图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,714
图片 106,206
书籍 19,174
相关文件 96,618
Video 1,329
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Xwençe VIII
小组: 图书馆 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Xwençe VIII

Xwençe VIII
Navê pirtûkê: Xwençe VIII
Navê nivîskar: Zeynelabidîn Zinar
Cihê çapkirina pirtûkê: Stockholm
Navê çapxaneyê: Pencînar
Sala çapê: 1995

Xwençe cild VIII
Bo şadiya rihê şehîdê nemir Dr. Fuad..
Îro Neteweyê Xwençeyê digel ax û zimanê xwe, çand û dîroka neteweyî hemû ii ser nigan rawestiyane û tirêjên rewşendar bi ser dinyaya medenî ve dibarînin. Çendî ku axa wê dabeşî çar-pênc pişkan bûye jî, lê weke bi hezar salan berî niha ew tore û livaka bab û bapîran li qada gulistanê didomîne û tu astengan li pêşberî xwe nahêle, her diçe û wê here ta heta bi hetayê. Lê belê hin caran felek çaxê radibe û keysê ji mirov distîne, bi bêgavî mirov dikesire û zend û baskên Kawayî ranabin ku çakûçê serê Dihakan bilind bikin, da serî li wan bipêlêxin. Hin caran jî dermirqirasetiya dekvanan bi hawane modern û bi xasûktî, re û dirb hemû li mirov radidin û faqa paşverûtiyê vedigirin. Lê çi dibe bila bibe, çewa ku tu kes nikare hebûneke heyî bike tune, herweha mandel û haşatî jî nikarin serê xwe bigrin û li pêşiya hêza zîrek rawestin.
Lê belê tiştê herî girîng û balkêş ev e ku her kes û her tiştên ganî, çaxê dev ji ziman, axaftina xwe berdidin, zû jî dikarin bikevine feqa xasûkan û bibine em û alifê dahbeyên hov. Hingê êdî kirasê Qur'an û Incîlê jî li xwe bikin, dîsanê tazî ne û mînanî berxika ku dikeve binê makerê û lê dimije, tê kirin.
Ev kar û kiryarên ku di Xwençeyê de ne, ji cildê pêşî bigir ta bi vi cildê heştan jî, hemû kiras û meqesên bejna bejnziravan in û nîşandana re û dirbên mirovatî û demokratiyetê ne; berxikê berdidine ber miyê, canîkê berdidine ber mihînê û sakê berdidine ber madekê... Lê dibe ku îro ev malê giranbiha, ji hin kirroxan re karekî sivik bête xuyakirin. Ev jî normal e û rewa tê dîtin. Lewra eger mirov çaxê huşturê hibe mazata mirîşkan, helbet kirroxên ku ji bo mirîşkan hatine wir, dê lê bibin kirrox. Lê eger bazirganek li wir hebe, dê bi bihayê ku pê hêj a ye, ji xwe re bikirre.
Qelem û xwendin, şîrantiyên herî pîroz in. Heta ku Xwedayê dilovan serê pêşî ew di destpêka Ayetên Qur'ana pîroz de anîne zimên û bi Pêxemberê xwe yê axirzemên daye zanîn. Ez çaxê ji ber êşa 178 rojên dojehê û ji her jana zixt û copên hovan, ku di dawiya 1984-an de ji ser axa dabeşkirî û ji nava heval, hogir, bira û pismaman revîm, di serê 1985-an de careke din ew şîrantiya qelemê xwe bi min ve kir zimûrk û min rahiştê, Projeya Xwençeyê nivîsî, ku wê deh cild derkevin. Belam derxistina deh cildan çendî ku ji min re zehmet, barekî giran û bi sergêjî jî dihate dîtin, lê ew kin û rika li pêşberî hovên derewîn zêdetir ez dehf didame ber bi şixulkirineke pir zêdetir ve. Jixwe alikariya braderan, hîn zêdetir bevzê min xweş dikir û bi lez û bez ez berepêş ve diajotim. Herweha di warê aborî de jî, alîkariya Dewleta Swêdê, hêjayî pesndayînê ye û ii ser min deynekî bêjibîrkirin e.
Çaxê alikarî û ajotina li rikê ya bo kar û îşên mirovatiyê ku gihane hevûdu, hingê çi kar û îşên giran ên zehmet û bi sergêjî hebin jî, serkeftina di wan de li devê deriyê mirov hazir e. Lewra gotineke pêşiyan weha dibêje: Xwedê gotiye: Li te cahd, li min mirad.
Îro, di dawiya vê Sedsala Bîstî de, Kurd hemû pir pêdiviyê alikariya bi hevûdu re ne û pêwîst e jî ku her kurdek di pîşe, zanîn û bîreweriya xwe de, li gorî destdayînên xwe, ji yên din re hibe alîkar. Da ev barê giran ê li ser pişta me hemuyan, hinekî sivik bibe û em di bini de piştquraftî nemînin. Ji ber ku di tu zemanî de rewşa Kurdistanê mîna ya îro nazik û tenik nebûye. Niha asimilasyona dijminan, bi awakî nûjentir li ser Neteweyê me didomîne; bi radyon, televizyon, çapemenî û gwd. her dixwazin rojek berî rojekê Kurdan bihelînin û piştre jî ji dinyayê re bibêjin ku: Ev xelkê ku hûn dibêjin Kurd in, wa bi tirkî, bi erebî û farisî dipeyivin...
Çewa ku min di pêşgotina Xwençe Cildê Heftan de jî behs kiriye ku li welêt gelek hevalên dilsoj hene ku bo min materyalên Çanda Kurdî peyda dikin Bi saya wan hevalên dilovan, pêbipê gelek materyal bo min tên û ez wan tev dinivîsim, ji rûpelên Xwençeyan re hazir dikim û weke pirtûk didime çapkirin û dispêrim pirtûkxana Kurdistanê. Li Ewrûpayê jî gelek hevalên hêja yên suxrevanên ziman û Çanda Kurdî hene ku bi min re alîkarî dikin. Ji wan hevalan behskirina ji navê Nedim Daxdeviren û Firat Cewerî zêdetir pêdiviyê gotinê ne. Lewra piraniya stiranên di vi cildi de ji Arşîva Mezopotamya Publishing & Distributionê hatine girtin û navên kesê gotî li dawiya wan hatine nivîsandin. Hinek stiran û serpêhatiyên di vir de jî, ji Arşîva kovara Nûdemê hatine girtin. Lê navên yên ku gotine, nehatine nivîsandin. Ji ber ku me tesbit nekir ku ji aliyê ki ve û li ku hatine gotin. Lewra Firat, ew şerîd di salên 1980-5 de berhev kiribûn da binivîse, û navên kesên gotî nenivîsandibûn.
Ez bi dilgermî ji wan heval û alîkarên bi xwe re, xasma bo Nedim û Firat spasiyên xwe pêşkêş dikim û bi hêviya serkeftin û berdewamkirina di karûbarên wan de jiyaneke xweş divêm.
Xwençe Cild VIII, bi rewş û naveroka xwe, dewama her heft cildên li pêşiya xwe ye ku hemû ji tiştên çandî, folklor û toreya kurdî hatine holê. Tê de hin stiran hene ku li ser eynî bûyerê, lê ji devê dengbêjên cuda û bi hawane cihê, herweha bi nikl û kêşanine pirtexlit hatine gotin. Ev yek jî, bêguman di warê vêje û bêjeyan de, dewlemendiya Çanda Kurdî radixîne pêşberî çavên xwedîçavan.
Ev cildê heştan li ser du beşan hatiye sazkirin.
Beş - I
A) Stiranên Dîrokî: Di vê pişkê de yazdeh stiranên dîrokî hene, ku her yekê li ser bûyereke taybed ji aliyê dengbêjan ve, yan li ser eynî bûyerê lê ji aliyê du dengbêjan û hîn bêtir ve ku bi terwerine cuda hatine gotin.
B) Stiranên evînî û gelêrî: Ev cûre stiranên kevnare, bi naverok û babeta xwe gelekî cihêawe ne. Lê piraniya wan li ser evina keç û xortan hatine gotin. Di vê pişkê de heşt heb hene.
Beş - II
A) Meselok: Di vê pişka meselokan de, neh hebê cihêawe hene.
B) Serpêhatî: Di pişka serpêhatiyan de, şeş heb serpêhatî hene ku di nava xelkê de bi hawayê çîroktî, têne gotin. Lê hinek ji wan, hem bi çîroktî û hem jî di navê de stiran, têne gotin.
Ev serpêhatiyên di vir de, her yekê wan bi serê xwe dibe romaneke mezin. Eger li wan lêkolin bêne kirin, hêjaye ku li ser wan filim jî bênc çêkirin. Lewra tê de rewş û jiyana wan dem û heyamên gelekî rind zelal dibe û ji nifşên nûhatî re jî dibine diyarî.
C) Çîrok: Di vê pişkê de sê çîrokên kevnare yên pir hêja hene, ku bi sedsalan e ew li Kurdistanê ji aliyê çîrokbêjan ve têne gotin.
Bi temamkirina cildê heştan ê Xwençeyê, ez pir kêfxweş û şad im ku ev firset û mecal ta niha bo miii çêbûne ku min vê mîrata bav û kalan a belavbûyî ji nava xelkê civandiye, nivîsandiye, xistiye ser kaxer û bi navê Xwençe daye çapkirin.
Bi umîda temamkirina cildê neh û dehan..[1]

注:这本书的PDF文件不可用,请帮助得到这个Kurdipedia文件! 发送本书
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览456
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | institutkurde.org
相关文件: 1
挂钩项目: 1
小组: 图书馆
Publication Type: No specified T4 1434
书: 文化
文件类型: 原文
普罗旺斯: Sweden
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ڕاپەر عوسمان عوزێری 23-07-2022
本文已被审查并发布( سارا ک )on23-07-2022
此产品最近更新( سارا ک ):23-07-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览456
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.166 KB 23-07-2022 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,714
图片 106,206
书籍 19,174
相关文件 96,618
Video 1,329
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!