کتابخانه کتابخانه
جستجو

کوردیپیدیا پر اطلاعترین منبع اطلاعاتی کردی است!


گزینه های جستجو





جستجوی پیشرفته      صفحه کلید


جستجو
جستجوی پیشرفته
کتابخانه
نامنامەی کردی
کرونولوژیا از وقایع
منابع
رد پاها
گرد آوریها
فعالیت ها
چگونه جستجو کنم؟
انتشار
ویدئو
گروه بندی
آیتم تصادفی
ارسال
ارسال مقاله
ارسال عکس
نظر سنجی
نظرات شما
تماس
چه نوع اطلاعاتی را که ما نیاز داریم!
استاندارد
قوانین استفادە
کیفیت مورد
ابزار
درباره
آرشیویست های کوردیپیدیا
چه درباره ما می گویند!
اضافه کوردیپیدیا به وب سایت شما
اضافه کردن / حذف ایمیل
آمار مهمان
آمار آیتم
تبدیل فونت ها
تبدیل تقویم ها
بررسی املا
زبان و گویش از صفحات
صفحه کلید
لینک های مفید
پسوند کوردیپدیا برای گوگل کروم
کوکی
زبانها
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
حساب من
ورود به سیستم
عضویت!
رمز عبور خود را فراموش کرده اید!
جستجو ارسال ابزار زبانها حساب من
جستجوی پیشرفته
کتابخانه
نامنامەی کردی
کرونولوژیا از وقایع
منابع
رد پاها
گرد آوریها
فعالیت ها
چگونه جستجو کنم؟
انتشار
ویدئو
گروه بندی
آیتم تصادفی
ارسال مقاله
ارسال عکس
نظر سنجی
نظرات شما
تماس
چه نوع اطلاعاتی را که ما نیاز داریم!
استاندارد
قوانین استفادە
کیفیت مورد
درباره
آرشیویست های کوردیپیدیا
چه درباره ما می گویند!
اضافه کوردیپیدیا به وب سایت شما
اضافه کردن / حذف ایمیل
آمار مهمان
آمار آیتم
تبدیل فونت ها
تبدیل تقویم ها
بررسی املا
زبان و گویش از صفحات
صفحه کلید
لینک های مفید
پسوند کوردیپدیا برای گوگل کروم
کوکی
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
ورود به سیستم
عضویت!
رمز عبور خود را فراموش کرده اید!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 درباره
 آیتم تصادفی
 قوانین استفادە
 آرشیویست های کوردیپیدیا
 نظرات شما
 گرد آوریها
 کرونولوژیا از وقایع
 فعالیت ها - کوردیپیدیا
 کمک
موضوع جدید
زندگینامە
صلاح فندی حسین
24-04-2024
سارا سردار
زندگینامە
سراب عاشور عمو
24-04-2024
سارا سردار
زندگینامە
سهران یوسف خشمان
24-04-2024
سارا سردار
زندگینامە
سمیرا خودیدا خلف دربو
23-04-2024
سارا سردار
زندگینامە
سمیرە حمد تمر خلف
23-04-2024
سارا سردار
زندگینامە
سندرە سلیمان قاسم
23-04-2024
سارا سردار
زندگینامە
سمیر یوسف کرنوس علی
23-04-2024
سارا سردار
زندگینامە
سلوی قاسم علی
23-04-2024
سارا سردار
زندگینامە
سلیم حسین احمد
23-04-2024
سارا سردار
زندگینامە
سلیم علی سلیمان بشار
23-04-2024
سارا سردار
آمار
مقالات 517,403
عکس ها 105,687
کتاب PDF 19,151
فایل های مرتبط 96,393
ویدئو 1,307
شهدا
ژینا امینی
زندگینامە
بکر پشدری
زندگینامە
کاردو جبار عبدالله
اماکن
سقز
زندگینامە
سرهاد اسماعیل بیسو
RASTNIVÎS DI KURMANCÎ DE
از طریق کوردیپیدیا شما می دانید؛ کی، کیست! کجا، کجاست! چی، چیست!
گروه: تحقیقات مختصر | زبان مقاله: Kurmancî - Kurdîy Serû
اشتراک گزاری
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ارزیابی مقالە
نایاب
عالی
متوسط
بد نیست
بد
اضافه کردن به مجموعه
نظر خود را در مورد این مقاله بنویسید!
تاریخ آیتم
Metadata
RSS
به دنبال تصویر رکورد انتخاب شده در گوگل
به دنبال رکورد انتخاب شده در گوگل
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

RASTNIVÎS DI KURMANCÎ DE

RASTNIVÎS DI KURMANCÎ DE
RASTNIVÎS DI KURMANCÎ DE
Rastnivîs her wekî ji navê wê jî diyar e, awayê nivîsîna rast nîşan dide, her wekî mîr Celadet Bedirxan jî di pirtûka xwe ya Bingeha Gramera #Kurdi# de dibêje: (Rastnivîs tevaya isûl û qeydên nivîsandin û bihevvebûna bêjeyan e, bêjeyên ku bi heve dibin û yên ku biheve nabin ji hev vedigerîne û awayê bihevebûna wan şanî me dide).
Rastnivîs ne tenê rêzikên rastnivîsandina tîpan e, ew di nava xwe de hemû rêzik û zagonên rastnivîsa tîp, bêje, hevok û….dicivîne.
Li sala 1932 Celadet Bedirxan kovara Hawarê bi zimanê kurdî û bi zaravê kurmancî weşand, gelek lêkolînên xwe jî di warê binyata zimên û rêzimên de xistin xebitandinê.
Piştre di salên pêncî û şêstiyan, di sedsala bîstan de kesin din lêkolînên hêja di warê rêzimana kurmancî de weşandin, mîna: Kamîran Bedirxan, Qenatê Kurdo, Reşîdê Kurd, Osman Sebrî û hinên din. Piştî wan ango li deh salên dawî, gelek lêkolînên din jî li ser rêzimana zaravayê kurmancî xebitîn.
Lê di gel ew xebata dûr û dirêj, gelek pirsgirêkên nivîsandina zaravê kurmancî zelal nebûne û bê ҫareserkirin mane.
Loma, ta roja me ya îro her nivîskarek an li gora zanebûn û têgihiştina xwe dinivîse yan jî li ser şopa rênivîsa lêkolînvanekî diҫe[2]
Ziman li gorî bikaranîna xwe dibe zimanê nivîskî û zimanê devokî. Zimanê devokî dema ku têkeve nivîsê divê li gorî hin pîvanên rêzimanî bê nivîsandin, di rastnivîsê de ev mijar girîng e were nîqaşkirin.
Rast e di kurdî de zarava û devok hene, ev rewş ne tenê xweserî zimanê kurdî ye, di hemû zimanan de zarave û devok hene, standardbûn tenê di zimanê nivîskî de ye ne di yê devokî de, kîjan gel an netewe dikare biangişîne (idea bike) ku hem zimanê wan ê devkî û hem jî yê nivîskî zimanekî hevgirtî û standard e!.., ango em dikarin bibêjin di zaravayê kurmancî de rêz û rêzikên rastnivîsê bi awayekî tekûz nehatine destnîşankirin û li ser wê bingehê rênivîsê nehatiye amadekirin.[3]
Li gorî zimanzan Samî Tan: Di zimanekî de rastnivîs hêmanekî bingehîn e, piştî rêziman û ferhengê tê.[4]
Rastnivîs xwe dispêre du hêmanên bingehîn, yek jê rêziman û ya din jî alfabe ye.
Di rêzimanê de pergala denganî bandoreke taybet li rêz û rêzikên rastnivîsê dike, her wiha peyvsazî jî bandorê li ser rastnivîsê dike; awayê pêkhatin û darijtina peyvan bandorê li rastnivîsê dike, ji ber ku zanȋna binyad û awayê pêkhatina peyvan di warê neqandina dirûvê bêjeyekê de rê nîşanî mirov dide.
Hêmana din a rastnivîsê alfabe ye, alfabeya ku tê bikaranîn ji berê ve xwedî hinek rêz û rêzikan e, ew jî tevȋ alfabayê derbasî qada rastnivîsa wî zimanî dibe, hinek rêz û rêzik jî taybetî ne, her ziman bi domana demê re hin rêz û rêzikên nivîsandinê dafirîne, ew rêzikên nivîsandinê yên toreyî jî di nava rêz û rêzikên rastnivîsa wî zimanî de cihê xwe digirin[5].
Ger em bipirsin ji bo damezrandin\sazkirina alfabeyekê ҫi pêwîst e? Helbet despêkê tîp divin, awayê dengê wan tîpan û bilêvkirina wan, û teşeyê tîpan; gelo aramî, latînî yan simbolî bin? Piştî danîna tîpan helbet rêz û rêzik divêt ji bo daberîna ramanan û rêzkirina hevokan[6].
Giringiya rastnivîsê :
Rastnivîs bi wê rolê radibe ku naskirina rêzikên rast xwendin, rast nivîsandin û rast axaftinê bi me dide naskirin. Di zimanekî de rastnivîs hêmaneke sereke ye, wek berê jî me diyar kiribû piştî rêziman û ferhengê tê.
Rastnivîs di alfabeya Celadet Bedirxan de:
Pêvajoyên amadekirina alfabeya kurmancî:
Beriya ku mȋr Celadet Bedirxan alfabeya xwe lêk bike, gelek hewldanên damezrandina alfabeyeke kurmancî hatin kirin, lê mixabin ji ber ҫavnebariya dijminên kurda ew hewldan têkҫûn[7].
Di sala 1913 de rêxistina Vejȋna Kurd nûnerê xwe Ebdilrezaq Bedirxan dişînin bajarê Putrusburgê li Rûsya da ku alfabeyeke kurdî deyne, li wir ew rastî zanyarê Ermenî I.Orbîlî tê û li gor fermana şalyarê karê derve yê Rûsya alfabeyekê li ser bingeha tȋpên Ermenî û paşê ya Rûsî datînin lê herduwan cihê xwe di nivîsandina kurmancî de negirtin.
Li aliyekî din, dema ku mîr Celadet xwendekarê dibistanê bû li Stanbolê, pirsa alfabeyeke kurmancî bala wî dikişand[8].
Di sala 1919 de Peymana Sewrê hat imzekirin ku hinek soz tê de hatin dayîn ji bo nȋvdewleteke kurdî. Li ser sînorên Ermenistan û Kurdistanê daxwazên Kurd û Ermeniyan li dijȋ hev bûn, Ermeniyan beşeke mezin ji Kurdistanê di nav Ermenistanê de didan nîşandan, ji bo ronîkirina vê pirsgirêkê desteyek hat amadekirin da li Kurdistanê nisbeta nifûsên Kurd û Ermeniyan bikole, serokê vê desteyê Mêcer Noel ê Ingilîzî bû û yên ku alȋkarbûn pê re mîr Celadet û mîr Kamîran Bedirxan bûn, ew ji Helebê berê xwe didin Entabê û di Rezbera 1919an de diҫin Melatya.
Endamên Komeleya Pêşketina Kurdistan li Melatya dixwest tevgera Kurd birêxistin bike, yek ji wan jȋ Evdirehîm Rehmî yê Hekarî bû, wî waneyên kurmancî dida Mêcer Noel.
Bi vê serlêdana welêt dîtina ҫêkirina alfabayeke kurdȋ bi mîr Celadet re ҫêdibe, bi Noel re diҫe Kurdistanê. Mîr kelepûra kurdî ya devokî kom dikir, lê dema ku lev dicivȋn û li nivîsên xwe vedigern, Noelê ku bi latȋnȋ dinivȋsand bi zelalȋ dixwend; tȋpên biyanȋ lê peyvên kurmancȋ, mȋr bi dijwarȋ nivȋsên xwe dixwend. li vir mȋr Celadet wiha dibêje :Heta ku min tȋpa ᾿û᾿ ji ᾿o᾿,᾿ȋ᾿ ji ᾿ê᾿ derdixist diketim ber hezar dijwar, ji ber Mêcer bi herfên latȋnȋ lê min bi herfên erebȋ dinivȋsandin, min di cih de biryara xwe da û ji xwe re bi herfên latȋnȋ alfabeyek lêk anȋ .
Lê 26 tȋpên alfabeya ȋngilȋzȋ nikare bersiva dengên kurdȋ bide, ev cara yekem e ku zimanekȋ Hind- Ewropayȋ yên di nav girûpa zimanên ȋranȋ de bi alfabeya latȋnȋ tê nivȋsandin.
Mȋr Celadet paşê dide xuyakirin ku karê wȋ hêsantir bû piştȋ vê alfabeyê, lê li hin cihan tȋpên (Diftong) ango tȋpên pevdeng bikaranȋn, mȋna: ch (ҫ), ou (û), ai(ê)…..,hejmara tȋpan gelektir bûn, û piştȋ demeke kurt wȋ xwe ji vê ҫarҫeva alfabeya latȋnȋ deranȋ û alfabeyeke nû bê (diftong) bi 36 tȋpan li hev anȋ, paşê hin tȋpan jê davêje û li ser bingeha 31 tȋpan dimȋne.
Kemalȋstan fermana kuştina wȋ, birayê wȋ û bavê wȋ dabû, lewre diҫe Almanya û mafnasiyê li wir diqedȋne û xebata xwe ya li ser alfabeyê didomȋne. Mȋr Celadet di sala 1925an de ji Almanyayê vedigere, diҫe Misrê û Libnanê û li ba apê xwe Xelȋl Ramȋ (endamê Komela Xoybûn) dimȋne, piştȋ têkҫûna şoreşa Agirȋ nema dikare biҫe Bakurê Kurdistanê, lewre jiyana xwe dide ҫareserkirina pirs û pirsgirêkên zimanê kurmancȋ.
Ew û zimanzanê bi nav û deng ê Başûrê Kurdistanê Tewfȋq Wehbê ji bo kêmasiyên herdu zaravayên kurdȋ (kurmancȋ - soranȋ) li Sûriyê bi hev re li ser alfabeyeke latȋnȋ hevbeş dixebitȋn, lê mixabin ev xebat berȋ berhem bide , di nȋvȋ de dimȋne û Tewfȋq Wehbê vedigere Başûrê Kurdistanê[9].
Beriya ku mȋr kovara Hawarê derxe, her şev di şevbuhêrkên xwe de; mȋr Celadet li aliyekȋ û Ekrem Cemȋl Paşa û Hemze Miksȋ li aliyekȋ din diketin nakokiyê de, wan gelek kêmasȋ di alfabeya mȋr de didȋtin û bi hişkȋ li ber radibûn.
Lê her wekȋ mȋr bi gelek zimanan dizanȋ, pir li Ewrupayê mabû, bi ser de jȋ zor zȋrek, bihiş û huner bû, bala xwe dida rexne û gotinên xelkê û dixebitȋ ku şaştiyên xwe binase, alfabeya xwe li gora dengên zimên pêk bȋne û li gor şêwe û zaravayên têvel rêz û dûzanên bingehȋn derêxe, li Şamê ev karê ha bûbû mijûlahiya wȋ ya bingehȋn[10].
Di derbarê sazkirina tȋpan de:
Rehmetȋ Celadet Bedirxan du guhertin xistine alfabeya Hawarê de:
1)- Di jimara 24 de tîpên (Q) û (k) bi hev guhertine, ji jimara 1-23 ji dêvla kurd û Kurdistan nivîsiye Qurd û Qurdistan .
2)- Ji jimara 27 û ta jimara dawî (ê) û (î) berî (y) kurt kiriye û (i) nivîsiye:
Di jimarên 1-26 de (dêya min- birazîyê min ,..)
Di jimarên 27-57 de (diya min – biraziyê min , …)[11]
Ji bilî 31 tîpên bingehîn du herfên biyanî hene ku birek ji kurdan wan dibêji, lewre ku ew herfên ha di eslên xwe de ne kurdî ne, me ew ne êxistine nava alfabêya xwe de, ew jî (ح ) û ( غ) ne, me ew herdu herf bi danȋna du nuqtan ser (h)û(x) nîşan kirine.
Ḧ -ḧal ………………..Ẍ- ẍar
Ku ev herdu deq ketin ev herf vedigerin ser herfên kurdȋ û dibin (h) û (x). ji xwe piraniya kurdan şûna (غ ) (خ ) dibêjin: ẍeyȋdȋn(غيدين )- xeyȋdȋn(خيدين ) dibêjin.[12]
Ji vê gotina Celadet em tê digihêjin: Tevî ku Celadet Bedirxan ev herdu tȋp biyanî hesibandine lê di Hawarê de bikar anîne.
Lê dîsa jî mîr di hejmara 2 ji k. Hawarê dibêje:ʹEv nîşan ji hêlakê ve di nivîsandinê de: Bi vegera qelemê wextî dide winda kirin, ji hêla din de bi jibîrkirina nîşanê herf vedgerin ser şiklên xwe yên eslî, bênȋşan û ji lewre ji bona tevayîya herfên binîşan me ev (ᵔ) pejirand û (balindek) nav lê kir. ji ber ku dengên herfan hem diguherȋne û hem bilind dike û ji nȋşanên wek ( . , ᾿ -)\xalbendȋ\ qenc têt veqetandin, ji xwe boşbûna nîşanan nivîsandinê kirêt dike [13].
Ji xwe 17 tîpên bingehîn ên dengdar di hemû alfabeyan de yek\hevpar in: d,b,g,h,k,l,m,n,.p,r,s,t,f,v,w,y,z.
Tenê di alfabeya Tirkî de (q) û (w) nînin, ji ber ku di zimanê Tirkî de dengine cihê wek (v) û (w); (k) û(q) nayên dîtin dengê herfa (w) ji xwe di Tirkiyê de peyda nabit.[14]
Di Tirkî de (w) û (v) wek hev tên bilêvkirin û ( و) ya erebî wek (v) ya kurdî û firansî dixwînin, lê di zimanê me de herfên (v) û (w) her wekî di zimanê Inglîzî de hene.
Gelek gotinên kurdî hene ku bi guherîna van tîpan û bi ketina wan li şûnên hev cudabûnên mezin têne pê:
Dev dew
Vir wir
Ava awa
Av aw
Di denganiyê de (w) du (v) tê hesêb, bi vî awayî deng şiklên wan jî li hev tên. Ji xwe zimanê firansizî û hinên din ji (w) re (doubl V) dibêjin ango (du cara v) ye.
Sazkirina tîpa (ş) li gel Celadet Bedirxan ([15]):
Ev tîpa (ş) di zimanê erebî de bi (ش ), di ingilîzî de bi (sh), firensî de (ch) û Almanî de (sch) tê nîşankirin .
Mîr Celadet dibêje ku ji bo nîşankirina vê tîpê di alfabeya kurmancî de ti şêwe nemabûn, wî dixwest (Diftong) di alfabeya xwe de bi kar neyne, lewre ji ber ku cîderka tîpa (ş) nêzî cîderka tîpa (s) ye, bi nîşanekê li ser tîpa (s); tîpa (ş) saz kir.
Ji xwe ev şikil di alfabeya xelkên Romanyayê de ji mêj ve hebû.
Sazkirina tîpa (ҫ) li gel Celadet Bedirxan ([16]):
Di latîniya kevn de ev deng bi danîna (e,i,y,ᴔ,æ,..)li pêşiya (c) tîpa (ҫ) dida.
Di kurmancî de jî; di encamê de mîr dengê (ج) bi (c) û (چ) bi (ҫ) da nîşankirin.
Mȋr Celadet di nava jimarên k. Hawarê de alfabeya kurdȋ -kurmancî - latînî weşandiye, bi vê yekê gelek gavên baş avêtiye bo fêrkirina ziman. Gava mîr digot: Hawar dengê zanȋnê ye, zanȋn xwe nasîn e, xwenasîn ji me re riya xelas û felatê ye mîr mafdar bû, bi fêrbûna tȋp, ziman û xwendinê di wê demê de pȋroz bû.
Hin sedemên nakokiyê di derbarê alfabêya Celadet Bedirxan de:
1)-Nakokiyên siyasȋ: Ji mêj ve nakokiyên siyasȋ bûne asteng li ber her yekȋtiyekê; ziman, wêje, welat, …
2)- Nakokiyên olȋ: Ji ber kurdan digotin tȋpên erebȋ pȋroz in, kurdên me yên ku tîpên aramî bi kar tînin dibêjin ev tîp tîpên pirtûkên pîroz in mȋna zimanê Başûrê Kurdistanê.
3)-sedemên civakȋ
Bikaranîna tîpên girdek û hûrdek di rastnivîsa kurmancî de([17]):
Tîp bi xwe nîşanên dengan in, her tîpek dengek e, bi tîpan kît, bi kîtan bêje bi hev dikevin, gava ҫend bêje bi awayekî watedar digihin hev, hevok tê sazkirin, bi wan hevokan mirov dikare ramanên xwe bîne ziman.
Dengê axaftinê di nivîsandinê de bi tîpan tê naskirin. Ji hemû tîpên zimanekî re Alfabe tê gotin.
Weku em hemû dizanin alfabeya kurdî ya ku mîr Celadet daniye ji 31 tîpan pêk tê, di zaravayê kurmancî de pevdengek jî heye, her tîpeke kurdî bi du teşeyan tê nivîsandin weke hemû alfabeyên latînî ew jȋ girdek û hûrdek in:
Girdek: A,B,C,Ҫ,D,E,Ê,F,G,H,I,Î ,J,K,L,M,N,O,P,Q,R,S,Ş,T,U,Ȗ,V,W,X,Y,Z.
Hûrdek:
a,b,c,ҫ,d,e,ê,f,g,h,i,î,j,k,l,m,n,o,p,q,r,s,ş,t,u,û,v,w,x,y,z.
Di kurmancî de tenê pevdengek heye, ew jî ji tîpa ᾿x᾿ û ᾿w᾿ pêk tê(xw):
Xwe, xwarin, xwestin, xwendekar,……..
Bi gelemperî em bi tîpên hûrdek dinivȋsin, lê rewşin hene divê tîpên girdek werin bikaranîn:
1-Despêka hevokê:
Zarok pêşeroja milet in.
2-Tîpa pêşî ya serenavekî:
Dilber, Semîre, Nadya,…….
3- Tîpa pêşî ya serenavê mijarekê:
Di vê rewşê de sê şêwazên cuda di nav nivîskaran de derketine, lê em nikarin bêjin ku yek ji wan şaş e, ji ber ku hersê jî tên bikaranîn û cihê xwe di nivîsandinê de girtine:
-Civaka Xwezayî.
-Civaka xwezayî.
-CIVAKA XWEZAYÎ.
3-Di rewşa xizmayetî û têkiliyên malbatî de jî tîpa girdek tê danîn; gava wek nasnav be:
Apê Mûsa şoreşger e.
Lê di rewşên asayî de bi tîpa hûr tê nivîsandin:
Ez alîkariya apê xwe dikin.
Ez û xalê xwe Hesen li nav zeviyan dixebitin.
4-Navê cejnan, mehan, rojan, û navên pîroz:
Newroz, Gulan, Duşem, Xweda,..
*Navên mehan li ba Celadet bi tîpên girdek tên nivîsandin lê vê yekê ciyê xwe di nav nivîskaran de negirt, lewre piҫûk tê nivîsandin:
Ez 10ê adarê ҫûm Amûdê.
8 Adarê cejna jinê ye.
15 Gulanê roja zimanê kurdî ye.
Ango em dikarin bêjin; navê rojên taybet bi tîpa girdek e û di rewşên asayî de hûrdek in.
5-Navên rojname û kovaran :
Ronahȋ, Gelawêj, Buyer, Pirs,..
6-Piştî xal, cotxal, pirsnîşan û matmayînê:
-Te got: Azadî rûmetî ye.
-Xwedêyo! Alîkariya me bike.
7-Di rewşa kurtkirinê de:
PDK, PKK,NY,YPJ
8-Ji bo balkêşiya ramanekê:
Ji AZADIYA KURDISTANÊ xweştir nîne.
9-Bêjeyên navdarî, pȋşeyî, û hurmetî eger bûbin nasnav:
-Duh Elî Beg hate mala me.
-Dengê Mele Ehmed xweş e.
* Ev navdêr gava ne girêdayî navan bin piҫûk tê nivîsandin:-Îro melle ne hat.
10-Navên sazî û dezgehan:
Saziya Zimanê Kurdî.
11-Navên ber û aliyan eger bûbin navên cihan:
Rojhilata Navîn, Başûrê Kurdistanê,..
Têbînî: Gihanek û daҫekên di navbera navan de piҫûk tên nivîsandin:
Min Delîl û Raman dîtin.
Leyla li Qenatsiwêsê jiyan dike.
Têbînî: Navên zimanan bi tîpên hûr tên nivîsandin, ne yên girdek weke hin nivȋskar ku tîpa girdek bi kar tînin: zimanê erebȋ, zimanê fransȋ, zimanê ingilȋzȋ.
Ez bi kurdî daxivim.
Lê gava netewe bin bi girdek tên nivîsandin:
Ez Kurd im.
Lê ger em vegerin cem Celadet em ê bibînin ku wek ziman û wek netewe bi tîpên hûr hatine nivîsandin.
*Navên ku li kesan an cihan vedigerin hûr tên nivîsandin, lê navê wan kesan an ciyan bi tena xwe gir tên nivîsandin:
Ez zeredeştî me…………....Ez qamişloyî me.
Ez ji Zeredeşt hez dikim …..Ez li Qamişlo dijîm.
Ez kurdistanî me ………….Ez ji Kurdistanê hez dikim.
Nav di ravekê de: Gava navên raveker û raveber naskirî bin û bi hev re têkildar bin herdu bi tîpên girdek tên nivîsandin; dema em dibêjin (Rojhilata Navîn) erdnîgariya Rojhilata Navîn tê ber ҫavên me ji ber cȋhan tev vî navî nas dikin, lê (rojhilat) bi tena xwe û (navîn) bi tena xwe xwedî wateyeke cuda ne, hingê bi tîpên hûrdek tên nivîsandin.
Her wiha navên xaknîgariyê bi tena xwe wek (ҫiya, deşt, ҫem,….) bi hûrdekan tên nivîsandin, lê dema bi navekî ve têkildar bin bi girdekan tên nivîsandin, (Deşta Mûşê), (Ҫiyayê Kizwanan), (Ҫemê Feratê)……
-Mala me nêzî ҫiya ye.
-Ew li ber ҫem rûnişt.
Cêwîdeng di zimanê kurmancî de[18] :
Diyar bû ku 31 tîpên kurdî hene, lê ji bilî wan dengin hene cihê xwe di alfabeya Celadet de negirtine ew jî ev in: P,Ҫ,K,T, ji ber ku her yek ji wan du dengan dide, carekê sert û carekê nerm, lewre tîpên cêwî tê gotin.
Bi van nimûneyên jêrîn cudahiya deng diyar dibe:
dengê sert dengê nerm
ҫ
ҫal (bizina bê stirih) ҫal (kortik)
ҫil (40) ҫil (lawirek)
ҫar, ҫile,ҫê,ҫend,.. ҫêlek
k
kal: ne gihayî kal: pîr
ka: bide min ka: pûş
ker: lawir ker: nabihîze
T
Ta: nexweşî ta:alava dirûtinê
Tep: dar tep: kulm
Tişt,teşt,tolhildan term
P
Pîr,pîne,pêl pêlav,parî,..
Reşîdê Kurd dibêje:Ji bo van tîpan ti rêzan nayên dîtin, ev bi bihîstin û ezberekirinê ҫêdibe
Ji bo tîpa ᾿R᾿di pîşkan de, rêzanek heye gava li dû tîpa ᾿i᾿ were wê ҫaxê ᾿R᾿ nerm e, gava ku tîpa (î) li dû (R) were evê gavê dengê wê sert dibe.[19]
Her wiha ji bo naskirina sert û nermiya vê tîpê rêzaneke din heye:
A-Eger em tȋpa R di bêjeyan de bilêv bikin û zimanê me bêtirî carekê li şkefta devê me bikeve; ew sert e.
B-Eger em tîpa R di bêjeyan de bilêv bikin û zimanê me tenê carekê li şkefta devê me bikeve; ew nerm e.
Lê Celadet ji bo van dengên sert û nerm weha gotibû: Rast e ev her ҫar deng di zaravayê kurmancî de hene, lê em dikarin ji tîpên nêzîkî wan destkewtî bibin ango ferek ji cêwîdengên (P.K.T.Ҫ) di alfabeya Celadet de cihê xwe negirtin.
Hin zimanzan û nivîskarên Kurd ji bo van bilêvkirinên cuda tîpin taybet dixwazin; ji ber ku hêmanên alfabe û ferhengê ne yek in.[20]
Alfabe li ser dengên bingehȋn tê avakirin û dibe ku hin deng tê de bi tîpekê bên nivîsandin, lê ferheng divê li gel dengên bingehȋn dengên din û bilêvkirina tîpan ên curbicur jî rave bike.
Lewre hin nerîn derketin ku bilêvkirinên cuda yên van tȋpan an danîna nȋşanekê yan tîpeke cuda bê nivîsandin.
˵Kalekî êxtiya, rû qermiҫî, guhekî xwe ker, bi hevsarê kerê girtibû, ji me re weha digot:Kurd gelekî gelek kevnar e, pir li ser pira selatê re derbas bûye.
Ji bilî van pênc dengên cêwî, du dengên din jî di rastnivîsa kurmancî de cihê nakokiyê ne, ᾿H᾿(ح) û ᾿eyn᾿(ع) yên ku ji ber têkiliyên civakî û dîrokî bi Ereban re û bandora ola Îslamê, ev her du tîp derbasî zimanê kurdî bûne.
Herdu dengên (ح) û (ع) di peyvên kurdî yên resen de jî balê dikşînin, tȋpa (H) ya kurdî cihê tȋpa (ح) ya erebî girtiye û di cihinan de jî tîpa (ح) ya erebî weke xwe maye ji ber (ح) ya erebî ji H ya kurdî hişktir e, ji ber heman sedemê jî dengdêrên kurt ên mîna (i,e,u) ku bi hêsanî têne pişaftin bi alîkariya tîpa (ع) ya erebî xwe radigrin.
Hesin hesin
Hewr ewr
Ҫehv ҫav
Hesen hesen
Di nava vê tevliheviya deng û bilêvkirina dengan de hin zimanzanan sînorê alfabeya (31) tîpan derbas kirin, mîna prf.Qanatê Kurdo heşt tȋp zêde kirin û alfabe kiriye (39) tȋp, her wiha Osman Sebrî jî alfabe zêde kiriye.
Dubarekirina hin tîpan
Weke em dizanin du tȋpên dengdêr li pey hev nayên, her wilo du tîpên dengdar jî li pey hev nayên, ango li dijî rastnivîsa erebî şedde nîne.
Mîr Celadet daye zanîn ku divê du dengdêr ên ji hev an nêzîkî hev neyên nivîsandin, di rastnivîsê de pêwîst e yek ji wan bê xistin.
Mîna: xurt+tir \xurtir, kurttir, serokkomar serokomar.
Dengdêrên nêzȋ hev: bilindtir bilintir,\ destlatdarî destladarî.
Lê eger ew tîp ne bi hev ve bin û ji hev cuda bin; yek ji wan di dawiya bêjeyekê de û ya din di despêka bêjeya din de, hingê herdu tîp\deng tên nivîsandin lê di xwendinê de yek ji wan tê bilêvkirin.
Mîna: Dengbêj jî hene (Dengbêj'î)
Ez ji ku zanim (Ej'ku)
Ev mijara dubarekirina tîpan aloziyeke mezintir e dema ku ew tîpên dubarekirî yek ji wan hilmî (sert) be û ya din nehilmî (nerm) be, ev yek bilêvkirinê asteng dike (serokkomar).
Dibe ku ev pirsgirêk di bilêvkirinê de nebe lê dema tê nivîsandin em rastî hin aloziyan tên.
Li vir, gelo em peyvê wek teşe bihêlin û tîpên dubare nenivîsin? An bilêvkirinê esas bigirin û axaftina xwe nêzî nivîsandinê bikin?
Celadet Bedirxan gelek caran bilêvkirin esas girtiye û rêzikên rastnivîsê li gor wê diyar kirine.[21]
Di vir de rewşek awarte heye, dema navên bi zimanê biyanî \latînî bin, divê weke xwe bên nivîsandin.
Mîna :Willyam, Retcharde, Cebbar.
Rastnivîsa veqetandekên cuda tên nivîsandin [22]
Veqetandek an jî weku Celadet û Reşîdê kurd (zêder) bi nav dikin; bêjeyeke piҫûk e ku bi dawiya navdêr, cînav û rengdêran ve dibin û hevbendiya wan bi navê pey wan re pêk tȋnin, veqetandek mêjer û zayenda navdêrê jî eşkere dikin.
Veqetandek du cure ne:
1)-Veqetandekên bîna (binavkirî):
A: Ji bo yekjimara mêza \ Keҫa jîr dixwîne\.
Ê:Ji bo yekjimara nêrza \ Kurê zîrek diҫe dibistanê\.
ÊN: Ji bo gelejimara herdu zayendan
\Xortên ciwan şer dikin\.
\Keҫên bedew hatin\.
2)-Veqetandekên nebîna (nebinavkirî):
Eke: Ji bo yekjimara mêza \Keҫeke zana hat Ekî: Ji bo yekjimara nêrza \Kurekî xurt biserket\.
Ine: Ji bo gelejimara herdu zayendan.
\Xortine sazvan hatin\.
\Keҫine sazvan hatin\.
Derbarê veqetandekên bi serê xwe tên nivîsandin; heke peyva berȋ veqetandekê bi dengdêrekê bi dawî bûbe tîpa girêkok dikeve navbera wan û dibin (ya,yê,yên).mîna:
Hevala min a dibistanê hat mala me.
Birayê wî yê piҫûk ҫû.
Dara gûzê ya li ber derî hat birîn.
*Ji ber ku veqetandek an dengdêr in (a,ê) yan bi dengdêrekê dest pê dike (ên), heke tîpa dawȋ ya berî veqetandekê dengdêr be, tîpa (y) dikeve navbera wan û cuda tê nivîsandin, ji ber ku du tîpên dengdêr pêrgî hev dibin (y) dikeve navbera wan, mîna:
Birayê wî yê piҫûk dilîze.
Dara gûzê ya bilind.
Hevalên wan ên dûr hatin.
Hin pirsgirêkên veqetandekan:
-Pirsgirêka bilêvkirina (ên) ya gelejimar, hin kes di bilêvkirinê de (in) dibêjin, li vir hem wate û hem bilêvkirin şaş tê bikaranîn.
-Gava ji peyvekê zêdetir li dû hev werin û ji yek zayend û jimarê bin, veqetandek li gor zayend û mêjera peyva dawî bê danîn.
mîna: -Kurê min û keҫa min.
-Kur û keҫa min.
yan –Keҫ û kurê min
Carinan zêdeyî navekȋ û zêdeyî zayendekê di hevokê de tên, hingê her yek li gor zayend û mêjara xwe veqetandekan dibin.
mîna:
-Kurê hevala diya min mafnasî dixwîne.
-Ev pirtûk pirtûkên hevala xwişka min in.
-Bêjeyên ku kîteya wan a dawiyê (i) tê de hebe, bi wergirtina veqetandekê carina wê dengdêrê winda dike.
mîna: keҫik \keҫka bedew\.
Di van rewşan de ya baş ew e ku di dema bilêvkirina bêjeyên mîna wê de; em bi lêv nekin, lê di dema nivîsandinê de em tîpa (i) yê binvîsin.
Rastnivîsa navên biyanî([23]) :
Di warê nivîsandina navên biyanî de hin rêbaz hene:
-Nav ҫawa têne xwendin wisa jȋ têne nivîsandin; ango hemû navên li gorî bilêvkirina kurmancan binivîsin.
mîna: Elêksander. Vîktor Hîgo, Robêrt, Mihemed,….
Lê ew jî dibe sedem ku peyvên ji zimanê biyanî ji dirûvê xwe yê resen dûr bikevin.
-Navên neteweyên ku bi tîpên latînî bi kar tînin, divê weke rastnivîsa zimanê resen, bêne nivîsandin.
Mînak: Alixandre, Victor Hugo, Robert, Muhemmed,…
-Navên biyanî yên ku ji bilî latînî, weke erebî û kirîlî, dê bi awayê ku tê bilêvkirin, bêne nivîsandin.
Mîna: ДoctoẽBckᴻᴻ (bi rûsȋ) Dostofȋskî.
-Hin zimanzan dibînin ku divê guhertin ҫênebe, lê bilêvkirina di nava kevanekê de bê nivîsandin. shakespeare (şêkspîr).[24]
-Ji ber rewşa Globalîzmê, di dema me ya îro de zimanê ingilîzî gelekî belav e li hawîrdorê cîhanê, lewre hin gotinên winda bi zimanê ingilîzî derbasî ziman dibin.
Mîna: kompîter (computer) -way fay (wi fi)- kapîtalîzm (capitalism)
Rastnivîsa daҫekên (bi-bê)([25]) :
Daçek pir giring in di rêziman û rênivîsê de, di hevokan de bi rolên curbecur radibin, daҫekên sereke di kurmancȋ de (bi, di, ji, li, bê) ne.
Li vir em ê li ser (bi-bê) hinekî rawestin, ji ber bikaranîna wan bûye aloziyek di nivîsandinê de.
Bikaranȋna daҫeka (bi)
Ev daҫek bi gelek rolan radibe û di her rolekê de şêweyekî taybet werdigire.
Em dikarin bikaranîna vê daҫekê li ser du cureyan parve bikin:
A-Şêweyê serbixwe\cuda.
B-Şêweyê pabend.
A)_Şêweyê serbixwe:
1-Wek daҫek: Ez bi zimanê kurdî daxivim.
Ne bi mino, ne bi te yo.
2-Di sûndxwarinê de: Bi xwedê, welat şêrȋn e.
3-Li gel hevalnavan: Bitaybetî,biqencî,…
Lê mixabin hîn ev alozî li dar e, gelo bi hev ve bê nivîsandin an cuda? Ango em bêjin: (min bixurtî derî girt) yan (min bi xurtî derî girt)?
Li vir divê cuda bê nivîsandin ji ber ku (bi) ne pêşgir e.
4-Wek navbend: Sal bi sal - roj bi roj.
B)-Şêweyê pabend:
1-Wek pêşgir: Hin caran daҫeka (bi) wek pêşgir tê:
Ez bixwe ҫûm.
Memo bidil e.
Azad baqil e.
Xaka Kurdisatnê bixêrûbêr e.
Em bilez hatin malê.
2-Wek navbend di hin rewşan de (bi) ji daҫekiyê dikeve û bi roleke din radibe wek pevgirêdanekê di navbera du peyvan de:
Ser+bi+xwe \serbixweDil+bi+rehm \dilbirehm3- Rola rêzimanî: Di rewşa rêzimanê de nema daҫek bi nav dibe û dibe berlêker an jî qertafa demê, lê vê carê li pêşiya lêkerên xwerû tê:
*Dema Bê:Em ê bixwin
Em ê birijînin
Em ê bixwînin
*Raweya Fermanî: bikole,bixwe, biiҫin, bibihîzin,…..
*Lêkerên ku bi dengdêrekê dest pê dikin tîpa kurt a (bi) bi ya lêkerê tê bişaftin: axaftin……baxive.
Ajotin ……..bajo
*Wek bêjeya bingehȋn: bişaftin, bijartin (ez ê bibijêrim,bibijêre), bilind, bin,…
Bikaranîna daҫeka (bê):
*Wek pêşgir: bêhiş, bêzar, bêpar,….
*Bi hokeran re: bêkarî, bêşensî,…
*(Bê) wek dijwate ji (bi) re tê bikaranîn:
Bişerm ≠ bêşerm
Bihiş ≠ bêhiş
Bihêz ≠ bêhêz
Rastnivîsa hejmaran[26]:
Gelo di deqeke nivîskî de em hejmaran bi tîpan an bi jimaran binvîsin?
Di bilêvkirinê de her ew jimar in, em dikarin bêjin 4–çar, her ew çar e, lê nivîskî gelek rêbazên wê hene di nav nivîskaran de.
Arif Zêrevan dibêje: ˮHeger hejmar piçûk bin bi jimar û yên mezin bi tîpan bên nivîsandisnˮ[27]
Hejmarên ku bi hev ve kelijîne divê bi hev ve bêne nivîsandin, lê hejmarên din divê ji hev cuda bên nivîsandin sêzdeh, nozdeh, bȋst, diwazdeh, dused û ҫarde, ҫarhezar û ҫarsed û ҫil û ҫar.
*Di mijarên wêjeyî de, jimarnav bi tîpan tên nivîsandin:
Min du pirtûk xwendin.
Di fêrgeha me de bȋst û pênc xwendekar hene.
Lê di gotarên zanistî de hejmar bi tîpan nayên nivîsandin:
Di salê de 52 heft û 365 roj hene.
-Jimar ta bîstan bi hev ve tên nivîsandin.
-Di rewşa tewangê de, eger gelek jimar hebin; a dawî tenê tê tewandin.
(1991)di sala hezar û nehsed û nod û yekê de.
-Piraniya nivîskaran li hev kirine ku çiqas mirov bixwaze piştrast be ji jimarên xwe, pêwîst e bi jimaran binvîse.
2,5 15,720
-Ji bo rêkûpêkiya hejmaran di nivîsê de, valahî di navbera girûpên hejmaran de were hiştin baştir e.
18 233 450 10 000
Ji xwe hin nivîskar xal an bêhnokê dixin navbera wan. 11.230.000 561.100[28]
-Di jimarên rêzȋn de pêşgirên (em – emȋn ) bi kar tên.
1 yek yekemȋn yekem.
2 du duwemȋn duwem.
-Di demjimêrê de jimar\reqem tên danîn.
6:45:30 - 4:30 - 11:00
Lê em dikarin binvîsin heft kêm çarîk e.
Her wiha jimarên telefonan jî bi jimar tên danîn bê navber û bê bihnok an xal.
0993756524 4565278
Têbînî: Ya baş ku mirov hevokê bi jimaran dest pê neke.
-Sala 1994an ez hatim dinyayê.
-Çar xwendekar beşdarî semîneran bûn.
Wek em dibînin, mînaka dawî bi jimar dest pê kir, lê bi tîpan hat nivîsandin.
Guherîn û veguherîna tîpan [29]:
Guhertina (î -ê) bi dengdêra (i) berî y:
Dengê (î) dema ku berî (y) tê dinermije, ev dengzanî\rêbaz ji hêla piraniya zimanzanên kurd vet tê pejirandin.
Ev rêzik bandorê li rastnivȋsê jî dike.
Mîr Celadet Bedirxan gotiye: (î) ya berî (y) dinermije û dibe(i), wekî van mînakan:
Rî + ya = riya rast.
Cî + yê = ciyê xweş.
Tilî +yên = tiliyên min.
Xanî = yên = xaniyên malê.[30]
Lê hin zimanzan li dijî vê nerînê ne û (ȋ) wekî wê dihêlin gava berî (y) hatibe, ew dibêjin: Peyv wêne ye, divê guhertin di peyvê de pêk neyê , lewre wiha dinivîsin (rȋya min , tilȋyên min).
Weke me diyar kir ku ev rêzik ji hêla danerê kurmancî Celadet Bedirxan derbasî rastnivîsê bûye, ji bo vê em jî ta lihevkirineke giştî pêk were, vê biryara Celadet dipejirînin û pêk tînin.
Bi heman awayî, mîr Celdet ji bo tîpa 'ê' jî heman rêzik danîbû ku 'ê' berȋ (y)bibe 'i', lê vê yekê cihê xwe negirt.
Guherîn û veguherîna di dengan de dirûvê peyvan diguherîne, peyvek bi ҫend awayan derdikeve pêşberî mirov, gelek kes dixwazin formê herêma xwe derbasî zimanê nivîskî bikin, ev yek jî rê li ber yekkirina ziman digire.
Di zaravayê kurmancî de pevguherîna tîpan zêde ye, astengiya herî mezin a li ber rastnivîsa kurmancî -nemaze di dengdêran de-.
Sedemên guherîna deman ji hev cuda dibin hin caran ji du tîpên\dengên ku cîderka wan yek e, yek tê daqurtandin an jî dengekî din dişibîne xwe wekî ''serjêkirin' bûye 'şerjêkirin'. Ev guhertin ji mêjûyê tê, dema ku zimanên Hind-Ewropî ji hev cuda bûn guherîna van tîpan pêk hatiye.
Zanîna vê yekê di pêkanîna rêz û rêzikên rastnivîsê de karê me hêsantir dike.
Hin guhertin jî bingeha xwe ji zaravayan digire, dema mirov du zaravayan hevrû dike, vê yekê bi awayekî zelaltir dibîne. Peyvên ku ji Soranî derbasî kurmancî bi awayê resen têne wergirtin, ev jî bandorê li rastnivîsê dike.
Di zimanê kurdî de hem dengdêr û hem dengdar pev têne guhertin. Ev guhertin jî vedigere van sedeman:
1-Ji ber ku tîpên nîvdengdêr ji tîpên berya xwe dixwin û kurt dibin.
2-Ji ber ku hinek tîp nêzî hev in.
3-Ji ber ku dengdêrên kurt ciyên xwe didin dengdêrên dirêj.
Eh----a
Ҫehv ҫav
Reh ra
Mehr mar
Kehnî kanî
Ih----î
Sih sî
Cih cî
Rih rî
Tirih tirî
Sihwan sîwan
Uh----o
Suhr sor
Cuh co
Duh do
Nuh nû
Cuht cot
Duht dot
Eh-ey----ê
Reh rê
şeh şê
mehvan mêvan
pey pê
keyf kêf
meywe mêw
z----j
roj roz
jeng zeng
jî zî
rojname rozname
b----pGelek caran ev herdu tîp bi hev têne guhertin û cihê xwe didin hev:
biҫûk piҫûk
bişaftin pişaftin
Samî tan dibêje:Heke em ji aliyekȋ morfolocȋ ve bala xwe bidin wan peyva, belkȋ em xwe bighȋnin forma resen ji peyvê, ango gelo têkiliya 'piҫik û 'piҫûk' bi hev re heye? Heke em karibin vê têkiliyê bi belgeyan destnȋşan bikin hingê karê me hêsan dibe[31].
n----l
nivîn livîn
nimêj limêj
nig ling
Li vir em dibînin 'nivȋn'rastir e, ji ber ku ew ji peyva nivistin(raketin/razan) tê.
r----l
Ev herdu deng ji ber ku cîderka wan nêzî hev e, zû bi hev tên guhertin:
alîkarî arîkarî
lawir rawir
Dîsa jî divê em vegerin koka peyvê, li vir alȋkarȋ' ji arȋkarȋ rastir e, ji ber ku ji herdu peyvên álȋ' û 'karȋ' pêk hatiye. \hȋn li hin herêman dibêjin harȋkarȋ\.
f----v
Ev herdu deng bi hev tên guhertin ji ber ku cîderka wan yek e û herdu jî bi alîkariya lêv û diranan tê bilêvkirin.
tifing tiving
hefdeh hevdeh
*Di radera hin lêkeran de tîpa f di rayeka dema niha de dibe v ev yek pirsgirêkê di rastnivîsê de dernaxe .
Keftin dikeve
Axaftin daxive
s----ş
serjêkirin şerjêkirin
pisîk pişîk
sûravk şoravk
d----t
Ev rewş di dema niha de ҫêdibe, ji ber ku berlêker (di) berî lêkerên bi dengdêran dest pê dikin were bi hev diguherin:
dihêm têm
dihînim tînim
diajom tajom
Dengê 'D' ya daҫeka (di) di cînavên lihevxistî de jî dibe 't´.
di+hev tev
di+wî\wê tê
Wek etîmolojî, di derbarê tîpa (d) û (t) de, ev tîp di navbera zimanê kurdî û ingilîzî de di gelek gotinan de hevpar e: do(tow)
Dar (tree), deh (tên), duh (tomorrow), diran (teeth)…….
s----z
Ev herdu deng gelekî nêzî hev in û bandorê li hev dikin, di hin lêkeran de s ya radera lêkeran di rayeka dema niha de dibe z.
parastin diparêze
xwestin dixwaze
bihîstin dibihîze
Ji bilî wan di hin peyvan de pevguherîna herdu dengan tê dîtin:
derbas derbaz
xinis xiniz
nas naz
Ji ber ku di kurmanciyê de pevguherîna dengdêran heye ku bi xwe re bandoreke neyînî ji rastnivîsê re derdixe holê.
h----y
Ji ber ku bilêvkirina (y) ji ya (w) hêsantir e û (y) dengdareke nerm e, hêdî hêdî dikeve hemû zarên Kurdan, her wiha dengdêra (û) stûr e û (o) wek xwe dixwînin, carinan jî di nav gotinan de dikeve şûna (w)[32].
suwar – siwar – siyar.
Ji hêla din bi (h) re jî diguhere:
gerîn – gerihan – geriyan.
bezîn – bezihan – beziyan.
Mehîr – meyîr.
Giha – giya.
Ji aliyê din di gotinên erebî de ku ketine nav zimanê me, diguhere û dibe (ê).
Zeyneb\\zêneb.
Xeyr\\xêr.
Zeynel\\zênel.
k----q
Bi erebî (ك\k)û ( ق\Q) tên naskirin, cîderka tîpa (q) paşkî ye û tîpa (k) pêşkî ye, ji ber ku dengê (q) ji qirikê û dengê (k) ji pêşiya wê derdikeve. carınan di vegotinê de pev tên guhertin[33],mîna:
kurk qurq
kelaştin qelaştin
wekî vê tîpê di zimanên latînî de hin tîp ciyê wê digirin, wek (c, q, k) bikar tên, her wekî:capital, quarter, king,….
u\i
Ev herdu deng zû bi hev tên guhertin, vê yekê di ware rastnivîsê de gelek alozî derxistine di rastnivîsê de. heman peyv em dibȋnin ku du yan sê dirûv jê re hene bi sedema van herdu dengan, devokiya wê peyvê li herêmekê; bandorê li rastnivîsa wê dike.
Mîna: Bihişt buhuşt buhişt
Dirist durust durist dirust
Bihurandin buhurandin buhirandin
Bihar buhar behar
Li vir em nikarin bêjin yek ji wan şaş e ji ber ku her devokek peyvekê ji wan bi kar tînin. Dibe ku di warê etîmolojiya wê de di pêşerojê de rastiya van peyvan diyar bibe û yên din ji holê bên rakirin.
e\ê
Ev her du deng jî nêzî hev in di gelek cihan de pev diguherin.
yek yêk -hejmar hêjmar -terêj tîrêj
Di hin rewşan de jî bandorê zimanê tirkî derdikeve holê ku tîpa'ê' tê de nîne û ji bo vê di peyvên bi tîpa 'ê' tê bilêvkirin bi tîpa (e).
hêsan hesan
têkoşîn tekoşîn
bêrîvan berîvan
Di rewşa tewangê de ti alozî nînin ji ber ku li gor rêzikan pev tên guhertin:
Pez......pêz
e\i
mirov merov
wiha weha
Xalbendî
Dema mirov daxive, derbdayîn\kirpandina deng mebesta axêver dide diyarkirin, lê dema ew hevok tê nivîsandin; bi hin hêmayan mebesta wê hevokê tê diyarkirin. Ji wan hêmayan re jî Xalbendî, yan jȋ wek mȋr Celadet dibêje niqteşanî tê gotin[34].
Xalbendî alîkariya me dike bo têgihiştina hevokêxalbendî xwendin û têgihiştinê hêsantir dike
Her wiha di dema xwendinê de, em li gorî nîşanên xalbendiyê peyvê dikirpînin bêhna xwe berdidin û radiwestin.
Xal (.)
Xal di van rewşan de tê bikaranîn:
-Di dawiya hevokê de:
Ez li gund dijîm.
Em mirovin azadîxwaz û aştîxwaz in.
-Piştî peyvên kurtkirî:
Dr.Celîlê Celîl
Prf.Qanatê Kurdo
Prz.Canda Erefat
Têbînî:
Piştî Navên kurtkirî yên sazî û dezgehan xal nayê bikaranîn:
SZK, YPJ, ….
Piştî navên kovar û navên li ser tabloyan, xal nayê bikaranîn:
Kovara Hawarê, Dibistana Ehmedê Xanî
Piştî xalê, hevok bi tȋpa girdek tê nivîsandin.
-Ji dêvla qertafên (an),(em),(emȋn) di hejmaran de:
Qonaxa 2.
Şahiya salvegera 3.ya damezrandina zanîngehê.
Li vir birêz Samî Tan li dijî vê nerînê derdikeve û dibêje: Hin kes dixawzin vê yekê derbasî kurdî jî bikin lê di kurdî de tiştekî weha nîn e [35]
Di nivîsandina dîrok û demjimêrê de:
03.09.2018 -21.01.1994
Di demjimêr 3.00 de.
-Gava gelek raman li pey hev tên rêzkirin:
1.
2.a.
b.
c.
3.
-Xane/pêlikên hejmaran ji hev diqetînin:
22.365.500 -5.000.000
-Di bîrkariyê de, gava wek nȋşana carekirinê tê bikaranîn:
4.4=16 4.5=20 2.6=12
Bêhnok (,)
Ev nîşan dikeve nav du peyvên hevpeywir ên ku li pey hev tên, ango li şûna gihanekê jî tê bikaranîn.
Zozan, Bihar û Rojîn hatin zanîngehê.
Li baxҫê me darên hejȋr, zeytûn û hinar hene.
-Bêhnok dikare ҫend hevokan bi hev ve girêde:
Zȋnê xwarin ҫêdikir, Osmên li radyoyê guhdarî dikir û diya Zînê dixwend.
Piştî peyvên weke (na, belê, erê) tê bikaranîn:
-Tu dizanî bixwînî?
-Erê, Ez dizanim.
Têbînî: Ev şêwaz heman şêwazê zimanê ingilîzî û fransizî ye.
Ji bo ku mirov hêmaneke hevokê ji hêmanên din cuda bike, bêhnok tê bikaranîn:
Kuro, Zû here ji vir.
Porkurê, wilo neke.
Di hevokên dirêj de piştî kirdeyê tê danîn:
Hêlan, piştî ku ji dibistana xwe vedigere waneyên xwe dinivîse.
Piştî peyvên ku em dixwazin derb li ser be tê bikaranîn:
Apê min, gelekî ji min hez dike.
Naaa, ez naxwazim tu wiha bikî.
Têbîn: Piştî û berî gihaneka (û) bêhnok nayê bikaranîn.
Lê piştî hin gehanekan tê bikaranîn:
Min jê xwest, lê nekir.
Tu na, bila ew were.
Di nivîsandina ҫavkaniya gotarên lêkolînî de bêhnok dikeve navbera nav, paşnav û navê berheman de:
Farqînî, Zana, ferhenga zimanê kurdî, Stenbol, 2005.
Di hejmarên şikestî de, xaneyên di bin sifrê re bi bêhnokê tên veqatandin:
15,5 3,6
Di pêşgotin û nameyan de, cih û mêjûyê ji hev vediqetîne:
Qamişlo, 5ê tebaxa 2018
Xalbêhnok(;)
Ev nîşan dikeve navbera du hevokên bi hev ve girêdayî yên ku hev temam dikin.
Hemû xwendekar tevlî meşê bûn; ji hemû fakulteyan beşdar bûn.
Cotxal(:)
-Ji bo mînak bêne dayîn di dawiya hevokê de tê danîn[36].
Hêmanên helbestê: bîrok, ziman, hest ,..
-Di goftûgoyê de tê bikaranîn.
-Zînê: Tu çawayî?
- Kawa: Ez baş im, tu ҫawayî?
-Piştî peyva ku bê ravekirin tê danîn.
Lêker: Bêjeyeke guhêrbar e, kirin, rabûn û rûniştina mirovan dest nîşan dike.
-Di demjimêran de veqetandina demjimêr û xulekan ji hev.
8:30 /3:15 /4:45
-Berî axaftinê tê bikaranîn.
Dr.Nûreddîn Zaza dibêje :Eger win bixwazin ji hev tar û mar nebin, zimanê xwe bixwȋnin û bidine xwendin
-Di bîrkariyê de wek nîşana dabeşkirinê tê bikaranîn.
12:6=2
Têbînî: Hevok piştî cotxalê heger hevokek serbixwe be; bi tîpa mezin, mînakdayîn bi tîpa hûrdek tê nivîsandin[37].
Sêxal(…)
Tê piştî hevokên ku ji ber sedemekê nehatine temamkirin.
Ku ez derng bimînim …
Ger tu weke min nekȋ ez ê …
Dema ku piştî mȋnakan bê bikaranîn tê wê wateyê ku mînakên wiha didomin.
Wêjevanên Kurd: Ehmedê Xanȋ, Melayê Cizȋrȋ, Mela Ehmedê Palo, …
Di hevokê de tê piştî navên ku mirov nexwaze bêje.
-ez j… naxwim!!
Dema ku em nivîsekê werbigirin ji bona cihê ku me weregirtiye sê xal dinivîsin.
(… min neh mehan jîneke nû di wargeha hêviyan de hilgirt…)
Pirsnîşan(?)
Bi vê nîşanê mirov dizane ku pirsek di hevokê de heye û di van rewşên jêrîn de tê bikaranîn:
piştȋ hevok û peyvên ku pirsê destnȋşan dikin.
Ҫawa hat?
Kê ji te re got?
Di kurmancî de bi kirpandina tîpan pirs ҫêdibin. Te xwar? Tu neҫûyî?
Hinek hevokên pirsê hene ku pêwistî bi bersivê nake, divê em di wan hevokan de jî pirsnîşan bikarbînin[38].
Ma mirov ji dayȋka xwe hez nake?
Ma kes bêbextiyê li hevalên xwe dike?
Di hevokên rêzkirî de dema ku wateya pirsê hebe pirsnîşan tê hevoka dawî; ango ne pêwîst e mirov du – sê caran pirsnîşanê binvîse.
Te Ehmed dît, ҫi ji te re got, ka ҫû ku deverê?
Hin caran dema ku di hevokê de (?) pirsnîşank bê danȋn, hingê gumanê li ser agahiyekê nȋşan dike[39].
Ehmedê Xanȋ di sala 1651ê (?)ji dayik bûye.
Têbȋnî: Peyvên pirsê herdem hevokên pirsê ҫênakin ,ji heger bersiv jȋ hatibe wê ҫaxê nȋşana pisê nayê danȋn .
Kengȋ hat, nizanim.
Ҫi gotibe, nayê bîra min.
Dunik( )
Dema guhestin an bikaranîna gotina hineke din, em wê gotinê dixin navbera dunikan de.
Zeredeşt dibêje: Baş baxive, baş bixebite û rast bihizire.
Di nava hevokê de peyvên ku em dixwazin balê bikşînin ser, dixin nav dunikan de.
Di her zimanekȋ de tîp giring in.
Navên pirtûk, rojname û kesayetan di nava axaftinê de di nav dunikan de tên nivîsandin.
Pirtûka rêziman a Celadet Bedirxan zengȋn e.
Yeknik(᾿)
Dema ku mirov mecbûr bimîne hevoka di nava dunikê de dȋsa bixe nav dunikê; wê demê yeknik tê bikaranîn.
Mamoste ji şagirtê xwe pirsȋ :Pirtûka ᾿Salar û Mȋdya ᾿berhema kê ye ?
Dabir (')
Di kurtenivîsa peyvan de qertafa tewangê bi riya dabirê tê veqetandin.
SZK'ê lêkolînên ziman dike.
Piraniya helbestvanan vê nîşanê bi kar tînin wek kurtkirina tîpekê, ango tîpeke kêm heye.
E'jȋ nizanim.
Piştî navên kurtkirî yên sazî û dezgehan tê danîn.
SZK'ê lêkolînên ziman dike.
Di tewanga hejmaran de, jimar û tîp li ber hev nabin lewre dabir dikeve navbera wan.
21'ê Adarê / 15'ê Gulnê
Ji bo cudakirina tîpa (e) û (ع) ya erebî ya ku bi vî awayî ('e) tê nivîsandin, bikar tê: zimanê 'erebî - 'erefat.
Kevanek ( )
Kevaneka ҫarҫik an jî ҫargoşe ( [ ] )
Dema ku em di nava kevanekê de pêwistî bi kevanekeke din hebe; divê em kevaneka ҫargoşe binvîsin.
Bingehê Giramera Kurmancȋ [Celadt Bdirxan (weşanxana Avesta, 1998)].
Matnîşan(!)
Yan jî wek hinek nivîskar baneşan \bangnîşan bi nav dikin. Ev nîşan di van rewşan de bi kar tê:
Dema mirov bixwaze hestekî xwe bîne ziman (coş, xemgînî, qêrîn, …)
Ax ! Ma ev ҫi bela hat bi serê min de.
Di hevokên fermanî de.
Zû ji vir here!
Piştî gotinên bangkirinê.
Gelî zimanzanên Kurd!
Di hevokên matmayîn û ecêbmayînê de jî tê danîn.
Ҫiqasî xwezaya gundê me bedew e!
Têbînî: Divê piştî baneşanê bi tîpa gir dest pê bibe.
Xêzxwar ( / )
Dema malikên helbestan li dû hev bên nivîsandin ev xêzik tê danîn.
Min dȋ siher / şahê mecer /libsê diber / mexmûre bû /ew dên zerî / sur muşterȋ / yareb perȋ / ya hûre bû melayê Cizîrî
Di bîrkariyê de weke nîşana dabeşkirinê bi kar tê.
20/5=4 16/2=8
Di navbera du peyvên hemwate de tê danîn.
Min ji xwe re pênûs/ qelem kirîn.
Xêzik (-)
Dema em gotinekê di dawiya hevokê de binvîsin lê xêz têra wê neke, em dikarin beşek ji gotinê binvîsin û beşa din jî di despêka xêza din û di navbera wan de xêzik tê danîn.
Ehmedê Xanî helbestên xwe bo hişyarkirina miletê kur-d nivîsiye.
Ji bo diyarkirina têkildariya du gotina yan hejmaran bi hev ve xêzik dikeve navbera wan.
Ferhenga kurdî-erebî ya Elî Seydo Goranî zengîn e.
Min du-sê pirtûk ji pirtûkxaneya zanîngehê anîn.
Hevok û gotinên navîn em dikarin bixin nav du xêzikan de.
Kes ji hevalên me nehatin -nizanim ҫima-û me ew nedîtin.
Di rêzimanê de, dema ku em qertafên demê, koka lêkerê û nîşanên kesan ji hev veqetînin; xêzikê dixin navbera wan de.
(Tu diҫî malê) di-ҫ-î.
Bendik (_)
Ev nîşan piranî di gotûbêjê de tê bikaranîn.
_ Romanên xweş li cem te hene?
_Belê, tu kȋjan romanê dixwazî?
Canda Erefat
1-Celadet Elî Bedirxan-Elfabeya kurdî û bingehên giramera kurmancî-weşanên Nefel/ Stokholm/ 2002.
2-Kovara Pirs,hejmara (47), 2010/ R:2.
3-Kovara Pirs,hejmar(47), 2010/ R:4.
4-Samî Tan, Rêzimana kurmancî.
5-Samî Tan, Rêzimana Kurmancî.
6-semînrên M.Darwîn Darî, zanîngeha Rojava.
7-Kovara Pirs, hejmar: 20 /R:20.
8-Ji pirtûka(Raperîna Çanda Kurdî di kovara Hawarê de) Dr.Hisên Hebeş.
9-Kovara Pirs,hejmar:31-32/R: 40.Celadet çeliker.
10-Kovara Hawarê.
11-Kovara Hawarê.
12-Kovara Hawar, hejmar1/R:5.
13-kovara Hawar,hejmar:2 /R:17-18.
14-Kovara Hawar,hejmar:3/R:24.
15-kovara Hawar,hejmar:6 /R:6.
16-kovara Hawar,hejmar:8 /R:9.
17-Rêzimanê Kurdî,Dr.Kamîran Bêkes/ R:4.
18-Reşîdê Kurd wek duçeng bi nav dike.
19-Kovara Pirs, hejmar:31-32/R:43.
20-Kovara Pirs, hejmar20/R:22.
21-Samî Tan, Rêzimana Kurmancî/R:50
22-Dr.Kamîran Bêkes,Rêzimanê Kurdî/R:50
23-Samî Tan,Rêzimana Kurmancî /R:379.
24-Bahoz Baran-Mîkaîl Bilbil, Rastnivîsa Kurmancî/R:124.
25-Berzo Mehmûd, Rênivîsa peyva kurdî /R:129.
26-Bahoz Baran-Mîkaîl Bilbil , Rêzimana kurmancî /R:129.
27-Arif Zêrevan, Bingehên rastnivîsandina Kurdiyê/R:67.
28-Arif Zêrevan,Bingehên Rastnivîsandina Kurdiyê/R:67.
29-Bi giştî ,di derbarê vê mijarê de wek jêder (Elfabeya Kurdî û bingehên giramera Kumancî(Celadet Bedirxan)+Rêzimana kurmancî(Samî Tan) min girte dest .
30-Celadet Bedirxan, Elfebeya Kurdî û bingehên Giramera kurmancî.
31-Samî Tan, Rêzimana Kurmancî.
32-Kovara Hawar, hejmar:5 /R:6
33-Kovara Hawar, hejmar: 6 /R:7.
34-Bi giştî ,di derbarê mijara xalbendiyê de min tenê pirtûka /Rêzimana kurmancî/ ya Samî Tan û pirtûka /Rêzimana Kurmancî/ ya Bahoz Baran û Mîkaîl Bilbil girte dest.
35-Samî Tan, Rêzimana Kurmancî/R:383.
36-Rêzimana Kurmancî , Bahoz Baran-Mîkaîl Bilbil/R:133.
37-Rêzimana Kurmancî, Bahoz Baran-Mîkaîl Bilbil /R:133.
38-Rêzimana Kurmancî, Bahoz Baran-Mîkaîl Bilbil /R:134.
39-Rêzimana Kurmancî, Samî Tan /R:365.[1]
این مقاله بە زبان (Kurmancî - Kurdîy Serû) نوشته شده است، برای باز کردن آیتم به زبان اصلی! بر روی آیکون کلیک کنید.
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
این مقاله 1,377 بار مشاهده شده است
هشتگ
منابع
[1] سایت | کوردیی ناوەڕاست | wejeyakurdi.site123.me
آیتم های مرتبط: 14
زبان مقاله: Kurmancî - Kurdîy Serû
تاریخ انتشار: 15-11-2018 (6 سال)
زبان- لهجە: ک. شمال ح. لاتین
نوع انتشار: دیجیتال
نوع سند: زبان اصلی
کتاب: تحقیقات
کتاب: زبانی
کشور - اقلیم: کردستان
فراداده فنی
کیفیت مورد: 99%
99%
این مقاله توسط: ( سارا کاملا ) در تاریخ: 26-08-2022 ثبت شده است
این مقاله توسط: ( راپر عثمان عوزیری ) در: 26-08-2022 بازبینی و منتشر شده است
این مقاله برای آخرین بار توسط: راپر عثمان عوزیری در 26-08-2022 بروز شده است
آدرس مقالە
این آیتم با توجه به استاندارد كوردیپیدیا هنوز نهایی نشده است و نیاز بە بازنگری متن دارد.
این مقاله 1,377 بار مشاهده شده است
فایل های پیوست شده - ورژن
نوع ورژن نام ویرایشگر
فایل عکس 1.0.130 KB 26-08-2022 سارا کاملاس.ک.
کوردیپیدیا پر اطلاعترین منبع اطلاعاتی کردی است!
زندگینامە
شاهزاده خورشید
تصویر و توضیحات
قبر حسین کوهکن
زندگینامە
سوسن رازانی
تحقیقات مختصر
پس از کردها نوبت بختیاریهاست!
اماکن باستانی
کتیبه تخت خان
تصویر و توضیحات
گروهی از مبارزان کرد در مهاباد در سال 1983
تصویر و توضیحات
ورود افراد باشلوار کردی ممنوع
کتابخانه
دریاچه شاهی و قدرتهای بزرگ؛ پژوهشی در کشتیرانی دریاچه ارومیه (عصر قاجاریه)
تحقیقات مختصر
امارت عزیزان جزیری کردی
زندگینامە
هلیا برخی
تصویر و توضیحات
سمکو همراه با سورمە خواهر مارشیمون و نیکیتین سفیر روسها
تصویر و توضیحات
حاج رحیم خرازی همراه با همسر و فرزندانش
اماکن باستانی
قلعه اسماعیل خان
زندگینامە
سارا خضریانی
کتابخانه
افسانەهای لری
زندگینامە
قادر فتاحی قاضی
زندگینامە
روژین دولتی
اماکن باستانی
قلعه قیران
زندگینامە
نظامی گنجوی
تحقیقات مختصر
نگاهی به داستان پیدایش روح و ماشیاخ سوشانس
تحقیقات مختصر
ایزد بل (بعل)
زندگینامە
هانا وکیل
اماکن باستانی
گوردخمه صحنه
اماکن باستانی
گورستان‌ كان‌ گنبد
زندگینامە
عمر مصلحتی بیلوکه
کتابخانه
تذکره امرائی؛ گلزار ادب لرستان
کتابخانه
جغرافیای لرستان
تحقیقات مختصر
یادداشتی دربارەی داستان کوتاە جشن خنوکا
زندگینامە
جمشید عندلیبی
کتابخانه
دیوان آصفی هروی 853 - 923 ﮪ.ق

واقعی
شهدا
ژینا امینی
22-09-2022
شادی آکوهی
ژینا امینی
زندگینامە
بکر پشدری
17-04-2023
شادی آکوهی
بکر پشدری
زندگینامە
کاردو جبار عبدالله
21-04-2023
شادی آکوهی
کاردو جبار عبدالله
اماکن
سقز
09-04-2024
شادی آکوهی
سقز
زندگینامە
سرهاد اسماعیل بیسو
13-04-2024
سارا سردار
سرهاد اسماعیل بیسو
موضوع جدید
زندگینامە
صلاح فندی حسین
24-04-2024
سارا سردار
زندگینامە
سراب عاشور عمو
24-04-2024
سارا سردار
زندگینامە
سهران یوسف خشمان
24-04-2024
سارا سردار
زندگینامە
سمیرا خودیدا خلف دربو
23-04-2024
سارا سردار
زندگینامە
سمیرە حمد تمر خلف
23-04-2024
سارا سردار
زندگینامە
سندرە سلیمان قاسم
23-04-2024
سارا سردار
زندگینامە
سمیر یوسف کرنوس علی
23-04-2024
سارا سردار
زندگینامە
سلوی قاسم علی
23-04-2024
سارا سردار
زندگینامە
سلیم حسین احمد
23-04-2024
سارا سردار
زندگینامە
سلیم علی سلیمان بشار
23-04-2024
سارا سردار
آمار
مقالات 517,403
عکس ها 105,687
کتاب PDF 19,151
فایل های مرتبط 96,393
ویدئو 1,307
کوردیپیدیا پر اطلاعترین منبع اطلاعاتی کردی است!
زندگینامە
شاهزاده خورشید
تصویر و توضیحات
قبر حسین کوهکن
زندگینامە
سوسن رازانی
تحقیقات مختصر
پس از کردها نوبت بختیاریهاست!
اماکن باستانی
کتیبه تخت خان
تصویر و توضیحات
گروهی از مبارزان کرد در مهاباد در سال 1983
تصویر و توضیحات
ورود افراد باشلوار کردی ممنوع
کتابخانه
دریاچه شاهی و قدرتهای بزرگ؛ پژوهشی در کشتیرانی دریاچه ارومیه (عصر قاجاریه)
تحقیقات مختصر
امارت عزیزان جزیری کردی
زندگینامە
هلیا برخی
تصویر و توضیحات
سمکو همراه با سورمە خواهر مارشیمون و نیکیتین سفیر روسها
تصویر و توضیحات
حاج رحیم خرازی همراه با همسر و فرزندانش
اماکن باستانی
قلعه اسماعیل خان
زندگینامە
سارا خضریانی
کتابخانه
افسانەهای لری
زندگینامە
قادر فتاحی قاضی
زندگینامە
روژین دولتی
اماکن باستانی
قلعه قیران
زندگینامە
نظامی گنجوی
تحقیقات مختصر
نگاهی به داستان پیدایش روح و ماشیاخ سوشانس
تحقیقات مختصر
ایزد بل (بعل)
زندگینامە
هانا وکیل
اماکن باستانی
گوردخمه صحنه
اماکن باستانی
گورستان‌ كان‌ گنبد
زندگینامە
عمر مصلحتی بیلوکه
کتابخانه
تذکره امرائی؛ گلزار ادب لرستان
کتابخانه
جغرافیای لرستان
تحقیقات مختصر
یادداشتی دربارەی داستان کوتاە جشن خنوکا
زندگینامە
جمشید عندلیبی
کتابخانه
دیوان آصفی هروی 853 - 923 ﮪ.ق

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| تماس | CSS3 | HTML5

| مدت زمان ایجاد صفحه: 0.375 ثانیه