Gulistan Kanîreş, ji navçêya Kanîreşa Çewligê ye û li gundê Azîzanê ji dayîk bûye. Di temenekî ciwan de koçî Ewropa (Almanya)yê bûye. Di wî temenî de wekî jinekî aktîvist û netewhez dest bi kar û xizmeta netewa xwe kiriye û hê jî di vê rêyê de bi awayekî çalak karê xwe didomîne. Di heman demê de bi karê wêje û ziman û gelek beşên curbicur yên hunerê re jî mijûl e. Tevî ku Dimilkîaxêv e jî di zaravayê Kurmancî de jî serwext e û bi her du zaravayên Kurdî dinivisîne. Gulistan Kanîreş di nava xebat û çalakiyên huner û wêjeyê de her dem xwe baştir îfade dike û di nava xebatên Enstîtuya Kurdî Li Stockholmê de bi awayeke çalaker cî digire û di nava komxebatên wêjeyî de karê rêveberiyê dike. Ev dosyeya ber destê wê berhema wê ya yekemîn e ku tê çapkirin.
Berhemdarî
* Rondikên Veşartî [Helbest] Weşanên J&J 2022 – Amed[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 156 جار بینراوە