پەرتووکخانە پەرتووکخانە
گەڕان

کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!


بژاردەی گەڕان





گەڕانی ورد      کیبۆرد


گەڕان
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆمارکردنی بابەت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
ئامرازەکان
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
زمانەکان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
هەژماری من
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
گەڕان تۆمارکردنی بابەت ئامرازەکان زمانەکان هەژماری من
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بابەت بەهەڵکەوت
 چالاکییەکانی ڕۆژی
 ڕێساکانی بەکارهێنان
 ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 بیروڕاکانتان
 دڵخوازەکان
 کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
 یارمەتی
بابەتی نوێ
ڤیدیۆ
هاووڵاتییەک جەژنی ڕەمەزان و قوربان هی من نییە هی عەرەبە و جەژن ناکەم
22-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ڤیدیۆ
فەرهاد پیرباڵ؛ میز بە هەموو شتێکی تورکیا داکەن
22-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
ئەشکەوتی بەکرێگیراوان
22-04-2024
زریان عەلی
وێنە و پێناس
قەڵای هەولێر بە ئاڵای تورکی داگیرکەر و فاشیست داپۆشرا!
22-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
عەبدولکریم یونس
22-04-2024
زریان سەرچناری
پەرتووکخانە
شێخی مەزن
21-04-2024
زریان سەرچناری
پەرتووکخانە
ناودارانی گەرمیان؛ بەرگی 01
21-04-2024
زریان سەرچناری
ژیاننامە
عەبدولکەریم بەرزنجی
21-04-2024
زریان سەرچناری
پەرتووکخانە
کوورتەیەک لە ژیانی هێمن موکریانی
20-04-2024
زریان سەرچناری
ڤیدیۆ
لاواندنەوەی شێرکۆ بێکەس بۆ ئەنفال
20-04-2024
شادی ئاکۆیی
ئامار
بابەت 517,088
وێنە 105,458
پەرتووک PDF 19,107
فایلی پەیوەندیدار 96,122
ڤیدیۆ 1,290
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
24-04-1974
ژیاننامە
دانا جەلال
ژیاننامە
مەلا ماتۆڕ
ژیاننامە
عەبدوڵڵا شاڵی
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
EBDUREHİM REHMÎ HEKARÎ Û (GAZİYA WELAT) 1
کوردیپێدیا، مێژووی ڕۆژ بە ڕۆژی کوردستان و کورد دەنووسێتەوە..
پۆل: کورتەباس | زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
بەشکردن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

EBDUREHİM REHMÎ HEKARÎ Û (GAZİYA WELAT) 1

EBDUREHİM REHMÎ HEKARÎ Û (GAZİYA WELAT) 1
EBDUREHİM REHMÎ HEKARÎ Û (GAZİYA WELAT) 1
Lêkolîner Sedat Ulugana ev gotara delal ji malpera me ra şandîye û hîvî dike, dibêje: -Eger hûn vê gotarê di malpera xwe da çap bikin, ez dê kêfxweş bibim.
Em him daxweza wî zaneyî pêk tînin, him jî sipasîya xwe jê ra dibêjin. Em hîvîdar in hûn ê jî jê ra bêjin sipas. Fermo, beşa wê a pêşin bixwînin û wek me lezetê jê bibînin. Beşa duduyan emê sibê çap bikin.
Dİ ÇERÇOVEYA MODERNİZM Û NETEWPERVERTİYA
KURDÎ DE EBDUREHİM REHMÎ HEKARÎ Û “GAZİYA WELAT”
Sedat Ulugana, lêkolîner
1.Destpêk
Rehmî Hekarî di sala 1890de li Elbaqê tê dinê. Qezaya Elbaq ji aliyê îdarî ve, di wan salan de bi sencaxa Hekarî ve girêdayî bû, ku Hekarî jî wê demê Wanê ve girêdayî bû. E. Rehmî dibistana sereke li Elbaqê û ya navendê jî li Wanê di dibistana Darulmuallimînîyê de dixwîne. di vê navberê de, di ber de medresaya dînî de jî ferî dersên olî dibê ku ji ber vê yekê zimanên Erebî û Farisî jî baş hîm dibe. Di dawiya medreseyê de ji Seyîd Taha Arvasî îcazetê distîne. Di van salan de li Wanê Seîdê Kurdî dinase. panzdeh an jî şanzdeh saliya xwe de ji Wanê derdikeve û diçe Stenbolê. Dike ku li wir beşa Îlahîyatê bixwîne. Lê zêdetir,xwe di nav xebat û hewildanên sîyasî û edebî de dibîne. Di van salan dest bi nivîsandina helbestan dike da ku helbestên wî, yê di salên bê de him di kovara jînê de û him jî serbixwe wek rêzepirtûk yên bi navên Gaziya Welat de werin çapkirin. Tê zanîn ku di sala 1908an de li Stenbolê şoreşa Jun Turkan pêk tê û Ebdulhemît ji text tê peyakirin. Rewşa împeratoriyê ya sîyasî veduguhere. hêzên nû tên avakirin. têgehên modern yên wek demokrasî, milet, wekhevî, Azadî, pêşketin perwerdehiya ilmî, zanîst li her deverên împaratoriya Osmanî belav dibin ku kurd jî di bin bandora van têgehan de dimînin. Di van salan de rewşenbîr û xwendevanên kurd yên ku li stenbolê dimînin an jî dijîn dikevin di nav hewildanan ûdi sala 1912an de Komela Xwendevanên kurd ya bi navê Hêvî-Kürd Talebe Cemiyeti yê ava dikin. Weşana Hêviyê jî kovara bi navê Rojî Kurd e ku tenê 4 hejmar tê çapkirin
Di destpêka Şerê Cîhanê yê Yekemîn de vedigere Kurdistanê. Dema artêşa ûris devdora Wan û Bitlîsê dagirber dike, E. Rehmî, Bedîuzzeman Seîdê Kurdî tevî alayên eşîretan ve li hemberî artêşa ûris şer dikin. Di dawiya şerekî de gruba ku E. Rehmî Hekarî jî tê de ne têk diçe û dîl dikeve. sal 1915 e. Piştî dîlketinê wî dibin Bakûyê û girava bi navê Nargîn ya di orta behra Xezarê de digrin. Ebdurehîm Rehmî, di kampa hêsîran de jî dest ji nivîsandinê bernade, wekî din di kampê de ferî zimanên rûsî û almanî jî dibe. Di van rojan de pîyesa bi navê Memê Alan dinvîsê û çap dike. Tê zanîn ku ev pîyes, di edebiyata kurdî ya nûjen de yekem pîyesa nivîsandî ye. E. Rehmî di kampê de wek sal nîvekî dersên zimên û olî dide zaroyên hêsîran. Piştî sal nîvekî ji kampê direve û diçe Bakûyê. Dema ku di sala 1917an de di erdnigariya împaratoriya rûsyayê de şoreşa Oktoberê (bolşevîkan) pêk tê û hukumeta ûris ji şer vedikişe, E. Rehmî jî tê azadkirin. Ebdurehîm Rehmî Hekarî, havîna di sala 1918an de li Stenbolê ye. E. Rehmî di nivîsa xwe ya bi navê Van Ne Haldedir?(1) (Jîn, hejmar 12) dîyar dike ku wî di qada şer de 2 sal û li hêsîrtiyê de (di zîndanê de girtî – di nexweşxaneyan de wek nexweş-birîndar) jî 3 sal derbas kiriye. Di jêrenota helbesta xwe ya bi navê Zozan (Gaziya Welat, cild II. “kitêba duyem”) de dîyar dike ku ew piştî esareta xwe ya Bakûyê, li Kurdistanê gerek pêk aniye ku 11 Îlon 1919an (rûmî 29 tebax 1335) de li zozanekî Elbîstanê bûye mêvanê eşîra Sînemîlî. Ji jêrenotê em fehm dikin ku di vê gerê de E. Rehmî ne tenê ye. Di heman dîrokê de serleşkerê îngîlîzî Edward William Charles Noel yê ku ji bo damezirandina Kurdistaneke otonom a di bin mahîyeta îngîltereyê de, hatibû peyvirdarkirin jî li wê deverê bû. E. W. Charles Noel di heman demê de saloxgêr jî bû. Ji bo vê peyvirê di tîrmeha sala 1919an de diçe Stenbolê û demekî li vir bi Komela Tealî ya Kurd re hevdîtinan pêk tîne. Li gor nameyên fermî yên îngilizan, E. W.Charles Noel û rewşenbîrên kurd yên di komeleyê de cîh digrin, ji hev cûda derbasî Kurdistanê bûne û ji bo rêxistineke têr, kar dikin. Her weha Hemzayê Muksê jî li hêla Mêrdînê di nav gel de karên propagandayê pêk diani. Li gor belgeyên tirkan, Celadet û Kamiran Elî Bedirxan li Helebê bi E. W. C.Noel re hevdîtin pêk anîne ku em dîsa dibînin di vê navberê de jî E. Rehmî li Helebê ye. Em vê yekê ji jêrenota di bin helbesta wî ya bi navê Wuslet fêr dibin ku dîrok jî (rûmî 9 Tebax) 22 Tebax 1919 e.İhtîmaleke mezîn, E. Rehmî Hekarî ji bo Kurdistaneke serbixwe ketibû di nav karên tevgerê û hewildanan.
Piştî şerê cîhanê împaratoriya Osmanî ji hev parçe parçe bûye, gele netew je veqetiyane û ji xwe re komarên nû ava kirine. Kurdistan ji ber ku gera şer bû, bêtir hatiye talankirin, şewitandin û nişteciyên wê jê hatine avêtin. Kurd, di nav nexweşiyê, xîzaniyê, bêderfetiyê, esaret û cehaletê de nin. wekî din nêzî çend milyon kurd jî bûne koçber ku di nav mercên pir xeter de nin û li hemû bajarên rojava, navîn û başûrên tirkiyê belav bibûn. Di van rojên xerab de rewşenbîrên kurd yên ku li stenbolê dimînin, dîsa dikevin di nav tevgerê. Çend meh şûn di heman salê de (1918) Komeleya Pêşketinê ya Kurdan a bi navê (Kürd Teali Cemiyeti) tê avakirin. weşana cemîyetê jî kovara Jîn e. di nav nûnerên vê cemîyetê de dîsa Ebdurehîm Rehmî heye. Rehmî yê di Jînê de zêdetir yê helbestan binvîse û di van nivîs û helbestên xwe de gaziya yekbûnê, Kurdistaneke azad û serbixwe bike û gazindên koçberên kurd bîne ziman. Demekî şûn de (di sala 1920an de) komel ji ber ramanên cûda yên serokê komelê Seyîd Abdulqadir dibe du çiqan. Ji ber ku Seyîd Ebdulqadir Kurdistaneke serbixwe naxwaze, ew tenê ji bo Kurdistan û kurdan muxtariyetê (xweserî) dixwaze. Ji ber vê yekê
komek ronakbîrên kurd ku tê de E. Rehmî Hekarî jî hebû, ji Kamelê vediqetin û komeleke bi navê (Kürd İçtimaî Cemîyetî) Komeleya Cîvakî ya Kurdan ava dikin. E. Rehmî xebatên xwe yên ji bo Kurd û Kurdistanê vê carê jî di vê komelê de didomîne.
Çawa ku di rûpeleke Gaziya Welat cildê yekem de hatiye dîyarkirin ku heya sala 1919an, sê (3) berhemên wî (Garip Çocuklara Ahlak Aşısı(2), Esir Bir Çocuğun Başına Gelenler(3), Eq’îda Kurdan) hatine çapkirin û heşt (8) berhemên wî jî (Memê Alan, Kürdçe Metod-pratîk(4), Gazîya Welat (cild 1), Dizginsiz İttikad(5), Din Dersleri(6), Mifta Xwendê, Dersa Din, Hakkari Lehçesinde Kürtçe Sarf ve Nahv(7) li ber çapê ne.
Piştî du salan, di sala 1920an de jîn li ser xesteka hukumetê tê girtin. di van her du salan de em dizanin ku E. Rehmî Hekarî helbestên xwe di bin navê Gaziya Welat de, di bin 4 cildî de tomar kiriye. Weki din, alikarî kiriye ku Mewlûda Kurdî, Mem û Zîn û Dîwana Melayê Cizîrî wek matbû hatine çapkirin.
Wek dawî mirov dikare bibêje ku têgihiştina E. Rehmî a modernîzmê têgihiştineke pragmatist bû. Berî her tiştî wî bi kurayî teoriya modernîzmê nizanibû. Bawermendekî hişk yê ola Îslamê bû. Ev bawermeniya wî her çiqas piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn hinekî sivik bibûjî, lê dîsa jî bi temamî neşkestibû. Lewma stargeha xwe di nav sînorên dewleta tirk de didît û bi destpêka pêvajoya damezerandina Komara tirk de dev ji sîyaseta kurdî û kurdolojiyê berda, bi awayekî lez adapteyê rejîma nû bû.E. Rehmî bixwe, bi rastî jî eyneya destpêka modernîteya Kurdî bû.
2.Helbestên Wî
Jîn (1918-1919)
Piştî damezirandina Kürd Teali Cemiyeti (Komela Pêşketinê ya Kurdan), Kovara Jînê di 7ê mijdara sala 1918an de dest bi çapê dike û heya Sermaweza (2 sermawez) sala 1919an çapa xwe didomîne. Di vê navberê de 25 hejmar tê çapkirin. Kovar ji aliyê naveroka xwe ve li gor demê dewlemend e. Kovar him kovareke edebî, him îlmî û him jî sîyasî ye. Memdûh Selîm, Ebdurehîm Rehmî Hekarî, Hemzayê Miksê, Hîlmîyê Sîwerekî, Kemal Fewzî, Ezîz Yamulkî, Kamûran Bedîrxan, Law(ê) Reşîd, Qazîzade Mistefa Şewqî, Qazîzade Latîf Zaxoyî, İhsan Nûrî (paşa), Abdulah Cewdet, Xelîl Xeyalî û hîn rewşenbîr û xwendevanên kurd di kovarê de nivîsên ku mijarên wan cûr be cûr in û helbestên mijarcûda nivîsîne. Di kovarê de hema bibêjin di hemû gotaran de texneya sîyasî, xwestina mafên kurdan û armanca hişyarkirina cîwata kurd heye. Prensîpên Wîlson, pirsgirêka cemîyeta hemalên Stenbolê (ku piraniya wan kurd bûn) di kovarê de tên nîqaşkirin, û xalên xelet tên rexnekirin. Wekî din, piştî Şerê Cîhanê Yê Yekemîn, wek tevahiya civak û gelên ku di binê pergala împaratoriya Osmanî de dijîn, kurd jî halekî pir xerab de nin. Şerên Rûs -Osmaniyan (ku qada şer serheda Kurdistanê bû) gelê kurd koçber kiriye û bajar, gundên kurdan xerab kirîye. Ev rewşa xerab di jînê de hema bibêje di hemû hejmaran de hatiye ziman. Piştî muterekeya Mondorosê, li parîsê ji bo rewşa kurd û ermeniyên şeş wîlayetên rojhilat yên Osmanî (Bitlîs, Wan, Erzirûm, Elezîz, Sêwaz, Amed) civîn dihatin didarxistin ku berdevkê kurdan yên ji bo parastina mafên kurdan Şerîf Paşa bû. Belkî jî yekem car bû ku di kovareke kurdan de, mafê Kurdistaneke serbixwe êdî bi dengekî bilind dihat nîqaşkirin, parastin. Ji ber vê yekê em di heman kovarê de wêneyên Şerîf Paşa dibînin. Kemal Fewzî, Law(ê) Reşîd, Hîlmîyê Sîwerekî li ser folklora kurdan rawestiyane ku di gotarên xwe de li ser dizî û tahrîpkirina Zîya Gokalp a folklora kurdî jî anîne ziman (Zîya Gokalp, çîrokên kurdên Amedê wek “Dede Korkut Hikayeleri” wedigerine zimanê tirkî). Li gor nivîskarên jînê, “cenabê Wîlson” mafê serbixwetiyê pêşkêşî netew û gelan dike, (ji xwe Împaratoriya Osmanî perçe perçe dibe) û Şerîf Paşa li Parîsê dewa mafê Kurdistanekî diparêze û dew dike, divê em jî cîwata kurd amade bikin, di her qadê de seferber bibin ku êdî dewleteke kurd yê bê avakirin. Lewma, xwendevanên kurd dîsa Hêvî-Kürd Talebe Cemiyeti (Komela Xwendewanên Kurd) yê ava dikin, jinên kurd jî Kürd Kadınları Teali Cemiyeti (Komela Pêşketinê ya Jinên Kurd) ava dikin (serokê wê Encum Xanim a Yamûlkî bû) Mafên hemalên kurd tên parastin, Mem û Zîn dîsa tê çapkirin. Divê kurd ji bo xwe êdî amade bin ; eve di vê derûniyê de Ebdurehîm Rehmî di Jînê de him gotaran û him jî helbestan dinvîse, Di nivîs û helbestên wî de hem rengê olî û hem jî rengê netewî hene. Yanî tahayûla E. Rehmî a Kurdistanê, Kurdistaneke Musulman e. Ew di xwe de moderniteya kurdiyeke (Kurdistaneke) misilman a hevdem dihewîne. Dema ku em bibêjin, di Jînê de Memdûh Selîm, milê kurdiya sekuler be, E. Rehmî milê kurdiya olî ye, lê ban Kurdistan û kurdî ye. Xwestekên wî, li hev temam dikin. metoda nivîs û helbestên wî dîdaktîzm e. Dike her dem tiştan bi kurdan bide fêrkirin, nasandin û dîyarkirin.
Yekem nivîsa pexşanî ya E. Rehmî di hejmara yekem de tê çapkirin ku navê nivîsê jî, Xewa Me ye. Di vê nivîsa xwe de E. Rehmî, li ser jiyana kurdan a rojane mînakan dide ku kurd di warê netewbûyîn û dewletbûyînê de di xeweke girande nin. E. Rehmî bi avayekî profesyonel, têkiliya jiyana kurdan a şivani, xwedîkirina pezan û di derengmayiya kurdan a di warê moderniteya hemdemî çê dike ku li gor wî, “nimêja sibehê li kurdan derbas bûye” hema nebe divê “nimêja nîvro bikin.” İnsaniyetê, Telgraf, telefon, riyên binerd-sererd, (metro- Cede), elektîrk, Teyare, Balon û hwd îcad kirine, ku kurd tu şeklî di vê pêşwaziyê de nînin. Kurd ji ber halê xwe yên xerab di nav girînan de nin ku ev yek tu faydeyê nagîhine wan. Divê kurd rabin li ser xwe. Ji vê xewa giran rabin. Çareseriya vê xewa giran jî dîyar e : zanîn !Di vê nivîsa E. Rehmî de mirov sê têgehên E. Rehmî yên serekeyî dibîne : Kurdbûn, misilmanî û xwesteka modernîteya hevdem.Yekem helbesta E. Rehmî ya ku di Jînê de çap bûye Bang e. Ev helbesta wî dîsa di heman hejmarê de hatiye weşandin. Mirov dikare bibêje, E. Rehmî di gotara xwe ya bi navê “Xewa Me” de tespîta raketin û nehaydarbûyina kurdan a netewî dike. îjar di helbesta xwe ya Bang de jî dike ku gel,ji xewê rakê, hişyar bike. Yanî di pexşanê de tespît heye û di helbestê de jî derman. Metefor jî banga sibehê ye. Hem di binê “Bang” ê de û hem jî di bin “Xewa Me” de dîroka 24.10.1918an heye.
Hejmara duyem a jînê a duyem 14ê mijdara heman salê de derdikeve. Di vê hejmarê de jî helbesteke E. Rehmî ya bi navê Qewî bi xwarina ze’îfan dijîn hatiye weşandin. Di vê helbesta xwe de E. Rehmî li ser zagona xwezayê rawestiyaye. Mînaka wî qijikeke ku di nav dindikên xwe de, ji bo cûcikên xwe kurmikek girtiye. Li gor Rehmî kurmik zeîf e û qijik qewî ye, qewî zeîfan dixwin û bi vî şeklî jîyana xwe berdewam dikin ku ev jî tiştekî normal e. Helbet di van şibandinên wî de rexne û helwesta sîyasî heye. Hejmara jînê ya sêyemîn de navê pexşana E. Rehmî Îtîfaq e. Rehmî di vê nivîsa xwe de li ser yekbûnê radiweste. Dîsa mînakên civakî bi kar tîne. di vê nivîsa wî de dîdaktîzm heye. Di heman hejmarê de E. Rehmî helbesta xwe ya bi navê Eşqa Welat weşandiye. Divê mirov bide zanîn, ku welatê di dil û mêjûyên E. Rehmî de ne ji zozanan, konên reş, keriyên pezan, bêrivanên li peyê bizin û mîhan, kûçikên şivanî û kaniyên avsar pêk hatiye. Yanî welat ji bo wî, bajar nînin, gund û zozan in, xwezaya kurdan di vê helbesta wî de pir baş hatiye dîyarkirin. Di hejmara çaremîn de jî dîsa E. Rehmî çîrokeke bi navê Bir Kürd Mahbûbesinin Sabah Meşguliyeti (mijûliya sibehê ya dildareke kurd) weşandiye ku zimanê çîrokê ne kurdî ye, Tirkîya Osmanî ye. Mekan dîsa zozanekî Kurdistanê ye. bûyer kar û barên rojanê yên zozanan e, leheng, delaleke kurd a berdil e. Di naveroka çîrokê de wek mînakeke folklorîk, sitraneke kurdî û wek bîreveriyeke çandî û edebî mînakdayîna evîna Mem û zînê heye, E. Rehmî vê sitranê ji devê delala kurd dide xwendevanan, dem, dema hejandina sirsûmê dew e. E. Rehmî di vê çîroka xwe ya tirkî de têgehên rojane yên jiyana zozanan kurdî dide, lüzûma wergeriya tirkî di jêrenotan de dîyar kiriye. Em di vê çîroka wî de dîsa haydar dibin ku navên kûçikên kurdan jî wek tradîsyon gîhiştiye roja me. Wisane ku navên kûçikên kurdan nêzî sed sal berê jî Gurzo u qesap bûn. Ev nivîsa E. Rehmî her çiqas çîrok be jî, wî dîsa tê de nûmûneyên sîyasî jî pêşkêşî xwendevanan kiriye. Mînak, behsa di serdema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de lehengiya serokeşîrên kurd ya li hemberî aertêşa Rûsyayê wek jêrenot hatiye dayîn. Di hejmara pêncem ya Jînê de Rehmî pexşaneke bi navê Piçûkê Negirît Memikê Naxwut de xwestina mafê kurdan di pergala olî de dinêrxîne û dîyar dike ku ola îslamê jî vê babetê emir dike. Divê kurd di hizûra Xweda û Pêxember de dewa mafê xwe bikin. Di heman hejmarê de,di helbesta wî ya bi navê Destê Tenê Deng jê Nayê -Yekbûn de behsa kolektîvîzim ê tê kirin. Di hejmara şeşemîn ya Jînê de E rehmî yekem car di nivîsa xwe ya bi navê Halê Me yê Hazir de prensîbên Wîlson nîqaş dike û Helwesta Rehmî ya sîyasî di vir de bi avayekî zelal xuyaye. E. Rehmî di bereka prensîpên Wîlson de Kurdistaneke azad û serbixwe dixwaze ji bo kurdan. Li gor wî, kurd di bin sîya tirkan de mane, dereng mane û ji xwe re tu kar û bar nekirine. Niha dema Kurdistaneke azad, hukumeteke serbixwe ye. Hemû gelên ku di bin pergala imparatoriyê de dijiyan, ji xwe re hukumet avakirine û tenê mane kurd. Dem hê ne dereng e. lê divê kurd bilezînin. piçûk heya mezinan ji bo vê armancê kar bikin. E. rehmî di vê babetê de hîn destnîşanên demografîk jî pêşkêş dike. Li gor wî ger ku kurd li Kurdistanê sihab dernekevin, wê demê Ermeniyên yên li Kurdistanê xwedî derbikevin ku nufûsê wan qat bi qat ji nufûsê kurdan kêmtir e. Di heman hejmarê de nivîseke wî tenê nîne, dîsa helbestek jî nivîsiye E. Rehmî. Navê vê helbestê jî Selaya paşîvê ye. Tê zanîn ku sela yan ji bo mirîyan yan jî ji bo haydarbûna roja înê, şeva pêncşemê ji aliyê melan ve tê xwendin. Di vir de mirov dikare herdûyan jî bifikire lê kirpa “şev” selaya şeva pêncşemê tîne bîra mirov yanî roja înê jî di vir de dibe roja Kurdistana serbixwe. Wek piraniya helbestên wî di vê helbestê de jî,erka îslamî heye, Referansên wî dîsa di vir de jî olî ne. Gel di xew de ne, divê hişyar bibin.sela jî ji bo hişyarkirinê ye.
Rehmî, deh sal berê Celadet Elî Bedirxan (di kovara Hewarê de-Gazinda Xençera Min), 6 sal piştî Salih Bedirxan (di kovara Rojî Kurd de – Berî Şûr Qelem) metefora Qelem û Şûr tîne ziman. di hejmara Jînê ya heftemîn de di nivîsa xwe ya bi navê Şerê Topan Xilas bû Îro Şerê Qeleman e ye. Ev Çerçoveya ku S. Bedirxan, E. Rehmî û Celadet Elî Bedirxan xêz kiribûn têgîhîştineke nû di xwe de dihewand. Li hemberî metodên kilasîk, metodên nû, li hemberî cehaletê, xwendin, li hemberî koletiyê azadî, li hemberî nîfaqê yekbûn hebû. E. Rehmî bi mînakan dîsa destnişan dike ku hêza qelemê ji hêza amûrên şer pirtir e. deverên ku mirov bi bandora amurên şer distînin bi hukmê qelemê wenda dikin, mînaka li ber çavên wî İmparatoriya Osmanî ye, deverên Balkanan bi amûrên şer sitandin lê bi hukmê qelemê wenda kirin. Di hejmara heyştemîn a Jînê de E. Rehmî rewşa Kurdên Koçber bi nivîsake Tirkî tîne ziman : Kürd Muhacirleri Ne halde? E. Rehmî di vê nivîsê de nameya ku muhaciran jê re şandine faksîmile weşandiye. Di heman hejmarê de helbesta wî ya bi navê Bo Neslê Têt de şîret û hêvî heye ji bo xwerzîyê wî yê bi navê Sado… Divê Sado mezin bibe, bêtalîhîya kurdan bişkêne û ji bo wetanê xwe bixebite, gelê xwe îhya bike, welatê xwe ava bike. Ev hêvî, bi rastî di şexsê Sedoyê xwerzî de ji hemû zaroyên kurdan hatiye xwestin. “ Bêdewletbûyîn” di vê helbesta wî de têgeha herî şênber e. E. Rehmî di nivîsa xwe ya bi navê Piçûkek Îbret ya ku di heman hejmarê de cîh girtiye de, şîretên xwe didomîne. Di vê nivîsê de şîretên xwe li gelemperî piçûk-mezinan dike. Di şîretên xwe de taybetî Ji bo netewbûyîneke pêşketî û serkeftî, karên baş, kolektivîzmeke durûst pêşniyar dike. Di Hejmara nehemîn de di nivîsa wî ya bi navê Welat de bîranîna welêt heye. Helbet ew welatê ku ew bîrê dike, welatê zozanên bilind, keriyên pezan, şivanên bilûrvan, kûçikên gurêx û yê bêrîvanan e. Em di hejmara dehemîn û yanzedmîn de dibînin ku wî tenê helbest nivîsîye. di hejmara dehemîn de helbesta wî ya bi navê Deng heye. Di vê helbesta wî de deng, dengê belengazî, birçîbûn, bêtifaqî, paşvemayîna kurdan e. dîsa di hejmara yanzdehmîn de jî helbestek heye ku navê wê jî Nalîna Sêwîyekî ye ku tê de heman mijar aniye ziman. Nalînî dike sêwiyekî kurd ku ji mirovahiyê teda dibîn û gazindên xwe dike. Her weha tê zanîn di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, di erdnîgariya Kurdistanê de Wan, bajarê herî zirardîtî bû. hem ji ber êrîşên Ûris û hem jî ji ber komkujiyên li hemberî Ermeniyan hatibûn kirin de, bajêr seranser hatibû talankirin û şewitandin. Her weha E. Rehmî jî di donzdehmîn hejmara Jînê de di nivîsa xwe ya tirkî ya bi navê Van Ne Haldedir? Em dizanin ku eslê vê nivîsê jî nameyeke ku ji E. Rehmî re hatiye şandin e. Dîyar e ku E. Rehmî ji vî bajarê Kurdistanê pir hez kiriye û ji ber xerbbûyîn û valabûyina wê pir li berxwe ketiye. forma vebêjandina vê nivîsî,bîranîn e lê rewşa wanê hê jî aktûalîteya xwe ya xerabbûyî, di dema nivîsandina vê nivîsê de jî diparêzînê.
Di hejmara sêzdehmîn ya jînê de helbesta wî ya bi navê Heyye ‘Ele’s-Selat, hejmara çardehmîn de helbesta wî ya bi navê Sersal û ya panzdehmîn de jî helbesta wî ya bi navê Nûr hatiye weşandin, Di “Heye’elasela” yê de bi metodên olî gaziya kurdewariyê hatiye kirin, di “Sersalê” de rîtuelên Newrozê û di nûr de jî dîsa rîtûelên îslamî hatine bikaranîn. Tê zanîn ku pîyesa E. Rehmî ya bi navê Memê Alan di edebiyata kurdî ya nûjen de pîyesa yekemîn e. Tê zanîn ku E. Rehmî Ev pîyes di rojên xwe yên di bin esareta rûsan de nivîsiye. Ev pîyes jî di du hejmarên Jînê de (di hejmara panzdehmîn û ya şanzdehmîn de) wek du beşan (jixwe pîyes ji du perdeyan pêk tê. di her hejmarê de perdeyek hatiye weşandin) hatiye weşandin. Pîyes bi avayekî hêsan hatiye avakirin, cîh, otaxeke gundan, leheng Memo, jina wî Xezal, diya wî Çavreş, hevalê wî Lewend û xulam in. wek piraniya berhemên E. Rehmî di vê berhemê de jî senteza kurdewarî û muslumantiyê heye. Dem, dema şerê Qûdsê (serdema Eyûbiyan e) ye. Lê her çiqas E. rehmî ev pîyes di binyadeke rastîn de damezirandibe jî, em dîsa dizanin ku di binyada vê pîyesê de folklora kurdî heye, jixwe Memê Alan lehengekî folklorîk (mîtolojîk) e.kilama şînê ya ku di dawiya pîyesê de tê gotin jî (Hoy Memo) di Kurdistanê de kilameke gelêrî ye. Ango E. Rehmî, ji edebiyata kurdî ya Gelêrî kilam an jî çîrokekî hildide, bi mijareke kurdewarî ve girê dide, şeklê wê veduguherîne bi têgehên olî dixemilîne û transferê edebiyata kurdî ya madern dike. Bi kurtayî serpêhatiya pîyesa Memê Alan ev e. di hejmara hevdehmîn de helbesta bi navê Nezanîn, di hejmara hejdehmîn de ya bi navê Mirovînî, di hejmara nuzdemîn de jî ya bi navê Loma jî bilbil weşandiye. Ev helbestên Rehmî jî, ji aliyê naverokên xwe ve ji helbestên wî yên din cûdatir nînin. Di hejmara Jînê ya bîstemîn de helbest an jî nivîsên E. Rehmî tinene. Di hejmara bîst û yekemîn de Helbesta wî ya bi navê Ji Bo Şerîf Paşa heye ku nav li serî, ev helbest ji bo Şerîf Paşa hatiye nivîsîn.me di perên paş ve de jî dîyar kiribû ku Şerîf Paşa li Parîsê, ji bo parastina mafên kurdan dixebitî û xebatên lobî dimeşandin. Di hejmara bîst û dûyemîn de helbesta bi navê Ji bo Cîwata Dayikan û di ya bîst û sêyemîn de jî helbesta xwe ya bi navê Gaziya Dûmahîkê, di hejmara bîst û çarem de helbesta bi navê Firqet û ya bîst û pêncemîn de yanî di hejmara jînê ya dawî de jî Wuslet weşandiye. Yanî Jîn êdî tê girtin, firqet, jê dûrketin e û Wuslet jî gehîştina merama xwe ye.

1. Wan di çi rewşê de ye?
2. Parzaya rewiştê ji bo zarokên ecêb
3. Serpêhatiyên zarokekî dîl (hêsîr)
4. Rê-rêbaza kurdî
5. Baweriya bêsînor
6. Waneyên olê
7. Di zaravayê Colemêrgê de rêziman û hevoksaziya Kurdî. [1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 722 جار بینراوە
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî - Kurdîy Serû | krd.riataza.com
فایلی پەیوەندیدار: 1
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 5
زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
ڕۆژی دەرچوون: 01-05-2017 (7 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: ڕانانی پەرتووک
پۆلێنی ناوەڕۆک: ئەدەبی / ڕەخنەی ئەدەبی
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
شار و شارۆچکەکان: یەریڤان
وڵات - هەرێم: ئەرمەنستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ڕاپەر عوسمان عوزێری )ەوە لە: 16-08-2022 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ڕۆژگار کەرکووکی )ەوە لە: 16-08-2022 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( ڕۆژگار کەرکووکی )ەوە لە: 16-08-2022 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 722 جار بینراوە
فایلی پەیوەستکراو - ڤێرشن
جۆر ڤێرشن ناوی تۆمارکار
فایلی وێنە 1.0.130 KB 16-08-2022 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
ژیاننامە
شەرمین وەلی
ژیاننامە
عەبدولکریم یونس
وێنە و پێناس
کوردناس و نووسەرە کوردەکانی یەریڤان 1966
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێمی کوردستان
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
ناودارانی گەرمیان؛ بەرگی 01
ژیاننامە
سەفیەدینی ئورمی
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
ژیاننامە
بەناز عەلی
کورتەباس
سێبەری ترس
ژیاننامە
ڕێناس ڕزگار
پەرتووکخانە
کوورتەیەک لە ژیانی هێمن موکریانی
پەرتووکخانە
ئەشکەوتی بەکرێگیراوان
کورتەباس
کەس و شت و وشە
ژیاننامە
مێهرداد عەبدوڵڵازادە
کورتەباس
خزمەتگوزارانی کورد-شاعیری میللی حەبیب عەلی مەنمی میرانی
شوێنەوار و کۆنینە
ئەشکەوتی کاڵدار
وێنە و پێناس
چەند کەسایەتییەکی شاری مەهاباد ساڵی 1979
کورتەباس
گەشت لەگەڵ دوو کێشی عەرووزدا بەناو گوڵزاری شیعری کوردیدا
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
شوێنەوار و کۆنینە
قشڵەی قوشتەپە
ژیاننامە
عەبدولکەریم بەرزنجی
پەرتووکخانە
نۆهەمین کابینەی حکومەتی هەرێمی کوردستان
وێنە و پێناس
پیاوێک بە جلوبەرگی کوردییەوە لە زاخۆ ساڵی 1927
وێنە و پێناس
پۆڵا نانەوازادە ساڵی 1979
پەرتووکخانە
شێخی مەزن
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی کەلات
ژیاننامە
مهناز کاوانی
کورتەباس
بەردینە شینە
شوێنەوار و کۆنینە
گەرماوی موفتی
ژیاننامە
هومایۆن عەبدوڵڵا
وێنە و پێناس
قەڵای هەولێر بە ئاڵای تورکی داگیرکەر و فاشیست داپۆشرا!

ڕۆژەڤ
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
24-04-1974
30-08-2010
هاوڕێ باخەوان
24-04-1974
ژیاننامە
دانا جەلال
03-10-2010
هاوڕێ باخەوان
دانا جەلال
ژیاننامە
مەلا ماتۆڕ
05-01-2022
ئاراس ئیلنجاغی
مەلا ماتۆڕ
ژیاننامە
عەبدوڵڵا شاڵی
20-12-2023
ڕۆژگار کەرکووکی
عەبدوڵڵا شاڵی
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
17-04-2024
زریان عەلی
فەیروز ئازاد
 چالاکییەکانی ڕۆژی
بابەتی نوێ
ڤیدیۆ
هاووڵاتییەک جەژنی ڕەمەزان و قوربان هی من نییە هی عەرەبە و جەژن ناکەم
22-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ڤیدیۆ
فەرهاد پیرباڵ؛ میز بە هەموو شتێکی تورکیا داکەن
22-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
ئەشکەوتی بەکرێگیراوان
22-04-2024
زریان عەلی
وێنە و پێناس
قەڵای هەولێر بە ئاڵای تورکی داگیرکەر و فاشیست داپۆشرا!
22-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
عەبدولکریم یونس
22-04-2024
زریان سەرچناری
پەرتووکخانە
شێخی مەزن
21-04-2024
زریان سەرچناری
پەرتووکخانە
ناودارانی گەرمیان؛ بەرگی 01
21-04-2024
زریان سەرچناری
ژیاننامە
عەبدولکەریم بەرزنجی
21-04-2024
زریان سەرچناری
پەرتووکخانە
کوورتەیەک لە ژیانی هێمن موکریانی
20-04-2024
زریان سەرچناری
ڤیدیۆ
لاواندنەوەی شێرکۆ بێکەس بۆ ئەنفال
20-04-2024
شادی ئاکۆیی
ئامار
بابەت 517,088
وێنە 105,458
پەرتووک PDF 19,107
فایلی پەیوەندیدار 96,122
ڤیدیۆ 1,290
کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
ژیاننامە
شەرمین وەلی
ژیاننامە
عەبدولکریم یونس
وێنە و پێناس
کوردناس و نووسەرە کوردەکانی یەریڤان 1966
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێمی کوردستان
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
ناودارانی گەرمیان؛ بەرگی 01
ژیاننامە
سەفیەدینی ئورمی
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
ژیاننامە
بەناز عەلی
کورتەباس
سێبەری ترس
ژیاننامە
ڕێناس ڕزگار
پەرتووکخانە
کوورتەیەک لە ژیانی هێمن موکریانی
پەرتووکخانە
ئەشکەوتی بەکرێگیراوان
کورتەباس
کەس و شت و وشە
ژیاننامە
مێهرداد عەبدوڵڵازادە
کورتەباس
خزمەتگوزارانی کورد-شاعیری میللی حەبیب عەلی مەنمی میرانی
شوێنەوار و کۆنینە
ئەشکەوتی کاڵدار
وێنە و پێناس
چەند کەسایەتییەکی شاری مەهاباد ساڵی 1979
کورتەباس
گەشت لەگەڵ دوو کێشی عەرووزدا بەناو گوڵزاری شیعری کوردیدا
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
شوێنەوار و کۆنینە
قشڵەی قوشتەپە
ژیاننامە
عەبدولکەریم بەرزنجی
پەرتووکخانە
نۆهەمین کابینەی حکومەتی هەرێمی کوردستان
وێنە و پێناس
پیاوێک بە جلوبەرگی کوردییەوە لە زاخۆ ساڵی 1927
وێنە و پێناس
پۆڵا نانەوازادە ساڵی 1979
پەرتووکخانە
شێخی مەزن
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی کەلات
ژیاننامە
مهناز کاوانی
کورتەباس
بەردینە شینە
شوێنەوار و کۆنینە
گەرماوی موفتی
ژیاننامە
هومایۆن عەبدوڵڵا
وێنە و پێناس
قەڵای هەولێر بە ئاڵای تورکی داگیرکەر و فاشیست داپۆشرا!

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.438 چرکە!