Qehreman Welat, di sala 1998an da li gundê Cibnê ku li ser Kobanê ye tê dinê. Kêliya ku Şoreş li Rojavayê Kurdistanê dest pê dike, dev ji xwendinê ber dide, li dibistana Suriyê beşdarî nav refê Şoreşê dibe. Piştî birîndar dibe, li bakurê Kurdistanê nexweşxanê de tê dîlgirtin. Sê salan di zindanê da dimîne û ji ber birîndarî û astengbariya wî tê berdan. Di zindanê da li ser wêjeya Kurdî hûr dibe û li ser ziman û wêjeya Kurdî xwe pêş dixe. Di zindanê da dest bi nivîsandina helbestê dike. Ev dosyeya ber destê we berhema wî ya yekemîn e.
Berhemdarî
Firmêskên Şevê (Helbest), J&J, 2021 Amed [1]