图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,316
图片 105,592
书籍 19,128
相关文件 96,242
Video 1,300
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
​​​​​​​Wefa ya êzidî serpêhatiya 9 salan di nava pençên DAIŞ'ê de vedibêje
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
Ew zaroka ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibû revandin, firotin, îşkencekirin û tecawiz lê hatî kirin û li hemberî hovîtiyê qîr dikir ji aliyê şervanên YPJ`ê ve di Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li Kampa Holê de hate rizgarkirin. Wefa dê jiyana ku jê hatî dizîn ji nû ve dest pê bike.
Dema ku mirov li kûrahiya çavê Wefa dinêre tenê xemgîniyê û bêadeletiya cîhanê dibîne. Ew êş, xemgînî, hesret li bedena wê jî tesîr kiriye ku gelekî zeyîf e. “Êdî xwarinê naxwim û jê hez nakim. Rewşa min wiha ye, ez roj bi roj zeyîf dibim” bi van gotinan sedema zeyîfbûna xwe tîne ser ziman. Kî ev êş û zilim kişandibe helbet wê laşê wê nema radike. Çîroka Wefa ne tenê çavê wê di heman demê de bedena wê jî qîr dikir.
Jina ciwan a ezidî Wefa Elî Ebas ku niha 18 salî ye, di temenê 9 saliyê de bi xwişka xwe ya ker û lal re (13) ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ji gundê Koço yê Şengalê hatin revandin. Di wê temenê biçûk de ceteyan tecawîz lê kir û di encamê de ducanî bû. Ew çeteyên ku tecawîz lê kiribûn pitikê di zikê Wefa de qetil kir. Jina ciwan a êzidî 7 caran hatiye firotin. Zimanê wê, çand û ola wê lê qedexe bûye.
`ME QÎR DIKIR LÊ BÊ FEYDE BÛ`
Bihûşte Wefa li Koço bi êrişên DAIŞ`ê re herimî. Bûyerên 9 salan ne hêsan in ku di çend rûpelan de bên nivîsandin. Em ê tenê kurtejiyana 9 salan guhdar bikin, lê li ber çavê Wefa wekî temenê kalekî ye. Wefa der barê wê rojê de ku jiyana wê binguhev kiriye got: “Çeteyan di dibistanên gund de em dorpêç kirin. Ji şêxê eşîra Koço re gotin ku 3 roj bi were hene ku hûn xwe radestî me bikin an jî em ê we bi zorê bigrin. Şêx got ew xwe radestî wan nake. Paşê çeteyan gund dorpêç kirin, em li dibistanên gund kom kirin û dema ku em di dibistanê de bûn em ji hev cûda kirin. Bav, kesên temen mezin, dayik, zarok, keç û xort ji hev cûda kirin. Paşê bas anîn û me ber bi Mûsilê ve birin. Wê demê dayik û xwişkeke min bi min re bûn. Paşê em birin, nehiştin ku em û dayika xwe bihev re bimînin. Me qîr dikir lê bê feyde bû.”
TECAWÎZ LÊ KIRIN Û FROTIN
Çeteyan Wefa ji malbatê qut kir û ji Mûsilê ber bi Reqa re revand û di dibistanekê de hişt. “Her yek ji wan hat, yek ji me bir, firotin û kirîna me dest pê kir” bi van gotinan hovîtiya çeteyan tîne ser ziman.
Wefa gelek caran hewl dide ku xwe xilas bike lê bi ser neketiye. Wefa wiha berdewam kir: “Carnan keça ku tecawîz li wan dihatin kirin ew vedigerandin. Destpêka ku em ketin Reqa, me hewl da ku em birevin lê nebû. Hejmara me nêzî 70 kes bû. Di serê kolanê de me û DAIŞ`ê hev dû dît, dîsa hatin me girtin û vegerandin dibistanê. Dema ku em vegerandin li me dan û heqaret li me kirin. Her saetek yek dihat tecawîz li me dikir. Çeteyek di nîvê şevê de hat xwişka min a lal û ker bir. Min hewl da wê ji nava lepên wî xilas bikim, me qîr kir û nerazîbûnê xwe nîşan da lê nebû. Çete got ez ê wê tenê bibim. Çete xwişka min ji porê wê kişand û bir. Ji wê demê ve ez nizanim çarenûsa wê çi ye.”
7 CARAN HAT FIROTIN
Zilma li ser Wefa bi dawî nebû, ku heya li Kampa Holê jî berdewam kir. Wefa 7 caran tê firotin. Ev nebes bû tecawîzkirin berdewam kir. Wefa bi domdarî got: “Paşê yek hat bi zorê ez birim û destavêt min. Min jê re got hûn çima wisa li me dikin, mane em biçûk in wekî kevok û çûkên li ser daran in. Yê destpêkê meh û nîvek ez pê re mam. Paşê ez firotim kesekî din. Ez 7 caran hatim firotin. Di cara 6`an de got ku azadî, yanî kesek êdî te naxwaze û destdirêjiyê li te nake. Ji ber wê jî ew kes di bombebaranê de hate kuştin. Paşê min meta xwe li Dêrazorê dît û me bi hevre jiya. Ji Meyadînê em derbasî Hecînê û paşê Meraşida bûn. Li wir min bi Ebû Ehmed re zewicandin. Ez hevjîna wî a 3`yan bûm. Paşê em derbasî Baxozê bûn û ji wir hatin Kampa Holê. Agahî ji min re hat ku Ebû Ehmed di girtîgeha hevalan de hatiye kuştin. Hevjîna Ebû Ehmed a duyemîn derket Hewlêrê û ez li cem wan mam. Bi darê zorê li Kampa Holê bi kesek din re hatim zewicandin ku rojane tecawîz li min dikir.”
`EZ DITIRSIYAM BIBÊJIM ÊZIDÎ ME`
Li Kampa Holê jî Wefa dibe şahida gelek bûyeran. Der barê hovîtiya şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê li kampê de Wefa ev tişt anîn ziman: “Di navbera wan de dijminahî, kîn û şer hebû. Jina li gor wan nebaş qetil û serjê dikirin. Dema ku min dibîhîst ez pir li ser xwe ditirsiyam ku rojekê çete werin û min serjê bikin. Min nedixwend û ne jî ji konê xwe derdiketim, têkiliya min tenê bi min re bû, kesekî min nas nedikir ji derveyî hevjînên mêrê min ku ez êzidi me. Ez ditirsiyam ku ez bêjim êzidî me, ji ber ku her digotin êzidî kafir in. Ji ber vê yekê min xwe bi kesî nedida nasîn.”
YPJ`Ê EW RIZGAR KIR
Di encama qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de ku bi pêşengiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û piştgiriya QSD, YPG, YPJ`ê hatiye destpêkirin Wefa li beşa 9`an hate rizgarkirin. Têkoşerên YPJ`ê ew rizgar kir. Wefa ji bo şervanên YPJ keyfxweşiya xwe anî ziman ku niha dixwaze vegere cem malbata xwe û ji nû ve dest bi jiyanê bike.
Herî dawî Wefa ji çeteyên ku jiyana wê dizîn re got: “Li ser tiştên ku we bi min kirin dema ku ez zarokeke biçûk bûm û tecawîz li min kirin û jiyana min veguherandin dojeh e, îşkence li min kirin xwedê ji wan ne razî be.”
ANHA
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,552
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://hawarnews.com/
挂钩项目: 5
小组: 文章
Publication date: 04-09-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 04-09-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on04-09-2022
此产品最近更新( سارا ک ):04-09-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,552
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.12 KB 04-09-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,316
图片 105,592
书籍 19,128
相关文件 96,242
Video 1,300
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!