Di vê tiştî de bandora herî mezin bi pêşketina teknolojî û livdarbuna hişmendiya neteweyî gelê Kurde.Jixwe ji ber ne serbixwe buyîna welatê Kurdan bi %100 rêkûpek bûyîna mediyaya Kurd ne gengaze.Kêşeya zaravayan jî mîna berê ne mijareke ku di nava gelê Kurd de bibe egera sar bûyînê.Tenê hin pirsgirêkên teknîkî derdixe holê.Bi bikaranîna yek elfebe dibe ku ev problem jî ji holê rabe. Êsta bi dehan rojname,bi dehan tv û radyo,bi sedan kovar,bi hezaran jî malper hene.Û heta niha ji dûhezarî(2000) zêdetir kovar,belawok û rojnameyên kurdî derketîye. Li Kurdistana Azad wekî GULAN,XAK,SERDEM,RESEN,DUHOK grubên medya jî mewcûde.[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,320 جار بینراوە
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | کوردیی ناوەڕاست | wejeyakurdi.site123.me
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 15
زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
ڕۆژی دەرچوون: 30-01-2018 (6 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: پۆلێننەکراو
پۆلێنی ناوەڕۆک: ئەدەبی / ڕەخنەی ئەدەبی
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: سوید
وڵات - هەرێم: میسر
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا ک )ەوە لە: 07-09-2022 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 08-09-2022 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 07-09-2022 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 1,320 جار بینراوە
فایلی پەیوەستکراو - ڤێرشن
جۆر ڤێرشن ناوی تۆمارکار
فایلی وێنە 1.0.159 KB 07-09-2022 سارا کس.ک.
کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
ژیاننامە
بەناز عەلی
شوێنەوار و کۆنینە
ئەشکەوتی کاڵدار
شوێنەوار و کۆنینە
قشڵەی قوشتەپە
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێمی کوردستان
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
وێنە و پێناس
کاتی نمایشکردنی شانۆیی گۆرانی چایکا ساڵی 1988
ژیاننامە
ڕێناس ڕزگار
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
وێنە و پێناس
مامۆستا و قوتابییانی قوتابخانەی کۆزەبانکە لە دیبەگە ساڵی 1968
کورتەباس
شێوەکانی لە تابلۆ ڕامان
وێنە و پێناس
گەنجانی ڕانیە ساڵی 1973
ژیاننامە
مێهرداد عەبدوڵڵازادە
پەرتووکخانە
حوکمی بنەماڵە لە عێراق و ئەو ئاڵنگاڕییانەی لەبەردەم حکومەت و دیموکراسیدان
پەرتووکخانە
چیرۆکی من
ژیاننامە
ئومێد سەیدی
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی کەلات
ژیاننامە
مهناز کاوانی
کورتەباس
بەیانی یەکی خۆرەتاو
پەرتووکخانە
دەمێک لەگەل یاری غار
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
کورتەباس
هەموو کچێک چی بزانێ
کورتەباس
کانزاکان لە لەشماندا
ژیاننامە
شەرمین وەلی
شوێنەوار و کۆنینە
گەرماوی موفتی
پەرتووکخانە
خووە بچووکەکان
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
وێنە و پێناس
وێنەیەکی مەلا مستەفا بارزانی ساڵی 1971 لە حاجی ئۆمەران
ژیاننامە
عیسا یونس حەسەن
ژیاننامە
عەونی یوسف
ژیاننامە
ئاشتی شێرکۆ سلێمان
کورتەباس
سروودێکی خۆشەویستی
پەرتووکخانە
گوڵبەهارێک لەم پاییزی عومرەمدا دەڕوێت
وێنە و پێناس
کوردناس و نووسەرە کوردەکانی یەریڤان 1966
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1

ڕۆژەڤ
شوێنەکان
خانەقین
23-07-2009
هاوڕێ باخەوان
خانەقین
ژیاننامە
قابیل عادل
18-04-2012
هاوڕێ باخەوان
قابیل عادل
ژیاننامە
شاپور عەبدولقادر
18-04-2012
هاوڕێ باخەوان
شاپور عەبدولقادر
ژیاننامە
سەرهاد ئیسماعیل بیسۆ خەلەف
16-04-2024
سروشت بەکر
سەرهاد ئیسماعیل بیسۆ خەلەف
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
17-04-2024
زریان عەلی
فەیروز ئازاد
 چالاکییەکانی ڕۆژی
بابەتی نوێ
ڤیدیۆ
ئاسکەکانی گەرمیان
18-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ڤیدیۆ
کورد خاوەنی کۆنترین شوێنەواری بەریتانیایە
18-04-2024
شادی ئاکۆیی
ڤیدیۆ
تەواوی زانیارییەکان لەسەر پاراسایکۆلۆژی لەلایەن دکتۆر هومایۆن عەبدوڵڵا
18-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ڤیدیۆ
قانع شاعیری چەوساوەکان
18-04-2024
شادی ئاکۆیی
ڤیدیۆ
سەید عەلی ئەسغەر دەنگێک لە ئاسمانی موزیکی کوردیدا
18-04-2024
شادی ئاکۆیی
ڤیدیۆ
فەتانەی وەلیدی ئەستێرەیەکی لە بیرکراو لە ئاسمانی هونەر و مۆسیقای کوردیدا
18-04-2024
شادی ئاکۆیی
ڤیدیۆ
مریەم خان یەکەمین گۆرانی بێژی ژنی کورد کە بەرهەمەکانی لەسەر قەوان تۆمارکراوە
18-04-2024
شادی ئاکۆیی
ڤیدیۆ
وەسێتنامە گرنگەکەی پیرەمێرد
18-04-2024
شادی ئاکۆیی
ڤیدیۆ
شارام نازری کوردێک لە لوتکەی گۆرانی و مۆسیقای ئێراندا
18-04-2024
شادی ئاکۆیی
ڤیدیۆ
مارگرێت یەکەم پێشمەرگەی ژن لە شۆڕشی ئەیلولدا
18-04-2024
شادی ئاکۆیی
ئامار
بابەت 516,211
وێنە 105,187
پەرتووک PDF 19,086
فایلی پەیوەندیدار 95,692
ڤیدیۆ 1,279
کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
ژیاننامە
بەناز عەلی
شوێنەوار و کۆنینە
ئەشکەوتی کاڵدار
شوێنەوار و کۆنینە
قشڵەی قوشتەپە
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێمی کوردستان
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
وێنە و پێناس
کاتی نمایشکردنی شانۆیی گۆرانی چایکا ساڵی 1988
ژیاننامە
ڕێناس ڕزگار
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
وێنە و پێناس
مامۆستا و قوتابییانی قوتابخانەی کۆزەبانکە لە دیبەگە ساڵی 1968
کورتەباس
شێوەکانی لە تابلۆ ڕامان
وێنە و پێناس
گەنجانی ڕانیە ساڵی 1973
ژیاننامە
مێهرداد عەبدوڵڵازادە
پەرتووکخانە
حوکمی بنەماڵە لە عێراق و ئەو ئاڵنگاڕییانەی لەبەردەم حکومەت و دیموکراسیدان
پەرتووکخانە
چیرۆکی من
ژیاننامە
ئومێد سەیدی
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی کەلات
ژیاننامە
مهناز کاوانی
کورتەباس
بەیانی یەکی خۆرەتاو
پەرتووکخانە
دەمێک لەگەل یاری غار
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
کورتەباس
هەموو کچێک چی بزانێ
کورتەباس
کانزاکان لە لەشماندا
ژیاننامە
شەرمین وەلی
شوێنەوار و کۆنینە
گەرماوی موفتی
پەرتووکخانە
خووە بچووکەکان
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
وێنە و پێناس
وێنەیەکی مەلا مستەفا بارزانی ساڵی 1971 لە حاجی ئۆمەران
ژیاننامە
عیسا یونس حەسەن
ژیاننامە
عەونی یوسف
ژیاننامە
ئاشتی شێرکۆ سلێمان
کورتەباس
سروودێکی خۆشەویستی
پەرتووکخانە
گوڵبەهارێک لەم پاییزی عومرەمدا دەڕوێت
وێنە و پێناس
کوردناس و نووسەرە کوردەکانی یەریڤان 1966
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.531 چرکە!