图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,301
图片 105,523
书籍 19,121
相关文件 96,166
Video 1,297
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Zarok li benda mamosteyan in
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Abdulqadir Ulumaskan

Abdulqadir Ulumaskan
Hevpeyvîn: MURAT MANG/BIELEFELD
#Zimanê Dayikê# yek ji mafên sereke ku ji bilî dewleta #Tirk#, ti kes newêre bixe ber minaqeşeyê. Lê di pratîkê de dewlet heta ji wan tê vî mafî yan asteng dikin yan jî bi hewlwêstên neerênî ji bo zimanên ne fermî hema hema tine dikin. Gelek eyaletên #Elmanyayê# jî tevî ku ev maf bi hin qanûn yan jî sererastkirinan weke erk ji xwe re terîfkirine, bi hincetên nebûna fînansmanê û nedana pêşiya xwe ya lipêşbûna vê erkê, kirine ku nexasim jî ji bo wan zimanên ne fermî, ev maf di pratîkê de nebe.
Li Elmanyayê bêhtirî milyonek Kurdî dijîn. Lê ji zarokên van Kurdan bi tenê 2200 diçin dersên zimanê Kurdî. Li ser sedemên wê û ka çawa civaka Kurd dikare vê rewşê ber bi başiyê ve biguhere em bi Cîgirê Serokê Yekîtîya Mamosteyên Kurdistanê li Ewrûpayê (YMK) Mamoste Abdulqadir Ulumaskan, dibêje qederê 2200 zarok tevlî dersên zimanê Kurdî dibin. Wekî din, hêzar zarok ji ber ku mamoste tinene, nikarin biçin dersa zimanê Kurdî. Li hin eyaletan dersan ji nû ve dest pê kir, li hinên din jî va ye wê dest pê bike. Ji ber wê jî em bi Mamoste Ulumaskan re li ser mijarê peyivîn.
Birêz Ulumaskan çend rojên din li eyaleta Wesfalya Bakurê Renê (NRW) dersa sala nû wê dest pê bike. Hêviyên we ji bo dersa zimanê Kurdî çi ne?
Li gorî salên berê, di van du salên dawî de qeydkirina zarokan ji bo dersên zimanê Kurdî hinekî zêde bûye. Bi taybetî bi hatina Kurdên ji Rojava re ev hejmar hinekî zêde bû. Niha li eyaleta NRW´ê tenê nêzî hezar zarokî hatine qeydkirin. Lê ji ber tinebûn yan jî tayinnekirina mamosteyan, ev zarok mixabin nikarin dersên zimanê Kurdî bibînin. Li wan deveran ku dersên zimanê Kurdî li wan heye jî hejmara mamosteyan têra xwendekaran nake. Lewma jî her mamosteyek, dersa 150-200 zarokî dide û hejmara saetên dersan jî kêm e.
Rewşa dersa zimanê Kurdî li tevahiya Ewrûpayê bi çi rengî ye?
Li Ewrûpayê bi giştî, Swêd ne têde, rewşa dersên zimanê Kurdî ne zêde baş e. Ji xwe li hinek welatên Ewrûpayê dersên zimanê Kurdî bi fermî qet tinene. Li hinekan jî, weke Swîsreyê, ne bi fermî ye. Tenê li Swêdê nêzîkî 200 mamoste dersa zimanê Kurdî didin bi qasî 15 hezar zarok û ciwanên Kurd.
Li Elmanyayê rewş çawa ye? Ma li Swêdê zêdetir Kurd dijîn?
Vê gavê li 3 eyaletên Elmanyayê (NRW, Niedersachsen û Bremen) li nêzî 50 dibistanan ji aliyê 25 mamosteyên Kurdî, dersên zimanê kurdî bi fermî tên dayin. Li tevahiya Elmanyayê qederê 2200 xwendekarî beşdarî dersên Kurdî dibin. Li Elmanyayê ji milyonekê bêhtir Kurd dijîn û hejmara zarokên diçin dersa zimanê dayikê ê Kurdî 2200 e û hejmara momosyeyan jî 25 e. Li Swêdê 80 hezar Kurd dijîn û 12 hezar zarok û ciwanên wan diçin dersên Kurdî. Îcar li gorî vê, hûn rewşê bidin ber hev.
Maneya xemsarîya beramberî zimanê Kurdî li Ewrûpayê ji bo siberoja zarokên Kurd çi ye?
Gava em li gorî mînaka Swêdê hesab bikin ku ji 80 hezar Kurdî 12 hezar zarok û ciwan diçin dersên Kurdî, li Elmanyayî ji milyonekê zêdetir Kurd divê 300 hezar zarok û ciwan îro beşdarî dersên zimanê Kurdî bibana. Lê hejmara li Elmanyayê bi tavahî 2 hezar û 200 e. Vêca hasab li cem we ye. Li gorî vê rewşê 10 salên din, zêdeyî 300 hezar zarokên kurd wê bibin Elman. Heta niha, evqas jî û bêhtir jî ji xwe bûne Elman. Gelo di pêşerojê de gava ciwan têkevin nava lêgerîna ka “Ez kî me?” kî wê karibe bersiv û hesabê vê gunehkariya mezin bide wan. Ev qetlîam e! Berpirsiyarên vê xwekujiyê jî; malbat, sazî û siyaseta me bi xwe ye.
Li Elmanyayê li aliyekî mamoste tayîn nakin, alîkî zarok nayên, alîkî jî saetan kêm dikin. Sedem çi ye?
Belê, li Elmanya mafê dersa zimanê dayikê yê Kurdî wek qanûn heye, lê ji bo ev ders neyên dayin jî gelek astengiyan derdixin. Heta ji destê wan tê, ji bo ev maf neyê bikaranîn hezar astengiyî der tînin pêşberî mamoste û saziyên malbatan. Lê mixabin di vî warî de gelek kêmasî û qelsiyên me jî hene. Em wek malbat, sazî û rêxistin, xwedî li vî mafî dernayên. Ev rewş jî tê hesabê Elmanan.
Cenabê te behsa nebûna mamosteyan kir. Çareseriya wê pirsgirekê çi ye? YMK çi difikire?
Ji bo temamkirina kêmasiya mamosteyên zimanê Kurdî, wek YMK´ê hin hewldan û xebatên me hene. Ev bû 3 sal me wek YMK´ê, projeyek ji bo perwerdeya mamosteyên zimanê Kurdî amade kir û da Zanîngeha Essenê. Zanîngehê projeya me eciband û ji bo perwerdekirina mamosteyan biryara xwe da. Lê ji bon vê destûr û piştgiriya Wezareta Perwerdeya Eyaletê hewce bû. Tevî hemû hewldanan heta niha wezaretê ti bersivek nedaye me.
Lê ji bo perwerdeya mamosteyên zimanê Tirkî li heman bajarî beşek zanîngehê hatiye avakirin.
Niha jî em dixwazin li Fransa vê projeya xwe pêk bînin. Me hin têkilî danîn û em li hêviya bersîva zanîngehê ne. Em hêvî dikin ku li wir em karibin perwerdeya mamosteyên Kurdî çareser bikin.
Kêmasî çi ye? Asteng tenê devleta Elman e?
Bêyî astengiyên ku dewleta Elman ji me re dertîne, gelek astengiyên me bi xwe jî hene. Berî her tiştî em weke Kurd di daxwaza xwe a mafê zimanê Kurdî de ne bibiryar û biisrar in. Em wek saziya mamosteyên kurd komeleyek in û 60-70 endamên me hene. Her edamê me jî mehê 5 û herî zêde 10 € endametiya xwe dide. Bi vê derfeta aborî, gelo em dikarin çi bikin? Em bi 5-10 € yên derfetên xwe nikarin li zanîgehekê beşeke mamostetiya Kurdî vekin. Lê dema sazî û rêxistinên me bixwazin, ne beşek, dikarin bi derfetên xwe zanîngehekê jî ava bikin. Lê mixabin nakin. Li Ewrûpa barê perwerdeya zimanê Kurdî komelekê nikare ji bin derê. Ev karê wezaretan e û wezareta me jî nîne. Lê bi rastî gava ku em bixwazin, em dikarin beşeke zimanê Kurdî ava bikin. Her sal gelek kampanya tên vekirin, dema rêxistinên Kurd ji bo vê jî kampanyekê çêkin, dikarin vî karî bi hêsanî bikin. Lê komelek tenê nikare vî karî bike.
Ji bo dersa Kurdî zarok jî kêm tên Qeydkirina ne wisa?
Ji bo qeydkirina zarokan jî heman pirsgirêkên me hene. Em vê mijarê ji siyaseta xwe re jî radigihînin, lê mixabin dîsa ti encam tineye. Her sal siyasetmedarên me ji me re dibêjin: “Îsal em kampanyayekê ji bo zimanê Kurdî didin destpêkirin û bi hezaran zarokan qedy dikin.” Sal diçe û tê û deh kampanya tên kirin, lê dema vê kampanya zimanê Kurdî qet nayê!
Dema em bi xwe karê xwe baş nekin, em nikarin gazinca ji dewleta xelkê jî bikin. Wek mînak me mîna komela mamosteyan bi derfetên xwe yên kêm heta niha nêzîkî 25 pirtûkên dersên zimanê Kurdî amade û çap kirine, lê heta îro ti saziyeke Kurd ji bo yek pirtûka dersa zimanê Kurdî ti alîkarî nekiriye.
Hûn dibêjin hemû sazî, siyaset, devleta Elman bi xemsarî nezîkî zimanê Kurdî dibin. Lê malbatên kurd?
Xemsariya malbatan û zarokên xwe neşandina zimanê Kurdî ji xwe derdekî dinê ye. Ji bo ji holêrakirina vê xemsariyê jî xebatên me jî gelekî qels in. Ji qelsiyê bêhtir, em dikarin bibêjin tine ne.
Mixabin rewşa me a ziman bi giştî xerab e. Li ber çavên me, sal bi sal zarok û ciwanên me winda dibin. Stûn û giyana neteweyê ye. Gava mirov zimanê xwe winda kir, giyan û hêstên mirov jî pê re diçin û winda dibin. Qalibekî Kurd û giyaneke biyanî qet li hev nayê. Giyan û ziman yê kê be, qalib jî wê bibe yê wan. Vêca ev ne qeder e, gelekê caran mirov bi xwe qedera xwe dinivîse.
Ji Yenî Ozgur Polîtîka hatiye girtin [1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览859
HashTag
来源
[1] | عربي | https://diyarname.com/
挂钩项目: 3
小组: 文章
Publication date: 23-08-2018 (6 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 儿童
文件类型: 原文
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 08-08-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on08-08-2022
此产品最近更新( سارا ک ):08-08-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览859
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.155 KB 08-08-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,301
图片 105,523
书籍 19,121
相关文件 96,166
Video 1,297
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!