图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,829
图片 106,208
书籍 19,175
相关文件 96,624
Video 1,329
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Xwençe IV
小组: 图书馆 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Xwençe IV

Xwençe IV
Navê pirtûkê: Xwençe IV
Navê nivîskar: Zeynelabidîn Zinar
Cihê çapkirina pirtûkê: Stockholm
Navê çapxaneyê: Yekîtiya Nivîskarên Kurd
Sala çapê: 1991

Xwençe cild IV
Ji bo şadiya rihê şehîdê nemir,
serokê Serhildana Kurd a li Sasûnê Eliyê Ûnis...
Xwençe – IV bi naveroka xwe, ji babeta hersê cildên pêşiya xwe ye, ku pareke hindik e ji çanda kurdî ya kevnare, me li vir nivîsî. Bêguman di îro de nivîsandina çirok, meselok, leqemok, folklor û tiştên wd.ji bo me pir pêwîst in. Ji ber ku dijminan ziman li me qedexe kirine; heyînên me yên nivîskî hemû ji holê rakirine û xasma dewleta Tirk bi riya televizyon, radyo, çapemenî û dibistanên xwe, nifşên nûhatî bihêsanî asimile kirine û dike. Dijmin, polîtîkayeke bihêj ya helandina Neteweyê Kurd dimeşîne; torre, livak û çanda xwe li Kurdistanê diçîne. Ha sedemê nivîsandina Xwençeyan ev e, ku min dest pê kiriye. Lewra ew dijminên destqirêj dixwazin ku gelê Kurd ji holê wenda bikin, da ku bihêsanî bi dinyayê bidin xwiyakirin, ku ango Kurd nînin, yan jî bavikekî Tirka ne! Lê Neteweyê Kurd destûrê nade, ku kesên biyanî rûreşîne wisan pê ve bine. Kurd, vî zimanê xwe yê pîroz û vê çanda xwe ya giranbiha ya ku bi hezaran sal berê yadîgara bav û bapîran maye, di cergê xwe de parastiye û nifşenifş sipartiye hevdu, hetanî dema niha aniye. Îcar ha ji ber van sedemên han e, ku eger bi şaşî û çewtî be jî me xwe ji bo vi karê pîroz amade kir û ger bihindikî jî be, hinek berpirsyariya xwe ya li hemberê gelê xwe yê belengaz bi cih ani. Da ku sibe-dusiban nifşên Kurd ên nûhatî me bibexşînin, li me bibihurin û di buwara me de zêde gilî û gazin mekin.
Xwençe-IV, li ser du beşan hatiye dabeş kirin:
Beş-I
A) Kilamên dîrokî:
Ev kilam yan stiran, piranî ew tişt in ku li ser hin bûyerên dîrokî hatine gotin. Hinek jî li ser şerên xwebixwetiyê ne, ku di mabeyna Kurdan de çêbûne û ku ew bûyer ji aliyê dengbêjan ve bidevkî, bi navê kilamk hatine gotin. Herweha piştre jî ew ketine şerîtan û li nav xelkê belavbûne. Stiranên wisa piranî bê muzîk têne gotin. Me li vir di dawiya hemû stiranan de navên dengbêjên ku gotine nivîsîne. Lê hinek ji wan bi pirawe hatine gotin û ji devê dengbêjên cuda, her yekê li gor xwe bi rewşeke taybetî ew çêkirine. Li vir me hinekên wisa ku bi du awayên cihê hatine gotin, li pey hevdu nivîsine. Bêguman ev yeka han jî, dewlemendiya çanda kurdî derdixîne holê û pêşberê çavên çavtariyan dike. Ev cûre kilam li vir 25 heb in.
B) Kilamên Evîniyê:
Ev cûre kilam (lawik-bacî) piranî li ser evînê hatine gotin. Herwekî yan ji devê keçekê li ser xortekî, yan jî ji devê xortekî li ser keçekê hatibin gotin, hatine ristin. Lê di nav wan de Sti-rana Evdalê Zeynê ne ji babeta evîniya ji bo evîna keç û xortan e. Lewra ew, da çavên xwe yên kor xweş bike û perr û baskên qulingê xwe bicebirine, bilye evîndarê hekîman û strana xwe gotiye. Ha ji ber wê yekê ye, ku me ew stiran jî di vê pişkê de bi cih kir. Li vir ev cûre kilam deh heb in.
C) Lavija Mesîh:
Lavija Mesih, li vir tenê yek heye. Ew, bi naveroka xwe ne ji babeta vê beşê ye. Lê belê ji ber ku piraniya wê stiran (îlahî) e û li ser evîniya bihiştê û Îsa Pêxember hatiye gotin, me ew di vê pişkê de nivîsî. Lê di paşiya wê de çend rûpel axaftina dûz jî heye. Ev lawij, ji devê mirovekî oldar hatiye gotin û behsa Îsa Pêxember dike, ku ango piştî mirinê çewa li peyrewên xwe xwedîtî dike. Lawij bi zaravayê kurmancî hatiye gotin. Lê birastî dema ku mirov li şerîta wê guhdarî dike, tiştekî rind xweş e û şîraniya zimanê yê gotî bo mirov pir çêdibe. Herweha tê de hin bêjeyên kurdî hene, ku niha kêm têne xebitandin.
Beş-II
Ev beş ji çar pişkan hatiye damezirandin. Me ew bi a, b, c, û d nişan kiriye:
A) Meselok:
Ev meselok (leqemok-pêkenok) bipiranî peyvine rojane ne, ku timi di civat û caxiyan de têne gotin. Hin ji wan bi binyat in, lê dibe ku binyata hinekan jî tune be. Îcar hinek ji wan hene ku ne li nik her kesî, tenê ew kesê hevdeng pê dipeyivin û ji hevdu re dibêjin. Li vir ew meselok 50 heb in.
B) Meselokên Heywanan:
Ev cûre meselok xwerû li ser heywanan hatine derxistin û li vir tenê şeş heb in.
C) Şiroveya çend gotinên pêşiyan:
Eşkere ye ku her gotineke pêşiyên me, li ser tiştekî pir girîng hatiye gotin. Û di wan de gelek ders û rênasî têne xwiyakirin. Herweha di wan de maneyên pir hûr û kûr jî hene û mirov dikare ji wan dersine çê bo xwe derbixe.
D) Çîrok:
Ev çîrok hemû yên kevnare ne, ku bi sedsalan berê hatine gotin û di nav xelkê de digerrin; ji aliyê çîrokbêjan ve têne gotin. Lê hin ji wan pir dirêj in, ku ew bi serê xwe dikarin bibin pirtûkek. Lê mixabin tu çare nebû ku me ew berfirehtir bikirna û bi awayê pirtûkeke serbixwe derxistibana. Tenê me li vir skeleta wan daxist holê û ji nifşên nûhatî re diyarî hişt. Li vir şeş heb çîrok hene.
Ez bi kutakirina Xwençe-IV pir kêfxweş im, ku bo min firset çêbû û min hinek ji vî deynê Neteweyê Kurd ji ser stuyê xwe kêm kir. Herweha ji bo ku ev iş bi zehmetekî zêde, bi tunehiy- eke sext ku gihandime vê radê, zêdetir min dilşad dike. Lê eger ji min re li hevdu bê, ez ê hetanî cildê dehan Xwençe derbixînim. Herweha ez gelek spaskar im ji wan kesan re jî, çi di gotina çîrok, meselok, leqemok, serpêhatî, kilamdîlok û çi jî di ya wekî din de ku bi min re alîkarî kirine. Xasma ez spasiyên xwe zêdetir ji Statens Kulturrådê re pêşkêş dikim, ku heta niha alikariya diravî bo çar cildên Xwençe kirine.
Bi hêviya dê Xwençe-IV ji çanda kurdî re bibe alîkar!...
12 09 1990
Zeynelabidîn Zinar[1]

注:这本书的PDF文件不可用,请帮助得到这个Kurdipedia文件! 发送本书
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览420
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | institutkurde.org
相关文件: 1
挂钩项目: 1
小组: 图书馆
Publication Type: No specified T4 1434
书: 文化
文件类型: 原文
普罗旺斯: Sweden
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ڕاپەر عوسمان عوزێری 23-07-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on23-07-2022
此产品最近更新( سارا ک ):23-07-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览420
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.180 KB 23-07-2022 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,829
图片 106,208
书籍 19,175
相关文件 96,624
Video 1,329
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!