图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,417
图片 105,714
书籍 19,160
相关文件 96,493
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Li Konyayê medreseyek bi Kurdî jî perwerde dide
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Li Konyayê medreseyek bi Kurdî jî perwerde dide

Li Konyayê medreseyek bi Kurdî jî perwerde dide
Li bajarê Konyaya Tirkiyê, medreseyekê Kurd bi kevneşopiya medreseyên Kurdî perwerdeya olî dide xwendekaran. Damezrînerê medreseyê Mele Mihemed Salihê Xursî alimekî ji Qosera Mêrdînê ye û beriya 30 salan li bajarê Konyayê vê medreseyê ava dike û tê de bi hezaran feqî û xwendekar perwerde dike. Yek ji cudahiya vê medreseyê jî ev e ku wek medreseyên bere tê de hin pirtûkên klasîk yên Kurdî tên xwendin û ji bo xwendekarên Kurd jî perwerde bi Kurdî tê dayîn. Heta hin xwendekarên biyanî li vê medreseyê fêrî Kurdî jî dibin.

Kevneşopiya medreseyên Kurdî bes li bajarên Bakurê Kurdistanê na, li hin bajarên Tirkiyê bi destê alim û melayên Kurd berdewam dikin. Li navçeya Selçukluyê ya bi ser bajarê Konyayê medreseyeke Kurd î heye. Ev medreseya ku ji derve wek avahiyekê ji rêzê dixuye, 30 sal in ku bûye navenda ilm û perwerdeya zimanê Erebî û hînbûna dînê Îslamê.

Damezrîner û miderisê yanê dersdarê vê medreseyê Mele Mihemed Salihê Xursî ye. Mele Salihê Xursî di sala 1953an de li herêma Xursê ya bi ser Qosera Mêrdînê ji dayik dibe û ji sala 1992yan ve li bajarê Konyayê vê medreseyê ava dike û tê de bi hezaran feqî û xwendekar perwerde dike. Ew bi zimanê Erebî li ser mijarên cuda cuda yên wek; kelam, tesewif, sunnet û perwerdeya medreseyê derdora 50 kitêb nivîsandiye. Beşekî ji wan kitêban bo zimanê Tirkî, kitêbek jî bo zimanê Kurdî hatiye wergerandin.

Damezrînerê Medreseyê Mele Mihemed Salihê Xursî dibêje: “Ev 30 sal in em hatine Konyayê. Medreseya me berê li Qiziltepe (Qoser) bû. Lê şert û mercên wê deme dest nedida ku em medreseya xwe bimeşînin. Ji loma jî me medreseya xwe bo Konyayê neqil kir. Li vê medreseyê bi hezaran feqî xwendine, bi sedan alim rabûne. Bes li vir na, li gelek welatên cîhanê xwendekarên me hene. Niha ew li gelek cihan xizmetên girîng dikin.”

Li vê medreseya ku bi alîkariya xêrxwazan aşê wê dizivire û bi usûla berê 12 ilmên Îslamî hîn dike (Serf, Nehîw, Belaxat, Mentiq, İlmên Usûlî, Fiqih, Tefsîr, Hedîs û Eqaîd) bi giştî 70 feqî û 10 mideris hene. Feqî bi hevaldersên xwe re tên cem mideris û dersa xwe digrin. Dûra jî ew bi feqiyên din re bi mizakere û mitaleyê dersa xwe hîn dibe.

Dersdarê Medreseyê Evdilxaliq Ekinci jî got: “Em ji feqiyan re dersên wan bi mana û lefiz dibêjin. Hebe pirsgirêk û muşkileyên derse dibêjin. Dûra feqî radibe metnê xwe jiber dike, mizakere û mitaleaya xwe dike. Dersê xwe dubare dike. Bi rastî ev nîzam û sîstema medreseyê li tu deverê dinyayê tune ye.”

Dersdarê Medreseyê Riza Dêrsilavî dibêje: “Ferqa medreseyên Kurdan ji medreseyên din fikirandin e. Lewra di medreseyên Kurdan de feqî ji bo tefekur û fikirandinê dihatin teşwîqkirin. Li medreseya me, pêşketina bo zimanê Kurmancî derfet heye. Lewra em dersên xwe bo feqiyên kurd bi Kurdî dibêjin. Her wiha ji bo ku li gelek deverên Kurdistanê feqiyên me hene, ji bo fêmkirin û têgehiştina jihev jî meriv pir tişt hîn dibe.”

Piraniya feqiyên vê medreseyê ji dûrî ve dibistana xwe dixwînin û piraniya wextê xwe li medreseyê derbas dikin. Feqiyên Kurd wek usûla berê, beriya ku derbasî rêzimana Erebî bibin, pirtûka helbestkî ya Nûbihara Piçûkan a Ehmedê Xanî ku bo zarokan ferhenga Erebî û Kurdî ye û her wiha pirtûka bi Kurdî ya Nehcul Enamê ya Mele Xelîlê Sêrdî ku tê de behsa bawerî û eqîdeya Îslamê dike, dixwînin û jiber dikin.
Feqî Yusuf jî got: “Ez ji Diyarbekir, ji gundê Gozeliyê me. Ez di 12 saliya xwe de hatim vê medreseyê. Ji bo rêya Xwedê ez li vir im. Ev 4 sal in ez li medreseyê me. Ez niha kitêba Sadunî dixwînim.”
Feqî Receb jî dibêje: “Ez ji Mêrdînê me. Ji bo rêya Xwedê bixwînim ez hatim medreseyê. Ez li bere mekteb jî dixwînim. Ez ê li Liseyê biçim pola 2yan.”

Feqî Mihemed jî got: “Ez ji Riha, ji qeza Wêranşar ji gundê Qerekuzuyê me. Ez di 17 saliya xwe de hatim Konyayê cem medreseya Mele Salih. Ez ji bo ilim hîn bibim hatim.”
Piraniya feqî / xwendekarên vê medreseyê Kurd in û ji bajarên cuda yên bakur in. Lê hin feqî ji welatên wek Misir, Sûrî, Qirxizistan, Iraq û welatên din in. Ew jî ji bo bi usûla bere medrese bixwînin berê xwe dane vê medreseyê.

Feqiyê Misrî Mumîn jî got: “Ez ji Misrê me. Ez medrese dixwînim, ez feqiyê Mele Salih im. Ez beriya 7 salan ji Misrê hatim Tirkiyê. Ev 5 sal in jî li vê medreseyê bi usûla bere ders digrim. Ez li vir ji hevalên Kurd fêrî Kurdî dibim.”
Ji bo feqiyên Kurd piranî ders bi zimanê Kurdî tê dayîn. Heta niha derdora 500 kes li vê medreseyê îcazet standiye yanê ji vê medreseyê derçûye û sertifikaya xwe wergirtiye.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,155
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | Rûdaw
挂钩项目: 5
小组: 文章
Publication date: 13-07-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 教育
文件类型: 原文
普罗旺斯: 土耳其
Technical Metadata
项目质量: 97%
97%
添加( سارا ک 14-07-2022
本文已被审查并发布( ئاراس ئیلنجاغی )on14-07-2022
此产品最近更新( ئاراس ئیلنجاغی ):14-07-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,155
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.126 KB 14-07-2022 سارا کس.ک.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,417
图片 105,714
书籍 19,160
相关文件 96,493
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!