Biblioteca Biblioteca
Ricerca

Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!


Search Options





Ricerca Avanzata      Keyboard


Ricerca
Ricerca Avanzata
Biblioteca
nomi curdi
Cronologia degli eventi
Fonti
Storia
collezioni degli utenti
Attività
Cerca Aiuto?
pubblicazione
Video
Classifiche
Voce a caso !
Invia
Invia l'articolo
Invia immagine
Survey
tuo feedback
Contatto
Che tipo di informazioni abbiamo bisogno !
Standards
Condizioni di utilizzo
Qualità Voce
Strumenti
A proposito
Kurdipedia Archivists
Articoli su di noi !
Kurdipedia Aggiungi al tuo sito web
Aggiungi / Elimina e-mail
Statistiche di accesso
Statistiche voce
Convertitore di font
Calendari Converter
Lingue e dialetti delle pagine
Keyboard
Link a portata di mano
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Lingue
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Il mio conto
Entra
appartenenza !
dimenticato la password !
Ricerca Invia Strumenti Lingue Il mio conto
Ricerca Avanzata
Biblioteca
nomi curdi
Cronologia degli eventi
Fonti
Storia
collezioni degli utenti
Attività
Cerca Aiuto?
pubblicazione
Video
Classifiche
Voce a caso !
Invia l'articolo
Invia immagine
Survey
tuo feedback
Contatto
Che tipo di informazioni abbiamo bisogno !
Standards
Condizioni di utilizzo
Qualità Voce
A proposito
Kurdipedia Archivists
Articoli su di noi !
Kurdipedia Aggiungi al tuo sito web
Aggiungi / Elimina e-mail
Statistiche di accesso
Statistiche voce
Convertitore di font
Calendari Converter
Lingue e dialetti delle pagine
Keyboard
Link a portata di mano
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Entra
appartenenza !
dimenticato la password !
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 A proposito
 Voce a caso !
 Condizioni di utilizzo
 Kurdipedia Archivists
 tuo feedback
 collezioni degli utenti
 Cronologia degli eventi
 Attività - Kurdipedia
 Aiuto
Nuovo elemento
Biblioteca
Essere Curdo ; Il più grande popolo senza Stato, tradito dalla storia
17-02-2020
زریان سەرچناری
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Canti d’amore e di libertà del popolo kurdo
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
I Curdi nella storia
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
Guerra e Pace in Kurdistan
11-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
GRAMMATICA E VOCABULARIO DELLA LINGUA KURDA
16-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistiche
Articoli 519,083
Immagini 106,530
Libri 19,256
File correlati 96,988
Video 1,384
Biblioteca
Kurdistan. Cucina e Tradizi...
Biblioteca
I curdi / Viaggio in un pae...
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio pos...
Biblioteca
Memorandum sulla situazione...
Biblioteca
Un destino in versi, lirici...
Girîngiya Wergêrê û Edebiyata Klasîk a Kurdî*
Gruppo: Articoli | linguaggio articoli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
voce Classifica
Eccellente
Molto buono
media
Povero
Bad
Aggiungi alle mie collezioni
Scrivi il tuo commento su questo articolo!
elementi della cronologia
Metadata
RSS
ricerca in Google per le immagini relative alla voce selezionata !
ricerca in Google per la voce selezionata !
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Fehim Işık

Fehim Işık
#Fehim Işık#
Berî ku dest bi axaftina xwe bikim, dixwazim sipasiya xwe ji rêvebirên WALTICê re bikim ku ev derfeta dane me.
WALTIC ev cara duyemîn e ku kongreya edebî bi nivîskar û wergêran re dike. Di ya ewil de jî û niha jî kurdên me beşdarî vê kongreyê dibin û li ser pirsgirekên xwe yên edebî diaxivin. Ezê jî di axaftina xwe de li ser girîngiya wergêrê û têkîliya wî ya bi edebiyata klasîk a kurdî, pêşkeşî we bikim.
Girîngiya wergêrê, ji sedsalan berî niha ve tê zanîn. Ji ber vê yekê ye ku ji sedsalan vir de berhemên gelan bu zimanên hevûdû tên wergêrandin. Wergêr, bi taybetî pîştî Şerê Duyemînê Cîhanê ji her aliyê xwe ve tesîra xwe li ser civakan kirî ye. Civak, bi riya wergêrê berhemên xwe gîhandine hevûdû, her weha hevûdû naskirine, ji civat, felsefe, siyaset û aboriya hevûdû hayîdar bûne. Ji alî din wergêra edebî, di nav şaristaniyan de jî bûye pireke. Şaristaniya Yewnanî bi riya wergêran xwe gihandiye Antakyayê wargeha Îsewiyan û ji wê derê jî bi riya Dibistanên Harranê ve gihîştiye şaristaniya Îslamê. Ev şaristaniyên binavkirî û dehan şaristaniyên din bi riya wergêrê ve hem hevûdû naskirine, hem jî ji zanînên hev îstifade kirine.
Wergêr, di danûstendina nav çand û zimanan de, di têgihîştina hevûdû de ciyê herî girîng digre. Lê îro ya herî girîng jî ev e ku çand û zimanên qedexekirî, ji hemûyan zêdetir pêwistiya xwe bi wergêrê heye.
Mixabin, hê jî dema li ser kurdî û hebûna kurda tê axaftin, hinek dibêjin ku, Eger kurd doza mafê xwe dikin, wê çaxê ka ziman û edebiyata wan, ka dîroka wan? Bêguman armanca vê axaftinê ne ew e ku em îsbata kurdî û dîrok û edebiyata kurda li wan kes û der û doran re bikin. Ji xwe ew jî ne bi awayekî zanyarî, lê bi pirranî awayekî siyasî ev pirsgirêka han dinirxînin. Eger di şirovekirina dîrokê de esasekî zanyarî bê bijartin, an jî di lêkolîna dîroka ziman û edebiyata kurdî de rêberê lêkolînvanan zanistî be, ewê jî bibînin ku, dîroka ziman û edebiyata kurdî ji gelên dîn yê herêmê ne kêmtir e; heta ji gelekan jî pêşdetir e.
Lê di vê derê de wezîfeya herî mezin dîsa dikeve milên wergêr û wergêrvanan. Tê zanîn ku ne tenê yên ne kurd in, her weha yên kurd in û bi kurdî dizanin jî, ji ber ku zimanê kurdî bi salan e hatibû qedexekirin, di têgêhiştina berheman de, nasîna edebiyatnasan de gelek paşde mabûn. Ev kêmasî, ji bilî afirandina berhemên nû, bi riya wergêrê jî ji holê radibe. Wergêr, di famdariya civakî, siyasî, aborî û hwd. de jî tesîrekî erênî dike. Heke berhemên kurdî, ji klasîkan bigre heta yên hevdem bêne wergêrandin bi zimanê din û berhemên cîhanî jî her bi vî awayî ji bo zimanê kurdî bête wergêrandin, mirov dikare bêje ku wê rewşa niha bi guherînekî mezin ê erênî re, rûberû bibe.
Piştî vê agahiya kurt ya li ser wergêrê em hinek jî rewşa edebiyata klasîk a kurdî binirxînin, da ku yên di vî warî de dixebitin, bizanibin ku wê ji vê deryaya kurdî çi siudê bigrin.
Qet şik nîne ku lêkolînên ewil yên li ser edebiyata klasîk a kurdî, bi destê biyaniyan hatiye çêkirin û nivîsandin. Yên lekolîna ziman û edebiyata kurdî çêkirine, belge û destnivîsên kevin ku cara ewil derxistine holê, lekolînvan û nivîskarên wekî Alexander Jaba, Albert Socîn, M. B. Rudenko û Mînorskî ne. Helbet pêwîste bê gotin ku, ev tiştên em dibêjin pirranî ji bo dema destpêka sedsala 20 a ye. Lê bi pirranî ev 40-50 salên dawiyê, gelek lêkolînvan û siyasetmedar û rewşenbîrên kurd jî li ser dîroka ziman û edebiyata kurdî xebitîne û gelek tiştên hêja jî afirandine. Ev nivîsa jî, berhevkirinekî kurt yên ev hêjayan in ku berhemên wan jî wekî çavkanî li jêr nivîsê hatine berçavkirin.
Tesîra ziman û çandê ya li ser edebiyata klasîk
Berhemên edebiyata klasîk di jiyana dîrokî ya hemû gelan de bi ziman û çanda wî gelî ve pêşketiye û bi parastina ziman û çanda wî gelî ve jî gêhîştiye roja me. Edebiyata klasîk a kurdî jî, ji vê yekê bêpar nîne. Ji alî din, dîroka destpêka klasîkên kurdî herî kêm dighîje hezar salî û gelek klasîkên kurdî, bi axaftin û gramera nivîsandina kurdî ya bi roja me jî tê famkirin.
Wekî tê zanîn zimanê kurdî beşekî zimanê Hînd û Ewropayî ye û bi zimanê Farisî û Belucî û Afganî ve jî di nav komekî de cîh digre. Ev koma zimanên navkirî, her weha wekî zimanên Iranî jî tên zanîn. Di navbera kurdî û zimanên herêmê yê serdest, wekî Erebî û Tirkî de tu nêzîkbûnekî jî tuneye. Erebî, şaxekî zimanê Samî ye; Tirkî jî di nav zimanên Ural-Altayê de cîhê xwe girtiye.
Zimanê kurdî bi çar zaravayê esasî gêhîştiye roja me. Di nav van zaravayan de yê herî zêde tê axaftin, Kurmancî ye. Zaravayên din jî Soranî, Zazakî û Goranî nin. Ev zaravayên kurdî ya bi navkirî, di hin herêman de bi navên din jî tên zanîn. Di van herêman de ji bo Kurmancî, Bahdînî, Kurmanciya Jorîn û Şikakî jî tên gotin. Her weha ji bo Zazakî, Dimilkî, Kirdaskî û Kirmanckî; ji bo Soranî, Kurmanciya Jêrîn; ji bo Goranî jî Lurî, Lekî û Sincabî tên gotin.
Berî ku em behsa edebiyata klasîk a kurdî bikin, bi awayekî kurt li ser pêşketina ziman û çandê û tesîra wî ya li ser edebiyata klasîk a kurdî jî rawestin. Tê zanîn ku, di pêşketina ziman û çand de, tesîra herî mezin, dewletbûn e. Ji alî din hebûna dezgeyên navendî jî, li pêşketina ziman û çand re tesîrekî mezin dikin. Mixabin, kurd di vî alî de bêşans in. Dema Selehaddînî Eyyûbî ne têde, di nav van hezar salî de tu dewletekî kurda çênebûye. Dema Eyyûbî de jî pêşketiyên kurda bi piranî ji, dînê Islamê re xebitîne; ev yeka li ser edebiyata kurdî tesîrekî negatîf nekiribe jî tesîrekî pozîtîf jî nekiriye. Ji ber tesîra dînê Islamê, klasîkên dema Eyyûbiyan her çiqas di nav wan de yên bi kurdî jî hebin, bi piranî Erebî nin. Ji bilî vê yekê, tesîra nedewletbûnê jî, kurda girtiye bin bandora xwe. Meriv dikare serdestiya zimanên Erebî û Farisî ku klasîkên kurdî de jî ev serdestiya bi eşkereyî tên dîtin, bi awayî me li jor jê behskir, şirove bike. Ji sedsala 10an heta îro ev tesîrên dewletên serdest û zimanê wan hê jî astengekî mezin e, li ser ziman û çanda kurdî. Heta gelek kesên navdar ku kurd in, ji ber vê tesîrê bi kurdî nenivîsandine; berhemên xwe jî bi piranî Erebî, Farisî û Tirkî afirandine. Wekî mînak; Ebûl Feda, Ibn'ul Esîr û Ibn Xelîkan bi Erebî; Şeref Xan û Mewlana Xalid bi Farisî û yên wekî Nefî û Nabî jî bi Tirkî nivîsandine. Iro jî gelek kurdên navdar henin ku bi Tirkî, Erebî an jî bi Farisî dinivîsînin.
Ev yeka tenê bi zexeliya kurda nayê şirovekirin. Bi taybetî ji dawiya sedsala 19an û vir de, zext û zilma li ser kurda rênedaye ku kurd bi zimanê xwe binivîsînin û biafrînin. Berî sedsala 19an jî, ji bilî nedewletbûn, her weha tunebûna dezgeyên navendî û zimanê dînê Islamê, ango Erebî jî tesîrekî negatîf li ser ziman û çanda kurdî çêkiriye. Lê kurd li hember hemû tesîrên negatîf, ziman û çanda xwe parastine û wê gîhandine roja me. Iro jî li hember ewqas xeterên mezin, dîsa jî kurd bi zimanê xwe dinivîsînin û diafrînin.
Destpêka edebiyata klasîk
Li ser destpêka edebiyata klasîk, ango li ser berhemên herî kevin a bi zimanê kurdî, hin nêrînên ji hev cuda henin. Bi raya Alexander Jabayê ku li Erzeromê Konsolosa Rusyayê bû, şaîrê klasîk a kurda yê ewilîn Elî Herîrî ye. Hinek lêkolînvanên kurd jî Baba Tahirê Hemedanî ewil şaîrê klasîk yê kurda qebûl dikin. Her weha lekolînvanên wekî Enwer Mayî jî, Ibn Xelîkan ewil şaîrê klasîk yê kurda qebûl dike. Tu berhemên Ibn Xelîkanê ya bi kurdî negihiştiyê roja me. Her weha Ibn Xelîkan û Baba Tahirê Hemedanî, şaîr û nivîskarên demekî nin. Baba Tahîr bi hesabê ebcedê ya Mînorskî, di navbera salên 938 û 1010an de jiyaye. Ibn Xelîkan jî kengî ji dayîk çêbûye, nayê zanîn. Lê tiştê tê zanîn, sala mirina wî 1020 e.
Baba Tahîrê Hemedanî, bi leqabê Baba Tahîrê Uryan jî tê zanîn. Wekî ji navê wî diyar e, ji bajara Hemedanê ye. Di Ansîklopediya Islamê de, agahdariyekî li ser Baba Tahîrê Uryan jî heye. Di Ansîklopediya Islamê de li ser wî tê gotin ku, ew li Medresa Hemedanê dest bi xwendina xwe kiriye. Leqabê Uryan jî, ji wê demê pêve hatiye danîn. Ew, şevekî sar û cemed de rût û tazî dikeve avê û sibetirê jî dighîje merteba welîtiyê. Ji ber vê yekê leqabê wî yê Hemedanî bûye Uryan. Wekî tê zanîn uryan peyvekî Erebî ye û bi mana rût û tazî tê karanîn.
Elî Herîrî jî di navbera salên 1009/1010 û 1078an de jiyaye. Ji navça Şemzînanê ji gundê Herîrê ye. Dîwana wî heta niha nehatiye dîtin. Cara ewil di sala 1887an de Albert Socîn, helbestekî Herîrî di pirtûka xwe de bi karaniye. Sediq Bahadîn jî di sala 1980an de di pirtûka xwe ya bi navê Hozanêt kurdî de cîh dide çend helbestên Herîrî. Her weha em ji M. B. Rudenko jî dizanin ku, çend destxetên helbestê yê Elî Herîrî di pirtûkxana Lenîngradê, di Saltîkov-Şêdrînê de ye.
Klasîkên me
Alexander Jaba di kitêba xwe de, behsa 8 şaîrên kurda dike. Yên Jaba behs dike ev in:
Elî Herîrî (1009/1010-1078), Melayê Cizîrî (sedsala 12a, an jî sedsala 15-16), Feqiyê Teyran (1307-1375 an jî 1590-1660), Melayê Batê (1417-1491), Ehmedê Xanî (1650-1706), Ismaîlê Bazîdî (1654-1709), Şeref Xanê Hekarî (1682-1748) û Murad Xanê Bazîdî (1736-1778).
Ji xeynî Jaba, Celadet Bedirxan jî di hejmara 33 a Hawarê de, nivîsa xwe ya ku bi mahlasê Herekol Azîzan nivîsandiyê de şexsiyetên klasîk yên bi soranî û kurmancî nivîsandine dijmêre û li derhaqê wan de agadarî dide xwendevaran. Yên Bedirxan bi nav kirine ev in:
Nalî, Hecî Qadirê Koyî, Şêx Riza Telebanî, ku evana berhemên xwe bi Soranî afirandinin; Axayê Bidarî, Siyahpûş, Axayok, Mewlana Xalid, Mele Yehyayê Mizûrî, Mele Xelîlê Sêrtî, Şêx Ebdilqadirê Geylanî, Hecî Fetahê Hezroyî, Şêx Mihemedê Hedî, Şêx Evdirehmanê Taxê, Şêx Nureddînê Birîfkî, Şêx Evdirehmanê Axtepî, Mela Unisê Erqetînî û Melayê Erwasê, ku vana jî berhemên xwe bi Kurmancî çêkirine.
Mele Xelîlê Sêrte, Nehcel Enam nivîsandiye; Şêx Evdirehmanê Axtepî du dîwanên kurdî û du jî Erebî nivîsandiye. Bi gor agahdariya Celadet Bedîrxan, Mele Unisê Erqetînî pirtûkekî gramerê, Melayê Erwasê jî pirtûkekî tibbî nivîsandine. Dîwanên kurdî yê Şêx Evdirehmanê Axtepî, Dîwana Ruhî û Rewdneîm in; yên Erebî jî, Kîtabû Keşfîz'zelam û Kîtab-ûl Ebrîz in.
Di nav klasîkên kurdî de yên ku bi Goranî jî nivîsandine henin. Ehmedê Textî, Şêx Mistefayê Beseranî (1641-1702), Xanay Qubadî (1700-1759), Feqî Qadirî Hemewend, Mewlana Xalid (1777-1826) û Mahzûnî berhemên xwe bi Goranî afirandine. Kitêba Xanay Qubadî ya bi navê Şîrîn û Xusrew û dîwana kurdiya Goranî ya Mewlana Xalid di destpêka sedsala 20an de li Stenbolê jî hatine çapkirin.
Selîm Silêman (dawiya sedsala 16an an ji destpêka sedsala 17an), nıvîskarê Leyl û Mecnûnê ji manzuman pêkhatiye, Xaris Bedlîsî (1758), Pertew Begê Hekari, Alî Teremoxî (sedsala 16 an ji 17) jî bi berhemên xwe yên hêja ve di nav edebiyata klasîk a kurda de cîhê xwe girtine. Lê belê şaîr û zanyarên di nav klasîkên kurdî de tên zanîn ne tenê zilam in. Her weha ya jin jî di navbera wan de hene. Mahşeref Xanima Erdelanî ku bi navê Mestûre Xanim jî tê zanîn, her weha ji xeynî şaîriya xwe dîrokzanekî naskiriye. Mestûre Xanim di sala 1800an de li Erdelanê hatiye dinê û hê di 47 saliya xwe de, ango1847an de çûye ser heqiya xwe. Sirre Xanima Amedî, di navbera salên 1814 û 1865an de; Mîhrîbana Berwarî jî di navbera salên 1858 û 1905an de jiyanin.
*Ev gotar di Kongreya WALTIC 2010 ya ku di 2'yê vê mehê li Zanîngeha Bîlgiya Stenbolê li dar ket de hatiye pêşkêşkirin.
[1]
Questo articolo è stato scritto in (Kurmancî - Kurdîy Serû) lingua, fare clic sull'icona per aprire l'articolo in lingua originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Questo oggetto è stato visto volte 1,072
HashTag
Fonti
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://diyarname.com/
Articoli collegati: 10
Gruppo: Articoli
linguaggio articoli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 04-09-2010 (14 Anno)
Dialetto: Curdo - Badini
Libro: Letterario
Provincia: Nord Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Tipo di documento: Lingua originale
Technical Metadata
Qualità Voce: 97%
97%
Aggiunto da ( ئاراس حسۆ ) su 07-09-2022
Questo articolo è stato esaminato e rilasciato da ( سارا ک ) su 07-09-2022
Questa voce recentemente aggiornato da ( سارا ک ) in: 07-09-2022
URL
Questa voce secondo Kurdipedia di Standards è non ancora esauriti !
Questo oggetto è stato visto volte 1,072
Attached files - Version
Tipo Version Nome Editor
file di foto 1.0.13 KB 07-09-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!
Biblioteca
La questione curda
Articoli
Storia dei curdi
Biblioteca
Kurdistan iraqeno: un caso di passaggio alla democrazia?
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà

Actual
Biblioteca
Kurdistan. Cucina e Tradizioni Del Popolo Curdo
21-11-2013
بەناز جۆڵا
Kurdistan. Cucina e Tradizioni Del Popolo Curdo
Biblioteca
I curdi / Viaggio in un paese che non c\'è
17-09-2013
هاوڕێ باخەوان
I curdi / Viaggio in un paese che non c\'è
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Biblioteca
Un destino in versi, lirici curdi
28-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Un destino in versi, lirici curdi
Nuovo elemento
Biblioteca
Essere Curdo ; Il più grande popolo senza Stato, tradito dalla storia
17-02-2020
زریان سەرچناری
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Canti d’amore e di libertà del popolo kurdo
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
I Curdi nella storia
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
Guerra e Pace in Kurdistan
11-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
GRAMMATICA E VOCABULARIO DELLA LINGUA KURDA
16-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistiche
Articoli 519,083
Immagini 106,530
Libri 19,256
File correlati 96,988
Video 1,384
Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!
Biblioteca
La questione curda
Articoli
Storia dei curdi
Biblioteca
Kurdistan iraqeno: un caso di passaggio alla democrazia?
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Contatto | CSS3 | HTML5

| Pagina tempo di generazione: 0.844 secondo (s)!