Cimoyê Merûf
Di 9ê Îlona sala 1997ê da li gundekî şarê Selmasê ser bi parêzgeha Azerbaycana Rojava ku navenda wê Ûrmîye ye, hatîye dinê. Dibistan li gund û astên navîn û lîse jî li şarê Selmasê xelas kirîye. Di sala 1995ê da wek xwendekarê asta Lîsansê li Zannîgeha Peyam Noor`ê di çiqa Ziman û Wêjeya Farisî da tê wergirtin. Di heman salê da bi saya Kovara Sirweyê fêrî xwendin û nivîsîna kurdî bûye.
Di sala 2005ê da wek wergêr û bêjer li Radyoya Kurdî ya Tehranê karê xwe dest pê kirîye. Di sala 2012ê da wek endamê lêjneya Çavdêrîya Ser Programên Radyo û Televîzyonên Parêzgehên Kurdnişîn a Sazîya Radyo û Televîzyonên Îranê hatîye bijartin. Di sala 2019an da mastera ziman û wêjeya farisî bi têza ``Dengbêj; Parêzerên Wêjeya Devkî ya Kurdî qedandîye. Yekem karê wî di warê wergerê da romana ``Berxwedana Qehremanan; Serdar Êwez Xanê Celalî`` ye ku ji farisî wergerandîye ser zimanê kurdî û weşanxana Nûbiharê li Istenbolê çap kirîye û weşandîye. Berhemeke wî jî bi navê ``Bandora Şoreşên Kurdên Tirkîyê Ser Sîyaseta Derve Ya Îranê`` ber çapê ye. Niha jî karê xwe wek wergêr, sererastker û bêjer li Radyo û Teelvîzyona Kurdî ya SAHAR`ê li Tehranê didomîne.[1]