Bibliothek Bibliothek
Suchen

Kurdipedia ist die grösste Quelle für Informationen


Suchoptionen





Erweiterte Suche      Tastatur


Suchen
Erweiterte Suche
Bibliothek
Kurdische Namen
Chronologie der Ereignisse
Quellen
Geschichte
Benutzer Sammlungen
Aktivitäten
Suche Hilfe?
Kurdipedische Publikationen
Video
Klassifikation
Zufälliger Artikel!
Registrierung der Artikel
Registrierung neuer artikel
Bild senden
Umfrage
Ihre Rückmeldung
Kontakt
Welche Informationen brauchen wir!
Standards
Nutzungsbedingungen
Artikel Qualität
Instrumente (Hilfsmittel)
Über
Kurdipedi Archivare
Artikel über uns!
Fügen Sie Kurdipedia auf Ihre Website hinzu
E-Mail hinzufügen / löschen
Besucherstatistiken
Artikel Statistik
Schriftarten-Wandler
Kalender-Konverter
Rechtschreibkontrolle
Sprachen und Dialekte der Seiten
Tastatur
Lebenslauf Nützliche Links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Kekse
Sprachen
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mein Konto
Anmelden
Mitgliedschaft!
Passwort vergessen!
Suchen Registrierung der Artikel Instrumente (Hilfsmittel) Sprachen Mein Konto
Erweiterte Suche
Bibliothek
Kurdische Namen
Chronologie der Ereignisse
Quellen
Geschichte
Benutzer Sammlungen
Aktivitäten
Suche Hilfe?
Kurdipedische Publikationen
Video
Klassifikation
Zufälliger Artikel!
Registrierung neuer artikel
Bild senden
Umfrage
Ihre Rückmeldung
Kontakt
Welche Informationen brauchen wir!
Standards
Nutzungsbedingungen
Artikel Qualität
Über
Kurdipedi Archivare
Artikel über uns!
Fügen Sie Kurdipedia auf Ihre Website hinzu
E-Mail hinzufügen / löschen
Besucherstatistiken
Artikel Statistik
Schriftarten-Wandler
Kalender-Konverter
Rechtschreibkontrolle
Sprachen und Dialekte der Seiten
Tastatur
Lebenslauf Nützliche Links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Kekse
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Anmelden
Mitgliedschaft!
Passwort vergessen!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Über
 Zufälliger Artikel!
 Nutzungsbedingungen
 Kurdipedi Archivare
 Ihre Rückmeldung
 Benutzer Sammlungen
 Chronologie der Ereignisse
 Aktivitäten - Kurdipedia
 Hilfe
Neue Artikel
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
06-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothek
FREIHEIT FÜR DIE KURDISCHEN POLITISCHEN GEFANGENEN IN DEUTSCHLAND
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Der Iran in der internationalen Politik 1939-1948
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Die neue Kurdenfrage: Irakisch-Kurdistan und seine Nachbarn
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Tausend Tränen, tausend Hoffnungen
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Revolution in Rojava
28-03-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Die türkische Filmindustrie
26-03-2024
هەژار کامەلا
Biografie
Müslüm Aslan
17-03-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
saiten Her biji Azadi!
17-03-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
LEIDENSCHAFTLICHE LIEDER AUS KURDISTAN
17-03-2024
هەژار کامەلا
Statistik
Artikel  516,588
Bilder  105,238
PDF-Buch 19,088
verwandte Ordner 95,730
Video 1,283
Bibliothek
Die WELT hat mich VERGESSEN
Biografie
Said Nursi
Artikel
Gökay Akbulut zu Solidaritä...
Bibliothek
Konflikte mit der kurdische...
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen W...
Hevpeyvîn bi romanivîsar Mîr Qasimlo re
Die Mitwirkenden der Kurdipedia archivieren wichtige Informationen für ihre Gesprächspartner aus allen Teilen Kurdistans.
Gruppe: Artikel | Artikel Sprache: Kurmancî - Kurdîy Serû
Teilen Sie
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Rangliste Artikel
Ausgezeichnet
Sehr gut
Durchschnitt
Nicht schlecht
Schlecht
Zu meinen Favoriten hinzufügen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!
Geschichte des Items
Metadata
RSS
Suche im Google nach Bildern im Zusammenhang mit dem gewählten Artikel!
Googeln Sie das ausgewählte Thema.
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mîr Qasimlo

Mîr Qasimlo
Hevpeyvîn - Romannivîsar #Mîr Qasimlo# re
Nêrînên biçûker ku hevîrtirşa xwe ji kemalîzma
Cankayayê distîne, êdî ji bo me wêjekarên
kurd beyhode ye. Ji kerema xwe re bila ên
kurda û wêjekarên kurd biçûk dibînin,
bi lezginî bikişin ji vê meydanê.
Em amadene ji gulaşê re....
Û heta ez di warê felsefê de, ji vî miletê
jêrdestbûyî re Nietzschek neafirînim û
heta ez di warê romanê de vîzyonek
têrker ku karibe agirêkî gur li bin çengê
wêjeya dinê ya serkeftî danedim û
heta ez mehweyeke (astmosfereke)
Platonîk di hişmendiya gelê xwe de pêkneynim,
bila ahd û wehd be ku ez bimirim.
Û heta ez di nava lêvên jinan de
gerdûnekî evînbar venejînim û wan
jêrdestbûyiyan nekim siltana gerdûna
vejandî û li ber bedewiyên wan
ên dînker û rapêçana wan a resen kurdî
şerbeta mîna wan şîrînê venexwim û ji wan
“Lo lo pismamo zalim xweş mêr î”
nebihîszim, ez ê xatir ji jiyanê nexwazim.
Û heta ez li ber dengê bilûra şivan û
kilambêjê serhediyan kurdan nekim
koma giriyê, ez ê hefsarê hespê xwe
yê revkar neşidînim.
Û heta ez xwe bi dijwarî nekujim û
nekim hezar kerî û parî, ez ê
li hespê rihustin sîwar nebim.
Bi ahd û wehd!!
Mîr Qasimlo kî ye? Hûn dikarin xwe hinek bidin nasîn?
Ezbenî, ez di sala 1980 de, li bajarê Mûşê,
li navçeya Gimgimê hatime dinê.
Piştî heyameke kurt ji ser bûyîna min re,
malbata min koçî Bursayê kir.
Wê demê ez hê şeş salî bûm.
Min dibistana sereteyî heta lîsê li wir xwend.
Hema li pey kuta bûna lîsê re,
min dest bi xebatên siyasî kir.
Pê re jî, sê salan di kovara “Özgür Halk”ê de xebitîm û min li #Stenbol#, Bursa û Mersînê gerînkariya wê kovarê kir. Di dawiya sala 1999 de, hatim girtin û zêdeyî sê mehan di bendixanê de mam. Li pey hatim berdan, min dest bi amadekariya derketine derveyî welat kir. Axirê ez di Adara sala 2000 de, hatim Almanya. Di sala 2002 de, min ligel çar hevalên xwe koma şanoyê ya bi navê “Koma Apem” ava kir. Xebata me du sal domiya û di demdariya du salan de, em bi du lîstikan ve li gelek bajarên Almanya derketin pêşberê temaşevanan. Dû re kom ji ber sedemên navxweyî belav bû mixabin. Pê re jî min dest bi xwendina Kurmancî kir. Erê, ji sala 2004 vir ve ye ku bi wêjeya kurdî re bilî me û heta niha du romanên min derçûne.
Roman ji bo we çiye? Tişta(ên) hûn ber bi roman nivisandinê bir çibû?
Ji hezkirina jinan û tenêmayînê bigire heta tunebûna mecalê jiyana bi gor dilê xwe dirêj dibe ku xwedî gelek hêl û hewreziyaye ezbenî.
Dema ez zarok bûm, ya rast min pir ji tenêmayînê hez dikir. Tê bîra min ku ez bi seatan tenê, bi serê xwe li oda dayika xwe ku wê bi baldariyek mezin ve, erê bi xaliçe û motivên welatê me ve ji bo mêvanan xemilandibû, li ser palgehê vedizeliyam û xwe bi xwe dihizirîm. Çûyîna derve, lîstina bi zarokên hevtemenê xwe re, qet li xweşa min nediçû. Nayê bîra min ku birewireke mina ji lîstikên heyama zarokaniya min hebe ku ez pê şa bibim. Belkî ji ber ku ez bi xweşiyên zarokaniyê şa nebûme, niha pir bêriya listîkan dikim û hin caran gava li derve zarokên dilizîn dikevin ber çavê min, agirekî tund li dilê min diqelibe û pê re jî kelogirî dibim. Îja ev hêla min her ji bo dayika mina delal dibû cihê berxweketinê û wê her bi keser digot ku tu dê rojek ji ber vê hewasa xwe ya dînomîno dîn bibe û bi çol û çiyan bikeve ku kesek xweyitiyê li te neke. Piştî salan gava ez mezin bûm-gava ez hatim xerîbiya xopan, gotina dayika min rast derket û ez niha bi rastî jî dînekî me û di singê tenêtiyê de bi serê xwe tenê dinîvim ku bêyî bizanim bê ka ez ê di kîjan kêliya jiyanê de giyana xwe radestî çukên beytikî ku ji tenêmayînê hez nakin, bikim. Tikî tenê me.Tenêtî mîna dînazorekî hov venişiye ser min û ez di qerebalixiyên herî mehşerî de û di nava malbat û nas û kûsan de jî xwe tenê hîs dikim. Tu tişt min kamran nake. Ne kenên jinan, ne livbaziyên wan ên fêtkar û ne jî hunerkariya wan a di nivînê seksê de û ne tebesûma dostan û ne jî dijminatiya kîndar a bexayan ya qaşo hin dostên min ên nivîskar... Û gava ez zarok bûm keko.. tê bîra min ku gava ez zarok bûm, bavê min di her beyana sibê de çaya reş ku dayika min amade dikir bi şekirê Erzorimê vedixwar û serê xwe bi keser li ber stranên Şakiro dihejan ku mîna şîna ejdadê xwe bigerîne. Ji ber ku ez biçûkê malê bûm-biçûkê çar xwişk û çar bira bûm, delaliyê malê bûm bêguman û ji ber vê jî pirê caran di hembêza dayika xwe de, li oda wan di navbera dê û bavên xwe de radizanim. Bi berbangê re, gava bi dengê Şakiro hişyar dibûm ezbenî, digel ku min pir ji gotinên wî fêm nedikir jî, lê dengê wî şewatek wisa bi dilê min dixwest ku nayê bîra min ku min di jiyana xwe de şewatek wisa tundewer his kiribe. Wê demê min şewat hîs dikir gava min dengê wî dibihîst, niha gava li ber dengê wî dinivîsînim digirîm. Çi ecêbe gidî hêy dinyayê.. Digirîm digirîm.. Her wiha, gava ez zarok bûm, min pir ji jinan hez dikir. Ez diçûm li gorziyek odê rûdiniştim û min li sohbeta xwişk û dotmam û bûkên xwe ku jê bêhna mahsuniyetek zarokane û hesta sikeştî ya jêrdestiyê diherikî guhdarî dikir. Hin caran xwişk û dotmamên min bi ken ji hev re digotin “Qîzê! Wî pêpûk qîzê, bi serê kalo, bi serê şêxê Orginosê ev lawik ser jinikekî ji derehanê ye” A ev hez kirina mina ji jinan, niha bûye bayek bi hêl û bêyî ku mabest li sihêlbûnê bike, mîna merekî jehrî di nava min de digere û min kerî û parî dike. Ev herdu hêlên min bû sedem ku ez dîl bikevin û bibim evdalê nivîsandina romanê.
Bêguman ne tenê ev herdu sedem ez pekandime kûrahiya vî karî têr zehmet. Min di nivîsekî xwe de wiha gotibû. “Ey xwedayên puşt û ey xwedawendên fêlbaz, dêhna xwe bidin vê meydanê. Vê meydana ku însên yazdanbûyîna xwe raber dike.. Li vir hêza ku karibe gotinan sansûr bike tune. Li vir hesp azad e, ker ji xwe razî û maqûl e. Li vir bagera daxistina rûpêşan û berzkirina yezdanbîyûna însên heye.
Însan yezdan e. Evîn însan e. Binpêkirina însên, mîztina bi ser evînê de ye ku li pey kirinên wiha têr kirêt, yezdan li hizingehê şînê digerîne. çima yezdanê afirîner digirî? Li vir em dê rûyê kî ramûsin? Em kenên xwe bispêrin dilnermiya evîndaran yan evînkuştan?. Dilê evînkuştan heye gelo? Wan qeşagirtiyan bikujin!!...Çima teyr û xezal birîndar in?” Gelo ev banga min çiqas tê fêm kirin ?
Însên yazdane yan? Erê, bi gor min însên yezdanê herî pîroz e. Lê xwedayên doxînsist û xwedawendên fêlbaz tu qîmet ji yezdan re nehîştine. Wan evîn û hezkirin kirine dijawisk(condom) û pê ganê dikin.. Ji ber vê ye ku ez evîna xwe, ya te û ya ên din pîroz dibînim û ji ber ku di jiyana orjîn ya bi qedexe û şermdîtinan ve hatiye fetisandin de nikarim bi qasî dilê min dixwaze behsa wê bikin, di romanê de, bi bê sînorî behsa pêwistiya hebûna wê dikin.
Roman ji bo min guhdana giriya zarokê bêarê di min de dinîve ye. Zarokê di me de dinîve çima li haş bûnê digere?. Ma gelo wargeha rê û azîneyên haş kirina kûçikê giyandost-zarokê di me de dinîve, li ku ye? Ka hela ji zanyar û têgihêştiyan bipirsin... Û roman ji bo min derbirîna hestên ji aliyê pasvanên civaka teng ve, bi dijwarî hatiye dorpêçkirin e ku behsa wê bi serê xwe cihê nîqaşên talanker e.
Roman ji bo min meydana beza xweser e.
.
Li ser qisê: Gava cenabê ezîzekî bi tayek giran ket ku wesleyên wî silav da rizîbûyînên kûr, zêde dixwest ku bibûya derwêşek, cilên spî li xwe bikira, tûrikê xwe biavêta pişta xwe û welat bi welat li dermanê xwe bigeriya, li çem û rûbaran biba mêvan û bibilbilanda, xwe biavêta ber bextê xinzîran û ji wan riya wergeha dilşewatan bixwesta û pê re jî li taristanekî vik û vala- bê însan pergî roniyek sexkar bihata da karibiya rojek xwe bê girî derbaz bikira. Lê gava ku ew di vê daxwaza xwe ya nacizane de têkçû- biserneket, jiyana bi sînor a qûnneşuştî ku di bin deshilata kum spî û nezanan de ye, ev derfet nedayê, ez bûm berdevkê hêstên wî yên avzûniyên paqijane û min bi şewatek mezin ve Masyan afirand. Masyan di romana Giyanên Bahozî de, derwêşek delodîne, yek ji qasidên yezdanê hezkirinê ye ku bi hêl hesreta xwe û ya evîndarên bêmirazmayî divinvîn e. Bêyî ku awirên pergalparêzan hîs bike û li şanoya derewîn ya lîstikvanên wê ji xweda û xwedawendên holqilbaz û pûşt ve pêkhatiye, bimêyze-
Li ser qisê: Xweziya ezîzek bû ku di jiyanê de keçek esmer a ji xwe bawer, aîdê xwe- xwe kuştî-sînorên civaka li ber sikratê ye- bezandî, di bin baranekî boş î xêz e de ango li vexwargehek têr seksî de, rûyê wî yê şilbûyî bida ber sîleyên hezkirî. Ji ber ku ev pêk nehat, ez bi hewara wî rabûm û min Esmerya afirand. Esmerya lehenga romana mina nû ye ku di romanê de- di xewnekê de, Mîr Bengî dide ber sileyan û pê re jî bedena xwe ya nazguliya nazedar bi mabesta kamraniya abadinî li rastebera deşta lêvên wî yên dermanî dirêj dike. Û Esmerya bedewiyên xwe yên bihuştî, bi mabesta saxkirina birînên hundirîn yên Mîr Bengî pêşkêşê lêvên wî dike ku beramberî vê dayînkariya Esmeryayê ew jî kilama şadîmayîna hetayî ji re diawazîne û bi loreloreke dengbêjî ve hezkirina xwe ya ji bo wê raber dike. Hey gidî dinyayê hey.. Yanî bi kin û kurmacî, roman ji bo min meydana şer e, xwe haş kirin e, derbirîna bagerên nepen e, verişîna hêrsa ku ji ber bêdadiya awirên kevneperestan û bêguman e ku geşkirina mejiyê wêjeya kurdî ye. Û gelek egerên din ez ajotim ser romanivîsariyê ku ez niha behsê nekim. Nexwe, ne dem û ne lênivîs û ne jî pênivîs têra derbirîna egerên romannivîsariya min dike…
Li ser qisê: Mîna her kurdî min jî dixwest ku li welatê xwe di aramiyek hesayîker de bijiyam û min ne di avahiyên bêtonî de, erê di konek reş de kurmacî fêrî sê- car zarokên kurd bikira û min ji wan re behs bikira ku zimanê me ne mîna ku gerînkarên zilimkar bi nav dikir ku ew ji dizînkariya çerçiyan û ji hunera bêhuner ya remildaran ve pêk hatiye, ey zarokno. A ji ber ku ev dilxweziya min pêk nehat, min di romana Wêneyên Keserê de Narîn û Cemşîd afirand, min deweta wan kir, dû re du keç-Axîn û Hêvî ji wan re bûn, paşê min ew bi malbatî şandin başûrê welatê me bajarê Silêmanî. Axîn û Hêvî niha tenê fêrî Soranî dibin. Kurmacî? Tê zanîn bê ka birayên me çi bi serî de aniye.
Nivîs û romanên we yekser li ser hezkirin û evînê ye. çima?
Ji ber ku evîn hatiye kuştin-termê wê li kolanan kurmî bûye, ez li mala xwe, li hizingeha xwe şîna wê bêxwediya reben digerînim.
Îro bi giştî rewşa wêje û bi taybetî rewşa romana Kurdî çawa ye?
Divê neyê ji bîr kirin ku nivîskar ligel diltenikî û dayînkariya xwe ya yezdanî, ewçend jî çavnebar, cavbirçî û hesud e.
Ezbenî, min divê di serî de bêjim ku min di hevpeyvîneke xwe ya berê niha bi çendekê, erê bi zimanê tirkî hatibû cêkirin de destnîşan kiribû ku wêjeya me nexasim wêjaya bi kurmancî tê kirin, piştî salên 2000 an, ji mabesta sîwarbûna hespê wêjeyê derbazî qonaxa sîwarbûn û bezandinê bûye. Îro ji yezdan re hemd û sena ku ji do-ji heyama derbazbûyî zêdetir sîwarên me yên wêrek hen e ku bi rastî jî dizanin heywanî bibezînin. Divê ligel derbirîna hin hêmayên qels ku di wêjeya kurdî de ji bo xwe cih dibîne, wek; sendiroma ji ber nelêkûrbûn û neafirandina romana wehş pêk tê ku ev pêkhatin di dawiyê de dibe sedem ku hin ezîzêm me du- sê çîrokên xwe bi ser navê romanê pêşkêşê me bikin (bêguman ev tedadiyek mezin e ku li romanivîsar û giyana romanê tê kirin ku sedemê wê jî ev e ku afirandina romanê deh qat zehmetir e ji afirandina helbest û çîrokê) bi giştî bezek wêrek heye ku hêvî dide derûdorê gerdûna wêjeyê, nexasim wêjeya kurdî. Digel vê pakî ye, mixabin divê em qebûl bikin ku di wêja kurdî de roman bi qasî pexşan û çîrok û helbestê pêşneketiye. Di kurdan de, mehweyek helbesthezî û nexweşiya çîrokê heye. Ev qet nexirabe, cihê rêz girtin û serbilindiyê ye ji bo me bilîkarên wêjeya birîndar, lê hema ji bo teqînên volkanîk, herkên bilindbûnên dînker tinê û her wiha jî ji bo alan û rê û şiverêyên nû, derya û asoyên nû li pêşiya behra wêjeya kurdî were vekirin, mijulbûneke jidil, ji bo romana kurdî re divê.
Di vir de dixwazim birîneke jandar bikim hevalkirasê mijarê. Di van salên dawîn de, gelek çîroknivîsarên me(mala xwedê ava) çerçeva çîrokên xwe piçekî fireh dikin û bi navê romanê dikin şîva şevê ya wêjehezan. Di vir de, ji bo jihevveqetandina çîrok û roman û pexşan û helbestê, bêguman ji nivîskaran bêtir berpirsiyarî dikeve ser milê weşangeriya kurdî. Lewra pêkan e ku nivîskar navê çîrokên xwe bike roman, navê pexşanên xwe bi helbestê biguher e. Divê neyê ji bîr kirin ku nivîskar ligel diltenikî û dayînkariya xwe ya yezdanî, ewçend jî cavbirçî û hesud e. Ji ber vê ye ku dikare ji sînorê parî ya ku heq dike derbaz bike û bi doza pariyên din ku qet ne heqê wî/ê ye rabibe. Di rewşên wisan de, divê weşanger eyarê nivîskar destnîşan bike û bi gor çerçeve û giraniya berhema wî/ê, jê re li navek bigere. Nexwe berevajî, ji bilî tevliheviyek alozbar ku dê pêşî li gerdûna ronbar ya edebiyeta kurdî bigire, tu anîneke erêniya vê tevliheviyê nîn e.. Lê rast ka weşanxaneyek karibe bi jihevduveqetandina çîrok û romanê rabibe, li bakurê welatê me heye an na? Ev pirsek lezgîn e ku divê mîsoger were bersivandin. Mesele piçekî jî ev e bi baweriya min. Ligel van neyîniyan, rewşa edebiyata kurdî baş e û keçikên me êdî dikarin ji bo xwe dost û mêran peyda bikin. Bi girêdayî vê, bi rastî jî di nifşên nû de hêza xeyalê destmalan dihejîne û bêguman e ku ev welidîneke nû ye bo wêjeya kurdî û em bi vê pêkhatina erênî zêde dilxweş dibin. Hêvî dikim ku ev navsereyên me jî êdî dev ji berhevkariyê berdin(dev ji xwarina mîrasa gelerî û ya Ehmedê Xanî, Melayî Cizirî û ên din berdin-lewra wan gotina xwe gotiye-gotina me çî ye-em ê çi bibêjin?) û eynî mîna ciwanên delal bibin peyrevê xeyalan û bizivirin berev behra afirîneriya delodîn.
Hûn zedê hîtabê jina dikin. Gelo sedemek taybet ji bo vê hîtaba we heye?. Ev hezkirin ji ku tê?
Na. Ev meseleyek dûrûdirêj e. Heke em bi israr bibin peyrevê peyda kirina sedemek ji bo vê hewara tijî hez kirin, dikarim pir bi dilhesayî bêjim ku ji bilî hezkirina ji wan ne çi tistekî ye. Jin bi xwe mîna xeyalên rengîn in ku her wekî senfoniyek dengvedêr ku xwedî hêlên hikarbar û meskar e. Bedew û dilşewat û bi rehm û parveker û bimedbilin û jidildost û hingiv û stêrk û afirîner û keskesor û pel û gul û derya û karxezal û dims û can û giyan û gereh û tav û roj û çem û kanîne. û û û...Lê ligel evqas delaliyên xwe heta ku tu bibêjî bi bêwijdanî hatine jêrdestkirin. Ji ber mexduriyet û situxwariya wan a dîrokî min hîç nexwestiye ku ez di romanên xwe de wan mîna alavek qamîş hesayîkirina lehengên xwe yên mêr bikarbînim. Gelek romanivîsarên me ev kirin û bi ser de jî rabûn qîma xwe bi kirinek wiha nelirê neanîn û di dawiyê de gerîlayên kurd-sembolên azadiyê-anora miletê kurd birin kirin bin leşkerê tirka û hwd. Pir vekirî dibêjim ku tu pirskirêkek min li hemberî bedana jinê tune ye. Di warî seksê de jî têr im, bi qasî xwe, bi têra xwe heram im û xwedî rabirdûyek bi resqsên bêîman ve tijî me û lewra jî ji bilî şadkirin û bilindkirina wan min derd nîn e. Divê jin di romana kurdî de bi xirabî, tenê wek alavek hesayîker neyê bikaranîn.
Wek hûn dizanin rexnekirina berheman ji bo pêşketina wêjeyê gelek girîng e, gelo hûn wek nivîskarek kurd çiqas sûd ji rexneyan digrî?
Ev kar karekî zanistiye, lewra jî jê re bê ol bûn, hişmendiyek entelektûelî û giyanek xweser divê.
Rexnegirî neynike. Hûn dikarin lê binêrin, delalî û ne delaliya rû û rûçikên xwe bibînin. Her wiha roniyek şewqdêr e ku bi tirêjên xwe gerdûna wêjekaran ronîtir dike. Û dînazorê ku di laş de li goşt digere û bêguman e ku yê herî baş ji hestî û goşt fêm dike ye. Di kurdan de, nexasim di van salên dawîn de, hin ezîzên delal bi rexnegîriyê rabûne. Min gelek gotarên wan ên rexneyî yên li ser roman û çîrok û helbesta kurdî xwendine û heke rastî were xwestin, ez ji kûrahiya wan kêfxweş bûme ku dikarin di astek baş de tirpana xwe bivinvinîn.
Lê wek kes, wek romanivîsarek kurd, bi xemgînî divêjim ku min bi xwe tu sûd ji bilî nivîsên giştî ku min behsê kirî, ji ezîzên ku bi vî karî rabûne negirtiye. Bi ser de jî, nayê bîra min ku ji rojname û malper û alavên din ên ragihandinê yekî li deriyê min xistibe û gotibe “bira ka hela were em li hev rûnên hinekî biaxivin. Ev çî ye ku tu wiha bêxayan(bêhed) û bi dengekî berz diqêrî. Çima diqêrî? Sedemên serî rakirina te ya nola conegayê spanî çî ye? Ji bilî du bernamên ku Helim Yusiv bi min re çêkiriye. Sedema vê terkexemiyê tam çi ye? Baş dizanim. Lê dibe ku ji ber temenê min biçûke-mixabin adetek kal û bava ye ku di nav me de heta meriv pê li pêpelûka çilî neke, meriv rojê deh guran bikuje jî beyhode ye.....û dibe ku ji ber dost û ehbabên min di vê gerdunê de tune ne û bi ser de jî ez ji devereke din a welat im ku kêm kes ji wir bi karê nivîsê rabûne, be. Her wiha, bi min wisa tê ku ligel mehweya afirîner a heyî ku em niha behsê dikin ku berhemên delal welidanidiye, ji bo nivîskar û rexnegiran bêalîbûn pêdiviyek lezgîn e û ya herî mihum jî guhdana dengê bilura yê-n din-yên ne ji rêxistina xwe û ne ji bajarê xwe divê.
Hin caran dihizirim ku baş xirab min di çar salan de, du roman nivisîn ku welê zen dikim ku ji bilî çend rêzeromanên ku berê niha hatine weşandin, qalintirîn romanên kurdî ne ku bi taybet mijar û meydana romana mina yekem zêde cudabû û digel vê yekê jî heta niha ji bilî gotarek tu kesî behsê nekir. Ya dudiyan ji xwe hê nû ye.
Ez rast bêjim. Di vî karî de, divê berê hemû tiştî, di serî de çapemenî, malper û her wiha nivîskar û rexnegir ji tixûbê bajarê xwe, ji atmosfera rêxistina xwe û ji paxila xal û apên xwe û ji ber delingê fîstanê dotmama xwe derbaz bikin. Ev derbaz kirin ji bo silametiya pêşeroja edebiyata kurdî zêde mihum e. Bila neye fêm kirin ku ez li dawola hewarê dixim. Na. Ne ji lêdana dawolê hez dikim û ne jî yên lêker maqul û têgihêştî û zana dibînim. Lê hewce ye ku em rastiya xwe derbibin.. Ji bo me derbazkirina malbat, bajar û eşîr û rexistinan divê. Ev kar karekî zanistiye, lewra jî jê re bê ol bûn, hişmendiyek entelektûelî û giyanek xweser divê. Nabe ku em bi krîterên êşîrî li meydana xweseran bi padedayîna yezdanên wehş rabin. Ji bo afirandina wêjeyek zirdînker, yezdanbûyîn pêdiviyek lezgîn e ji bo bilîkarên wêja kurdî.
Di herêma serhedê de wêjeya devkî gelek pêşketiye, hûn ji vê wêjeya devkî sûd digrin an na?
Halbûkî ligel devokên din, devoka serhedê jî bi qasî xwe heye û gelek aşkere ye ku devoka serhedê şayiktirîn devoka welatê me ye.
Belê, çawa. Di vî warî de min hewl heye. Di herdu salên vê serûvena delodîn de û ligel hewla mina bêxayan ya ji bo qefaltina orjîniya wêjeya devkî ya serhedê, ez bi gor dilê xwe negihêştim kûrahiya ku hemû sînoran li bin guhê hev dixîne. Ya rast ez bi gor dilê xwe serneketim. Sedema herî sereteyî ya vê nezeftkirina ji orjîniya wêjeya devkî, bêguman dûrbûna min a ji serhedê bû ku wekî tu ji te ve jî ayan e, ez di şeş saliya xwe de ji welat derketime. Ev derketina zû, di herdu salên ewil ku ez bi vî karî re mijul dibûm, ji bo min her dibû dîwarek nanaker û nedihîşt ku ez noqî bîra peyvê ya wê erdnîgariyê bibim. Lê paşê, piştî ku min dest bi romana xwe ya Giyanên Bahozî kir, min ji bo xwe planek danî ku bi gor wê planê min her hefte bi dotmamek, bi jinapek xwe re bi saetan qise dikir û min ji wan dixwest ku bila behsa awaye dawet, şahî, şîn û evînên dema xwe-dema derbazbûyî bikin. Bêguman daxwaza ji awazandina delaliyan ku li hin deverên welat jê re dibêjin “lawik” jî, li derahanê. Ligel vê kirinê, min bi roj û şev li stranbêja û li videoyên dewetên herêma serhedê guhdarî kir. Bi xebatek wiha têr west, axirê di dawiyê de min ji xwe tê derxist ku va ye pêşveçûnek baş bûye mêvanê hişgerdûna min. Bi vî awayî min çar beşên romana Giyanên Bahozî, bi uslub û tehera dengbêjan nivisî ku niha yên dixwînin, dibêjin “gava meriv dixwîne, mîna ku meriv li şevbûherka dengbêjan be” Ev behs, bêguman min dilşa û kamran dike. Heke ez vî nexweşiya xwe bi silametî derbaz bikim, min dil heye ku di salên pêş de zêdetir dest biavêjim wê xezîneya mîna keçek xwedî bedewiyên secdeyî û delal e.
Min berê niha jî zêde behs kiriye ku divê nivîskar li gel bikaranîna zimanek wekhev ku hemû derûdor jê tebigihên, di berhemên xwe de cih bidin devoka herêma xwe jî. Heta niha ji bilî devoka serhedê, devokên din zêde ji bo xwe cih di wêjeya kurdî de stendiye. Sedema ne cih stendina devoka Serhedê ya di roman û bi giştî di wêjeya kurdî de, bêguman kêmbûna niviskarên serhedê ye. Ji xwe ên hen in jî, ji bilî çendan, guh nade vê daxwaza min. Meriv di nivisên wan de, bi tu awayî dewlemendiya mestkar ya devoka serhedê nabîne. Halbûkî ligel devokên din, devoka serhedê jî bi qasî xwe heye û gelek aşkere ye ku devoka serhedê şayiktirîn devoka welatê me ye. Jêdere klasîkên kurdî bi zêdeyî serhed e. Herî zêde kilamên evînî û yên li ser mêrxasiya kurd li serhedê hatiye afirandin. Îja çima em wê dewlemendiya bexayan tevlî wêjeya niviskî ya kurd nekin. Çima em tehma devoka serhedê bi xwendevanan nedin jiyan din? Li vira bi destûra te dixwazim bêjim ku bila xwendevanên wêjeya kurdî ji bo reqsên serserî amadebin. Hema ku ez ji vî nexweşiyê xilas bibim, em ê bi hev re ravî bidin bê ka wêje çî ye û bi vî zimanê wêje çawa tê kirin.
Di dema nivîsandina Giyanên Bahozî de, bûka mina delal Sevda xanim ku li Almanya dimîne, gelek zêde bi alîkariya min rabû. Bi vê minasebetê ez bejna xwe li hember wê ditewînim ku wê di berhevkirina delaliyek de ez tenê nehîştim. Ji wê kilamê du hevok:
Lo lo lawiko, bejna te zirav e tu dibê şiva ter e. Ba lêdixe kûr dilive. Nava sîng û berê min ji te re mînanî textê Siltan Evdilhemîd e
Heyla li min rebenê, mîna toyê mîh û medeka, nanê biharê yek temarê hingiv li ser e.
Lo lo lawiko, Mûşa kambax ez ê li têlê xim, têl qetiya ez ê morê lêxim. Seva çav û birûyên te yên reşbelek telqirafek ca bi rê xim.
Niha hat bîra min. Divê ez bêjim ku di warê bikaranîna devoka serhedê de, ez kekê hêja F. Melîk Aykoç pîroz dikin. Wî di herdu romanên xwe de gelek zêde cih daye devoka serhedê.
Pirsgirek û astengiyên nivîskarên kurd çi nin, weşandin û belavkirina nasandina pirtûkên kurdî çawaye?
Binêre, romanivîsar û wêjekarên vê serdemê, di esasê xwe de temsîla kilambêja dike ango dengbêjên vê serdema bi biriqîne. Û heke ez rojek dev ji nivîskariyê berbidim, egera devjêberdaneke wiha ji bilî neprofesyoneliya weşanxanên min nas kirî, ne çi tiştekî ye.
Ev mijarek pir fireh û xwedî hêl e. Gelek caran tê behs kirin ku di wêja kurdî de-di roman û çîrok û helbesta kurdî de, atmosferek wehşa dînker tune ye. Dema ez behsên wisa dibihîzim, ya rast hem zêde diêşim û hem jî gunehê xwe bi xwedîbehsan tînim ku ya haya wan ji rastiyên jandar yên nivîskarên kurdî-ji şert û mercên tê de dijîn bigire heta sosyalîta malbat û civaka jê hatiye dirêj dibe tune ye û yan jî bilesebeb, erê bêyî bizanin bê ka mabesta lêv livandina wan çi ye, lêvên xwe dilivînin. Lazime ku bêyî lêv livandinê rastî were zanîn da lêv tedayiyê nekin. Baş e, çine ev rastî?
Bêguman ev meydan têra derbirîna hemû pirsgirêkên niviskariya kurd nake. Lê ez ê bi kin û kurt behsa sê-çar hêlên vî birînê bikim
1)Binêre ezbenî, romanivîsar û wêjekarên vê serdemê, di esasê xwe de temsîla kilambêja dike ango dengbêjên vê serdema bi biriqîn in. Te dît berê dema kilambêjek biçûya gundek, jin û zar û zêrç û axa û kole tev bi hev re li dorê diciviyan û lê guhdarî dikirin. Ev eleqe û guhdana jidil pirê caran dibû sedem ku kilambêj hema li cihê rûniştî gotinên stranek nû lêbike û bike stranek afirandî. Lê ev eleqê û guhdana em behsê dikin ku bi xwe re atmosfera afirandinê tîne, di roja îroyîn de ji bo wêjekarên kurd tune ye. Erê, bêguman e ku piştî evqas şer û pêvçûnê, di warî bi xwe ve hatinê de hesasiyetek, hişmendiyek têr wêrek a hêvîbar di mejiyê kurd de cih stendiye. Ferasetek pêk hatiye û xweziya xwe naskirinê bûye mêvanê xeyala kurd. Ligel vê pêşveçûna bêhnveker, mixabin giyana kurd ji her demê zêdetir hatiye zeft kirin û ev yek têr dike ku kurd bi qasî ku tê xwestin qîmetê nede xwe, ne nirx û rastî û nexasim nivîskarên xwe. Îja, ji ber vê neyîniyê ye ku pirên caran ez xwe di şahî û meş û komele û civakên kurdan de biyanî dibînim. Ha hûn ha beredayiyek. Yek silogana diavêje, dibe Hezret. Yek bi tirkî çend gotinên jiberkirî dibêje, dibe warê hêvîhevandinê ji bo me kurdên belengaz. Lê em bi hezaran rûpel dinivîsînin, silavek germ ji me re pir dibînin. Ev çi ye û çi dad û zawade ye ezqurban. Ez welê zen dikim ku hemû hevkarbiliyên min vê eşê dikişînin.
2)Piyasa wejeya kurd hêvî nade. Pirtûkên kurdî bi qasî ku nivîskar têr bike nayê firotin(têr kirina manewî). Bê firotin jî haya piraniya nivîskarên kurd ji reqema hatiye firotin çênabe. Nizane ka çiqas pirtuka wî/ê hatiye firotin. Pirê weşanxanên kurd, di vî warî de xwedî helwestek têrker nîn in. Li ser qisê: Ez hê nizanim ka çend lib ji pirtûka mina Wêneyên Keserê hatiye firotin. Digel ku min heta niha zêdeyî deh caran pirsiye jî, lê dîsa jî min ji bilî kenekî mijarveguhert bersivekî ku kanibe min têr bike nestendiye. De îja were nemire...Halbûkî di dema afirandina wê û Giyanên Bahozî de, ez sê caran bi giranî nexweş ketim ku bi gor peyta doxtoran sedema sereteyî ya nexweşiyê stresa zêde û lêkûrbûna bêxayan bû. Ez pir bi zelalî bêjim ku di dema nîvîsandina Giyanên Bahozî de nexasim di beşa dawî-beşa hefta de, ez zêdeyî mehek ji ber tirsa ku ez ê dîn bibim, ranezam. Min dixwest razêm. Lê min nikaribû. Dengekî kûr ji hundirê min dihat û digot ranezê, tu dê nema bi beyana sibê re hişyar bibe. Min alîkarî ji doxtoran stend di wê demê de. Çima vana divêjim? Ked e ev. Piçekî, piçekî, bi qasî serê derziyê rêz ji kerema xwe re. Ne tenê ji bo xwe dixwazim. Ji bo hemû hevkarbiliyên(hevpîşên” xwe...
Di warê belavkirina pirtûkên kurdî jî heman rewş, rewşa malwêran raser e. Pirtûkên kurdî, bi qasî tê xwestin nayê belav kirin. Mesela hema bêjim. Pirtuka mina ewil ev bû du sal derçû ye, lê heta niha ji bilî diyarberkir û stenbolê ji bo bajarên din nehatiye şandin. Ev bobelatek wisa mezin e ku bi tu awayî nayê efu kirin...Yanî binpêkirina nivîskar û keda nivîskar e. Gava rewş wisa be, motîvasyon jî ji nivîskar dûr dikeve. Lewra yek ji riyên nivîskar diajo ser afirîneriyê, şadîbûna wî/ê ya di warê manewiyatê da ye.
3)Tunebûna aboriyek xweser, ji bo nivîskarên kurd astengiya herî bi êş e. Tunebûna xweseriya nivîskar ya di warî aboriyê de, her dibe sedem ku ew zedetir dema xwe bide karên aborî. Jixwe li cihê ku hûn heşt saet girêdayî kargehek bin-dîl û dest girêdayî bin, li wir pêdeçûna hizran cênabe û lingên peyreviya we ya ji bo qefaltina xeyalên nû dişkê û hûn ji asta afrînêrî û ji bahoza lêgerînkariya vinekar ku deriyên nû li pêşiya we vedike dikevin asta însanên ji rêzê ku ji bo wan hebe tunebe pariyek nan e.
Her wiha, ji bilî çend nivîskarên kurd ku ew jî li ewropa dimînin ,yên din belkî di jiyana xwe de carek be jî silav li betlanê nedane, neçûne welatên cuda, negeriyane, neditine çand, jin, mêr û awayê jiyanên din û bêguman hespê xwe têr neçêrandine da karibin di meydana pêşbirka wêjeyê de, bezê di dereceyek heri baş de kuta bikin.
Bi tevî van rastiyan hê bi sedan rastiyên din ên korker li hember nivîskariya kurd heye. A digel evqas zehmetî û tunebûnan û aloziya dijwar ku ji ber qîmetnedayînê pêk tê ku her mîna bayek xirabkar li hêşînahiya bax û baxçeyên nivîskar diqelibe û di qûn û qefesên hev re derbaz dike û vediguheze kavilistaneke bê hêvî, bi baweriya min dîsa jî berhemên giranbûha tê afirandin û wisa dixuyê ku dê di pêşedemê de ev afirînerî lûtkeyên herî bilind jî daqurtîne. Pîrozî li giyana wêjekarên kurd be ku ligel evqas êş û eleman dîsa xwe diwestînin.
Tu dikarî bi kurtayî qala xebat û projeyên xwe ên nû bikî?
Ezbenî, hema bi kurtî bêjim ku piştî derçûna Giyanên Bahozî, bêyî navber bidim nivîsê, êdî lûtfek yezdan bû çi, roniyek şewqdêr xwe berdan kurahiya dilê min, kirasê xwe li min kir û ez bi bêariyek ve ajotim ser nivîsandina romanek nû ya evînî. Dû re, hema li pey Giyanên Bahozî, min dest bi ya nû kir. Ev bilîbûn heşt mehe didome. Heke ev nexweşî- ev cenawirê hov nehata û neba mêvanê min, bawerim ku min niha dawî lê anîbû. Min ji nivî zêdetir kuta kiriye û ez niha li ser kudandin û kutakirina wê dihizirim. Mîsoger ne be jî, lê min xweziye ku ez vê romana xwe bi du cildan binivisînim. Êdî nivîsandina cilda duyem bi tendirustiya min ve girêdayî ye. Heke xwe baş hîs bikim, ez ê bidomînim.
Ji bilî vê, novelek kurt li ber destê min e ku dixwazim bi kurdî û almanî çap bikin. Lê ev dê ji bo sala bê bimîne.
Dema hûn dest bi romanek dikin hûn planên xwe çawa amade dikn? Û hûn rojê çend rûpelê binivisîne xwe serketî dihesibînî?
Nêrînên biçûker ku hevîrtirşa xwe ji kemalîzma Cankayayê distîne, êdî ji bo me beyhode ye. Ji kerema xwe re bila ên kurda û wêjekarê kurd biçûk dibînin, bikişin vê meydanê. Em amadene ji gulaşê re..
Helbet, erê. Bêyî ku ez dest bi nivîsandina romanek bikim, ez herî kêm mehek li ser awayê avakirina wê û destnîşankirina lehengan û pê re jî mijara esasî û bermijarên din dihizirim. Lê divê bêjim ku di dema nivîsandinê de, hin caran plana ku min ji bo xwe daniye ji min re teng tê, ez wê derbaz dikim. Hin caran jî berevajî dibe. Ligel vê, hin caran dîtinek, dîmenek ji bo min dibe sedemê nivîsandina roman û cureyên din ên nivîsê. Mîna Narînê. Narîna ku lehenga romana mina ewil e. Pêkhatina Wêneyên Keserê bi dîtina keçikek esmer ku derûdora çavên wê reş bûn ve pêkhat ku min ew li Gara bajêr dîtibû. Ez nizanim ka ew keçika binevşî, ew delala serserî ya kujer-kujera bê siud ji kîjan nijadî bû. Lê gava min ew dît, xwîna min lê keliya, esmer bû ku eynî mîna keçikên kurd û ferisa xwedî dirûvek nûranî bû ku hê jî ji bîra min neçûye ew tevbanûya horîmelek. Axxx.. Kêliya ku min ew bi çavên reşbûyî ve dît, pênûsa min lêvên lênivîsê wiha maçî kiribû.
Narînê Narînokê.
Xwedê da di rokej ji rojên payîzokê
Yeka çavşîn a nola ezmanokê
Xwedê bisitirînê bi dê û bavokê.... A, romana mina ewil ji ber bayê vê malikê pêkhat ku paşê bû romaneke terikî.
Rast ew kî bû ku digot di jiyanê de pêkhatina rasthatinên şîrîn dûr î aqile û bi ser de jî derewe? Bawer im nivîskarek bû. Ez jî berevajiyê wê îdea dikim. Bila kes bi aqildayînê ranebe ji bo wêjekarên kurd. Em jî dizanin bimeşin. Êdî em ne nogin, erê çêlêkin. Va ye meydana şerê zanyaran. Bila dev ji aqildariyê berdin werin meydanê û binêrin bê siwariyên kurd çawa hespê dibezînin. Nêrînên biçûker ku hevîrtirşa xwe ji kemalîzma Cankayayê distîne, êdî ji bo me beyhode ye. Ji kerema xwe re bila ên kurda û wêjekarê kurd biçûk dibînin, bikişin vê meydanê. Em amadene ji gulaşê re..
Di roman a cîhanê û bi taybetî a kurdî de ên ku hûn di bin bandorê de hêştiye kîjan e ?
Gelek nivîskar hen in ku dîn û îman ji min stendine. Di tirkî de Yaşar Kemal û Curci Zeydanê Lublanî ji bo min kubartirîn romanivîsarin. En kurdî jî, di romanê de dostê minê hêja Helîm Yusiv û Omer Dilsoz û di helbestê de jî kekê minê dînker Ehmed Huseynî, ji bo min zîrektirîn wêjkarên kurde ku ji wan sud werdigirim. Ên mayî jî bi kêf dixwînim.
Bi ser de, gotarên hêja Hesen Kaya hêzxeyala min qewî dike û min divê bêjim ku ji bilî wekhevbûna tehera me ya ji nivîsandinê, bi rastî jî di hêja Hesen Kaya de xwekuştinek kûr a serseriyane heye ku bi xwe re asoyên nû pêşkêş dike û ya mihumtir jî dibe sedem ku xwendevan noqî bihizirînên bêxayan bibe. Jixwe heta nivîskar xwendevan neajo ser hizirîna veçirîner ku karibe lodên tezê bide ber alazên agirekî ji agiran wêdatir, erê heta hunera ajokeriyê neafirîne nexwe nabe nivîskar, tenê dibe rêzkerekî teqlîkar ku bêyî embarên vala dabigire. Pêwistiya xelkê kurdistanê bi dagirtina embaran heye. Ne ku bi avvexwar û nanxwarên birçî ku çavên xwe berdane embarên vik û vala. Û min divê bêjim ku di hêja Hesen de, ji xwe derbazkirin bi teherekî têr aşker e xwe dide his kirin. Ji bo pêkhatina nivîskariya raser ku karibe ji tixûbê stewriyê derbazî afirînêriyê bibe da bi derbazbûyîneke wiha re pêdiviya zarokan-(xwendevanên wêjeya kurd) ya ji şîr pêkbîne, bêguman e ku pêkanîna her lezgîn ew e ku karibe xwe bi dijwarî bikuje û bike hezar û yek perçe ezbenî. Di vir de, min mabest ji kuştina kesayeta ku ji qeîde û felsefa kor ya civakê şikil stendiye ye. Ango têr bûye ye. Bi têgihêştina min, nivîskarê/a ku keseyata heyî-ya mûama ku ji paşverûtiyên civakê pêkhatiye, bi dijwarî di xwe de nekuştibe, bi yek gotinekî nikare bibe wehşek dînker, erê tenê dikare hevokan rêz bike hew. Pir bi aşker e divêjim ku hê piraniya nivîskarên kurd xwe nekuştiye û ji ber vê yekê ku bi lezginî û yekser ya dibe dîlê hesudiyek erzan a pêkenîner û ya dibe berdevkê çewtiyên civak û rêxistinan û yan jî dibe xwehezekî çavsor û dixwaze hemû kes bi yek dengekî ve jê re “tu xwedayê nivîs û wêjeyê ye” bibêje. Divê neyê ji bîr kirin ku di gerdûna zanyaran de cih ji xwedayan re tune ye, erê tenê tişta pêwist afirîneriye û ençak kesên afirîner dikarin di gerdûna qalê dikin ku bisitirin. Wekî din xwexapandineke erzan e. Kurd êdî gîhîştiye astekî û naxwazin di bin sîlsîla hesûdan û xwedayên bêbinyad de, bijîn. Nizanim tê fêm kirin ka ez qesta çi dikim.
Dema ku tu lehengên xwe diafirînî pîvanên te çine û têkilîyê navbera te û lehengên te çawayî?
Ez bi gor bedena wan, bi gor hizr û têhighêşta wan ji wan re kiras didurim û li bejna û bala wan dikim. Li ba min zimanek standart tune ye. Di romanên min de, helbest, şiroveyên durûdirêj, diyaloxên bi goşt û yên sivik, cih bi cih zimanê gelerî û cih bi cih zimanê hemdem û zêde giran, hene. Ev jî, ji ber ku ez bi gor her lehengek xwe zimanek dibijêrim pêk tê. Mînak; heke lehengê min gundî be, ez jê re maf dibînim ku ew bi gor jiyana gund, bi uslub û awayê jiyana gundiyan di romanê de ji bo xwe meydanek bi dest bixe. Heke xweşdaberek-xwefiroşek be, ez bi gor qeîdeyên wî karî dihêlim ew hespê xwe bibezîne. Heke xwenda û zana be, ez maqul dibînim ku ew destmala felsefê maçî bike û heta pê re biçe nivînê seksê. Heke xort be, keçikek cahil be, ez hewl didim ku rê li pêşiya wî/ê hesayî bikim da karibe xewnên xwe yên qedexe-nikare ji ber xezeba çavên bi qiloç derbibe û her wiha, hest û dilxweziyên xwe yên mîna xwe ciwan, bi hevokên giyanhelbestî û hezkirî ve li pelgehan vekolînin. Û û... Bi tevî vê, ez pir tevlî sekan û girî û xweşiyên wan nabim. Lê di romana duyem de, min bi zanîn cih bi cih û ji bo ku ew bi xwe ve werin, hewla livandina wan da ye
Bi tevî van rastiyan, dema ez xwe bi afirandina lehengên xwe diwestînim, ji bo min kritera herî pir heyatî ew e ku ez karibim dilşewatiyê fêrî wan bikim û wan biajom ser veçirandina hemû tixûbên ku bi navê “ehlaq” ê civak û olan ve hatinê destnîşan kirin. Her wiha, têkiliya min û delal û xweşmêrên min jî, eynî mîna têkiliya dê û zarokan e. Ez yek kêliyek ji wan naqetim. Ez wan xwedî dikim. Ez ji wan re diyariyên herî xweşik dikirim. Gulan jî dikirim. Gulên sor jî dikirim ezbenî û wan bi bêhna gulên sor û nêrgizan mezin dikim û gava givrik bûn, em bi hev re-di şevên dirêj de, li oda min a xebatê şevbûherk saz dikin, ez distrêm-dengê min xweş e birastî, ew guhdarî dikin, îja gava ez biwestim û nexweş bikevim, ew min digirin hembêza xwe û ji bo razên ji min re dilorînin ta gava gihaştin, hatin salên zewacê. Erê gava roja wan hat, dev ji min berdidin û diçin dizewicin. (Dizewicin, lê êdî ne ew û ne jî zavayên min bi ser min de tên. Çiqas jan e ne) Ez dîsa tenê dimînin heta min ji bo xwe zarokên nû peyda kir. Ez niha bi zarokên xwe yên nû re bilî me. Bi romana bi navê “Esmerya” yê. Lê bi tirsim. Lewra ew jî dê min cih bihêle bi biçe mêrî. Ez qurbana wan bim...
Pênaberî tesîrek çawa li ser te dihêle. Tu dikarî hinek behsa penaberiya xwe bikî?.
Pênaberî mîna bîrek av tijî ye ku ez tê de bim, ne bixeniqîm û ne jî kanibim jê derbikevim. Pênaberî ji bo min şevek dirêje ku hatina sibê ji bîr kiriye û her ji hilavêtina tavê re nana dike. Heke ez rastiyê bivêjim, bi sund roj û şevên min nediyarê li vî welatî. Welatê xweş û xwedî heyiyên buhedar. Digel ku ez bi giyanî ji çand û feraseta rojavahiyan ne dûr im û gelek heval û hogirên min ên awropî henin jî, lê dîsa jî ez li germahiyek digerim ku bêguman ew jî ne li vira, di sohbet û lihevkombûnên berê yên civaka kurde veşartiye. Hin caran li gel ku bi qasî têr bixwim min pere, kar û xaniyek xweşik jî heye, dîsa ji ber valahiya penaberiyê kiriye mêvanê min, ez di kêliyek şevê de bi mebesta peyda kirina kalemêr û pirêjinekê ku kanibe ji min re kilamên kurmaciya berê biawazîne, derdikevim derve û xwe li seyrangeha digirim. Seyrangehek li nêzî xaniyê min heye. Ez bi şev diçim wir. Dilê min dikele. Ez dixwazim bi têra xwe bigirim. Ji ber vê jî ez delingên xwe didim jor û dikevim ava avbîra seyrangehê ku mîna di ava çemê “Mûrad” ê ya Mûşê ango mîna bedena mina bi janê ketiye ji aliyê pêlên çemê Munzûrê ve bere mizdan ku kes li hevirdor tunebe, aha wisa, heta ku ji min tê ez deng bi xwe dixim û bi şewat kilama “Emro û pê re “Lawikê Metinî” û pê re Xwezila Ez xerîb nebam” û pê re “Lo lo pismamo zalim xweşmêr î” û pê re jî wiha:Li min barî hay hay li min barî/ berfekî ji berfa vê olixê/ girtiye gîharê saralixê/ez çûm diharê Celebiyê/ min felkî avêt dor teşiyê/ jê derket hespekî bi zîn û zengû mîna hespên Mîr Begên Kop û Melazgir û Gimgimê/ sîwarbûm li heywanê hişînboz û min bezand deşt û newal û çol û çiya berê xwe da welatê Gerdennazê/Gendenzer ji zû ve çibû mêrî/Civiyan cahil û cihûlên welatê Serhedê/ Gotin lo lo birako/ Gotin gidî guhdarvanîno/ Em bi tevgirêdana(rapêçan) kesî nizanin/ lê tevgirêdana Gerdannazê eynî mîna tevgirêdana keçên kurmanciya berê” Diawazînim. Piştî kirinek wiha diçim ba “penner” ên ku di zimanê me de jê re kesên bêcih û bêmal têgotin. Gava ew çav bi min dikevin, şuşên bîrayê yên vedixwin radikin hewa û “noş” divêjiin. Paşê bi awirên têkçûyî ji min cixara firansî ku guya ya çepgirtiye dixwazin. Ez pakêta cixara xwe didim wan û li wan guhdarî dikim. Kesên zanane di esasê xwe de ew kesana. Ji ber gelek sedeman ketine wî rewşê. Îja gava ez halê wan dibînim, tê bîra min ku çarevinîsa me dişibe hev ji bilî tunebûna dewletek xweser a ji bo me. Lewra heke me welatek aza û serbixwe heba nexwe em ê wisa derbedar nebana. Ez xwe li nik wan gelek hesayî dibînin. Dizanin li meriva guhdarî bikin.... Kul û kedara penaberiyê bi çend gotinan dernaçe. Heke ez behsa hemû aliyan bikim nexwe sê romanên hezar rûpelî jî têra vî jana kûrbin nake. Ev cara yekeme dibêjim, hema li pey kuta bûn û derçûyîna romana Wêneyên Keserê, min dest bi romana bi navê “Romana Penaberiyê” kiribû. A rast min bi qasî heftê rûpel jî nivîsî. Paşê Giyanên Bahozî bi bêariyek ve hat ket navberê û min ew wisa hîşt. Li ba min qeydkiriye. Min dil heye ku di salên pêş de, piştî kuta kirina romana “Esmerya” yê û heke ez baş û xweş bin, ez ê wê bikudînim û wek romana li ser êş û keserên penaberiyê pêşkêşê wejeya kurdî bikim.
Ji bilî neyîniyên bi hesret yên penaberiyê, divê bêdadiyê nekim ku yek ji egerên zêde nivisandina min jî penaberî bi xwe ye. Penaberî mîna kozek agirê di dilê min de û dike ku ez binivisînim. Eşê penaberiyê, ji êşên evînê zehmetir e birako.
Di van demên dawî de, te bi nivîsek ragihan ku tu nexweşî. Te navber da nivîsê. Tu dikarî hinek qala serboriya xwe bikî?
Wekî ku min di wê nivîsa derçûyî de jî raber kirî, di kezeba min de du xêz hen in ku ji ber derbazkirina zature ye pêkhatiye ku heta sala 2004 îltihaba li derûdora herdu xêzan negatîv bû û vê yekê jî têr dikir ku doxtorên min bi erenî li bobelata heyî binêriyan. Lê di van demên dawî de, li ser tekçûna mina cestî û zêde xwêdan û westan û daxwaza ji razanek zêde, ez çûm û me carek din lê nihêrî, mixabin ew heru cih derbûye û îltihaba pê ve niha pozîtif e ku heke miqatebûnek pak pêkneynim, dibe ku pêşî li pencereşê vebibe. Ji ber vê neyiniyê ye ku min xwest demek dev ji stresa nivîsê berdim û li xwe binêrin. Di kontirola dawî de, doxtoran behsê kir ku derman kirin ji sedî heştê serketiye û ew ê di nava du-sê mehan de pêşî li çalakbûna îltihabê bigirin. Niha du cure dermanên pir giran bikartînim ku bi rastî jî gava wan heban digirim, nîv saet ji xwe çûyî derbaz dikim û ev dike ku pir negerim. Nexasim di germê de. A digel vê rastiyê, niha pir kêm caran li ser romana xwe, heftê çend caran bi qasî du-sê saetan dixebitim. Mesela ev e. Ez bi hêvî me ku ez ê agirekî gur li binê qûna vî nexweşiyê dadim. Yezdan li nik min e. Kurmacîhez û hespê wêjeya kurdî li min dipên. Min hê bi têra dilê xwe hespê wêja kurdî nebezandiye ezbenî. Ez hê neçûme serhedê û min kilamê dilan ji devê jin û keçikan guhdarî nekiriye. û ez hê neçûme Dersimê û min ji devê şêniyên wir kitekitên mêrxasiya sî û heştan guhdarî nekiriye û min hê li rûyê çemê munzûrê nenêriye û helbesta ku bi taybet min ji bo Dersimê nivîsiye nexwendiye û ez hê neçûme Mêrdînê û min bedena xwe li ber ritma kemançê nehejandiye û ez hê li amedê, erê li mala dengbêjan nebûme mêvan û min û wan li hev venegerandiye kilamên bav û kalan û hw. Ma wisa bi erzanî çûyîn û devjêberdan dibe, ez qurban kekê.
Ji bo ku we dem ji me re veqetand û pirsên me bersivand em ji we re spas dikin û hemû warên jiyanê de ji we re serketinê dixwazin.
Ez jî bi hêviya serkeftinên hewce yên ji bo romana kurdî û bi hêviya sûdwergirtina ji keda nivîskarên delal û bi hêviya hezkirineke xurt di gerdûna wejeya kurdî de pêk were û bi hêviya hesudî nebe destmala destên me bilîkarên wêjeya birîndar û bi hêviya çapemiya kurd bi malper û rojnameyên xwe ve di vî mijarî de bêalî û xweser bin û bi dilxweziya keçên kurd ji ber egera namûsê neyên kuştin û bi dilheziya avakirina hişmendiyek têr wêrek ji bo vî miletî, ez di serî de spasiyên xwe ji bo te û ked û feraseta te pêşkêş dikim. Her wiha ji bo hemû barkêşên vî zimanî û wan bi jin û mêr jidil û bi hestên kûr û kurdewar û germa hezkarekî maçî dikim û hebûna wan li ser serê xwe dihesibînim.
Amadekar: J. Alpîranî
[1]
Ji malpera Beroj hatiye girtin
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî - Kurdîy Serû) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol , um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 494 mal angesehen
HashTag
Quellen
[1] Website | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://diyarname.com/
Verlinkte Artikel: 3
Artikel
Biografie
Geschichte und Ereignisse
Gruppe: Artikel
Artikel Sprache: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 04-09-2009 (15 Jahr)
Art der Veröffentlichung: Born-digital
Dokumenttyp: Ursprache
Inhaltskategorie: Literarische
Inhaltskategorie: Artikel und Interviews
Technische Metadaten
Artikel Qualität: 99%
99%
Hinzugefügt von ( ئاراس حسۆ ) am 08-08-2022
Dieser Artikel wurde überprüft und veröffentlicht von ( سارا ک ) auf 08-08-2022
Dieser Artikel wurde kürzlich von ( سارا ک ) am 08-08-2022 aktualisiert
URL
Dieser Artikel ist gemäss Kurdipedia noch nicht finalisiert
Dieser Artikel wurde bereits 494 mal angesehen
Kurdipedia ist die grösste Quelle für Informationen
Biografie
Halil Öztoprak (Xalil Alxas)
Biografie
Ismail Küpeli
Biografie
Dilan Yeşilgöz
Bibliothek
Die neue Kurdenfrage: Irakisch-Kurdistan und seine Nachbarn
Biografie
Fevzi Özmen
Biografie
Sebahat Tuncel
Biografie
Cahit Sıtkı Tarancı
Biografie
Kenan Engin
Bibliothek
FREIHEIT FÜR DIE KURDISCHEN POLITISCHEN GEFANGENEN IN DEUTSCHLAND
Artikel
Spontane Feiern zur „Revolution von Wan“ in Kurdistan und der Türkei
Artikel
Monika Morres: Mutig und beharrlich weitermachen
Biografie
Saya Ahmad
Biografie
Leyla Îmret
Artikel
Kampfsport als politisches Projekt: THIRTYSIX FIGHTS
Biografie
Mely Kiyak
Artikel
Massenproteste in Wan: „Abdullah Zeydan ist unser Bürgermeister!“
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
Bibliothek
Tausend Tränen, tausend Hoffnungen
Bibliothek
Der Iran in der internationalen Politik 1939-1948
Artikel
Die Ezid:innen und das Ezidentum

Actual
Bibliothek
Die WELT hat mich VERGESSEN
28-11-2018
نالیا ئیبراهیم
Die WELT hat mich VERGESSEN
Biografie
Said Nursi
19-01-2022
هەژار کامەلا
Said Nursi
Artikel
Gökay Akbulut zu Solidaritätsbesuch in Amed
30-07-2022
سارا ک
Gökay Akbulut zu Solidaritätsbesuch in Amed
Bibliothek
Konflikte mit der kurdischen Sprache in der Türkei
11-06-2023
هەژار کامەلا
Konflikte mit der kurdischen Sprache in der Türkei
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
06-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
Neue Artikel
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
06-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothek
FREIHEIT FÜR DIE KURDISCHEN POLITISCHEN GEFANGENEN IN DEUTSCHLAND
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Der Iran in der internationalen Politik 1939-1948
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Die neue Kurdenfrage: Irakisch-Kurdistan und seine Nachbarn
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Tausend Tränen, tausend Hoffnungen
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Revolution in Rojava
28-03-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Die türkische Filmindustrie
26-03-2024
هەژار کامەلا
Biografie
Müslüm Aslan
17-03-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
saiten Her biji Azadi!
17-03-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
LEIDENSCHAFTLICHE LIEDER AUS KURDISTAN
17-03-2024
هەژار کامەلا
Statistik
Artikel  516,588
Bilder  105,238
PDF-Buch 19,088
verwandte Ordner 95,730
Video 1,283
Kurdipedia ist die grösste Quelle für Informationen
Biografie
Halil Öztoprak (Xalil Alxas)
Biografie
Ismail Küpeli
Biografie
Dilan Yeşilgöz
Bibliothek
Die neue Kurdenfrage: Irakisch-Kurdistan und seine Nachbarn
Biografie
Fevzi Özmen
Biografie
Sebahat Tuncel
Biografie
Cahit Sıtkı Tarancı
Biografie
Kenan Engin
Bibliothek
FREIHEIT FÜR DIE KURDISCHEN POLITISCHEN GEFANGENEN IN DEUTSCHLAND
Artikel
Spontane Feiern zur „Revolution von Wan“ in Kurdistan und der Türkei
Artikel
Monika Morres: Mutig und beharrlich weitermachen
Biografie
Saya Ahmad
Biografie
Leyla Îmret
Artikel
Kampfsport als politisches Projekt: THIRTYSIX FIGHTS
Biografie
Mely Kiyak
Artikel
Massenproteste in Wan: „Abdullah Zeydan ist unser Bürgermeister!“
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
Bibliothek
Tausend Tränen, tausend Hoffnungen
Bibliothek
Der Iran in der internationalen Politik 1939-1948
Artikel
Die Ezid:innen und das Ezidentum

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Generationszeit Seite: 0.86 Sekunde(n)!