图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 516,588
图片 105,236
书籍 19,088
相关文件 95,729
Video 1,283
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Divê ne zarok, mezin bêdeng bin
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Divê ne zarok, mezin bêdeng bin!

Divê ne zarok, mezin bêdeng bin!
Tecawiz: Peyvek çiqas nexweş e û mirovan aciz dike ne wisa? Lê wisa xuya dike bi qasî peyv rastiya wê me (ji bilî hin aliyên civakî) aciz nake. Ji ber ku li #Kurdistan# û Tirkiyeyê her roj jin û zarok rastî tecawizê tên lê em dengê wan an nabihîzin an jî piştî bi salan dibihîzin!
Bêyî îstîsna her roj zarok an jî jin rastî tecawizê tên û tenê ji wan hinek dikeve rojevê. Bûyera tecawizê piştî tê asta ku nayê veşartin, derdikeve holê.
Mînak hefteyek berê derket holê ku (bûyer piştî axaftina zarokan derket holê) zarokeke 16 salî ev 8 sal in her roj rastî tecawiza bav, bira, ap û mamosteyên wê jî di nav de 20 kesan hatiye. Mînakeke din jî çend meh berê derket holê ku zarokên xwişk û birayên hev ku emrê wan di navbera 6 û 9 salî de çend salan rastî tecawizê hatine. Ev bûyer jî bi saya wêneyên zarokan ku tecawiz û tundiyê xêz kiribûn, derket holê.
Sedema necezakirinê
Lê sed mixabin kesên ku bi salan tecawizê zarokan an jî jinan dikin bi tu awayî nayên girtin an bên girtin jî piştî çend mehan bi hinceta ne delîlên têrker tên berdan. Sedema berden an jî necezakirina tecawizkaran destpêkê desthilatdar e ku bi qanûnên xwe jin û zarokan bê parastin dihêle û tecawiz û tecawizkaran rewa dike. Jixwe tê zanîn dewlet pergaleke dijcivakî ye û ji bo têkbirina civakê her xirabî û kirêtiyê dide meşandin. Lê biqasî desthilatdar civak jî sûcdar e. Hûn ê bejin çawa? Ji ber ku piranî civak exlaq û wijdan xwe bi her awayî teslîmê desthilatdar kiriye û baweriya xwe bi qanûnên desthilatdar ku ji aliyê zihniyeta mêran ve tê rêvebirin, aniye.
Ev civaka ku ji bo tiştên ne tişt qetlîaman pêk tînin, qiyametê radikin, dema mijar dibe tecawiza jin û zarokan xwe li bêdengiyê datînin (ji bilî hin deng û bertekên hin aliyan). Di bin navê namûs, şeref û exlaqê de, di serî de zarok û jinan bêdeng dikin. Wekî ku kesên rastî tecawizê hatine sûcdar bin tevdigerin û bi bêdengiya xwe tecawizkaran diparêzin. Lê divê civak di bûyerên tecawizan de erd û ezmanan bihejînin, textên desthilatdara mêr ku hebûna xwe li ser tunebûna wan ava kiriye hilweşînin.
Perwerdeya malbatê û bêdengî
Ji aliyê din ve sedema neaxaftina zarok an jî jinên rastî tecawizê tên perwerdeya dê û bavan e ku di bin navê exlaq û hurmetê de didin. Dê û bav di bin navê hurmetê de zarokan bêdeng dikin. Mînak; bersiv nede mezinên xwe, di nav civakê de neaxive, mezinên te çi bibêje wê bike û deng neke û hwd. Di bin navê perwerdeyên bi vî rengî de dê û bav, heta civak zarokan bêziman dikin. Fikra ‘mezin tu carî tiştekî şaş nakin, heke bikin jî divê di bin navê exlaq, hurmet û namusê de ez dengê xwe dernexim’ di zarokan de didin avakirin. Ev jî dibe sedem ku zarok bi salan rastî tecawizê bên û bêdeng bimînin.
Zarok vedibêjin lê…
Lê dixwazim vî tiştî jî bi bîr bixim, zarok bi her awayî, bi hal û hereketên xwe derdên xwe tînin ziman. Di mînakên jor de jî tê dîtin zarok bi xêzkirina wêneyan ku pirî carna li gel mezinan nayên tu wateyê, tiştên hatine serê wan vedibêjin. Lê yên ku dengê zarokan nabihîzin mezin û civak bi xwe ye.
Her sal nêzî du milyar zarok…
Tecawizkirina zarokan ku li Tirkiyeyê derketiye asta herî jor, li gelemperiya cîhanê jî bi heman rengî ye. Li gorî rapora Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê ku di sala 2020’î de parve kiriye, di sala 2019’an de nêzî milyarek zarok ên di navbera 2-17 saliyan de rastî tundiya zayendî, fîzîkî û hestî hatine. Her wiha li gorî daneyên saziya Wold Vision ku saziyeke xêrxwazan e, her sal li cîhanê milyar û 700 milyon zarok rastî tecawizê tên. Ev hejmar bi taybetî li welatên ku şer lê hene hin zêdetir in.
Tenê daneyên van her du saziyan asta rizîna pergalê nîşan dide. Lê sedema asta rizînê çi ye?
Sedema yekem pergala heyî ya dijcivakî ye ku xwe li ser tunebûna nirxên civakan ava kiriye. A duyem jî civak bi xwe ne ku li her derê cîhanê li dijî pergala dijcivakê rêxistinbûna xwe ava
nekirine.
Divê çi bê kirin?
Divê di destpêkê de dê û bav zarokên xwe di bin navê perwerdeyê de bêdeng nekin, her tim derfeta ku zarok biaxivin û rehetiya ku zarok bikaribin her tiştên xwe bi wan re parve bikin, bidin wan. Piştî dê û bav, kar û barê herî mezin dikeve ser milên rêxistinên jinan û saziyên sivîl ên civakî. Divê ev rêxistin jî bajar bi bajar, tax bi tax, mal bi mal rêzeperwerde bidin civakê. Her tim di nav civakê de bin, bi wan re têkiliyan daynin û baweriya ku dê bi her awayî li gel wan bin, bidin wan. Lê tişta herî girîng jî divê bi tu awayî baweriya xwe bi qanûnên ku ji aliye zihniyeta mêr ve tên çêkirin neyînin. Divê civak wijdan û siberoj xwe bi rehma desthilatdariyê re bernedin. Lewma em dizanin ku civaka wijdana xwe radestî desthilatdariyê bike mehkûmê rizîn û hizhizînê ye.
Zarokan bêdeng nekin!
Ji aliyê din ve jî divê neyê jibîrkirin ên ku qanûnan bi desthilatdariyê didin guherandin û desthilatdariyê neçar dike ku qanûnan li gorî daxwaza civakê biguherîne, civak bi xwe ye. Ger civak xwedî rêxistineke xurt be, desthilatdar li gorî xurtbûna rêxistina civakê qanûnan çêdike lê ger civak ji aliye rêxistinbûnê ve ne xurt be, piraniya civakê îrade û wijdana xwe radestî qanûnên dewletê kiribe, desthilatdar li gorî berjewendiyên xwe qanûnan çêdikin. Yanî yên ku demokrasî, edalet û azadiyê tîne civak bi xwe ye. Ji ber vê yekê divê em siberoja xwe bêdeng nekin hîn zêdetir bibin alîkar ku pêşeroja me biqîre û bi qêrîna xwe desthilatdariya dijcivakê hilweşînin. Ji vê saetê pê ve divê dirûşma civakê ev be: Divê ne zarok, mezin bêdeng bin![1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,106
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | xwebun1.org
挂钩项目: 5
小组: 文章
Publication date: 16-08-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 儿童
书: 人权
文件类型: 原文
普罗旺斯: 土耳其
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( سارا ک 06-09-2022
本文已被审查并发布( ڕاپەر عوسمان عوزێری )on06-09-2022
此产品最近更新( ڕاپەر عوسمان عوزێری ):06-09-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,106
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.129 KB 06-09-2022 سارا کس.ک.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 516,588
图片 105,236
书籍 19,088
相关文件 95,729
Video 1,283
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!