Navê pirtûkê: DÎROKA KURDISTANÊ
Navê nivîskar: Medyar
Cihê çapkirina pirtûkê: Efrîn
Navê çapxaneyê: Ji Weşanên SZK
Sala çapê:2014
DÎROK ÇI YE
Dîrokeke şaş rast nayê jiyan kirin. Ên ku dîroka xwe ya azadiyê rast nenivîsînin, nikarin rast jî jiyan bikin.Dîrok, di wateya giştî de zanisteke ku rabirdûya mirovahiyê û avabûna gerdûnê heta hatina roja
me ya îro bi me dide nasîn e. Ji beşê zanistê yê bûyer û pêşveçûnên di navbera komên mirov û civakan de çêbûyî, bi diyarkirina cih û dem û peywendiyên sedem, encam, çêbûn û avabûnan lêgerîn û lêkolîn dike re “dîrok” tê gotin. A. Ocalan dibêje: “Fêmkirina rojê fêmkirina dîrokê ye. Dîrok di roja me de, em jî di destpêka dîrokê de veşartîne.” Di wateyeke din de dîrok pevçûnên di navbera gûhartin û berdewamiya jiyanê de ye. Dîrok ji dûh ber bi îro ve, ji îro ve jî ber bi sibê ve diherike.
GIRÎNGIYA FÊRKIRINA DÎROKÊ
“Heqîqat evîn e, evîn jiyaneke azad e” lêgerîna jiyaneke azad di xwezaya mirov de heye, bê dawiye û bêbirang e. Encax di vir de ji bo encam bi destxistinê diyarker rêbaz e. Lewre bi rêbazeke şaş mirov nagihêje encameke rast. Encax bi rêbazeke rast mirov dikare encameke rast bidest bixe.[1]
Lees het boek: DÎROKA KURDISTANÊ
Aantal keer gedownload:
300 Wij willen graag alle schrijvers, vertalers en uitgevers het verzoek doen om ons te informeren waneer ze niet mee eens zijn dat hun boeken via Kurdipedia gedownload worden.
Dit item werd in het (Kurmancî - Kurdîy Serû) geschreven, klik op het pictogram
om het item te openen in de originele taal!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dit item is 1,661 keer bekeken