کتېبخانە کتېبخانە
گېڵای

کوردیپێدیا گۆرەتەرین سەرچەمەی فرەزۋانیی پەی زانیارییە کورڎییا


ھۊرچنۍ گېڵای





ورڎ گېڵای      کیبۆردە


گېڵای
ورڎ گېڵای
کتېبخانە
نامۍ کورڎیۍ پەی زاڕۊڵا
کڕۆنۆلۆژیاو ڕۇداۋەکا
سەرچەمۍ
ۋەڵینە
گلېرۆکریێ بەکاربەری
چالاکیۍ
چنین گېڵۇ؟
ۋەڵاکریێ کوردیپێدیای
ڤیدیۆ
پۊلبەڼی، پېڕبەڼی
بابەتۍ ڕېکۆتییە!
تۊمارکەرڎەی بابەتۍ
تۊمارکەرڎەی بابەتۍ تازۍ
کېیاستەی ۋېنەی!
ڕاپەرسای
چنین دېیەی تۊ
پێۋەڼی
کوردیپێدیا چ جۊرە زانیاریېۋش پەنەۋازۍ ھەنۍ
ستانداردۍ
مەرجو بەکاربەرڎەی
چنینیی بابەتۍ
ئامرازۍ
چە بارەو ئېمە
ئەڕشیڤگەرۍ کوردیپێدیای
بابەتۍ چە بارەو ئېمە!
لینکو کوردیپێدیا دلۍ لینکا پەلیانەکەو وېتەنە بنیەرە
زېیاڎکەرڎەی / لابەرڎەی ئیمەیلی
ئامارو سەردانیکەرا
ئامارو بابەتۍ
فاڕەڕو فۆنتەکا
فاڕای ڕېکۆتو ڕۊژمارەکا
ۋشکنای ڕانۋیسی
زۋان و بنەزۋانو لاپەڕەکا
کیبۆردە
لینکۍ پەنەۋازۍ
زېیاڎکریاو کوردیپێدیای پەی گوگڵ کڕۆمی
کۇکیۍ/کۇکیز
زۋانۍ
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
ھەژمارو من
چۇوەر-لۋای
بۇ بە ھامکارو شمە!
کڕېڵەۋاچۊ وېت ۋیرشېیېنە!
گېڵای تۊمارکەرڎەی بابەتۍ ئامرازۍ زۋانۍ ھەژمارو من
ورڎ گېڵای
کتېبخانە
نامۍ کورڎیۍ پەی زاڕۊڵا
کڕۆنۆلۆژیاو ڕۇداۋەکا
سەرچەمۍ
ۋەڵینە
گلېرۆکریێ بەکاربەری
چالاکیۍ
چنین گېڵۇ؟
ۋەڵاکریێ کوردیپێدیای
ڤیدیۆ
پۊلبەڼی، پېڕبەڼی
بابەتۍ ڕېکۆتییە!
تۊمارکەرڎەی بابەتۍ تازۍ
کېیاستەی ۋېنەی!
ڕاپەرسای
چنین دېیەی تۊ
پێۋەڼی
کوردیپێدیا چ جۊرە زانیاریېۋش پەنەۋازۍ ھەنۍ
ستانداردۍ
مەرجو بەکاربەرڎەی
چنینیی بابەتۍ
چە بارەو ئېمە
ئەڕشیڤگەرۍ کوردیپێدیای
بابەتۍ چە بارەو ئېمە!
لینکو کوردیپێدیا دلۍ لینکا پەلیانەکەو وېتەنە بنیەرە
زېیاڎکەرڎەی / لابەرڎەی ئیمەیلی
ئامارو سەردانیکەرا
ئامارو بابەتۍ
فاڕەڕو فۆنتەکا
فاڕای ڕېکۆتو ڕۊژمارەکا
ۋشکنای ڕانۋیسی
زۋان و بنەزۋانو لاپەڕەکا
کیبۆردە
لینکۍ پەنەۋازۍ
زېیاڎکریاو کوردیپێدیای پەی گوگڵ کڕۆمی
کۇکیۍ/کۇکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چۇوەر-لۋای
بۇ بە ھامکارو شمە!
کڕېڵەۋاچۊ وېت ۋیرشېیېنە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 چە بارەو ئېمە
 بابەتۍ ڕېکۆتییە!
 مەرجو بەکاربەرڎەی
 ئەڕشیڤگەرۍ کوردیپێدیای
 چنین دېیەی تۊ
 گلېرۆکریێ بەکاربەری
 کڕۆنۆلۆژیاو ڕۇداۋەکا
 چالاکیۍ - کوردیپێدیا
 یارڎی
تۊماری تازە
ژیواینامە
ئەحمەدی خانی
26-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
شەفېعو حاجی محەممەڎی تەۋېڵەی
12-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
حاجی عەباسی جەڕاح
05-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
شێخ عەبدولڕەحمان جانەوەرەیی
04-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
خالید ڕەشید
19-03-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
جەمیل نۆسووڎی
06-03-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
شێخ مەحمودی حەفید
16-02-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
شێخ سەعیدی حەفید
16-02-2024
ئەسعەد ڕەشید
کتېبخانە
مێژووی زانایانی هەورامان
12-02-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
حەمەحسێن کێمنەی
11-02-2024
ئەسعەد ڕەشید
ئامارۍ
بابەتۍ 517,476
ۋېنۍ 106,119
کتېبۍ PDF 19,168
فایلی پەیوەڼیدار 96,500
ڤیدیۆ 1,308
کتېبخانە
جووجەڵەکێم
کتېبخانە
حەدیسەو ڕاو ڕۆخانەی
کتېبخانە
داستانی شێخی سەنعان بە هەورامی
ژیواینامە
کاک ئەحمەدی شێخ
کتېبخانە
مێژووی زانایانی هەورامان
Xwençe IX
کوردیپێدیا، ئاڼە زانیارییەکېش ئاسانی کەرڎېنۍ! چە ڕاو مۆباییلەکەو وېتۆ نیم ملیۆن تۊمارۍ ئینێ باخەلەتانە!
پېڕە: کتېبخانە | زۋانو بابەتۍ: Kurmancî - Kurdîy Serû
ھامبەشیکەرڎەی
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ھۊرسەنگنای تۊماری
نایاب
فرە خاسە
خاسە
خرابە نېیەنە
خرابە
ۋزەش دلۍ ڕیزبەڼیی گلېرۆکریێکاو وېم
پەیلۋاو وېت چە بارەو ئی بابەتۍ بنۋیسە!
ۋەڵینەو دەستکاریی بابەتۍ
Metadata
RSS
چە گوگڵ پەی ۋېنە پەیۋەستا بە بابەتۍ دەسنیشانکریێ گېڵە
چە گوگڵ پەی بابەتۍ دەسنیشانکریێ گېڵە!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Xwençe IX

Xwençe IX
Navê pirtûkê: Xwençe IX
Navê nivîskar: Zeynelabidîn Zinar
Cihê çapkirina pirtûkê: Stockholm
Navê çapxaneyê: Pencînar
Sala çapê: 1996
[1]
Xwençe cild IX
Şadî bo rihê şehîdê nemir Şêx Evdirehmanê Garisî.
Çewa ku roja Neteweyê Xwençeyê êdî rind avêtiye der û dinyaya nijada wê bi qîma dilê kesirî germeron kiriye û ku deverên tarî lê rûhnî bûne, çepeltiya ziman û çanda biyanî ji xwe dûr hêlaye, êdî roja Projeya Xwençeyê jî gihaye radeya xwe ya dawîn û ruhniya xwe kame kiriye ku êdî here ava. Lewra li dû vî cildê nehan, tenê cildek maye ku dawî lê bê. Bi derketina cildê dehan re, êdî ev proje digîje hedefa xwe ya dawîn û wê xatirê xwe ji kesên emekdar, xebatkar, alîgir û xêrxwazên xwe bixwaze, here bikeve nava rûpelên mêjû û di hêlîna mirovatiyê de bihêwire, ji Pirtûkxana Kurdistanê re jî bibe malekî arinzî
Di 1985’an de gava ku min Projeya Xwençeyê hazir dikir ku wê deh cild, her cildek li dora 300 rûpelî ji deryaya folklora kurdî bêtin amadekirin û bi forma pirtûkan bêne çapkirin, ji min re pir zehmet dihate dîtin û barekî giran jî xuya dibû. Lê ew gotina ku dibêjin: Kî çi bixwaze, Xwedê wî didê, hîç ji bîra min nediçû û tengên min lê dişidiyan, her ku diçû zêdetir lê dişidiyan û min hîç xwe sist nedikirin û her berepêş ajot. Piştre bi derketina her cildekî Xwençeyê re, ez wisan kêfxweş û şad dibûm herwekî min bi destên xwe îşkencexaneyekê rûxandibe û hevalên xwe yên birîndarên îşkencê jê derxistibe, hesab jî ji îşkencekiran pirsî be.
Erê, rast e ku dibêjin: Kesê ne li warekî, ne bi halekî! Ew êşa 178'an hîç ji bîra min naçe. Ji bilî îşkenceya fizîkî xasma jî ew gotina îşkencekiran ku hertim di ruyê min de digotin: Eger Kurd hebûna, wê zimanê wan nivîsî bûna! Madem ku zimannivîs tune, ev dewktçêkirin çi ye? ta roja mirinê jî jibîr nakim. Aya ji ber tîna agirê wê yekê min jî da xwe û bi şevan, bi rojan, rojên moledan û cejnan herûher şixulîm, xebitîm û heta niha 30 pirtûkî daxistime nava refên Pirtûkxana Kurdistanê ku her yeke wan ji nikaran re bûye beyaneke bênikar.
Min, piştî saleke wê îşkenceya dijmirovî ji Yezdanê dilovan xwest ku ne 178 roj, xwezil duqat (356 roj) îşkence li min hatibûna kirin. Belkî heta niha min jî jimara pirtûkên kurdî gihandibûna 60 'î. Lê her çi dibe jî eger li virê gotin rewa bê pejirandin, ez ji wan polîsên her pênc îşkencexaneyan re pir spas dikim ku wan bi berpirsyariya xwe ez li berpirsyarê Xwençeyê sîqal kirim. Îcar ji rika wê gotina ku digotin ziman tune min jî nig dan erdê û ger tenê bi Xwençeyê be jî bi wan da peyitand ku zimanekî dewlemend li pêşberî çavên kor heye û deh cild ji folklora wî zimanî jî nîşan daye. Ez çendî yek kêmtirîn ji Kurdan im jî min ev îş kirin, lê ka bê Kurdên zîrek heta niha çend pirtûkên wilo derxistine pêşberî çavên wan rûreşan!
Ev ax û zimanê Xwençeyê, çand û dîroka wê hemû li ser nigan rawestiyane û tîrêjên rewşendar bi ser dinyaya medenî ve dibarînin. Lê îro mixabin çendî ku ew axa wê ya paqij, ew ava wê ya zelal, ew dewlemendiya wê ya dozdehezarsalî ku li çar-pênc dêwên heftserî hatine dabeşkirin jî, lê heçîka ew tore û livaka bab û bapîran xwe li navrasta Rojhilata Navîn şipya ragirtine û astengine polayî jî nikarin xwe li pêşberî wê hêjanijadîyê bigirin. Her ku rojek diçe xurttir dibe û wê hêjî xurttit bibe, bi wê xurtayîyê ve jî here heta ku ev dinyaya jîndar li pergara xwe bidomîne.
Çewa ku min di pêşgotina Xwençe Cildê heştan de jî behs kiriye: Hin caran felek çaxê radibe û keysê ji mirov distîne, bi bêgavî mirov dikesire û zend û baskên Kawayî ranabin ku çakûçê polayî li serê Dihakan bidin, da serî li wan bipelêxin. Hin caran jî demirqirasetiya dekvanan bi hawane modern û bi xasûktî, rê û dirban li mirov radidin û faqa paşverûtiyê vedigirin. Îcar rewş û asteng çi dibin bila bibin, eger pîr bi desmêj be, çarşem pir in û em ê gelek çarşeman jî bibînin.
Tiştê herî balkêş û ji her mirovî re jî ku diyar e, ev e: Neteweyek çaxê dest ji toreya xwe, ziman, çand û rêveçûna xwe ya kevnare berdide, zû dikeve faqa dekvanan û dibe êm û alifê hovên dinyanedîtî. Piştre ew netewe çi bike jî, feydeyeka zêde nade û jixwe nikare ku tiştekî jî bike.
Îro ji me re qelem û xwendin, şîrantiyên herî pîroz in û xwedîderketina li bermayîyên kevnare zêdetir girîng e. Lewra tiştên ku ta niha em li ser nigan ragirtine û me didin jiyandin, ew in. Eger ne ew bin, em kî ne? nayê zanîn û tu kes jî salixê me nade.
Ev tiştên ku di Xwençeyê de ne, ji cildê pêşî bigir ta vî cildê nehan, hemû nîşanên mirovatî û demokratiyê ne; çengek ji folklor û toreya Neteweyê Kurd in ku ev e bi sedsalan in bindes mane û jiyaneke pir xirab bihurandine.
Alîkarî û hevkarî, berekî zêde derdixîne holê. Çewa ku min di pêşgotina çend cildên Xwençeyê de jî behs kiriye ku li welêt gelek hevalên dilsoz hene, bo min materyalên Çanda Kurdî peyda dikin û bi hin riyan dişînin Swêdê. Bi saya wan hevalên dilovan, her ku diçe materyalên dewlemendtir bo min tên û ez wan pêre pêre dinivîsim, ji cildên Xwençeyan re hazir dikim û didime çapkirin. Li Ewrûpayê jî gelek hevalên hêja hene ku bi min re aiîkarî dikin. Ez bi dilgermî ji tevan re, spasiyên xwe pêşkêş dikim û bi hêviya serkeftin û berdewamkirina di karûbarên wan de jiyaneke xweş divêm. Lê di warê aborî de jî alîkariya Swêdê hîç nayê jibîrkirin û ji spasiyên şanazî re seza û babetê devera xwe ye.
Xwençe cild IX, bi rewş û naveroka xwe, dewama her heşt cildên li pêşiya xwe ye ku hemû ji tiştên folklor û toreya kurdî hatine holê. Ev cildê nehan li ser du beşan hatiye sazkirin.
Beş - I
A) Stiranên dîrokî: Di vê pişkê de stiraneke dîrokî ya pir dirêj heye ku li ser bûyera Hemdîn û Şemdîn, ji aliyê dengbêjê nemir Rifhetê Darî ve hatiye gotin.
B) Stiranên Evînî: Di vê pişkê de stiraneke dirêj heye, lê nehatiye peyîtandin ku ji aliyê kî ve hatiye gotin.
Beş - II
A) Meselok: Di vê pişkê de, deh meselokên cihêawe hene ku hêjayê xwendin û sêwirandinê ne.
B) Pêkenok: Di pişka pêkenokan de, 33 heb hene ku di civatan de timî têne gotin.
C) Xweşbêje: Di vê pişkê de, 27 Xweşbêje (yan xweşbêj) hene ku her yekê wan bi serê xwe hêjayê giranbihatiyeke taybetî ye û dersine giranbiha ji wan têne giritn.
D) Mamik: Ev cûre Mamik, yazdeh heb in. Mamik, xasma ji bo têgihîştin û tîjîfehmtiya zarûkan têne pirsîn û hin caran xwe di civatên mezinan de jî dihêwirînin.
E) Çîrok: Di vê pişkê de, şeş çîrokên kevnare yên pir hêja hene ku bi sedsalan in ew li Kurdistanê ji aliyê çîrokbêjan ve têne gotin û wek diyarî nifş bi nifş li êkdu têne spartin, ta roja îroyîn jî xwe li nava cergê Neteweyê Kurd parastine.
Erê, ev e Xwençe cildê nehan jî kutabû û derket qada zanistiyê, bû malê xwendevanan xasma yê folklorhezan û xwe di refên Pirtûkxana Kurdistanê de bi cih kir.
Bêguman ez bi temamkirina cildê nehan ê Xwençeyê, pir kêfxweş û şad im ku ev firset ji bo min çêbûn û ku min vê mîrata bav û kalan a belavbûyî ji nava xelkê civand, li ser kaxez nivîsand û bi navê Xwençe da çapkirin.
Xwençe cildê dehan jî çend meh bi derengî lê ez bi umîd im ku wê di dawiya vê salê de ji çapê derbikeve û pêşkêşê xwendevanan dibe.
Di hin cildên xwençeyan de kêm û kasî çêbûne. Ez ê wan şaşiyan di cildê dehan de bidim xuyakirin û naveroka hemû cildan jî tê de biweşînim.
Bi umîda temamkirina cildê dehan..
Zeynelabidîn Zinar
20 01 1996

سەرنج: فایلی PDFیی ئی کتېبەیە ۋەردەس نېیا، ئەرک نەبۊ، پەی بەدەسئاۋرڎەیش یارڎی کوردیپێدیای بڎە! کېیاستەی کتېبی
ئی بابەتۍ بە زۋانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نۋیسیێنە، پەی ئەۋەکەرڎەی بابەتەکۍ بە زۋانېۋ کە نۋیسێنە، سەرو ئایکۆنو ی کلیک کەرە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئی بابەتۍ 410 جارۍ ۋینیێنە
ھاشتاگ
سەرچەمۍ
[1] پەڕیانە | Kurmancî - Kurdîy Serû | institutkurde.org
فایلی پەیوەڼیدار: 1
بابەتۍ پەیۋەڼدریێ: 1
زۋانو بابەتۍ: Kurmancî - Kurdîy Serû
جۊرو ۋەڵاکەرڎەی: چاپکراو
فایلو PDFی: نەخێر
وڵات - هەرېم: سوید
کتېب - کوڵەباس: کولتۇر / فۆلکلۆر
کتېب - کوڵەباس: یاڎاۋەری
تایبەتمەڼییۍ تەکنیکیۍ
چنینیی بابەتۍ: 99%
99%
ئی بابەتۍ جە لایەنو: ( ڕاپەر عوسمان عوزێری )یۆ جە: 23-07-2022 تۊمارەکریێنە
ئی بابەتۍ چە لایەنو: ( هاوڕێ باخەوان ) چە: 23-07-2022 پۊرەلۋای کریێنە و ئازاڎە کریێنە
ئی بابەتۍ پەی دمایین جاری جە لایەنو:( هاوڕێ باخەوان )یۆ جە:23-07-2022 خاستەرە کریێنە
لینکو بابەتۍ
ئی بابەتۍ بەپاو ستانداردۍو کوردیپێدیای ھەڵای ناتەمامە ھەنە و پەنەۋازییش بە پۊرەلۋای بابەتیی و زۋانەۋانیی فرەتەری ھەن!
ئی بابەتۍ 410 جارۍ ۋینیێنە
فایېلۍ پېۋەدریێ - ڤێرشن
جۊر ڤێرشن نامۊ تۊمارکەری
فایلو ۋېنەی 1.0.150 KB 23-07-2022 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
کوردیپێدیا گۆرەتەرین سەرچەمەی فرەزۋانیی پەی زانیارییە کورڎییا
کوڵەباس
ساڵیاڎو ڕۊنامەکاری کوردی مەبارەک بۊ
کوڵەباس
پەی گڵیاوەکاو کەشی (2)
ژیواینامە
جەمیل نۆسووڎی
کتېبخانە
تۊرەکە پەڕ ساۋەکە
ژیواینامە
خورشید خانمەی داواشی
کتېبخانە
گیٛجاوەو ژیوای
کتېبخانە
یاڎو پەنجا ساڵەو سەرکۆتەو ژڵېوەو ئاپۆیینە
کتېبخانە
ڕۊژماری هۆرامی (8)
کتېبخانە
مەولە
ژیواینامە
شێخ عەبدولڕەحمان جانەوەرەیی
کوڵەباس
پەردە لادای پەی کتېبو (باسێوە فەرهەنگی دەگاو گوڵپی)
ژیواینامە
حاجی عەباسی جەڕاح
کوڵەباس
وانایۆی پەی کتېبو (مەم و زین)ی بەهۆرامی
ژیواینامە
شەفېعو حاجی محەممەڎی تەۋېڵەی
ژیواینامە
ئەحمەدی خانی
کوڵەباس
یاڎو مەردەی گۆرە پیێوە هۆرامانی

تازەکی
کتېبخانە
جووجەڵەکێم
29-01-2024
ئەسعەد ڕەشید
جووجەڵەکێم
کتېبخانە
حەدیسەو ڕاو ڕۆخانەی
04-02-2024
ئەسعەد ڕەشید
حەدیسەو ڕاو ڕۆخانەی
کتېبخانە
داستانی شێخی سەنعان بە هەورامی
08-02-2024
زریان سەرچناری
داستانی شێخی سەنعان بە هەورامی
ژیواینامە
کاک ئەحمەدی شێخ
11-02-2024
ئەسعەد ڕەشید
کاک ئەحمەدی شێخ
کتېبخانە
مێژووی زانایانی هەورامان
12-02-2024
ئەسعەد ڕەشید
مێژووی زانایانی هەورامان
تۊماری تازە
ژیواینامە
ئەحمەدی خانی
26-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
شەفېعو حاجی محەممەڎی تەۋېڵەی
12-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
حاجی عەباسی جەڕاح
05-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
شێخ عەبدولڕەحمان جانەوەرەیی
04-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
خالید ڕەشید
19-03-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
جەمیل نۆسووڎی
06-03-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
شێخ مەحمودی حەفید
16-02-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
شێخ سەعیدی حەفید
16-02-2024
ئەسعەد ڕەشید
کتېبخانە
مێژووی زانایانی هەورامان
12-02-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
حەمەحسێن کێمنەی
11-02-2024
ئەسعەد ڕەشید
ئامارۍ
بابەتۍ 517,476
ۋېنۍ 106,119
کتېبۍ PDF 19,168
فایلی پەیوەڼیدار 96,500
ڤیدیۆ 1,308
کوردیپێدیا گۆرەتەرین سەرچەمەی فرەزۋانیی پەی زانیارییە کورڎییا
کوڵەباس
ساڵیاڎو ڕۊنامەکاری کوردی مەبارەک بۊ
کوڵەباس
پەی گڵیاوەکاو کەشی (2)
ژیواینامە
جەمیل نۆسووڎی
کتېبخانە
تۊرەکە پەڕ ساۋەکە
ژیواینامە
خورشید خانمەی داواشی
کتېبخانە
گیٛجاوەو ژیوای
کتېبخانە
یاڎو پەنجا ساڵەو سەرکۆتەو ژڵېوەو ئاپۆیینە
کتېبخانە
ڕۊژماری هۆرامی (8)
کتېبخانە
مەولە
ژیواینامە
شێخ عەبدولڕەحمان جانەوەرەیی
کوڵەباس
پەردە لادای پەی کتېبو (باسێوە فەرهەنگی دەگاو گوڵپی)
ژیواینامە
حاجی عەباسی جەڕاح
کوڵەباس
وانایۆی پەی کتېبو (مەم و زین)ی بەهۆرامی
ژیواینامە
شەفېعو حاجی محەممەڎی تەۋېڵەی
ژیواینامە
ئەحمەدی خانی
کوڵەباس
یاڎو مەردەی گۆرە پیێوە هۆرامانی

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| پێۋەڼی | CSS3 | HTML5

| کاتو وەشکەرڎەی لاپەڕەی: 0.531 چرکە(چرکۍ)!