Sedîq GOYÎ
Dayîk: Şemsê
Bav : Hûseyn
Ji eşîra Goyî yan , Sala 1964’an li gundê Hîlal ya navçeya Qilaban a girêdayî bajarê Şernex ê di nava malbatek li herêmê ji aliyê welatparêzi ve tê naskirinde ji dayîkbûme.
Pewrwerdeya sertayî û navîn li gundê xwe qedandiye,amadeyî li navçeya Qilaban temamkiriye. Di salên demê pêvajoya perwerda dibistana navîn de xwe fêrî xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî kiriye.
Ji ber êrişên dewleta Tirk a faşist di sala 1988’an de bi malbatî koçberî bajarê derya spî Antalya bûme. Dema dewleta Tirk ser gundên Herêma Botan ê de çûn gelek komkujî pêkanîn û gelê herêmê neçarî koçberi ya Başûrê Kurdistanê bûn ez jî carekdî vegeriyam başûrê Kurdistanê li gel gundî û xizmên xwe .
Sala 1995’ê di bêderfetiya koçberiyê de medibistan vekirin û perwerdeya bi zimanê dayîkê despêkir .Ji wê demê heta niha ev bîst û heft salin bênavber ez karê mamosteyî dikim. Sala 2002 ji bo despêkirina pwerwerda zimanê Kurdî li rojavayê Kurdistanê li gel grûbek mamoste ez hatim Rojava li navenda bajarê Reqa min. dest bi xebatêkir. Sala 2012 ji bo seferberiya perwerda zimanê kurdî disa ligel grûbek mamoste em hatin rojava û li navenda bajarê Kobanî me xebata perwerdeya zimanê Kurdî pêşxist. Di dema xebatên perwerdê de min dest bi nivîsîna helbestan jî kir herwiha li ser derûniya xwendekar û pêwîstiya nêzîkatiyên mamoste ji bo xwendekar , malbat û perwerdê hinek xebatên min bi nivîskî çêbûn niha jî li gel karê mamosyeyî di gelek karên din de jî erkê xwe bi rê ve dibim.[1]