Rêveberiya Xweser nirxê kirîna pembo diyar kir
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxê kirîna pembo di mewsima heyî de bi 4 hezar û 300 lîreyên Sûriyê ji bo her kîloyekî, diyar kir.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser hesabê xwe yê Facebookê ragihand ku nirxê kirîna pembo di mewsima heyî de ji bo her kîloyekî bi 4 hezar û 300 lîreyên Sûriyê ye, ku di mewsima borî de kirîna pembo bi 2 hezar û 500 lîreyên Sûriyê bû.
[1]