ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 517,440
画像 105,710
書籍 19,160
関連ファイル 96,448
Video 1,307
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
XWEDA XWEZA EZDA: ÊZIDÎ -2
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

XWEDA XWEZA EZDA

XWEDA XWEZA EZDA
Nivîskar û lêkolerê navdar destbi rêzenivîseke ser
dînê êzdayetîyê kirîye û wê beş bi beş ji malpera me ra bişîne.
Em sipasîya wî zaneyê dînê kurdan yê kevinare dikin û bi
xwendevanên malpera me ra tevayî li benda dûmayîka vê nivîsa delal in.
Fermo, îro beşa wê a duduyan bixwînin.

…Ji bo #Êzdîyan#, heft pîrozîyên wan henin: raz, gotin, giyan, ax, av, ar û ba. Dibêjin: raz, gotin e. Û gotin jî pîroz e. Raz, bi riya gotinê ji bawermendên êzdî re nazil bûye. Lema jî divê ew raz, li dîwarê dil were kolandin. Herwiha, tenê bimîne li ser zimanê şîrîn. A ji ber vê yekê ye, li ser rûkala vê dinyalikê, ti kes bi qasî êzdîyan nikarin ew çend ji dil, dia ji Xweda re bikin.
Gava bawermendekî êzdî destê xwe li ber Xwedê vedigre, dest bi dia û dîrozan dike, gotin dibe şîr, dibe şerbet, ji devê wan diherike. Erdê stewr ê qeraç, hildinepişe. Paşê terr dibe, herwiha ji havênekî xwedayî avis digere. Bizrê giha, tovên dexl, dendikên mêweyan dibişkuvin û bi stuxwariyeke minetdar hustê xwe ji malzaroka dayika axê hildikşîne der. Demsal, vedigerin rengê biharê. Bi kurtasî yekuna xwezayê radibin govenda semayê û li ber gotinên dîroza êzdîyan ên sêhrawî, bi cizbê dikevin. Darê erbanê, li ser destê jineke ciwan a êzdî direqise. Kofiya serê xwe ya nola tara erbanê, wanî bi lêdana erbanê re dihejîne. Kalemêrek jî, serê bilûreke darînî, nola serê marmasiyekî datîne li ser lêva xwe ya qelişî û bi simbêla xwe ya gijolî, devê bilûrê dinixwumîne. Û heta jê tê henaseya xwe ya pîroz, dipifîne bilûra dem û dewranan. Raz û gotin tevlihev dibe, bi guvîniyeke sêhrawî ji bilûrê dikişe.
Rêûresmê ayînî ya kurdên êzdî, bi kurdiîyeke xas-xaşêlî a şeydayî, tê pêşkêşkirin. Gava meriv xwe di nava rêûresmeke wanî de dibîne, meriv jî bi wan re bi cizbê dikeve û di deriyek/dergahek zerengî re, daxilî cîhana wan a sêhrawî dibe. Hingê, meriv naxwaze nistî betal bibe û meriv ji wê xewnê şiyar bibe.
De ni min li jor anî ziman. Di bîrûbaweriya kurdên êzdî de, raz heye. Raz jî, gotina kilamê ye. Kilamên wan jî, kilamên qedîm, ango kilamên dêrîn yên dem û dewrana ye. Roja Xweda li durrê hêkînî qîrîya û durr teqiya. Tedît ew teqîna gewre ya ku di dema nûjen de jêre dibêjin “Big Bang”. Paşê di dînê îslamê de, bi zimanê erebî ji wê rojê re gotin “qal-û bela”. Kî çi zane. Dibe ku ev gotina “qal” ji peyva “kilam” an jî ji gotina “kal” a kurdî tê. Hasilî(kilam). Piştre dê ev mercên pîroz, derbasî dînê Peyamber Hz. Zerdeşt jî bibe. Çawa dibêje: “Homata, Hohta, Howarşta” Ango: ramana pak, gotina pak û kiryarên pak. Bi zelal tê dîtin ji van her sê ferzên Zerdeştîyê yek jê, gotin e. Wekî din dîsa di Încîla Yûhenna de, di hevoka yekem de qal dike, dibêje: “di destpêkê de peyv hebû. Peyv bi Xwedê re bû û peyv bi xwe Xwedê bû.”
Vebêja gotina kilamê, bila heram be di ser lorandina qewalekî êzdî re… nalîna wan tên ji êş û azarên wan bi salane ferman di serê wan de tên. Birînên vî miletê ji Adem û virve her li ser vê axêne, ti car nekewiyane; birînên wan her cedewî û şil in. Carna jê cihê birînê namînin di laşê wan de; vêca birîn vedibin di hundurê birînê de. Birînên di canê wan de, ji derba tirk û erebên sunî ne. Birîna di hundurê birînên wan de jî vedibin, birînên kurdên berê êzdî, lê paşê bi darê zorê hatinin musulmankirin in.
Ez dixwazim mijara birîna di hundurê birînê de hinekî li şeh bixînim, ji hev veçirînim û ji we xwînerên ezîz re pêşkêş bikim. Dengbêj û vebêjerên zêmarbêjan dibêjin: “di serdema Zor Temîr Paşayê Milî û Dewrêşê Evdî de, du kesên bi navê Hemê û Kenhê hebûn. A vana birayên hev bûn û her du jî egît bûn. Osmaniyan doza leşkeriyê li êzdiyan kiribû. Êzdiyan jî sond xwaribûn bi sondên giran, ew ê cilên teng li xwe nekin û kumê fîno (fes) nedin serê xwe. Ji ber vê yekê, dîsa fermaneke reş li êzdiyan radikin. Dinya dibe erdê eresatê û li ser serê wan dibe tara bêjingê. Hemê û Kenhê, gelek kumê fîno yê leşekên Osmanî bê xwedî dihêlin. Di şerrekî ji wan şerrên giran de, Hemê tê kuştin, Kenhê jî dîl dikeve. Wî dibin li çarşiya Rihayê digerîne û ji bo wî bê rûmet bikin, bang dikin dibêjin: hooo gelîno! Ev e yê bizinên cîranên xwe didizî! Ev e yê diket pînika xelkê û mirîşkên wan didizî! Binerin bê em çi tînin serê wî!”
Dibê hingê Kenhê gotiye: “lawo min di devê bavê we ni..no, çima hûn derewa dikin lawo! Rast bibêjin kurro! Bibêjin yê rima xwe xist devê topê ev e. Yê serê leşkerê osmanî jêkir ev e. Lawo ma çima hûn van derewan dikin!”
Kinhê dibin dixin zîndanê. Dibêjin Kenhê ji yê li ber devê zîndanê re gotiye: “lawo min berde ew ê min darve bikin. Min berde. Heft kerî pezê min hene. Nîvî ji min re, nêvî ji te re.”
Ê zîndanvan dibêje: “na.”
Dibêje: “lawo çar gundê min hene. Ez û tu bi nêvî.”
Dîsa dibêje: “na.”
Kenhê dibêje: “Şarê, xwûşka min e. Ez ê wê bidim te bi qewl ê resûlê xwedê. Law ew ê min darve bikin.”
Dibêje zîndanvan dîsa dibêje: “na.”
Kenhê dibêje: “tu bi xwedêke, ez ê pirsekê ji te bikim. Gelo tu berê ne êzdî bû?”
Zîndanvan dibêje: “belê.”
Kenhê dibêje: “wele tu min bernade.”
Xwînerên ezîz, dîlgirtina Kenhê ya ji hêla neyaran ve, birîn e. Zîndanvanê, dînê xwe berê êzdî bû û nola zebeniyê devê dojehê xwe dabû devê deriyê zîndana Kenhê jî, birîna di hundurê birînê de ye. Gelo ew ê ev birîn bi çi awayî bikewe? De ka ji kerema xwe, yek ji we merhemekê bibînin ji vê birînê re!
Heftê û du fermanên berê, yên bi serê êzdiyan de hatibûn, cîhan jê bêxeber bûn. Loma jî, destên xwe didan li ser devê birînên xwe, tîna xwe di xwe de radigirtin û tenê ji devê dengbêj û zêmarbêjan ve dihate lorandin. Hingê, hindik bûya jî jana dilê kovan, puxte dibû. Le gelo, ev fermana heftê sêyemîn ya li ber çavê yekuna alemê qewimî û yekuna dengbêj û zêmarbêjan lal kirin, êdî kî dikarin li ser vê janê binuhurîne?

TEŞÛB – TEÎŞEBA; TÛJ-BA
Xwînerên ezîz. Min di xeleka yekemîn de gotibû: cara pêşîn Xweda bi zimanê kurdî, bi bavê Adem re kêlimî ye. Ev çi Xwedayê di kitêbên pîroz de hatiye qalkirin, çi jî yezdanên di kevalên Somerran de hatiye qalkirin. Bi her rewşê, her ew bi kurdîyeke xas-xaşêlî kêlimîye. Herwiha alhilgirê zimanê kurdiya xas-xaşêlî jî, kurdên resen yên êzdî ne. Xêrnexwazan jî, aha bi vê rastiyê baş dizanîbûn û bi vê xezebê ferman li wan rakirine.
Hooo wînerê ezîz! Ji kerema xwe, xwendina xwe bikudînin. Hûnê bibînin go ez ê ji we re van angaştên xwe yên li jor, piştrast bikim. Fermo!
Di kevalên Hittîtiyan de, qala seryezdanê Xorrîyan/Horrîyan yê bi navê Kûmarbî dikin, dibêjin: Kûmarbî, lawê Yezdan Anû û bavê Yezdan Teşûb/Teîşeba ye. Kûmarbî, dixwaze textê bavê xwe wergerîne û ew bibe pêşawa. Bavê wî Anû, ji ber Kûmarbî direve û dixwaze bifire here Nîbûrû (Nîbûro, bi somerrî tê wateya borîn ango borandinê. Ango bi kurdîya xas-xaşêlî: nû-borî). Lê, Yezdan Kûmarbî li hewa bi lingên Anû digre û organê wî yê zayendî gez dike. Piştre Kûmarbî tifî erdê dike. Ji wê rewşê, ax ducanî dibe û sê zarok çêdibe. Yek ji wan zarokan Yezdan Teşûb/Teîşeba ye. Yezdan Teşûb/Teîşeba mezin dibe û êdî ew textê bavê xwe werdigerîne. Bi vî awayî ew dibe Seryezdanê Xorrîyan.
Beriya niha sê hezar û 600 sal berê Hîtîtiyan jî, Teşûb wekî seryezdan dihebînin û roliyefeke niwaze li ser zinarên Hattûşayê diniqirînin.
Piştî hilweşandina Hitîtiyan, vêca li nava welatê Ûrartûyan, navê Teşûb dibe Teîşeba û wekî yezdanê ba, bahoz û baranê tê hebandin. Teşûb jî, Teîşaba jî, tê wateya bayê tûj.
Heke bala we lêbe. Ev xelek ji Somerran destpêdike, heta Xorrî, Hitît û Ûrartûyan berdewam dike. Heman bawerî û heman kevneşopî.

XWEDAYÊ MEZIN Û YEZDAN XALTÎ
Ûrartû, navekî ji hêla Asûran li wan hatibû kirin. Ew bi xwe paşhatiyên Xorrîyan bûn û ji xwe re digotin, Xaltayî. Bi hizra min, reha navê Xalta, ji navê Xweda tê. Lewra piştî paşhatiyên Xorrîyan, dewleteke hêzdar li derdora Wanê avadikin, navê seryezdanê xwe dikin Xaltî. Ango tê famkirin ku beriya hingê jî, wan ji afirînerên xwe re gotinin Xweda. Bi vî awayî em li ber dikevin, Xaltî dibe Seryezdanê wan yê neteweyî. Teîşeba, Şevînî û yezdanên din jî, dikevin rista ferîşteyên sereke. Ev hemû li ser Deriyê Mehîr yê Yezdan Xaltî, niqirandî û mezbût e. Ev rewşa xweşguzariyê ya xelkên Xaltayî, tibabekî dikudîne.
Lê nola dibêjin, çerxa felekê timî rast nagere. Rojek tê Asûrên hov, sîxwırekî xwe yê bi navê Sanherib, di nava Ûrartû/Xalîyan de bi cîh dike. Li hêla din jî, Asûr bi Skîtan re tifaqeke nebixêr digerînin.
Rojekê li ber êvarê, Asûr û Skîtî bi hev re vedigrin ser welatê Xalta û komkujiyeke kesnedîtî pêktînin. Xwarinên wan li ser kuçik dimînin. Dayikên şîrda, di ser dergûşên xwe de diqulupin û can didin. Pitikên wan jî di bin pêsîrên tiştîrî de difetisin. Ger hûn ji min bipirsin, ev e fermana cara yekemîn, ya Kurdê êzdîyên Xaltayî.
Du hezar û 600 sal berê, dewleta Xaltayî hildiweşe û xelkên Xaltayî dimînin bê pergal. Lê ev gelê dêrîn, nola giha firîzê ti car naqele û heta roja me ya niha jî, ev gel di bin sîwana eşîreke bi navê Xalta, hebûna xwe diparêze.
Heta nêzî sed sal berê jî, bi sedan gundên wan, bi hezaran jî malên êzdiyên Xaltayî hebûn. Devera Xaltayî lê dijîyan, jêre digotin welatê Xalta. Ji Serhedê bigre, heta deşta Bişêriyê – Kevanê Qîrê, ji derdora Çinara Amedê bigre, heta derdora Wêranşar, Pîrsûs, Kobanê, û heta derdora çiyayê Kurmênc, Xaltayî lê dijîn, lê dijiyan. Çi xebînet, niha stêrka Kurdên resen naçirise.
Min bihîst ji heyşt gundên wan yên şên, çend mal lê henin. Ev her heyşt gund jî, li herêma Xerza ye. Gundê herî şên, gundê Hemdûna ye û şeş mal lê hene. Hin gund du mal, hin jî malek lê heye. Tew digotin li gundê bi navê Çinêrya, tenê kalemêrekî heyştê salî, çikîtena serê xwe lê dijî.
Hooo zêmarbêj! Ê de Strana kalemêrê bi tenê biqîre lo. Ma qey tu yê strana qulingê baskşikestî, xezala kulek li dû hogiran mayî, bihêle ji xeleka tê re?[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは1,246表示された回数
HashTag
ソース
[1] | کوردیی ناوەڕاست | krd.riataza.com
リンクされたアイテム: 28
グループ: 記事
Publication date: 15-08-2022 (2 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 文学
ブック: 履歴
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( سارا ک 19-08-2022上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( ئاراس حسۆ ) på 19-08-2022
最近の( ئاراس حسۆ )によって更新この商品: 19-08-2022
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは1,246表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.1163 KB 19-08-2022 سارا کس.ک.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 517,440
画像 105,710
書籍 19,160
関連ファイル 96,448
Video 1,307
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.297 秒(秒) !