图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,718
图片 106,196
书籍 19,173
相关文件 96,674
Video 1,331
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Hevpeyvîna li gel Hozan Birader - Em Kurd jî mîna her milletî gereke dewleta xwe ava bikin
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Hevpeyvîna li gel Hozan Birader - Em Kurd jî mîna her milletî gereke dewlet...

Hevpeyvîna li gel Hozan Birader - Em Kurd jî mîna her milletî gereke dewlet...
Guhdarîkirina dengê wî Mirovî dilxweş dike, û wisa di xeyelên dûr û kûr de diçe. Ji Piçûkanî hestên xwe bi rêkûpêk kirine, heya ku bandorek erênî li her nifşî kir. li ser rewiştê, û rêwîtiyê, niştîman, hw… strandiye.
Berî em Derbasî hevpeyvînê bibin, em ê li Dîroka Muzîk ê vegerin, ku bi gelek ramanan hatiye vejandin, ji Pythagoras dest pê dike, ku tê gotin ku destpêka wî bi matematîkê re bi muzîkê buye, her wisa jî ku feylesûf Platon muzîk bi zagonek ehlaqî destnîşan kiriye û girîngî pir pê da ye. Divê li vir jî em zelal bikin ku muzîk ji gelê Alman re rolek taybetî lîstiye, û Karl Marx jê re digot “Bêbextiya Almanan” Ewqs.
Ji ber vê yekê jî Muzîka kurdan bi qasî xemgînî, tirs û şahiyê bihêz e, û ji lewma berhema Hunermand Hozan Birader wek xebatê tê dîtin. Di vê hevpeyvîn ê de em ê wî ji nêzîk ve bi nasînin.
1- Tu dikarî zêdetir li ser jiyana xwe ji me re bibêjî?
Hozan Birader: Ez sala 1958 li gundê Mûsika ku niha bûye tarek bajarê Mêrdînê,hatime dinyayê.
Bavê min dengbêjekî mihelî bû.Em 5 bira û du xuşk bûn.Ez di malek feqîr û xizan de mezin bûm.
Perwerde û evîna min ya stranbêjîye li civata bavê min destpêkir.
Emrê min 8-9 sal bûm bi xwe çûm dibistanê.Di dema dibistanê de fêrî tembûrê, mandolînê û bilûrê bûm. Ji 14 salîya xwe de, min xwe fêrî tembûr û stranan kir û hêdî hêdî xwe di vî warî de pêş xist.
Pîştî ku li bajarê Wanê jiber stranên xwe ketim zindanê min biryarda kû strana Kurdî ji xwe re bikim armanc. Min koleja tanduristî heta sala çaran xwend lê naçar mam û min dest jê berda. Ji sala 1986 de li Holanda jiyan dikim. Li gel karê muzîkê şano, sinema û şêwekarî dikim.
2-Te ji kengî ve dest bi stranbêjiyê kiriye û kesên ku herî zêde piştgiriya te kirine kî ne?
Hozan Birader: Weka ku min li jor jî got piştî zindanê sala 1976 min bi zanebûn dest avêt karê strana Kurdî. Lê berîya wê jî min stran digot.
3-Rêyek Hozan Birader ya taybetî heye ku ji hunermendên din cuda dike, ji ber vê yekê sedem çi ye ku te şêwaza xwe bi rengekî taybet digire
Hozan Birader: Herkes rêyek û rengekî xwe yê taybet haye.Ev jî li ser karekter, fikr û raman û rengê jiyanê ava dibe.
4-Bi dîtina te nifşê nû wê çanda xwe û bi taybetî jî Kurdên li dîasporayê biparêze? Ne xasim piştî derketina hunera rapê di nav kurdan de, ku pirraniya xelkê me lê dinerin ku tu têkiliya wê bi hunera kurdî re nîne.
Hozan Birader: Dunya globale û dema teknolojî çand û kultur û muzika milatan pir navzîkî hev kirîye. Car caran tevlîhev jî dike.Em Kurd jî li vê serdemê dijîn û di binê vê bandorê de ne. Ya girîng em sûdê jê wergirin.
5-Bandora kesên Biyanî li ser te hebûn, ango li ser hunera te? Ji ber ev demek dûrûdirêje ku tu li Ewropa dijî
Hozan Birader: Di vê bersîvê de nikarim navekî taybet bêjim lê ,min demekê li dibistana bajar diroka muzika clasik ya awrupî xwend. Di vê navberê de Berhemên clasik guhdarî kir. Dûra ji xwe min li hunermendên wek Jimi Hendriks, Barî Wite, Eric Klapton, Joe Cocker, Dog Face Harman û The Ex guhdarî dikir.
Salên 90 de min li gel Dog Face Harman û The Ex me li Almanya, Belçîka û Holanda turn konsert li darxistin.
Ji min re hemî bûne feyde. Lê tu carî min nexwest ji bêndera muzika Kurdî bi dûr bikevim.
6-Hez deng û dilxwazê hunera te li Rojavayê Kurdistanê hene, dibe ku di pêşerojê de konserekê li kurdistana Sûrî lidarxî?
Hozan Birader: Belê ew daxwaza mine rojekê li Kurdistan Rojava li binê Ala rengîn konser bidim.
7-Gelo cudahî di navbera peyama siyasetmedar û peyama hunermend de heye, wekî ku me di dema dawî de peydabûna çend hunermendan di qada siyasetê de dît.
Hozan Birader: Siyasetmedar girêdayî partî û rêxistinane. Li gor sînor û destûra partîyên xwe tevdigerin.
Siyaseta ku hunermend pê mijûle gereke di ser parti û rêxistinanre be. Hunera Kurdî bi xwe xizmeta siyasetêjî kirîye û dike. Peyamên hunermendan gere sinor û tuzukên partî û rêxistinande nemînin. Bêtir bi azadî peyamên xwe bidin. Ew hunermendên ku daketin qada siyasetê xwestin di warê yekrêzî û aştî de gavan bavêjin lê bi ser neketin. Min ji wan re gotibû: Bi vî rengî û bi van peyamên yek alî şansê we yê serkeftinê kême. Berîya hemû tiştî ala rengîn hildin destê xwe bo bawerî çêbibe da hûn di ser partîyan re tevbigerin
8-Bajarê ku te herî zêde bêriya wî kiriye û tu dixwazî di zûtirîn dem de biçî serdana wî bike çi bajare û çi wateya wî ye ji bo te
Hozan Birader: Jibo Hunermendekî ku bi salaye ji welatê xwe dûre, pirsek gelek zahmete. Ez li Mêrdînê hatime dinyayê. Zaroktîya min li Mêrdînê derbas bû ye. Bêrîya zaroktîya xwe dikim. Li bajarê Wanê xortanîya min derbas bû ye. Bêrîya wê demê dikim. Wan bajarê dilê min e.
Bêrîya Hewlerê dikim. Azadîya min li wir heye. Hewler fexra min e. Li bin Alaya rengîn azadîya min e.
9-Te bi hêz piştgiriya Refrandoma Başûrê welat kir, bi nerîna te dema dewletbûnê derbas buye weku gelek li ser ragihandina dixwazin vê yekê bigihînin miletê me
Hozan Birader: Raste ev gotin bi taybet li Kurdistana Bakur tête belav kirin.Ev gotin jibo kû fikra dewletbûnê ji serê Kurda paqijkin dibêjin. Dema dunya hêdî hêdî avadibû û cudahî di navbera insan û heywanan de destpêkir; nîşanên xwe organîze kirine û idarekirinê jî xûya bûn. Her kû serdeman reng guhertin, rengê îdareya civatan pê serdeman re hate guhertin. Rengê îdarekirina herî dawî navê wê dewlete. Heta roja qiyametê jî wê dewlet hebin.
Em Kurd jî mîna her milletî gereke dewleta xwe ava bikin.
10-Gotinek ji bo nifşê nû
Hozan Birader: Bixwînin û li ziman û çanda xwe xwedî derkevin. Xwe kêmî kesekî nebînin. Çi yê Tirk û Arab û Acem û Alman û Ingilizan heye, bila yê we jî hebe. Bi xwe bawer bin. Ji hev hez bikin.
Sipasîya we û xwendevanan dikim.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,145
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | Basnews
挂钩项目: 2
小组: 文章
Publication date: 16-07-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 音乐
书: 文化
文件类型: 原文
普罗旺斯: Germany
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( سارا ک 16-07-2022
本文已被审查并发布( ئاراس ئیلنجاغی )on16-07-2022
此产品最近更新( ئاراس ئیلنجاغی ):16-07-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,145
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1138 KB 16-07-2022 سارا کس.ک.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,718
图片 106,196
书籍 19,173
相关文件 96,674
Video 1,331
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!