پەرتووکخانە پەرتووکخانە
گەڕان

کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!


بژاردەی گەڕان





گەڕانی ورد      کیبۆرد


گەڕان
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆمارکردنی بابەت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
ئامرازەکان
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
زمانەکان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
هەژماری من
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
گەڕان تۆمارکردنی بابەت ئامرازەکان زمانەکان هەژماری من
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بابەت بەهەڵکەوت
 چالاکییەکانی ڕۆژی
 ڕێساکانی بەکارهێنان
 ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 بیروڕاکانتان
 دڵخوازەکان
 کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
 یارمەتی
بابەتی نوێ
ژیاننامە
ناسر ئیسماعیل حەسەن
28-03-2024
سروشت بەکر
ژیاننامە
نەشوان نایف عەزیز سلێمان
28-03-2024
سروشت بەکر
ژیاننامە
نەواف ئیسماعیل حەسەن سەعید
28-03-2024
سروشت بەکر
ژیاننامە
هاڤین خێرۆ حەسەن
28-03-2024
سروشت بەکر
ژیاننامە
هەزار موراد معکۆ عەنۆ
28-03-2024
سروشت بەکر
ژیاننامە
هوەیدە ئیلیاس خرمش شێخۆ
28-03-2024
سروشت بەکر
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی موشیر دیوان،
28-03-2024
سارا سەردار
پارت و ڕێکخراوەکان
کارۆ
28-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
28-03-2024
سارا سەردار
ژیاننامە
هیدایەت عەبدوڵڵا حەیران
28-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ئامار
بابەت 514,956
وێنە 104,274
پەرتووک PDF 18,883
فایلی پەیوەندیدار 94,729
ڤیدیۆ 1,232
شەهیدان
موسا عەنتەر
ژیاننامە
کەرەمێ سەیاد
ژیاننامە
سمکۆ عەزیز
ژیاننامە
مونیرە ساڵح عەبدولڕەحمان
شەهیدان
ژینا ئەمینی
Çiya Kurd: Lihevhatina rejîma Tirk bi Şamê re dê li dijî gelê Sûriyê be
بەهۆی کوردیپێدیاوە دەزانیت هەر ڕۆژێکی ڕۆژژمێرەکەمان چیی تیادا ڕوویداوە!
پۆل: کورتەباس | زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
بەشکردن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Siyasetmedarê Kurd: Bedran Çiya Kurd

Siyasetmedarê Kurd: Bedran Çiya Kurd
Bedran Çiya Kurd bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên lihevhatina bi hikumeta Şamê re û got Ev lihevhatin ne dûr e û bi alîkarî û desteka Rûsya û Îranê tê kirin. Her wiha destnîşan kir ku vegera têkiliyên her du aliyan dê li ser hesabê tevahî sûriyan be.
Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd di hevpeyvîneke li gel ANHA'yê de, geşedanên siyasî û leşkerî yên li herêmê, encamên civînên Soçî û Tehranê, helwestên dewletên garantorên agirbestê ji binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, her wiha hewldanên lihevhatinê yên dewleta Tirk bi rejîma Şamê re û mijara nûjenkirina Lihevkirina Edenyê nirxandin.
Hevpeyvîn wiha ye:
Piştî civînên Tehran û Soçiyê û civîna NATO'yê, êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê berfirehtir û dijwartir bûn. Hûn van êrişan çawa dinirxînin?
Rejîma Tirk bi gelek aliyan re wekî NATO, Rûsya û koma Astanayê hewldan kir da ku êrişî herêmê bike û destûra pêkanîna êrişan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê wergire, lê ev yek çênebû. Ji ber ku her êrişeke Tirkiyê wê ziyanê bigihîne berjewendiyên gelek dewletan, bi taybet Rûsya û Îranê. Ji ber vê destûr nedan Tirkiyê ku êrişeke bejahî pêk bîne, li beramberî wê destûr dan ku êrişên hewayî bi rêya balafirên bêmirov ên biçek pêk bîne.
Em mijarê wiha dinirxînin; ev dewlet her êrişeke leşkerî ya bejahî red dikin, lê di heman demê de dihêlin ku Tirkiyê êrişên bi balafirên bêmirov ên biçek pêk bîne û çavê xwe li van êrişan digirin. Ev êriş bi rêbazên din dewam dikin, niştecihên herêmên ewle, fermandarên YPJ û QSD'ê têne hedefgirtin. Tirkiyê li gorî vê yekê êrişên xwe kirin.
Belê, em van êrişên hovane yên li dijî sivîl, jin û zarokan wiha dinirxînin. Ev êriş xeternak in û dibin sedema koçberkirina niştecihên herêmê.
Gumanên me li ser gelek mijaran hene. Li hemberî van êrişan, helwesta Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî tune ye. Em dibînin ku ev êriş roj bi roj zêdetir dibin û ev yek rastiya gumanên me îsbat dike. Ne Rûsya û ne jî Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê erkên xwe bi cih naynin. Rejîma Tirk jî sûdê ji lawazbûna helwestên wan digire û êrişên xwe li ser herêmê zêde dike. Ev hemû aloziya Sûriyê kûrtir û bi girêktir dikin.
Çeteyên DAIŞ'ê sûdê ji van êrişan digirin, xwe ji nû ve bi rêxistin dikin û gefên xwe li ser hemû aliyên ku çavê xwe li van êrişan digirin, zêde dikin. Ev êrişên dewleta sûcên şer in, rêgez, peyman û qanûnê navneteweyî bin pê dike. Em dibêjin ku ev êriş li ser hemûyan e û wê hemû ziyanan bibînin. Ji bo vê yekê ji van dewletan, bi taybet dewletên garantorên agirbestê (Rûsya û Amerîkayê) tê xwestin ku sozên xwe bi cih bînin û bendên lihevkirina agirbestê ya bi dewleta Tirk re biparêzin.
Li gel dijwariya êrişan, behsa vegera têkiliyan di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de tê kirin. Hûn vê yekê çawa şîrove dikin?
Nîqaşên ku di demên dawî de li Tehran û Soçiyê di navbera Rûya, Tirkiyê û Îranê de hatine kirin, diyar dikin ku her sê aliyan li ser hin mijaran li hev kiriye, wekî aloziyên. Ji ber vê yekê ev her sê alî berjewendiyên xwe di ser her tiştî re digirin û dixwazin van aloziyan sivik bikin. Ev lihevkirin li ser hesabê gelê Sûriyê bi pêş ket ku her tim dibe qurbaniyê van lihevkirinan.
Li aliyekî, rejîma Tirk dixwaze bi Şamê re li hev bike. Ev yek asta kûrbûna aloziya hundirîn a Tirkiyê nîşan dide, ji ber vê yekê dixwaze ji aloziyê xwe yên siyasî û aborî xilas bibe. Lewra girîngiyê nade opozîsyona Sûriyê û gelê Sûriyê yê penaber ê li Tirkiyê û ne jî aloziya Sûriyê. Ev mijar ji bo Tirkiyê ne girîng e bi qasî ku rewşa wê ya hundirîn a aloz û parastina desthilatdariyê, nemaze li gel nêzîkbûna hilbijartinan girîng in. Ji ber vê yekê rejîma Tirk amade ye li ser her tiştî tawîzan bide da ku desthilata xwe biparêze. Em dibînin ku îro dixwaze bi Şamê re li hev bike û dixwaze opozîsyona Sûriyê bi rejîma Sûriyê re li hev bike, her wiha desteka siyasî bide Şamê. Tirkiye dibîne ku pêwîst e ev lihevkirin bi vî rengî bi pêş bikeve.
Sûriyê derbasî pêvajoyeke nû bûye. Em vê pêvajoyê girîg dibînin û girîngiyê didin wê. Rewşa Sûriyê dê di gelek aliyan de were guhertin, ev yek dê bandorê li rewşa herêmên dagirkirî, bi taybet herêmên Rêveberiya Xweser bike ku dê bibe hedef. Rejîma Tirk dixwaze bi Şamê re li hev bike da ku li dijî herêmên me tev bigerin.
Rejîma Tirk di aloziyekê de ye û tiştên ku dixwaze bi dest naxwe, lê bi rêbazên din dixwaze bi dest bixe, lewra dixwaze bi Şamê re li dijî herêmên me li hev bike û dev ji armancên berê yên ku êdî jê re nema girîng in, berde. Ya herî girîng ji bo wê ew e ku ji penaberên Sûriyê xilas bibe ku pirsgirêka herî mezin ji bo wê ye û çawa wan vegerîne Sûriyê.
Mijara herî girîng ji bo Tirkiyê ew e ku çawa Rêveberiya Xweser û QSD'ê lawaz bike. Ji ber vê yekê em dibînin ku berê xwe dide Şamê da ku vê armancê pêk bîne.
Divê Şam fêm bike ku pirsgirêkên wê bi gelê Sûriyê re hene û divê van pirsgirêkan bi sûriyan re bi rêya diyalogan çareser bike da ku bigihêjin lihevkirinên siyasî. Ne mimkun e ku ev pirsgirêk bi lihevkirinên bi dewletên dijberî Sûriyê re wekî Tirkiyê werin çareserkirin. Heke Şam van siyasetan pêş bixîne û bi rejîma faşîst mîna Tirkiyê re li dijî beşek ji vî gelê li hev bike, em dibînin ku ev siyaset nakevin xizmeta îstiqrar û çareseriya siyasî di hundirê Sûriyê de û nakeve xizmeta çareseriya nîştimanî ya sûrî.
Diyar e ku rejîma Şamê jî îflas kiriye û tu siyaset û nêrînek ji bo çareseriya siyasî li hundirê Sûriyê li gel wê tune ye. Rejîma Şamê difikire çawa Sûriyê vegerîne rewşa beriya 2011'an û bi zihniyeta xwe ya berê ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê lihevhatina bi rejîma faşîst re wê li dijî sûriyan be û ev siyaset wêranker e.
Sûrî wê vê siyasetê red bikin. Divê rejîm nefikire ku dê bi lihevhatinan pirsgirêk çareser bibin. Herêmên ku çareseriyên li gorî rejîmê lê hatine kirin, heta roja îro di nava pirsgirêkan de ne.
Divê rejîm bifikire çawa çareserî, nîqaş û diyalogan bi sûriyan re bi pêş bixe da ku bigihêjin çareseriyeke siyasî ji bo siberoja Sûriyê.
Ne mimkun e ku mîna van çareseriyan li herêmên me werin pêkanîn, rewşa herêmên me cuda ye. Em xwedî nêrîn û projeyeke stratejîk û siyasî ne û xwedî giraniyeke siyasî, rêveberî, ewlehî û leşkerî ne, her wiha li herêmên Rêveberiya Xweser îmkanên me yên aborî hene. Divê lihevkirineke siyasî hebe. Me mimkun e em qebûl bikin ku rejîm û saziyên wê derbasî herêmên me bibin.
Ji bo çareserî û lihevkirinên siyasî gelek bangên me hene. Lê mixabin rejîm çavê xwe li van bangan digire, berovajî vê çavê xwe li Tirkiyê digerîne da ku pê re li dijî herêmên me li hev bike. Ev yek dê encamên karesatî li ser tevahî Sûriyê bi xwe re bîne.
Di sala 2019'an de, dema ku artêşa Tirk a dagirker êrişî bajarê Serêkaniyê kir, QSD û artêşa Sûriyê lihevkirineke leşkerî pêk anî. Li gorî vê lihevkirinê, artêşa Sûriyê li Kobanê, Minbic û Şehbayê belav bû. Niyetek me hebû ku Şam fêm bike ku em dixwazin çareseriyeke siyasî, nîştimanî ya sûrî çêkin. Lê Şamê çavê xwe li van mijaran girt û rêbazeke nû bi kar anî da ku me lawaz bike. Li ser vê yekê her lihevkirineke bi Tirkiyê re li dijî me, em qebûl nakin. Divê Şam li xwe vegere û nêzîkatiyên xwe yên li hemberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di ber çavan re derbas bikin. Siyasetên ku pêş dixînin encamên îflasa wan e û em qebûl nakin. Derfetên siyasî, leşkerî û aborî yên herêmên me hişt ku ev herêm bibe hêza çareseriya siyasî ji bo tevahî Sûriyê.
Di demekê de dewleta Tirk a dagirker behsa lihevhatineke bi Şamê re dike, êrişên bejahî û hewayî li dijî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li herêmên li ser sînor pêk tîne. Hûn van êrişên artêşa Tirk ên li dijî hêzên hikumeta Şamê çawa dinirxînin, nemaze ku hemwextî wê siyaseteke nerm li dijî Şamê dimeşîne?
Di salên dawîn de alozî û pirsgirêkên kûr ên Tirkiyê bi dewletên cîhanê re hene. Stratejiya derxistina pirsgirêkan bandor lê kir ku bi hemûyan re di nava pirsgirêkan de ye. Rejîma Tirk ji ber pirsgirkên xwe yên hundirîn dixwaze têkiliyan bi hemû aliyan re xweş bike da ku ji van aloziyan xilas bibe û temenê desthilatdariyê dirêj bike, her wiha ditirse ku di hilbijartinên bê de bi bin bikeve.
Dewleta Tirk dixwaze vê siyasetê li herêmên me jî bi pêş bixe da ku têkiliyên xwe bi Şamê re xweş bike, ji bo vê çi tê xwestin û li ser çi esasê wê ev têkilî werin xweşkirin û pêşxistin? Li beramberî vê yek daxwazên her du aliyan hene. Şam dixwaze Tirkiye têkiliyên xwe bi komên opozîsyon, Îxwan û komên ku li dijî rejîmê şer dikin, qut bike û wan radestî wê bike. Dixwaze Tirkiye jî dijbertiya herêmên me ye û siyaseta Şamê veguherîne siyaseta dijberiya li herêmên me. Nîqaş berdewam in. Ya ku diyar dibe û tê fêmkirin dê lihevirineke di vê çarçoveyê de hebe.
Heke lihevkirineke wisa hebe dê li dijî tevahî sûriyan be û dê gelê Sûriyê ziyanê bibîne. Heke rejîm û Tirkiyê li hev bên divê sûrî bizanibin ku ev lihevkirin bi aliyê ku sûrî wêran kirin, qetil kirin û diziye re. Her wiha lihevkirin bi aliyê ku bi hezaran cîhadîst derbasî Sûriyê kirin û bû sedema xirabî û wêraniya herêmên Sûriyê re ye.
Beşeke girîng ji Sûriyê, ji Idlib heta Serêkaniyê di bin dagirkeriya Tirkiyê de ye. Heke Şamê vê dagirkirinê nebîne û têkilî û lihevkirin bi rejîma faşîst re mîna Tirkiyê li dijî gelê me ava bike, di baweriya me de ev yek tê wateya ku Şam hebûna dagirkeriyê li Sûriyê erê dike û rewa dike.
Peymana Edenê ya ku di 1998´an de hate îmzekirin û Sûriyê Lîwa Îskenderon ji dest daye, diyar dibe ku peymaneke nû û Edeneyeke nû heye û em bi dûr naxin ku herêmên Sûriyê yên dewleta Tirk dagir kirine li ser werin îmzekirin. Lê belê em dibêjin divê hemû bizanibin ku ev doz ji bo stratejî ye û dozekê ne pêkan e dev jê berdin.
Dewleta Tirk dewleteke dagirker e, gelek sûc li dijî me û gelê Sûriyê pêk anîn, divê ew di dadgehên navneteweyî de li ser sûcên kirine were hesabkirin. Divê ew û komên wê yên çete li ser sûcên kirine werin cezakirin. Ji lew re ev doz doza hemû sûriyan e û divê hemû sûrî xwedî helwest û nêrîn bin. Em destê xwe dirêjî hemûyan dikin û deriyên me ji hemû sûriyên li hundir û derve re vekirine da ku bi tundî li hember siyasetên dewleta Tirk û sûcên wê yên li herêmên dagirkirî bisekinin, da ku bi hev re Sûriyeke demokratîk ava bikin.
Em dikarin siyaseta hevbeş bi pêş bixin û rê li pêş kemînên ku hewl didin Sûriyê bixin xefka wan bigirin, dem hatiye ku sûrî bi yek helwestê li hember planên qirêj bisekinin.
Hikumeta Şamê, tevî ku dewleta Tirk a dagirker leşkerên wê qetil dike, gotinekê nake, gelo sedema vê bêdengiyê çi ye û rola Rûsya di wê yekê de çi ye?
Rejîma li Şamê helwesta xwe ya li dijî sûc û dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê re bi pêş nexist, tu siyaset û hewldanên cidî ji bo xebatkirina li dijî dagirkeriyê li ser erdê ne leşkerî ne jî di çarçoveya parastina rewa de ne jî di aliyên siyasî û hiqûqî de tune ne, tevî ku bi dehan caran leşkerên wê hatine qetilkirin.
Me bi hev re bi niyeta nîştimanî hin gav avêtin da ku xebatekê li dijî dagirkeriyê û êrişên derve yên dagirkeriya Tirk avêtin. Ji bo parastina xaka Sûriyê bi giştî me israr kir ku helwestek ji hemû aliyên Sûriyê li dijî dagirkeriya Tirk were nîşandan. Lê belê dê çawa helwesta wan li dijî dagirkeriyê were pêşxistin hîna em dişopînin. Em nikarin niha biryareke dawî li ser helwesta wan bidin, lê em bi hêvî ne ku hikumeta Şamê çav ji êriş û sûcên dewleta Tirk re negirin.
Divê hikumeta Şamê nekeve xefka plan û peymanan ku berjewendiyên hin dewletan mîna koma Astanayê biparêze. Ji dêvla wê divê têkiliyên xwe bi hemû aliyên Sûriyê re ji bo bersivdana êrişên dagirkeriyê bi hêz bike û parastina xak û gelê Sûriyê bike.
Partî û hêzên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 22´yê Tebaxê de bang li hikumeta Şamê kir ku ji nû ve têkiliyên bi Enqereyê re li ser hesabê gelê Sûriyê pêk neyne. Ger Şamê xwestekên wê pêk neanîn gelo dê mijara di navbera we û Şamê de ber bi ku ve biçe?
Herêmên Rêvebeirya Xweser, tevger û hêza wê ya siyasî helwesta xwe ya di vê gavê de ya girîng nîşan da û diyar dibe ku şêniyên herêmê û partiyên wan siyasetên dewleta Tirk red dikin. Ji lew re dê têkoşîna siyasî bi pêş bikeve û em bangên partiyên siyasî mafdar dibînin.
Divê partiyên siyasî, saziyên sivîl û pêkhate li dijî siysetên li ser hesabên wan bi pêş dikevin û dibin qurbanê van siyasetan tê bikoşîn. Dê di pêşerojê de li hundir û derveyî Sûriyê û di nava hemû pêkhateyan ji Kurd, Ereb, Suryan, Elewî û Dirziyan de têkoşîneke berfireh hebe û plana Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) heye û dê xebatên xwe di pêşerojê de berfireh bike.
Ev proje ya ku bi pêş dikeve û MSD´ê parçeyek jê ye, dê bibe bersiveke girîng li dijî siysaetên dihêle sûrî bibin quran. Der û baskên vê projeyê ji hemû sûriyan re vekirîne. Kesê hîs dike bûye qurbanê van siyasetên qirêj dikare berê xwe bide vê projeyê ya ku eniya neteweyî ye û dikare tê de tê bikoşe û xwe bi pêş bixe, da ku rê li pêş van siyaset û planên qirêj bigire.
Nûjenkirina Lihevkirina Edeneyê di rojevê de ye û hin nîşane hene ku peyman ger parçeyî be jî ketiye pratîkî. Gelo dê ev yek çawa bandorê li Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike?
Peymana Edene ya ku di 1998´an de di navbera Enqere û Şamê de bi sponseriya Misir û Îranê hate îmzekirin, di wê demê de li dijî hebûn û têkoşîna gelê Kurd bû. Em peyman nehat qebûlkirin û pirsgirêkên bi Şamê re kûr kirin. Gelê me ev yek mîna êrişa ji aliyê hikumeta Şamê ve wesif kir.
Ev peyman neket xizmetî gelê Sûriyê û gelên herêmê, berovajî wê encamên wê karesat bûn. pirsa me li vir, gelo vê peyman ji Sûriyê û hikumeta Şamê re çi sûd anîn? Tenê hin kes radestî dewleta Tirk kirin û rûyê xwe yê reş û qirêj eşkere kir.
Îro jî dixwazin ji nû ve vê peymanê bi rûyekî nûjen û hin guhartinan zindî bikin. Pêşxistina vê peymanê bi alîkarî û desteka Rûsya û Îranê pêk tê û ji nû ve têkiliyên di navbera Şam û Enqereyê de dikeve çarçoveya berfirehk. Destpêkê me got li dijî gelê Kurd e, lê vê carê dê li ser hesabê hemû sûriyan be.
Xema dewleta Tirk kurdan û Rêveberiya Xweser têk bibe, xema Şamê jî komên bi navê opozîsyonên û yên bi piştgiriya dewleta Tirk têk bibe. Di vê peymanê de li ser her aliyan bazarî tên kirin. Ev siyaseta dijminane dê krîza Sûriyê kûrtir bike, çare tune be û ev ne çareserkirina pirsgirêkê ye.
Vegera du rejîman li vê peymanê, ji ber tevlihevî û binketina siyasetên wan di dîtina çareseriyan de ye. Ev siyasetên ku bi pêş dixin, astengiya li pêş çareseriyan e. Divê rejîm nefikire ku dikare bi van siyasetan têkoşîna gelê me bi dawî bike û xwe diyar bike ku ew li dawiyê bi ser keftiye û vegera beriya 2011´an û desthilat wek berê be.
Ne pêkan e ku rewş mîna berê vegerin, ger Şamê bi vê yekê difikire, ev angaşt û xew in. Sûriyê mîna berê venager. Sûriyê bi civak, aborî, leşkerî û rejîma xwe hate guhartin. Divê rejîm bi hêzên li Sûriyê bifikire, kîjan herêmên hatine dagirkirin, çawa Sûriyê dikare ji dagirkerî û hêzên heyî rizgar bike. Ji ber wê ger peymaneke di nava sûriyan bi xwe de tune be, ne pêkan e çareyek hebe.
Sûriyê di bin nîrê dagirkerî, krîz û rewşên debarê yên zehmet de azaran dikişîne. Gelo wê çawa çareserî hebe ger ev mijar nehatin çareserkirin. Çare bi lihevkirina siyasî ya hemû sûriyan ve girêdayî ye da ku mafên hemûyan were parastin.
Divê Şamê bifikire ku di welat de gelek netewe û çand hene, pêdiviya wan bi destûreke nû ya jinûve birêvebirina welat ber bi sîstemeke nû ve heye, ku hemû tê de beşdar bibin. Bi vê rêvebiriyê ne pêkane welat berdewam be.
11 salên ji temena krîzê îsbat kir ku tu aliyeke serkeftî tune ye. Dewletên ku ajandeyên wan hene û ew di hundirê Sûriyê de bi ser ketin, mîna DAIŞ û komên çete. Ji lew re divê Şam li siyasetên xwe û zihniyeta xwe vegere û siyaseteke nû li gorî merheleya nû deyne û çareyan biafirîne.
Li hember van hemû êrişan hîna Koalîsyona Navneteweyî, bi taybet DYA´yê, tenê daxuyaniyên şermezarkirinê bêyî bibîrxistina navê dewleta Tirk a dagirker, dide. Gelo nêzbûn û hevbendiya Tirkiyê bi Şam, Tehran û Moskovê re DYA´yê aciz nake, çima Amerîka tev nagere?
Helwesta Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîka, ruxmî ku ew li dijî êrişên leşkerî yên Tirkiyê li dijî herêmên me ye, lê têrê nakin. Ger Koalîsyon û Rûsya biryar da ku bi cidî li dijî êrişên dewleta Tirk bisekinin, wê demê dewleta Tirk nikare êrişekê pêk bîne. Bi wê re derfet li pêş dewleta Tirk vekiriye, ev jî tê wateya ku çav hatine girtin, ku dewleta Tirk wan valahiyan sûd bigire.
Peymanên di navbera Rûsya, Îran, Tirkiyê û Sûriyê de bi pêş ketine, diyar dike ku rihetiyekê ji Koalîsyona Navneteweyî re ava neke. Di pirî caran de koalîsyon helwestên xwe nîşan da. Ew mîna van peymanan ji bo xwe baş nabînin, bi taybet dewleta Tirk endamekî NATO´yê ye.
Ger dewleta Tirk boykot kir û li derveyî refê ma û bi van dewletan re li hev kir, dê hin guhartin di meydanê de çêbin û bandorê li têkiliyan hemûyan li Sûriyê û Iraqê bikin. Ev têkilî, hevsengî û lihevkirinên siyasî yên nû li herêmê dê Sûriyê bixin merheleyeke nû. Ev merhele jî dê rê li pêş çareseriyan bigire û krîzê kûrtir bike. Dê ev jî rewşa karesatê li Sûriyê zêdetir bike.
Ger helwestên tund di navbera Îran û Amerîka de, di navbera Îsraîlê û Îranê de, di navbera Rûsya û Amerîkayê de li hundirê Sûriyê bi pêş ketine, dê di pêşerojê de şer çêbin.
Hemû li qada Sûriyê ne, çi pirsgirêk derkeve wê bi xwe re pêşdeçûnekê bîne. Dê xeteriyên mezin li ser Sûriyê çêke, ji ber ew hesabên xwe li ser xaka Sûriyê tesfiye dikin. Em ne bi aliyekî re ne ger bi pêş ketin û vê yekê qebûl nakin. Em naxwazin welatê me bibe qada nakokiyên wan.
Ji lew re helwesta me ya mayîndebûna îstîqrar û çareseriyê de eşkere ye, em li gorî wê tê dikoşin û dixebitin. Ev dewletên heyî ji bo çareseriyan naxebitin. Wê demê pêdiviya hebûna wan li Sûriyê tune ye. Divê sûrî vê merheleya xeternak bibînin.
Herêma me di lûtkeya hêza xwe de ye, herêmeke xwedî gelek destkeftiyan e û li gel wê belgeyên girîng û xurt hene, dikare rola xwe ji bo çareya siyasî bilîze û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî vê rolê ye û em amade ne ku vê rolê bilîzin da ku Sûriyeke demokratîk ji hemû sûriyan re ava bikin.
Em bawer in ku ev merheleya têkoşînê dê li ser hemû astan pêk bînin û bawer in ku ev têkoşîn dê serkeftinê bîne û bi serkeftineke ji hemû Sûriyê re tacîdar be. Em dixebitin da ku piştî van hemû salên azar û dijwariyê, ji sûriyan re bibin hêvî.
Îro ji dêvla Rêveberiya Xweser û MSD´ê tu altarnatîf tune ne, ne rejîma niha dikare çareyan pêşkêş bike ne jî komên bi navê oposîzyonê dikarin. Bi wê re diyar dibe ku nêrîn û projeyeke çareseriyê tune ye. Siyaseta lihevanîn û vegera li beriya 2011´an wekî ku tiştek nebûye, ne pêkan e. Rewşeke nû heye û em hêza ji bo avakirina siberojeke geş a nû ji hemû sûriyan re ne.
(bb, fr)
ANHA
[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,361 جار بینراوە
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://hawarnews.com/
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 9
زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
ڕۆژی دەرچوون: 25-08-2022 (2 ساڵ)
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
زمان - شێوەزار: کرمانجیی سەروو
وڵات - هەرێم: دەرەوە
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 97%
97%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 02-09-2022 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا ک )ەوە لە: 02-09-2022 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا ک )ەوە لە: 02-09-2022 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 1,361 جار بینراوە
فایلی پەیوەستکراو - ڤێرشن
جۆر ڤێرشن ناوی تۆمارکار
فایلی وێنە 1.0.16 KB 02-09-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
ژیاننامە
کەمال محەمەد ڕەمزی
ژیاننامە
مژدە جەمال کەمالەدین
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
دووبارە پێناسەکردنەوەی کورد...
ژیاننامە
مەلا عەبدوڵڵای وەڕازی
پەرتووکخانە
بە ئەوینت ڕابردووم بسڕەوە
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
27-01-2024
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
19-03-2024
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
29-01-2024
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
14-03-2024
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
بە تیشکی ئیشقت ئەدرەوشێمەوە
ژیاننامە
هیدایەت عەبدوڵڵا حەیران
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێ...
ژیاننامە
ژیان عەلادین
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
04-03-2024
پەرتووکخانە
شارستانیی کۆلاپس، ژیان و خۆ...
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
ژیاننامە
سەید ئەحمەد حەسەنی فەرد
ژیاننامە
درەخشان فەرەج سەعدون
ژیاننامە
بەرزان بەلەسۆیی
ژیاننامە
مەیان خاتوون
پەرتووکخانە
فلاشباک؛ لە دەفتەری بیرەوەر...
ژیاننامە
ڕێناس ڕزگار

ڕۆژەڤ
شەهیدان
موسا عەنتەر
10-11-2008
هاوڕێ باخەوان
موسا عەنتەر
ژیاننامە
کەرەمێ سەیاد
08-03-2015
هاوڕێ باخەوان
کەرەمێ سەیاد
ژیاننامە
سمکۆ عەزیز
17-11-2012
هاوڕێ باخەوان
سمکۆ عەزیز
ژیاننامە
مونیرە ساڵح عەبدولڕەحمان
29-05-2022
شەنە ئەحمەد
مونیرە ساڵح عەبدولڕەحمان
شەهیدان
ژینا ئەمینی
17-09-2022
شەنە ئەحمەد
ژینا ئەمینی
 چالاکییەکانی ڕۆژی
بابەتی نوێ
ژیاننامە
ناسر ئیسماعیل حەسەن
28-03-2024
سروشت بەکر
ژیاننامە
نەشوان نایف عەزیز سلێمان
28-03-2024
سروشت بەکر
ژیاننامە
نەواف ئیسماعیل حەسەن سەعید
28-03-2024
سروشت بەکر
ژیاننامە
هاڤین خێرۆ حەسەن
28-03-2024
سروشت بەکر
ژیاننامە
هەزار موراد معکۆ عەنۆ
28-03-2024
سروشت بەکر
ژیاننامە
هوەیدە ئیلیاس خرمش شێخۆ
28-03-2024
سروشت بەکر
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی موشیر دیوان،
28-03-2024
سارا سەردار
پارت و ڕێکخراوەکان
کارۆ
28-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
28-03-2024
سارا سەردار
ژیاننامە
هیدایەت عەبدوڵڵا حەیران
28-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ئامار
بابەت 514,956
وێنە 104,274
پەرتووک PDF 18,883
فایلی پەیوەندیدار 94,729
ڤیدیۆ 1,232
ژیاننامە
کەمال محەمەد ڕەمزی
ژیاننامە
مژدە جەمال کەمالەدین
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
دووبارە پێناسەکردنەوەی کورد...
ژیاننامە
مەلا عەبدوڵڵای وەڕازی
پەرتووکخانە
بە ئەوینت ڕابردووم بسڕەوە
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
27-01-2024
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
19-03-2024
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
29-01-2024
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
14-03-2024
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
بە تیشکی ئیشقت ئەدرەوشێمەوە
ژیاننامە
هیدایەت عەبدوڵڵا حەیران
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێ...
ژیاننامە
ژیان عەلادین
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
04-03-2024
پەرتووکخانە
شارستانیی کۆلاپس، ژیان و خۆ...
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
ژیاننامە
سەید ئەحمەد حەسەنی فەرد
ژیاننامە
درەخشان فەرەج سەعدون
ژیاننامە
بەرزان بەلەسۆیی
ژیاننامە
مەیان خاتوون
پەرتووکخانە
فلاشباک؛ لە دەفتەری بیرەوەر...
ژیاننامە
ڕێناس ڕزگار

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.33
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.656 چرکە!