پەرتووکخانە پەرتووکخانە
گەڕان

کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!


بژاردەی گەڕان





گەڕانی ورد      کیبۆرد


گەڕان
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆمارکردنی بابەت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
ئامرازەکان
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
زمانەکان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
هەژماری من
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
گەڕان تۆمارکردنی بابەت ئامرازەکان زمانەکان هەژماری من
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بابەت بەهەڵکەوت
 چالاکییەکانی ڕۆژی
 ڕێساکانی بەکارهێنان
 ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 بیروڕاکانتان
 دڵخوازەکان
 کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
 یارمەتی
بابەتی نوێ
پەرتووکخانە
پەرستاری ئاسانکراو
29-04-2024
کشمیر کەریم
ڤیدیۆ
شەڕی دەنگی نێوان کاکە حەمە و براکەی عەبدوڵڵای حاجی مەحمود
29-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
شانۆنامەی کەرێک لەسەر پرد
29-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
کەلاوەکەی سەر دەریای ڕەش
29-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
ناکرێت لە توندوتیژی بێدەنگ بین
29-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
پێرفۆرمانس و گێڕانەوە
29-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
گوڵێکی سوور بۆ ئێمیلی
29-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
کریڤان سالار عەبدولڕەحمان
28-04-2024
سروشت بەکر
ژیاننامە
یەسنا حەبیب
28-04-2024
شادی ئاکۆیی
پەرتووکخانە
ناوم گوناحە
28-04-2024
کشمیر کەریم
ئامار
بابەت 517,545
وێنە 106,159
پەرتووک PDF 19,170
فایلی پەیوەندیدار 96,557
ڤیدیۆ 1,317
ژیاننامە
دانا جەلال
ژیاننامە
زیاد ئەسعەد
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنام...
یادنامە
ژیاننامە
سامان عوسمان دەروێش
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
Derhêner Yoksu dipirse: Kûsiyên Firatê û 50 hezar mirov dê li ku bijîn?
هەر کونج و ڕووداوێکی وڵات، لە ڕۆژهەڵاتەوە تا ڕۆژاوا، لە باکوورەوە تا باشوور... دەبێتە سەرچاوەی کوردیپێدیا!
پۆل: کورتەباس | زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
بەشکردن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Derhêner Yoksu dipirse: Kûsiyên Firatê û 50 hezar mirov dê li ku bijîn?

Derhêner Yoksu dipirse: Kûsiyên Firatê û 50 hezar mirov dê li ku bijîn?
Hevpeyvîn: Cemil OGUZ
We berê navê Kûsiyên Firatê bihîstibû? Lê ji cih û warbûna 50 hezar kesî ku piranî hê di konan de ne, yên ku mafên xwe jî bi dest nexistine? Gelo hûn dizanin bihara pêşiya me dê mîlyonek kulîlkên li wê derê êdî şîn nebin? Bendava Ilisû jiyana Kûsiyên Firatê jî, erd û zeviyên 50 hezar kesî jî, kulîlkên wê derê jî, bajarê Heskîfê jî noqav kir.
Rojnameger Metîn Yoksu li ser ev xalên me anîn ziman, li ser Heskîfê, gundên wê û jiyana wir belgefîlmekî bi navê Siya Avê kişand. Galaya belgefîlm roja 16’ê reşemiya 2020’an li Batmanê çêkir. Paşê vîrusa koronayê derket holê. Ligel ku plankiribû ku dê li gelek bajarên din jî belgefîlmî nîşan bide lê ji ber koronayê nekarî. Û niha wî ev belgefîlm bi ser înternerê re pêşkêşî her kesê/a bixwaze lê temaşe bike kir. Me jî ev yek wekî firsend dît û pêre xeber da. Kerem bikin em bi hev re binêrin ka rojnameger Yoksu, ku ji wir e, li wir bû, û çav û guhên xwe dabûn derdê wir, ka çi dibêje…
Tu bixwazî em ji vir dest pê bikin; bi salan e tu rojnamegerî dikî, bi qasî dizanim ji aliyê sînemagerî ve ev yekem e. Gelo tuyê êdî berê xwe bidî vî alî?
Nêzî 10 salan e ez rojnamegerî dikim, ji aliyekî ve jî wekî kurdekî li hemberî ew qas zilmî bi awayekî têdikoşim û dikim ku ber xwe bidim. Bi van gotinan ez dibêjim min karî hinekî derdê xwe bînim ziman.
Di warê sînemayê de ceribandina min a duyemîn e, ne ji ber tiştekî lê ji bo bê zanîn ez dibêjim: Xebata min a pêşî li ser jiyana siyasî ya Yilmaz Guney bû lê belgefîlm ji min dizîn û di vesazkirinê (edît) de em dikarin bibêjin mahf kirin. Ji ber ku ev ne mijara me ye ez naxwazim em li ser vê bisekinin. Tiştê muhîm erdên herî bi berhênan û ava Kurdistanê têk dibin. Ev rojev ji bo me muhîmtir e. Armanca min ew e bikim belge, belgeyan pêşkêşî kesên têdikoşin bikim û ez wekî parçeyeke vê erdnîgariyê keda xwe bixim nav têkoşînê. Ji ber ku erdnîgariya me, dîroka me talan dikin. Nedîtina vê, nenivîsandin, şîrîn nîşandayîn ne karê me ye, ew karê çapemeniya herêmî ku ji vê rantê digirin e, karê çapemeniya nêzî desthilatdariyê ye. Ji ber vê yekê ezê her hewl bidim rastiyan bînim ziman. Di nav çapemeniya kurd de armanca min vîdeo nûçe, belgefîlm in û helbet xebata ji bo bîrê ye. Binpêkirina mafan, kêf û şahî, şîn, bi kurtahî çi hebe armana min ew e ku belge bikim. Ji niha û pêde jî tiştek bi ser me de neyê ezê vê hewldana xwe bidomînim.
JI DU KILAMÊN ŞÎNÊ EZ KETIM RÊ
Fikra kişandina belgefîlm bi te re çawa çêbû? Te çiqas ji bo vî belgefîlmî ked da?
A rast wekî hin kes dikin, “Heskîf di bin avê de dimîne hadê em herin belgefîlm bikişînin”, na min wisa nekir û ez ranebûm neçûm min nekişand. Ez her gav li dijî kesên wekî proje li vê dramaya dinêrim derketime. Armanca min xebata belgekirin û kesên dengên wan nayê bihîstin dengê wan bidim bihîstin. Dema em ji vî alî ve li meseleyê binêrin emê bibînin ku bi hezaran kes û çîrok hene ku me hê ew ranegihandine. Diya min (Firyaz Yoksu) klameke şînê gotibû û bi telefonê ji min re şandibû, demek din hevala diya min a zarokatiyê Habibe Saçik jî ji gund şînek vegotibû û ew jî gihîştibû min. Pêşî ez fikirîm li ser van nûçeyeke çêbikim, paşê min go em çima vê hê bi zimanekî mayînde venebêjin. Ji ber ku her kesî bala xwe dabû Heskîfê lê me hemûyan gund ji bîr kiribûn. Di sê salên dawî de li gor derfetan min kir ku gundan bînim rojevê. Li ser vê, bi ser her du klamên şînê re min kir ku tiştên li gundan hatine jiyîn bi awayekî objektîf bixim nava 25 deqîqeyan. Kişandinê 3 meh dom kir. Lê Li ser xebitîn ji ber bêderfetî hinek zêde dom kir. Ligel hemû bêderfetiyan me karî belgefîlm bigihînin galaya ku 16’yê reşemiya/sibata îsal li Batmanê çêbû.
EV BENDAV ERDÊN BERHÊNAN NOQAV DIKE
Bendavê bandor li çend gund, çend mirov, çend metrekareyê kir? Ew dane hene li ber dest…
Kordînasyona Heskîfê par raporeke nû amade kir. Berî wan Hewldana Parastina Heskîfê amade kiribû. Li Heskîfê ku 12 hezar sal dîroka wê heye 289 şikeft û 80 bi temamî 199 gund û gom di bin avê de têne hiştin. Herî hindik 50 hezar mirov ji cih û warên xwe bûn. Piraniya erd, zevî û çêrgehên Şirnex, Sêrt, Batman û Amedê ketin bin bendavê. Bi kurtahî erdên herî bi berhênan ên Mezopotamyayê. Tê gotin “ev bendav dê bike ku erd pê bêne avdan” lê na, ev bendav erdên bi berhênan noqav dike. Tiştek din a balkêş jî bi sedan çavkaniyên ava paqij di bin bendavê de dimînin.
Tu qala 50 hezar kesî dikî. Ev ên ji cih û warên xwe bûn çûn ku derê? Li cihên ku çûn karîn bi cih bibin?
Gelek kesên ji cih û warên xwe bûn, cihekî wan ku herin lê bi cih bibin tune ye. Ez ji gundê Ewtê mînak bidim, hê jî cihê ku mirov herin lê bi cih bibin temam nebûye. Ji ber ku cihê mirov herin lê bimînin tune ye li gundê Zaxora ku bi dehan kîlometre ji Heskîfê dûr e însan di konan de dijîn. Gelek kes ji ber mafê xwe bi dest nexistin, li cihê ku nû çêkirine jî cihê wan tune ye mecbûr man koçî metropolan bûn. Ji ber bendavê herî hindik 50 hezar mirov ji cih, war û nasnameyê xwe bûn.
BIHAREK DIN BI MÎLYONAN KULÎLK DÊ ŞÎN NEBIN
Wisa diyar e bi bendavê re bi dîroka mirovan, bi dîroka xweza û heywanan lîstin, pêşeroja wan xira kirin. Tu çûyî, te dît, li wir ev hîseke çawa ye, em dikarin hinekî li ser vê bisekinin?
Dewlet û şîrketên ku dê bêrîka wan tije bibe dîrok, xweza, zindiyên wê derê ne di xema wan de ne. Ew li pêşeroja wan nefikirîn. Loma bi ya min hesteke wan a bi vî rengî nîn e. Mînak li Çemê Dîcleyê vê biharê bi mîlyonan kulîlk di bin avê de man. Carek din biharê ev kulîlk dê şîn nebin. Ji bo Kûsiya Firatê cihek biçûk a lê jiyînê mabû, niha ew cihê jiyana wan jî têk birin. Ev yek ne di xema kesî de ye. DSÎ (Saziya Karen Avê yên Dewletê) ji bo xwe rizgar bike qaşo daneyên zanistî dan hev. Li ser cureyên vê derê xebat kir lê ji bo pêşeroj û rizgarkirina wan tiştek nekir. Ev raporên amade kirin tenê ji bo di çavên Ewropayê de xwe şîrîn nîşan bide û hê zêdetir krediyê bigire amade kirin lê ev yek ji bo raya giştî eşkere nekirin. Ku rapor jî temam nebûn lê cihê jiyana zindiyan têk birin.Îdîa dikin ku wisa karekî mikemel kirine. Bila derkevin bersiva vê pirsa hêsan bidin: Kûsiyên Firatê dê li ku bijîn?
Di belgefîlm de axaftinên bi bandor ên jin û mêran hene ku ji cih û warên xwe bûne. Mînak jinek dibêje, “Ewtê paytexta vê derê ye”. Dema te belgefilm dikişand herî zêde çi bandor li te kir?
Li herêmê tu gundê Ewtê ji yekî bipirsî dê bêje na lo, were binêre ev gund hê xweşiktir e. Helbet her yek dê bêje ev xweşiktir e. Lê erdnîgariya ku ji bo her kesî bûye cihê bîra wî/ê helbet ew der paytexta wî/ê ye. Me ev nîşan dan lê me nikarî ew gotinên wan, ew klama şînê wergerînin tirkî. Hem me nikarî, hem ji dest me nehat, hem jî dilê me nexwest. Me yê ew têgehên klama şînê ya kurdî çawa wergeranda? Mînak xwişka Hebîbe qala bîranîna bavê xwe û Gomê Reşo dikir, di tirkî de çi wate û giraniya wê dê heba? Lê ew navê ku wan daye ji bo wan taybet bû. Ji ber vê em bi zimanê gerdûnî yê muzîkê bawer bûn û me wernegerand. Lê ev hemû û jê zêdetir di belgefîlm de ew tînin ziman.
Di belgefîlm de jî em dibînin dîwaran, cihên dîrokî bi dînamîtan xira dikin. Li welatên ku li paş mane her wisa dikin. Dema te ev dîmen dikişandin te çi hîs kir?
Hemû zîhniyetên ku armanca wan pere karkirin e, armanc têkbirina bîra mirovan e heman tiştî dikin. Li DYA’yê çawa li ser Çermsoran komkujî çêkirin, gelê ermen ê qedîm çawa qetil kirin, DAIŞ’ên hov çawa rabû ku êzîdiyan bikujin, li Rojhilata Navîn çawa mîrateya mirovahiyê ji bo têkbirin û pere bi destxistinê dan ber dînamîtan, bila her kes bersivê bide, gelo li Heskîfê jî armanc ne heman tişt e? Her kes bi xwe bersiva vê pirsê bide hê baştir e.
VÊ CARÊ DI BIN AVÊ DE HIŞTIN
Rayedarên dewletê îdîa dikin ku “Pêdivî bi enerjiyê heye” Gelo bêyî bendavê çêbikin nedikarîn vê enerjiyê bi awayekî din çareser bikin? Di lêkolînên we de çi derket holê?
A rast wekî şexs pêdiviya min bi enejriyê tune ye. Ya we heye? Ligel ku enerjî heye jî ligel ku gel zêdetir pereyan dide jî DEDAŞ elektrîka mirovan dibire. Hê du sê roj berê gundên Mêrdînê bê elektrîk man, ligel ku enerjî heye jî DEDAŞ çima elektrîkê dibire? Armanca bingehîn a vê bendavê ew e ku vê derê ji mirovan vala bike, tune bike. Yek bi yek herin li van gundan bigerin hûnê bibînin ku di salên 1990’an de rastî zilmê hatine. Bi gotina kesên ji bo belgefîlm ez bi wan re axivîm ez bersivê bidim: Ji ber ku carek din nekarîn bişewitînin vê carê di bin avê de dihêlin.
Dîrokek mezin çû, mirov mexdûr bûn, sewal telef bûn, nebatên wê derê jî… Bi giştî mirov li dijî vê bendavê bûn. Dema em van hemûyan didin ber çavan, ev bendav li welatekî din ba, mînak li Almanyayê ba dê dîsa bihata çêkirin?
Di warê têkbirina xwezayê û dîrokê de Almanya ne masûm e. Bi awayekî endîrek wan jî ji bo bendavê fînansorî kir. Gelek welatên li Ewropayê ji vir pere kar kirin û dê kar bikin jî. Lê li gor vê derê li Almanyayê hê zêdetir pergala demokratîk û hiqûqî heye, li wê derê mirov hêsantir dikarin têkoşînê bidin. Mînak Gundê Bizenka ku li pala Çiyaya Mawa ye li Almanyayê ba bi rehetî hûnê biçûna ligel gundiyan hevpeyvîn çêkira û we yê mîkrofan dirêjî wan bikira lê li virê derê ji bo hûn tiştekî wisa bikin pêşî divê hûn mîkrofanê veşêrin!
BI TÊKOŞÎNÊ MIROV DIKARIBÛ 10 SAL BI PAŞ VE BIXIN
Baş e, pirsa xwe ya dawî dixwazim li ser kurdan bikim: Di sala 1955’an de dest bi çêkirina bendavê kirin û di sala 2019’an de dest bi berhevkirina avê kirin. Kurdan çi bikira dê bikarana pêşî lê bigirin ku bendav neyê çêkirin? Tiştek wisa heye, yan tu dibêjî çi ba jî dê çêbikirana?
Duh çû, lê îro em dikarin derseke çawa ji duh derxin. Serê pêşî vê bêjim, divê mirov qet dest ji têkoşînê bernede. Ji ber ku mixabin piştî sala 2015’an dest ji têkoşînê berdan. Yên ku têkoşîn didan bi paş ve vekişiyan û ji ber ku piraniya kesên têkoşîn didan nebûn bar li ser milê sê-pênc kesan ma. Yên ku ev yek ji bo xwe bikar anîn, OHAL (Rewşa Awarte) jî xistin dewrê û bi zanebûn dest bi xirakirinê kirin. Bala xwe bidê, serdema herî dijwar a xirakirinê di vê demê de çêbû. Lê ger di vê demê de jî xurt têkoşîn bihata dayîn dikaribûn 10 salên din jî bendavê bidin bi paş ve xistin.
Binêr ez mînakek bidim, di sala 2018’an de min nûçeyeke çêkir ku li Ewropa û li hemû dinyayê ji bo Heskîfê dê di heman kêliyê de çalakiyek çêbibe. Paşê ji bo çalakiyê bişopînim ez çûm cihê çalakî dê lê çêbibe bi dehan erebeyên zirxî, erebeyên ewlehiyê û hêzên ewlehiyê hebûn. Û îro dayîna daxuyaniya herî biçûk a li Heskîfê hatiye qedexekirin. Di sala 2019’an de bêyî agahî bidin kesî dest bi danheva avê kirin. Li vir ji bo bala kesên têdikoşin nekişîne bi bêdengî ev kar meşandin. Gelek caran em bûn şahid ku ji kesên têkoşînê didin ditirsin. Ji ber vê yekê divê qet dest ji vê têkoşînê nehata berdan. Ez dixwazim tiştê bikeve ser milên min bikim û bi nûçeyên xwe ezê vê têkoşîna xwe bidomînim. Ezê belgekirina tiştên tên jiyîn bidomînim. Ji ber ku dema ez niha bi we re xeber didim de jî li Pirê Zilek ê Batmanê asta avê bilind dibe û çivîkên di hêlînên xwe de di bin avê de dimînin û difetisin.
***
Metîn Yoksu kî ye?
Metîn Yoksu li gundê Bêleka Misirca Sêrtê hatiye dinê. Di salên 90'an de ligel malbata xwe koç kiriye. Du salan Beşa Tûrîzmê ya Zanîngeha Afyonê xwendiye û di sala 2008'an de xwendina xwe temam kiriye
Di kovara wêjeyî û edebî Guney de 3 salan karê Berpirsê Karên Nivîsaran girtiye ser milên xwe. Di nav endamên lijneya kovara Kayip de cih girtiye, di kovara Yaz Kalemî û kovara Arasoz Sanat ve Polîtîka de, her wiha di du malperên înternetê de xebitiye. Paşê beşdarî ajansên DÎHA û DÎHABER'ê bûye ku her du jî bi Biryarnameya Di Hukmê Zagonê De hatin girtin. Ew niha di Ajansa Mezopotamyayê (MA) de xebata xwe ya nûçegîhaniyê didomîne. Belgefîlmê Siya Avê duyemîn belgefîlmê wî ye
[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 464 جار بینراوە
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://diyarname.com/
فایلی پەیوەندیدار: 3
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 2
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
ڕۆژی دەرچوون: 27-05-2020 (4 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: بەڵگەنامەیی
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
زمان - شێوەزار: کرمانجیی سەروو
وڵات - هەرێم: باکووری کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 06-09-2022 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا ک )ەوە لە: 06-09-2022 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا ک )ەوە لە: 06-09-2022 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 464 جار بینراوە
فایلی پەیوەستکراو - ڤێرشن
جۆر ڤێرشن ناوی تۆمارکار
فایلی وێنە 1.0.128 KB 06-09-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
ژیاننامە
مەریوان زەنگەنە
شوێنەوار و کۆنینە
ئەشکەوتی کاڵدار
ژیاننامە
کریڤان سالار عەبدولڕەحمان
پەرتووکخانە
شانۆنامەی کەرێک لەسەر پرد
کورتەباس
دۆخی کوردەکان لە نیوەی دووەمی سەدەی نۆزدەهەمدا
ژیاننامە
عەبدولخالق ئەحمەد 2
پەرتووکخانە
پێرفۆرمانس و گێڕانەوە
وێنە و پێناس
گەنجانی گوندی نەیبەسەرەی شارەدێی شوان ساڵی 1983
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی کەلات
ژیاننامە
مهناز کاوانی
پەرتووکخانە
کەلاوەکەی سەر دەریای ڕەش
ژیاننامە
ڕێناس ڕزگار
پەرتووکخانە
پەرستاری ئاسانکراو
پەرتووکخانە
ناکرێت لە توندوتیژی بێدەنگ بین
شوێنەوار و کۆنینە
گەرماوی موفتی
وێنە و پێناس
سنە لە ساڵی 1874
ژیاننامە
یەسنا حەبیب
کورتەباس
خوالێ خۆشبوو
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
وێنە و پێناس
چوار گەنجی شارۆچکەی شێخان ساڵی 1999
کورتەباس
دەربارەی وشە
ژیاننامە
محەمەد باوەکر
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێمی کوردستان
ژیاننامە
بەناز عەلی
ژیاننامە
عەبدولکریم یونس
شوێنەوار و کۆنینە
قشڵەی قوشتەپە
کورتەباس
باوان و منداڵان
وێنە و پێناس
کۆمەڵێک لە گەنجانی هەولێر لە هاوینەهەواری شێرەسوار ساڵی 1995
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
کورتەباس
وڵاتی ئوللوبا و نەخشەکەی (ملەمێرگی)
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
وێنە و پێناس
چوار گەنجی گوندی پێباز لە کەلار ساڵی 1987
ژیاننامە
فەیروز ئازاد

ڕۆژەڤ
ژیاننامە
دانا جەلال
03-10-2010
هاوڕێ باخەوان
دانا جەلال
ژیاننامە
زیاد ئەسعەد
02-06-2014
هاوڕێ باخەوان
زیاد ئەسعەد
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...)
یادنامە
16-12-2021
هاوڕێ باخەوان
یادنامە
ژیاننامە
سامان عوسمان دەروێش
14-04-2023
سەریاس ئەحمەد
سامان عوسمان دەروێش
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
17-04-2024
زریان عەلی
فەیروز ئازاد
 چالاکییەکانی ڕۆژی
بابەتی نوێ
پەرتووکخانە
پەرستاری ئاسانکراو
29-04-2024
کشمیر کەریم
ڤیدیۆ
شەڕی دەنگی نێوان کاکە حەمە و براکەی عەبدوڵڵای حاجی مەحمود
29-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
شانۆنامەی کەرێک لەسەر پرد
29-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
کەلاوەکەی سەر دەریای ڕەش
29-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
ناکرێت لە توندوتیژی بێدەنگ بین
29-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
پێرفۆرمانس و گێڕانەوە
29-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
گوڵێکی سوور بۆ ئێمیلی
29-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
کریڤان سالار عەبدولڕەحمان
28-04-2024
سروشت بەکر
ژیاننامە
یەسنا حەبیب
28-04-2024
شادی ئاکۆیی
پەرتووکخانە
ناوم گوناحە
28-04-2024
کشمیر کەریم
ئامار
بابەت 517,545
وێنە 106,159
پەرتووک PDF 19,170
فایلی پەیوەندیدار 96,557
ڤیدیۆ 1,317
کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
ژیاننامە
مەریوان زەنگەنە
شوێنەوار و کۆنینە
ئەشکەوتی کاڵدار
ژیاننامە
کریڤان سالار عەبدولڕەحمان
پەرتووکخانە
شانۆنامەی کەرێک لەسەر پرد
کورتەباس
دۆخی کوردەکان لە نیوەی دووەمی سەدەی نۆزدەهەمدا
ژیاننامە
عەبدولخالق ئەحمەد 2
پەرتووکخانە
پێرفۆرمانس و گێڕانەوە
وێنە و پێناس
گەنجانی گوندی نەیبەسەرەی شارەدێی شوان ساڵی 1983
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی کەلات
ژیاننامە
مهناز کاوانی
پەرتووکخانە
کەلاوەکەی سەر دەریای ڕەش
ژیاننامە
ڕێناس ڕزگار
پەرتووکخانە
پەرستاری ئاسانکراو
پەرتووکخانە
ناکرێت لە توندوتیژی بێدەنگ بین
شوێنەوار و کۆنینە
گەرماوی موفتی
وێنە و پێناس
سنە لە ساڵی 1874
ژیاننامە
یەسنا حەبیب
کورتەباس
خوالێ خۆشبوو
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
وێنە و پێناس
چوار گەنجی شارۆچکەی شێخان ساڵی 1999
کورتەباس
دەربارەی وشە
ژیاننامە
محەمەد باوەکر
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێمی کوردستان
ژیاننامە
بەناز عەلی
ژیاننامە
عەبدولکریم یونس
شوێنەوار و کۆنینە
قشڵەی قوشتەپە
کورتەباس
باوان و منداڵان
وێنە و پێناس
کۆمەڵێک لە گەنجانی هەولێر لە هاوینەهەواری شێرەسوار ساڵی 1995
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
کورتەباس
وڵاتی ئوللوبا و نەخشەکەی (ملەمێرگی)
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
وێنە و پێناس
چوار گەنجی گوندی پێباز لە کەلار ساڵی 1987
ژیاننامە
فەیروز ئازاد

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.219 چرکە!