Navê pirtûkê: Memê Alan
Navê nivîskar: Roger Lescot
Cihê çapkirina pirtûkê: Stenbol
Navê çapxaneyê: Avesta
Sala çapê: 1997
[1]
Folklora kurdan ewçend mezin û fireh e ko em pê dikarin îftîxar bikin û di nav xelkê de serfiraz bigerin. Di folklora me de bêşik şaheser Memê Alan e. Memê Alan malê miletekî Ewropayî biwa Xwedê dizanê di heqê wê de heta niha çend cild kitêb dihatine nivîsandin. Me kurdan ewçend guh nedayê. Ji şaîr û rêberê me ê mezin Ehmedê Xanî pê ve. Belê Xanî berî sê sed salî bi qîmeta vê destançîrokê hesiya û rabû li ser hîmê Memê Alan kitêba xwe a mezin û abadîn Mem û Zîn anî wicûdê. Bi gotinên din Memê Alan bi navekî din bi nav kir û jê re Mem û Zîn got û ferqin xiste navbera çîrokiya xelkê û esera xwe. Ji xwe her wekî nas e. Xanî bi hêceta çîrokê deng li miletê xwe kir û dil kir ko wî li nijad û qewmiyeta wî hişyar bikit.
Ji hingê ve ji 300 salî bêhtir wext di ser me ve çûne. Kesî guh neda Memê Alan, heta roja ko kurdîzanê hêja û bilindpaye Mr. Roger Lescot ew digel tercimeke fransizî gihande çapê.
Celadet Bedirxan
Let op: Er is geen PDF-bestand in Kurdipedia voor dit boek beschikbaar, help Kurdipedia om dit bestand te verkrijgen! Boek verzenden Dit item werd in het (Kurmancî - Kurdîy Serû) geschreven, klik op het pictogram
om het item te openen in de originele taal!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dit item is 1,441 keer bekeken