Navê pirtûkê: BERNAMEGEH
Navê nivîskar: Occo Mahabad, Mihemed Keskîn, Cîhan Soylu (Eds.)
Cihê çapkirina pirtûkê: Dîgîtal
Navê çapxaneyê: Mîtannî Ajans
Sala çapê:2021
Mirov eger du zimanan yan jî bêtir bizanibe, bêguman dewlemendiyek e ku bi dest her kesî nakeve. Gelek mirov hene, berê xwe didin welatekî ku ji zimanê wî hez dikin û bi salan li wir dimînin ku fêrî wî zimanî bibin. Ez hinan nas dikim, mîna Hadî El Elewî yê rehmetî ku fîlosofekî ereban î mezin bû û dostekî dilsoz ê gelê kurd bû û ji şiroveya min a Mem û Zînê re pêşgotinek hêja nivîsî bû, li Çînê mabû û fêrî zimanê çînî bûbû, pê dixwend û dinivîsî. Carekê ez çûm li Şamê bûme mêvanê wî. Ewî li ser deriyê xwe bi erebî û çînî nivîsî bû. Li mala wî jî wêneyên fîlosofê çînî Law Tsê û nivîsên çînî dîwarê wî xemilandibûn. Ê me kurdan, ji mecbûrî em herî kêm fêrî du zimanan dibin. Ji ber ku em bindestê sê neteweyan in divê em her yek li beşê xwe fêrî zimanê neteweya desthilatdar bibin. Êdî di navbera „me“ û wan zimanan de dijminahî derdikeve holê. „Em“ di kûrahiya hinavê xwe de, di dilê xwe de dijmintiya wî zimanê serdest dikin. Em ziman û desthilatdar wek hev dihesibînin. Êdî em ziman jî alavekî çewsiandina xwe û zimanê xwe dibînin. Heta radeyekê ev hizr rast e. Dijmin, yan desthilatdar berî her tiştî dixwaze ziman bi bindestên xwe bide jibîrkirin.[1]