Abdurrahman Adak (Ebdurehman Adak) (jdb. 1977, Hezex) nivîskar û akademîsyenê kurd e.
Di sala 1977an de li Hezexê hat dinyayê. Di sala 1998 an de Fakûlteya Olnasiyê ya Zanîngeha Enqereyê xilas kir. Di gel perwerdehiya fermî perwerdehiya medreseyê jî wergirt. Ji 1999an heta 2002an li Amedê mamostetî kir û paşê di sala 2003yan de li Zanîngeha Dîcleyê Fakûlteya Olnasiyê Beşa Wêjeya tirkî ya Îslamî dest bi wezîfeyê kir. Di sala 2006an de li Enstîtuya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Enqereyê, di warê wêjeya tirkî ya Îslamî de bernameya doktorayê xilas kir.
Di sala 2009an de ji bo ku damezrandina beşa Kurdî de cih bigre derbasî Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê bû. Di sala 2013an de pîleya doçentiyê bi dest xist. Demekê li wekî Serokê Beşa Ziman û wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê xebitî. Li heman zanîngeha di warê wêjeya klasîk a kurdî dersan pêşkêş dike. Bi derketina kovara Nûbihar Akademî ye edîtoriya wê kir. Demekê di televîzyona TRT 6ê de li gel Kadri Yıldırım bernameyeke li ser edebiyata klasîk amade kir.[1]
ئەڤ بابەت ب زمانا (Kurmancî) هاتیە نڤیساندن، کلیک ل ئایکۆنا
بکە ژ بو ڤەکرنا ڤی بابەتی ب ڤی زمانا کو پی هاتیە نڤیساندن!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەڤ بابەتە 2,398 جار هاتیە دیتن
ڕایا خو دەربارەی ڤی بابەی بنڤێسە!