图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,402
图片 105,687
书籍 19,150
相关文件 96,393
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Mihemed Elî Şakir
小组: 传记 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mihemed Elî Şakir

Mihemed Elî Şakir
Jiyannameya awazsazê gewre Mihemed Elî Șakir
Mihemed Elî Șakir hunermend û awazsazekî bi nav û denge٫ di sala 1946z de li bajarê Dirbêsiyê yê dikeve Rojavayê Kurdistanê jidayik bûye, û piştî bawernameya qonaxa lîseyê (amadeyî) bi dest dixe, li gel malbata xwe berê xwe dide bajarê Serêkaniyê û li wir niştecî dibe, Serêkaniyê weke bajar û siruşt bandoreke mezin li ser jiyana hunermendê gewre Mihemed Elî dike û behreya wî ya hunerî geş dike û roleke serke dilîze di pêkhatin û bihêzkirina dahênana wî ya hunerî de, çunkî Serêkaniyê xwedan siruşteke balkêşe û ciwaniyeke dilgîre, dewlemende bi av û kaniyên xwe yên ku xêr û xweşiyê dibexşînin li her cihî. Di nav wê siruşta bedew de behreya wî ya hunerî geş bû, û bi demê re bû weke sitêrkeke hunerî û yek ji gewretirîn sembolên hunerî li seranserî Rojavayê kurdistanê.




Hunermend Muhemed Elî Şakir yek ji berztirîn sitûnên huner û mûzîka kurdiye ji beşê duyemîn yê sedsaliya bîstan de û ta destpêka sedsaliya bîst û yekê de ji ber kar û ked û xebata wî di xizmeta gelê wî de û di vî warî de gelek berhemên bi nirx pêşkêşkirine, bi kurtî em dikarin bêjin kaniyeke hunerî bû. Ji destpêkê de jiyana xwe terxandibû di xizmeta huner û mûzîka kurdî de, tevî êş, azarî, girtin û bardoxên sext ên ku jiyana wî û xelkên herêm bi giştî tê re derbas dibû ma berdewam di karê xwe de, û van bardoxan nikarîbûn îradeya wî lawaz bikrana, ma wefadar û dilsoz ji wê rêka ku ji xwe re helbijart bû di xizmeta sitiran û kelepûra kurdî de. kesayetiyeke bejinberz bû berdewam bi geşbînî li jiyanê dinerî û bi demê re bû, xwedanê dibistaneke hunerî bû ku rehên wê ji kaniya kelepûr, mêjû, û hunera resen av vedxwar, û herweha ji bîr û baweriyên mirovatiyê yên ronak û pêşketî. Lewra berî ku helbestavan, goranîbêj, û awazsaz be ew mirov bû, hest bi hemû rûdan û bûyerên ku li derdora wî diqewimîn dikir, û herdem bi bandor bû di wan de û bi roleke erênî û bi awayekî aktîv di wan de beşdar dibû.




Jiyana wî ya hunerî û berhemên wî

Hunermend Mihemed Elî Şakir jiyana xwe ya hunerî di salên şêstî de yên sedsaliya bûrî de destpêkir, helbest nivîsand, karê mûzîkê, goranbêjiyê û awazsaziyê kir, û li kêleka wan guhdana wî bi gelek arezûyên dîtir jî hebûn wek nîgarkirinê, xweşnûsiyê, û herweha karê mamostayetiyê maweyekê kir, û wî piştî bawernameya lîseyê (beşê zanistî) tewawkir, xwendina xwe di (Ehliyet El-ta'lîm) an sefxas de berdewam dike li bajarê Helebê, û piştre li zankoya Helebê (beşê zimanê Engilîzî) tewaw dike, û dest bi dersdanê dike maweya çend salan, û di sala 1975 an de xêzandar dibe û bi tewawî li bajarê xwe Serêkaniyê bi cî dibe.

Û eger em dîsa vegerin jiyana wî ya hunerî, emê bibînin ku di sala1968 an de dest bi nivîsandina sitran û awazsaziyê kiriyê, yekemîn berhem ku nivîsandiya û awazkiriye û sitiraye (ZEYNEBÊ) ye. Û pişt re berdewam dike û bi sedan sitiranan distirê û awaz dike heta berî koça dawî bike, gelek hunermendan jî ew sitiran bi dengê xwe gotine, û di pêşiya wan de birayê wî hunermendê navdar Mehmûd Ezîz Şakir, û berî ku koça dawî bike nêzîkî sed sitiranên ne hatine gotin li cem birayê xwe danî bûn, ev tişt jî vê gotinê tekez dike: kesê hunermend namire, bi cestê xwe bar dike, lê hizir û ramanên wî dimînin.




Lewra, ji ber ku kesekî berhemdar û dahêner bû, birayê wî Mehmûd şakir pir sûd wergirt ji piştevaniya wî û karîbû bi saya wî û bi dengê xwe bigêje gelek civatên dervî Sûriyê, û herdûyan li gel hev karîbûn dibistaneke hunerî ava bikin û mîrasekî mezin û dewlemend pêşkêşî pûrtûkxana kurdî li sûriyê bikin.

Hejmara berhemên wî yên hunerî û kelepûrî gihiştin (265) berheman, awaz û mûzîk ji gelek hunermendan re pêşkêş kiriye wek: nemir Mihemed şêxo, Xoşnav tîlo, Şehrîbana kurdî, Gulîstan, Mistefa xalid, û Zoya û h.w.d, û heweha helbestên gelek helbestvanê navdar awaz kiriye mîna: Cegerxwîn, Seydayê tîrêj, Bêbihar, û hêjaye gotinê ku di hemû babet û teweran de nivîsiye wek: civakî, netewperwerî, welatparêzî, mirovayetî û bi taybet li ser jinê, evîniyê, welat, pêşmerge, şehîd, û hin bajarê ku li ber dilê wî delalî bûn wek: Qamişlo, Efrîn, Kobanê, Serêkaniyê, Amed û Hewlêr. Û heweha tevî ku awazsaz bû li gelek sitiranên wî yên bi navûdeng hene wî bixwe ew sitirane wek: Rêwiyo, Gewrê,Yara zor ciwane, ber dilê min pir şêrîne, lolo lawiko, ez keçikek kurdî me û h.w.d. û wek me amaje pê kir di pêşî de zêdetirî (100) sitiranên wî ku hîn nehatine gotin mane li cem birayê wî Mehmûd Ezîz.

Hêjaye gotinê٫ hunermend Mihemed Elî Șakir yek ji damezrênerên komên NEWROZê bû di salên heștêyî de di sedsaliya bûrî de٫ zêdey wisa jî herdem di çalakiyên ku dihatin li darxistin li Rojavayê kurdistanê an ta li hindirê Sûriyê beşdar bû٫ di 2019 an de dezgeha ART Ya ragihandin û geşpêdanê xelata (bexşîn û dahênan)ê danê ji ber kar û keda wî ya pîroz di ber hunera kurdî de.




Pêkhatina kesayetiya wî ya hunerî

Gelek hoker gihişin hev û pev re kesayetiya hunermendê nemir Mihemed Elî Şakir ya hunerî avakirin û behreya wî geș kirin٫ ew jî evin:

Jîngeha olî ya ku tê de jidayik bû û çavê xwe li jiyanê vekir: bapîrê wî melê mizgeftê bû٫ Mihemed Elî di nav malbateke oldar de rabibû٫ rojane guhdarî li qurana pîroz dikir٫ û herweha hazir dibû li helkeftên olî yên gotin û herweha helbestên gewreyên kurd ên kilasîk mîna Melayê Cezîrî di wan de dihatin xwendin.
Hezkirina wî ji mûzîkê re ji çûkaniya wî de: jê re bibû arezûyeke li gorî gotina wî٫ di riya Radiyo de an rûniştina wî bi dayika wî re li civatên jinan, û wek em dizanin jina kurd ji sitiranan hezdike û herdem distirê eger li hindirê mal be an li ser kar be nexasim wextên çinîn û paleyîyê.
Ciwaniya siruștê û cadûya wê ya dilgîr: bajarê wî Serêkaniyê yê ku lê niştecî bibû ji destpêka xortaniya xwe de li gel malbata xwe pir balkêş û ciwane bi siruşta xwe, çi bi kaniyên xwe an bi cihên geşt û gerê٫ ev tabloya han bû cêderke serke di dahênana wî de.
Hokerên azariyên jiyanê yên qurs û dijwar: Mihemed Elî wek kesekî kurd hemû bûyerên ku li deverê çê dibûn dișopand٫ nexasim xebat û têkoşîna kurd li perçeyên kurdistanê yên dîtir٫ û heweha êş û azariyên gelê xwe û bê parbûna wî ji mafê netewî û mirovayetî٫ van hemû hokeran hișt ku hunermendê gewre Mihemed Elî pabend be bi doza gelê xwe û bihêle ku hunera xwe têxe xizmeta doz û mafê wî yê rewa.



Koçkirina wî

Hunermendê gewre Mihemed Elî Şakir di sibeha roja 24 kanûna yekê de sala 2020z de koça dawî kir û li bajarê Amûdê hate veşartin, jiyana xwe hemû bi danê û dahênanê derbaskir, bi peteya korona li nexoşxaneyeke Qamişlo jiyan xwe ji dest da, û di koçkirina wî de zimanzanê kurd Diham Ebid Al- fetah got: tiştê ku hunermend Mihemed Elî Şakir ji hunera kurdî re kiriye wê her bimîne, tiştê nemir li gel birayê xwe hunermend Mehmûd Ezîz şakir pêşkêşkiriye neyê ji bîrkirin, wek li Libnanê herdû bira AL-Rehban hebûn em karin bêjin ême jî Al-Şakîran an AL-Ezîzan hene, li gel hev xizmeteke mezin ji hunera kurdî re pêşkêş kirine. Û herweha hunermend Omîd Silêman dibêje: gotin nikarin wesfê wî bidin, rehmetî dibistaneke bi rêkûpêk bû wek helbestvan, awazsaz û herweha dengbêj û berî her tiştî wek mirov, hestê netewî û civakî her berz û balkêş bû li cem wî, û ya herî giring hunera wî bi nirx û armanc bû

Berî ku koça dawî bike pir êş û azarî dîtin, nexasim piştî tirkiyê û çeteyên nandoz ên Sûriyê yên girêdayî bi ser wê ve bajarê wî Serêkaniyê dagîrkirin, neçar bû û li gel malbata xwe dev ji bajarê xwe bigerin û niştecîbibin li bajarê Amûdê, pir xemgîn bû ji ber tiştê ku bi serê bajarê wî hat, li ber çavên xwe dît bê çawa xelkên bajarê wî bi çolan ketin, beşek ji wan li kamp û bajarên Rojavayê Kurdistanê [1]belawela bûn, û beşê din sînor derbaskirin û berê xwe dan paşerojeke nediyar.

Pevgirêdan
kurtjiyana hunermend Mihemed Elî Șakir
Dîdariyek li gel hunermend Mihemed Elî Şakir
Sitirana Dilo
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览840
HashTag
来源
[1] | کرمانجی - کوردیی سەروو | https://besinor.net/
挂钩项目: 1
日期与活动
小组: 传记
Date of Death: 24-12-2020
Cause of death: No specified T4 1474
No specified T3 20: No specified T4 468
No specified T3 85: 西部库尔德斯坦
Place of death: Qameeshly
人键: 音乐家
人键: 艺术家
性别:
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 28-05-2022
本文已被审查并发布( هاوڕێ باخەوان )on30-05-2022
此产品最近更新( هاوڕێ باخەوان ):30-05-2022
URL
此产品已被浏览840
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.16 KB 28-05-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,402
图片 105,687
书籍 19,150
相关文件 96,393
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!