Firîda Hecî Cewarî (1934- 2018)
Ez 10ê kanûna sala 1934a li bajarê Yêrêvanê ji diya xwe bûme. Pey kutakirina, bi mêdala zêr, mekteba Yêrêvanêye hejmara 5-a, min xwendina bilind li Ûnîvêrsîtêta Moskovayêye pêdagogîyê da, stend û fakûltêta fîzîk-matêmatîkayê kuta kir. Pey ra li Yerêvanê eva 50 sal e çawa mamosta matêmatîkayê kolêca Yêrêvanê da kar dikim.
[1]
Hatime rewakirinê:
- Sala 1981ê bi Ordêna Sovêtêye pir bilind, ku Moskva heq dikir, “Ordêna Xebatêye beyreqa Sor”;
- Sala 1975a mêdala “Ji bo efatiya xebatê”
- Sala 1975a hêjeyî nîşana “serkevtiya pêşvika sosîalîstiyê” bûme
- Sala 1962a “Hûrmetnamêya wezîreta Ermenîstanêye ya ronkayê” stendiye.
- Sala 1979a navê “dersdara-mêtodîst” dane min.
Ez ji sala 1957a, tevî bavê xwe Hecîyê Cindî, tevî hazirkirina pirtûkên dersa yên “Elîfba” û “Zimanê kurdî” - bona dersxana sisya bûme (neh pirtûk).
Saxîya bavê min da 82 pirtûkê wî yên zanyariyê, folklorê, pêdagogiyê, werger (tercma) û dersa çap bûbûn. Li pey mirina wî, pênc pirtûkêd wî jî mabûn wek destnivîsar. Û min çi kir? Li 70 saliya xwe da ez hînî kompûtorê bûm û min rêz kir û jî bo Kurd û Kurdistanê û ji bo xweykirina mîrata bavê xwe û mêrê xweyî rehmetî Fêrîkê Ûsiv, ji sala 2003a van pirtûka yekemîn dane weşanê:
1. Hecîyê Cindî, Jiyan û kar, (bi bîrhanîna, îzbatiyêd arşîva, qîmetkirina, nêrîna û şikila,152 rûpêl. Têda hine kêmasî hene, hergê Xwedê hiz bike û silametîyê bide, ez ê bona 100 salîya bûyîna bavê xwe, sala 2008a, wê pirtûkê, guhastina, zêdekirina ya duemîn bidime çapkirinê. Ji ber ku ewî temamya jiyana xwe ya femdarîyê û hereketa xwe bi helalî pêşkêşî çanda gelê Kurd kir û goveka çanda Kurda kareke bê serobin kir û ji me ra bavekî zêr bû.
2. “Ûsiv û Zelîxe”- Pêşgotin û bernivîsara 10 çilda (varyanta) yên Hecîyê Cindî, 240 rûpêl.
3. Fêrîkê Ûsiv- “Hisret”-berevoka helbesta, ûsa jî derheqa jîyana wî, sikilava, 115 rûpêl.
4. Hecîyê Cindî- “Hikyatêd cimeta kurda”, kitêba 6-a, (80 hikyat) 230 rûpêl.
5. “Dimdim”, Pêşgotin û bernivîsara15 varyanta yên Hecîyê Cindî, 160 rûpêl.
6. Çendekî dine wê bê weşanê pirtûka Fêrîk “Destan”, ( ku 13 destanê wî cîwar bûne), 235 rûpêl.
Par bona 70 saliya bûyîna Fêrîk, bi hukumetê, kitêbeke wî jî bi zimanê ermenî çap bû.