图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,281
图片 105,575
书籍 19,127
相关文件 96,228
Video 1,300
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Destarê Kurd-î dê her bigere û bihêre
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Destarê Kurd-î dê her bigere û bihêre

Destarê Kurd-î dê her bigere û bihêre
Kovara Destar a wejeyî ya ku sê mehan carekê, bi çar zaraveyên #kurdî# tê weşandin bi hejmara xwe ya 5an gihişt ber destê xwendevanên xwe yên kurdîhez û wêjehez.
Kovara Destar, a ku bi dirûşma ‘Destarê Kurd-î Hûr Dihêre’ dest bi weşanê kiribû, salek li pey xwe hişt û bi hejmara xwe ya 5an careke din bi konsept û naveroka xwe ya dewlemend û bi destargerên xwe yên kedkar û şoreşgerên wêje û zimanê kurdî, derket pêşberî xwendevanên xwe.
Di vê hejmarê de jî, bi dehan destargerên kurd-î yên ji her çar milên Kurdistanê, ji Ewropa, Qafkasya û ji gelek welatên cuda yên cîhanê bi nivîsên xwe yên têr û tijî û naverokên cur bi cur Destarê wêjeya kurdî bi bîr û bawerî û berpirsyariyeke xurt fireh digerînin û hûr dihêrin; di qada wêjeyê de rêgeh û bergeheke nû diyar dikin, rêçeke nû vedikin, wêjegeheke nû saz dikin.
Weke her hejmara kovarê, di hejmar 5emîn a kovarê de jî di nava beşên sereke yên kurmancî, kirmanckî, soranî û hewramî de, beşên wek Ramanên/Nirxandinên Wêjeyî, Rexneya Wêjeyî, Wêjeya Devkî, Roman, Çîrok, Ceribandin, Helbest, Bîranîn, Kovargeriya Kurdî, Werger û Wêjeya Cîhanê cih digirin. Û di bin sîwana wan de jî, bi dehan nivîsên wêjeyî yên bi wan beşan ve têkildar cih digirin. Di her beşeke cuda de, nivîskarên ji çar aliyên Kurdistan û cihên din bi nivîsên xwe yên dewlemend û balkêş ên wêjeyî û ramanî ku bi awayekî bi wêjeyê ve têkildar in cih digirin.
Wêjegeheke Nû
Hevgerînendeya kovarê Jîn Aryen diyar dike ku Destar berhema kedeke hevpar e, hêz û bingeha xwe ji rasteqîniya dîrokî, civakî û çandî digire û wiha pê de diçe: “Jêder û çavkaniya bingehîn a kovarê ligel wêjeya nivîskî ya neteweya kurd û hemû mirovahiyê, wêjeya devkî ya civakî ya kurdan û hemû mirovahiyê ye. Bêguman, wêjeya nivîskî di parastin û pêşxistina zimên de xwedî cihekî gelek girîng e; bi taybetî jî di serdema xwe de xwedî risteke sereke ye, wêje mayînde kiriye û veguhastiye pêşerojê.”
Aryen a ku destnîşan dike ku, wêjeya nivîskî hemû mijar û celebên wêjeyî di nava xwe de dihewîne û di kovara Destar de jî ev yek xwe bi awayekî dewlemend dide der wiha balê dikişîne ser armanc û berpirsyariya wêje û wêjekaran: “Bêgûman, wêjeya nivîskî hemû xal û mijarên ku bi xweza, mirov, civak, jiyan û hemû tiştên bi wan re têkildar in di nava xwe de dihewîne. Helbet a girîng ew e ku çawa û ji bo çi dihewîne? Bersîva vê yekê sedema hebûn, erk û berpirsyariya wêjeyê û wêjekaran diyar dike. Ev yek, lêkolîn, nirxandin û dahûrandinên nû û berhemên xurt ên wêjeyî yên ku xwe dispêrin rasteqîniyê wek pêdiviyeke jiyanî datîne pêşiya me û ferz dike ku em li ser bingeha rasteqîniyê, di qada wêjeyê de jî nêrîn, hişmendî û rêgeheke xurt ava bikin û berhemên xurt ên li ser vê bingehê saz bikin. Em bi serbilindî û bextewariyeke mezin dikarin bibêjin ya ku kovara me Destar dike ev e.”
Wêjeya Şoreşger û Sazger
Hevgerînendeyê din ê Kovara Destar Heval Dilbihar jî destnîşan dike ku kovara wan a ku bi armanc û hişmendiya wêjeya kurdewar û gerdûnî tevdigere, bi riya dewlemendiya zimanê kurdî, bi rengekî herî xwezayî giyanekî xwebûnî û gerdûnî yê wêjeyî di nava xwe de dide hewandin û wiha pê de diçe: “Çawa ku wêje hunereke honandin, ristin, raçandin, vegotin, xemilandin û kemilandineke xwezayî, bedew û dahûrîner a xwebûnî û gerdûnî ye, gehwer û rasteqîniya wêjeya ku bi zimanekî wek zimanê kurdî xwezayî, afirîner, tevgir, xwedî kok û gewde, reh û geh, kûr, hûr û dewlemend tê sazkirin xwe digihîne asta herî jor a xwebûnî û gerdûnîbûnê. Ev rastiya dîrokî ya qedîmbûn, resenbûn, xwezayîbûn û civakîbûna ziman û wêjeya kurdî, di nivîsên di kovarê de jî bi rengekî zelal xwe dide der. Ji ber vê yekê, çawa ku destarê zimanê kurdî, jêder û bingeha destarê wêjeya kurd-î ye, bi wê ve têkildar destarê wêjeya kurd-î jî awêne û çavkaniya hest, zanebûn û giyanê pêşvebir, veguherîner, hilberîner û jinûvesazker a destarê jiyana kurd-î ya dîrokî, civakî, çandî û neteweyî ye.”
Dilbihar balê dikişîne ser hêza wêjeyê ya guhertin û veguhertinên piralî û erk û rista wê ya jinûveavakirina civakbûyîn û jiyanê. Bi wê ve têkildar girîngiya kovara Destarê wiha tîne zimên: “Ger wêje erk û rista xwe ya afirîner, şoreşger û sazger baş bîne cih, dikare kelehên zilmê bihilweşîne, çiyayên azadiyê bilind bike, civak û jiyanê ji nû ve saz bike. Ku em bixwazin şoreşa Kurdistanê ya xwebûnî û gerdûnî jî bi ser bixin teqez divê em şoreşa wêjeya kurd-î pêk bînin. Em bi serfirazî dikarin bibêjin ku kovara me Destar di heman demê de qadeke bingehîn a wê şoreşê ye.”
Li Dijî Dem û Çerxa Kujiyê: Destar
Di kovarê de, di sernivîsa ku li ser navê Destar hatiye nivîsandin de, li ser êrişên li dijî kurdî û nirxên kurdewar bal tê kişandin, rist û helwesta kovarê ya li dijî kurdkujî û kurdîkujiyê wiha tê destnîşankirin: “Di vê serdema ku li dijî kurd-î êrîşên gelek hov û piralî tên meşandin de kovara Destar ji bo parastin û pêşxistina ziman û wêjeya kurdî jî cihekî girîng digire. Erka kovarê ya herî bingehîn a li dijî ‘kurdkujî û kurdîkujî’yê pêşxistin û raperandina ziman û wêjeya kurdî ye. Dagirker û desthilatdar, ji bo ku axaftin, xwendin û nivîsandina bi kurdî ji holê rabe û jiyana bi kurdî di nava civaka kurd de ji holê bê rakirin û di nava demê de kurdî bê tunekirin, an jî bikeve asta herî jêr êrîşên xwe ji her milî ve bi pêş dixin. Di serdemeke wiha ku zimanê kurdî jî wek hemû nirxên din ên kurd-ewar rastî her cureyê bişaftin, qedexekirin, dorpêçkirin û jiholêrakirinê tê de, parastin û pêşxistina kurdî berî her tiştî erk û berpirsyariyeke dîrokî, civakî û neteweyî, kurdewarî, sincî, wijdanî û mirovîn e.”
Di sernivîsarê de, di heman demê de li dijî kurdkujî û kurdîkujiyê banga têkoşîneke piralî tê kirin û wiha tê gotin: “Pêwîst e her wêjekarek, heta her kurdek, li gel meşandina têkoşîna parastin û pêşxistina hemû nirxên kurdewariya azad, bi hiş û giyanekî xwebûnî û gerdûnî, bi rengekî herî afirîner û encamgir berhemên kurdî yên cur bi cur saz bike û ji bo belavbûna wan a bi awayekî herî berfireh di nava ked û hewldaneke mezin de be. Divê em bi hejmar, mijar û naveroka berhemên xwe nîşanî tevahiya cîhanê bidin ku em wek gelek qadan, di qada wêjeyê de jî dikarin şoreşê pêk bînin û pêşengiya wêjeya cîhanê jî bikin… Divê em ji bîr nekin ku wêjeya neteweyekê çawa dikare pêşengiya avakirin û sazkirina wê neteweyê ya ji her milî ve bike, dikare vê ji bo tevahiya cîhanê jî pêk bîne. Daxwaz, armanc û hewldaneke bingehîn a kovara me Destar a wêjeyî jî ev e…”[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览623
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | xwebun1.org
挂钩项目: 3
小组: 文章
Publication date: 16-08-2022 (2 年份的)
Publication Type: No specified T4 1434
书: 文化
书: 文学
城市: Amed
文件类型: 原文
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( سارا ک 04-09-2022
本文已被审查并发布( ئاراس حسۆ )on04-09-2022
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):04-09-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览623
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.170 KB 04-09-2022 سارا کس.ک.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,281
图片 105,575
书籍 19,127
相关文件 96,228
Video 1,300
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!