图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,180
图片 105,498
书籍 19,117
相关文件 96,144
Video 1,293
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Aydogdu: Gotinên Pêşiyan ji bo gelan û zimanê wan gelek bi qîmet in
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Aydogdu: Gotinên Pêşiyan ji bo gelan û zimanê wan gelek bi qîmet in

Aydogdu: Gotinên Pêşiyan ji bo gelan û zimanê wan gelek bi qîmet in
Hevpeyvîn:Cemil OGUZ
Di qada pirtûkên kurdî de kêm pirtûk çend çapan dikin. Niha yek ji wan heye ku bi çapa xwe ya 3’yan li pêşberî me ye: Pirtûka “#Gotinên Pêşiyan#”. Pirtûk ji aliyê #Abdurrahman Aydogdu# ve hatiye berhevkirin û ji Weşanxaneya Na derketiye.
Dema Gotinên Pêşiyan tê gotin qîmetek din a xebatê derdikeve holê ku Gotinê Pêşiyan parçeyeke girîng a ziman û çandê ye. Ez bi xwe jî gelek ji Gotinên Pêşiyan hez dikim. Hem vê hezkirinê, hem qîmeta gotinên pêşiyan, hem jî çapa 3’yem kir ku em ber bi vê hevpeyvînê ve herin. Me pirsî, Aydogdu bersiv da. Kerem bikin em bi hev re lê binêrin.
Ser xêrê pirtûkê çapa 3’yan kir. Te hin gotin lê kirine. Di vê çapê de çend gotin çêbûn?
Di çapa nû de 4.500 Gotinên Pêşiyan hene û pirtûk 200 rûpel e.
Li gor çapên berê te çi lê zêde kir? Di çapên berê de zêdetir herêma Rihayê bû, bi heman awayî ye, yan herêmên din jî ketin navê?
Li gor çapa berê min hezar Gotinên Pêşiyan lê zêde kir. Di çapa berê de Gotinên Pêşiyan li gor tîpan dest pê dikir û di her rûpelekê de derdora 25 Gotinên Pêşiyan hebû û di navbera gotinan de valahî tune bû, ji ber vê jî dema xwendinê de çavê mirov diêşand loma mirov nikaribû bi hêsanî û rihetî ev Gotinên Pêşiyan bixwenda, di vê çapê de ji bo ku xwendina pirtûkê xweştir bibe min di navbera gotinên pêşiyan de bi sembola du stêrkan (**) valahî kir nav gotinan da ku xwîner bi hêsanî û xweşî van gotinên me yên pêşiyan bixwînin.
Qîmeta Gotinên Pêşiyan ji bo gelekî, zimanekî çi ye?
Gotinên Pêşiyan rastiya jiyana gelekî ye. Ji ber ku Gotinên Pêşiyan gotinên qalibgirtî ne û di demên dûr û dirêj de li gor tecrûbeya civakê derdikeve holê ev jî rastî û jiyana vî gelî nîşanî me dide. Ji bo vê jî Gotinên Pêşiyan ji bo gelan û zimanê wan gelan bi qîmet in.
Wekî te gelek kesî pirtûkên gotinên pêşiyan amade kirine. Ferqeke çawa di navbera ya te û yên din heye?
Wekî we jî got di mijara Gotinên Pêşiyan de gelek kesî li ser Gotinên Pêşiyan pirtûk amade kirine. Lê çi cudahî di navbera wan pirtûkan de hene, li gor tecrubeya min û yên min dîtî ev e ku hinek Gotinên Pêşiyan bi lêkolîn û bi lêgerînê dernakeve holê ji bo ku mirov bikaribe hinek Gotinên Pêşiyan derxe holê divê mirov li wir mezin bibe û li wir bijî. Mînak ez ji Sirûcê me û li Sirûcê mezin bûme her roj ez Gotineke Pêşiyan nû dibihîsim û li ba xwe dinivîsînim ev bi serê xwe cudahiyek e. Ji ber ku heta niha bi qasî ez dizanim kesî ji Sirûcê li ser Gotinên Pêşiyan nenivîsandî ne. Ger nivîskarek ji bo lêkolîna Gotinên Pêşiyan hatibin Sirûcê û gotinên li vir kom kiribin hebin jî nikarin bi gelek kesî re rûne û bi salan li pey gotinan bikeve. Ev mijar ji bo me ji bo kesên li ser Gotinên Pêşiyan dixebitin hemûyan re derbasdar e. Mînak ji bo lêkolînê bajarê herî zêde ez lê xebitîm Amed bû lê dema em bipirsin bêjin tu bi çend kesan re rûniştî û te ew gotin ji kê standin? Tiştên ez bibêjim kesên ez bi wan re axivîm ne ew qas pir bûn û dema ez li wir xebitîm jî tenê çend meh bûn û dawiya hefteyan bû. Lê kesekî ji Amedê be an li wir jiya be gotinên wî/ê komkirine dê ji yên min cudatir be. Ji bo vê jî xebatên her kesî ji hev cudatir in.
Li gorî te hema ji aliyê her kesî/gelek kesî ve amadekirina pirtûkên wisa tiştek baş e, yan divê berhevkirineke amademîktir hebe? Divê çawa be û ji niha û pê de di vî warî de tu çi hêvî dikî?
Belê li gor min amadekirina pirtûkên Gotinên Pêşiyan li gor her kesî bê amadekirin tiştekî baş e. Jixwe kesekî/ê Gotinên Pêşiyan nizanibe û meraq neke li ser vê mijarê naxebite. Di vî warî de çiqas pirtûk û Gotinên Pêşiyan derkevin holê ji bo çand û zimanê me baş e. Di vî warî de hêviya min ew e ku bila ev gotinên me yên pêşiyan bi kal û pîrên me re nemirin.
Wê rojê Weşanên Sîtavê got em ferhenga gotinên pêşiyan a Mehmet Oncu amade dikin û têde 50 hezar gotin hene. 50 hezar ne hejmarek zêde ye gelo? Mesela welatên din çend gotinên wan hene?
50 hezar Gotinên Pêşiyan ji bo vê qadê û vê mijarê rekorek e. Hejmarek pir zede ye û ez bawer dikim ji xêncî van 50 hezar gotinan hêj jî gelek gotinên me yên nehatine nivîsandin hene. Zimanê kurdî di Gotinên Pêşiyan de zimanekî pir zengîn û rengîn e. Lê yên welatên din çend gotinên xwe yên pêşiyan hene ez nizanim. Ya ez zanim zimanê kurdî di Gotinên Pêşiyan de pir dewlemend e.
Gelek kes pirtûkên roman, çîrok, helbestê heta dawî dixwînin, lê dema pirtûka gotinên pêşiyan be wekî ku ne karê wan be, yan nakirin, yan naxwînin. Tu vê çawa dibînî, çi pêşniyar dikî?
Ez dixwazin bi meseleyeke xwe ve vê pirsê bipersivînim. Dema min nû ev pirtûk çap kir ez 22 salîbûm. Wê demê jî kesî pir ez nas nedikirim. Wê demê ez beşdarî pêşangeha pirtûkan bûm, jixwe pirtûka min nû derketibû pir kesî jî ez nas nedikirim û fikra her kesî jî ew bû ku tenê kesên vî karî dikin kesên temen mezin kal û pîr in. Ji bo vê jî çend kesên hatibûn pirtûka min a Gotinên Pêşiyan bistînin xwestin bidin îmzekirin, dema dîtin berhevkarê vê pirtûkê ez im ew kes hinekî sekinin, bawer nekirin ku min ev pirtûk amadekirî gelek kesan jî gotin tu pir biçûk î, ev ne karê te ye. Dema pirtûk çap bû bi şûn de jî gelek kes şaş man û bawer nedikirin ku min ew pirtûk amadekiriye, tim digot ev kar karê kesên mezin e!
Lê dixwazin vê bibêjim çawa ku roman helbest an çîrokan her kes dikare binivîsîne û bixwîne divê her kes bikaribe li ser Gotinên Pêşiyan jî bixebite û guh bidin wan şîretên kal û pîrên xwe. Bila kes nebêje Gotinên Pêşiyan kar û gotinên kal û pîran e. Ev Gotinên me yên Pêşiyan parçeyeke çand û jiyana me ye. Divê em van bixwînin û ji xwe re jê şîretan bigrin.
Tiştê ez dibînim: Piraniya xwendevanan meseleya folklor, gotinên pêşiyan wekî tenê karê folklorzanan be dinêrin. Bi kûrahî nagirin naxwînin. Divê xwendevan çawa nêzî meseleyê bibin?
Divê xwendavan bizanibin ku ji bo me tiştên herî bi qîmet û zû winda dibe folklor û Gotinên Pêşiyan e. Ji ber ku niha bi piranî kal û pîrên me Gotinên Pêşiyan dizanin dema kal û pîreke me dimire ew folklor û ew gotinên me yên pêşiyan jî bi wan re dimirin. Ji bo vê jî divê xwendevan di vê baldariyê de bin û li gor vê nêzikî vê meseleyê bibin
Ji bo berhevkirinê te qala Divê mirov li wir bijî kir. Ev yek karê berhevkaran zehmet dike. Di vir de xwendevan, însanên rêzê çawa dikarin alîkarî bikin? Mesela waye dizanin te li ser Sirûcê xebat kiriye, yên wir gotinên bibihîzin bişînin, bibin alîkar... Tiştên wisa çiqas mimkûn in?
Belê ji bo mirov li herêmekê qasî ku bikaribe gelek gotinan berhev bike divê mirov an ji wê herêmê be an jî li wir bijî. Ev jî wekî we got karê berhevkaran zehmet dike û ne tiştekî pêkan e. Ji bo vê jî kesên li wan herêman dijîn her ku Gotineke Pêşiyan nû bihîstin dikarin bi me re parvebikin û dikarin ji bo me li der û dorên xwe Gotinên Pêşiyan berhev bikin. Ev jî ji bo berhevkêr dibe xweşî, dibe hêsaniyek. Mînak di xebata min de jî hinek hevalan bi vî rengî ji min re bûn alîkar. Lê pir kêm kes alikariyên wisa dikin. An bikin jî çend gotinên hemû kes dizanin kom dikin. Ji ber ku lêkolîn hem demeke dirêj dixwaze hem jî zehmetiya xwe heye. Ji bo vê divê berhevkar bêhtir li ser herêman bisekine.
Di dema lêkolînê de qet şikek te ya wisa çêbû: Em bibêjin te gotinek pirsî, te xwest not bikî, lê te texmîn kir ku ev ne kurdî ye, belkî ji zimanek din hatibe nav kurdî? Gelo qet tiştên wisa dibin?
Carinan hinek zimanên ku di nav hev de dijîn ji hev bandorê digrin. Di Gotinên Pêşiyan de jî ku kêm be jî carinan mînakên wisa derdikevin. Hinek mînak hene ku mirov zû bi zû nizane ku ji zimanekî din hatiye û hinek mînak hene jî gotin bi kurdî ye (ji bo kurdî) peyv bi tirkî ye ji wan yek jî ev e: “Meriv omîş dibe, damîş nabe” Ev ‘omîş û damîş’ ‘Alişmak û dayanmak’ a tirkî ye, lê gor mantiqa kurdî ketiye zimên… Ev jî ji hev bandordabûna zimanan derdixe holê.
Berevajî pirsa berî vê: Em bibêjin te gotinek nû bihîst, lê te ferq kir tirkan ew ji me diziye... Mînakên wisa qet rastî te hatin.
Na! Min nedît lê dibe ku hebin, niha nayê bîra min jî…
Pirsa dawî: Ji bo dema pêş çi xebatên te hene?
Ji bo demên pêş niha di dest min de xebata ferhengoka Sirûcê heye. Di vê ferhengokê de peyvên herêmî hene wekî din jî ez niha li ser çîrokên folklorîk dixebitim û wan berhev dikim.
***
Abdurrahman Aydogdu kî ye?
Abdurrahman Aydogdu di sala 1992'yan de li Pirsûsa Rihayê hatiye dinê. Dibistana seretayî, navîn û lîse li Pirsûsê xwendiye û 2012'yan de li Zanîngeha Çewligê Beşa Felsefeyê qezenc kiriye lê heman salê ketiye ezmûnê û di sala 2013'ayn de vê carê li heman zanîngehê Beşa Riwekên Zeviyan (Tarla Bitkileri) qezenc kiriye û dest pê kiriye her du bi hev re xwendiye.
Pirtûka Gotina Pêşiyan yekemîn pirtûka Aydogdu ye.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,633
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://diyarname.com/
相关文件: 1
挂钩项目: 41
图书馆
文章
28. Ziman
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 28-08-2020 (4 年份的)
Publication Type: No specified T4 1434
书: 文化
文件类型: 原文
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 06-09-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on06-09-2022
此产品最近更新( سارا ک ):06-09-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,633
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.181 KB 06-09-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,180
图片 105,498
书籍 19,117
相关文件 96,144
Video 1,293
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!