DI MEM Û ZÎNÊ DE HUNERÊN MECAZ
Osman Aslanoğlu
Ehmedê Xanî, yek ji helbestvanên navdar ên wêjeya Kurdî ya klasîk e. Wî ji bo Kurdî berhemên pir hêja dane. Mem û Zîn berhema wî ya herî girîng e û ew ji gelek alîyan ve xwedîyê nirxeke bilind e. Mesnewîya Mem û Zîn’ê berhemeke evînî ye û ji bo îsbata qabiliyeta zimanê Kurdî ya di qada wêjeyê de hatiye nivîsîn. Bi vê armancê ji bo nîşandana asta zimanê Kurdî, Xanî ew berhem bi gellek hunerên wêjeyî xemilandiye. Mijara xebata me jî cureyeke hunerên wêjeyî ye. Em ê li ser hunerên mecazî bisekinin ku ev cure ji çar cureyên hunerî ye. Hunerên mecazî têkildarê şibandinê ne. Di hunerên mecazî de bi awayên cuda şibandin heye. Di vê çarçoveyê de jî em ê li ser 6 hunerên mecazî bisekinin. Tespîtkirina wan huneran û nasîna wan, ji bo têgihîştina nirxa vê berhemê dê bibe pêlikek.[1]
This item has been written in (Kurmancî - Kurdîy Serû) language, click on icon
to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 1,494 times