Êş û hesreta mirovan bi reng û peyvan nayê wesifkirin, lê belê dengek dikare êşê bi mirovan bide hîskirin. Dibe ku mirov nikaribe êşa dilê xwe de bilêv bike, lê dikar biqîre. Ew qêrîn carinan dibe muzik û carina bi wateya dengbêjiyê, dibe dengek xweş an jî miqamek xweş û li ser zimanan li welatan digere. Vê carê jî bi riya bernama danasîn em ê bi xeleke nû, dengê tijî hesret, bêrîkirin, westan, êş û şahiyan bi we bidin naskirin û dengên zala bi ser guhên we de berdin.
Werin em bi hev re hilkişin bilindahiya çiyayê Lêlûnê, çiyayê ku pişta xwe bi stranbêj û dengbêjên xwe germ dike, çiyayê xwediyê gelek çîrok û çîrovanokên dirêj . Werin em bi hev re li ber bilûra nazenîn, bibin mêvanê dengê dengbêjê me yî navdar Elî Tico, xwediyê dengê ‘’Zêneba min lê.. merkeza dengan lê zênebê’’ ku bi dilekî şewat digot û hîna di guhan de maye. Ew bi strana Zênebê, ne tenê mirovan çûkan jî li ber xwe serxweş û mendehoş dike.
Elî Tico li gundê Hesen-Dêra ya navçeya Bilbilê û ser bi bajarê Efrînê ve, di sala 1930’î de ji dayîk dibe. Çawa ev xak vemir bûye, Elî Tico jî bi dengê xwe yê zîz û giranbuha hîştiye ku di nav klasîkên kurdan cihekî xwe girîng û watedar bigire. Ew bi navê xwe yê din bi bavê Elî dihat nas kirin. Elî Tico di asta huner û dengbêjiya kurdî de reng û wateyeke cuda afirandiye û murha xwe bi stranên xwe li eniya vî dîrokê xistiye.
Ew mirovek belengaz bû di malê dinê de, lê ew dewlemend bû di hunera dengbêjiyê de. Ew mîrasek bû ku stûna çand û folklora kurdî bilind kiriye. Wî bi awayekî zikmakî di heşt saliya xwe de ji dayîka xwe Meryemê fêrî stranan dibibû. Di stranên wî de nîşaneyên êş, xemgîn, azar û tijî hesretên civakî hene. Ji ber vê yekê jêdera behremendiya xwe ji dayîka xwe ya wekî dibistanekê dibîne, dihesibîne. Elî Tico ji bav û birayê xwe fêrî lêdana Bizqê dibe, her wiha niha gelek kasêtên wî hene, li rex stranên gelêrî û civakî bi dehan stranên dîrokî û kesayetî yên li ser Şêx Seîdê kal, Leyla Qasim û hwd strane.
Ew her çiqas bi strana Zeynebê hatibe naskirin jî bi gotin û stranên weke ‘’Yara min Lîsa, Helewcî, Delal, Saliho, Sewdaliyê, Zulfê, Lê Şawiyê û Meryemê’’ kariye bi hîs û hunera xwe yên curbecur têxe dilê însanan û bi dehan stranên din ên bêhejmar ku tê gotin derdora 103 stran, strane.
Piştî jiyaneke dû û dirêj ku di ber vê hunera stranên dengbêjiyê de wenda kir di sala 2012’an de, bi kirîza dil diçe ser dilovaniya xwe û li gundwê wî dispêrin axê.
Elî Tico bi dengê xwe û rengên xwe li ser asta Sûriyayê û welatên derve tevlî gelek şevbuhêrkên stran û folklorê bûye.[1]