Di saetên êvarê li Silêmaniyê bi boneya çilrojiya şehadeta her sê fermandarên YPJ’ê #Jiyan Tolhildan#, #Barîn Botan# û #Roj Xabur# ji aliyê Kongra Star ve merasîmek bîranînê hat lidarxistin.
Di merasîmê de nûnerên gelek rêxistinan, partiyên siyasî, kesayet û rewşenbîr amade bûn. Merasîmê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Piştre li ber wêneyên her sê şehîdan gul hatin danîn û mûm hatin pêxistin.
Di merasîmê de Nûnera Kongra Star Roza Hesen axivî û got: “Ji beriya 40 rojan dewleta Tirk a dagirker sê jinên şoreşger ên gelê me hedef girt ku hemû jiyana wan di nava têkoşîn û şerê dijî çeteyên DAIŞ û dagirkeran derbasbibû. Armanc ji vê êrişê şikandina îradeya gelê Kurde. Dijmin jî baş dizanin şoreşa Rojavayê Kurdistanê şoreşa jinê ye. Ji bona wê ev şoreş wê biserkeve. Em soz didin tola şehîdan hilînin.”
Her wiha peyama bi dîmen a Fermandara YPJ’ê Nûjîn Dêrik jî di merasîmê de hat guhdarkirin. Nûjîn Dêrik soza tolhildana her sê fermandarên jin da û got, “Dewleta Tirk a dagirker hevkarê sereke yê çeteyên DAIŞ’ê ye ji bo na wê fermandarên jin dike hedef.”
[1]
Kurdipedia is not responsible for the content of this item. We recorded it for archival purposes.
This item has been written in (Kurmancî) language, click on icon

to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 3,109 times
Write your comment about this item!