Navê pirtûkê: Șîn û șadî - Dilistan
Navê nivîskar: Sebrî Botanî
Werger: Serbest Zaxoyî
Werger؛ ji kurdiya navîn
Cihê çapkirina pirtûkê: Stockholm
Navê çapxaneyê: Wergêr
Sala çapê: 1988
DILISTAN
Dîwana 1-2
Mamostayê nemir Celadet Bedirxan digot: “Heçi kurmancîyek paqij ji peyvên bîyanîyan bivet bila biçit li nav serê çîyayên Bota li gel pîremêr û pîrejinêt wa biaxivit nexasim a desteka şivan û gavana”. Helbestvanê hêja Sebrî Botanî jî, xelkê Bota ye û bi xwe jî ji wan destekane. Lewra li nivîsên wî binêre, weha kurmancîyek zelal û nazik û xweş û bi sanahî tê têgehiştin. Sebrî Botanî li Kurdistanê gelek hatîye naskirin û yek ji helbestvan û rojnamevanên hêja û bi nav û dengin. Sebrî Botanî di nav her du dîwanan da li ser hejarîyê û derbiderîyê û sitema derebegan û dagirkeran behis dike... Gelo ev pîremêrê he kîye ?! Nivîsarên Sebrî Botanî di gelek rojnaame û kovarên kurdî de li Kurdistana Başûr derçûne û gelek ji wan helbestan bûne stran û di gelek delîvan da stranbêjên Kurd strandîne.
“Ne bê çavim dibînimNe bê hiş im dibînimHizirtîj û dûrbinimLê sitemê ez xwarimKengî ez gunehkar im ?”.
[1]
خواندن و دانلۆدکرنا پەرتووکا: în û șadî
272 جارا هاتیە دابەزاندن
داخوازێ ژ نڤێسەر ، وەرگێر و دەزگەهێن بەلاڤکرنێ دکەین ئەگەر بو هەوە باش نینە پەرتوکا هەوە ل ڤێرێ بیت ، دخوازین مە ئاگەهدار بکەن.
ئەڤ بابەت ب زمانا (Kurmancî - Kurdîy Serû) هاتیە نڤیساندن، کلیک ل ئایکۆنا
بکە ژ بو ڤەکرنا ڤی بابەتی ب ڤی زمانا کو پی هاتیە نڤیساندن!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەڤ بابەتە 2,345 جار هاتیە دیتن