библиотека библиотека
Поиск

Kurdipedia является крупнейшим источников информации курдским курдам!


Параметры поиска





Расширенный поиск      Клавиатура


Поиск
Расширенный поиск
библиотека
Имена для курдских детей
Хронология событий
Источники
История
Пользователь коллекций
виды деятельности
Помощь в поиске?
Публикация
видео
Классификации
Случайная деталь!
Отправлять
Отправить статью
Отправить изображение
Опрос
Ваше мнение
контакт
Какая информация нам нужна !
Стандарты
Правила использования
Параметр Качество
Инструменты
Нарочно
Архивариусы Курдипедии
Статьи о нас !
Kurdipedia Добавить на ваш сайт
Добавить / удалить e-mail
Статистика посетителей
Статистика статьи
Конвертер шрифтов
Календари Конвертер
Проверка орфографии
Языки и диалекты страницы
Клавиатура
Удобные ссылки
Расширение Kurdipedia для Google Chrome
Cookies
Языки
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Мой счет
Вход
Членство !
Забыли пароль !
Поиск Отправлять Инструменты Языки Мой счет
Расширенный поиск
библиотека
Имена для курдских детей
Хронология событий
Источники
История
Пользователь коллекций
виды деятельности
Помощь в поиске?
Публикация
видео
Классификации
Случайная деталь!
Отправить статью
Отправить изображение
Опрос
Ваше мнение
контакт
Какая информация нам нужна !
Стандарты
Правила использования
Параметр Качество
Нарочно
Архивариусы Курдипедии
Статьи о нас !
Kurdipedia Добавить на ваш сайт
Добавить / удалить e-mail
Статистика посетителей
Статистика статьи
Конвертер шрифтов
Календари Конвертер
Проверка орфографии
Языки и диалекты страницы
Клавиатура
Удобные ссылки
Расширение Kurdipedia для Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Вход
Членство !
Забыли пароль !
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Нарочно
 Случайная деталь!
 Правила использования
 Архивариусы Курдипедии
 Ваше мнение
 Пользователь коллекций
 Хронология событий
 виды деятельности - Курдипедиа
 Помощь
Новый элемент
библиотека
КУРДСКИЙ ЯЗЫК (Диалект корманджи)
20-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
библиотека
ИСТОРИЯ ЭТНОСОВ КАЗАХСТАНА (1991–2016 гг.)
17-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
биография
НУРЕ ДЖАВАРИ
13-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
биография
Георгий Мгоян
01-02-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
биография
Победоносцева Кая Анжелика Олеговна
29-01-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
биография
Пашаева Ламара Борисовна
18-01-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
библиотека
КАВКАЗСКIИ КАЛЕНДАР НА 1856 годь
28-11-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
библиотека
Участие курдов в Великой Отечественной войне 1941 — 1945 гг
17-11-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
биография
Чатоев Халит Мурадович
17-11-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
библиотека
КУРДЫ СОВЕТСКОЙ АРМЕНИИ: исторические очерки (1920-1940)
17-11-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Статистика
Статьи 519,075
Изображения 106,581
Книги pdf 19,272
Связанные файлы 97,152
видео 1,392
биография
ВАСИЛЬЕВА ЕВГЕНИЯ ИЛЬИНИЧНА
биография
ВАЗИРИ НАДЫРИ
биография
РУДEНКО МАРГАРИТА БОРИСОВНА
Изображение и описание
Дело Симко, 1927 г
Статьи
Хорасанский курманджи
Navê Kurd û Kurdistanê Di Dîrokê De (Beşê I)
Курдипедия — крупнейший многоязычный источник курдской информации!
Категория: Статьи | Язык статьи: Kurmancî - Kurdîy Serû
Делиться
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Рейтинговая статья
Отлично
очень хороший
Средний
неплохо
плохой
Добавить в мои коллекции
Ваше мнение о предмете!
предметы истории
Metadata
RSS
Поиск в Google для изображений, связанных с выбранным элементом !
Поиск в Google для выбранного элемента !
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Navê Kurd û Kurdistanê Di Dîrokê De (Beşê I)

Navê Kurd û Kurdistanê Di Dîrokê De (Beşê I)
Navê Kurd û Kurdistanê Di Dîrokê De (Beşê I)
Xerzî Xerzan
Destpêk
Wekî ku tê zanîn, li ser dîroka navê Kurd û Kurdistanê gelek nêrîn, nivîs, nivîsar û lêkolîn hene. Ev rewşeke xwezayî ye, ji lew re wekî kesayet û netewe “Kurd” û wekî welatê wan “Kurdistan”, ji destpêka dîroka mirovahîyê ve li ser axa Mezopotamyaya Jorîn bi cih e, heye û di çavkanîyên herî kevnar de jî mirov bi hêsanî digihêje van her du pênaseyan. Di vê nivîsarê de, em ê jî anegorî zanîn, xwendin û lêkolînên xwe, bikevin pey şopa navê Kurd û girêdayî vî navî, navê welatê wan an ku Kurdistan…
Ji bo destnîşankirina sînorên Kurdistanê, divê mirov di serî de wate û etîmolojîya peyva “Kurd” baş zanîbe. Ji lew re “Kurdistan” ji du beşepeyvan, an ku ji “Kurd” û “istan”ê pêk tê. Kurd navê neteweyekê e, navê gelekî ye. Ji bo pênasekirina netewekê, hem ji hêla hemû cînaran ve, hem jî ji hêla kurdan bi xwe ve hatiye bikaranîn. Peyva (istan)ê jî peyveke zimanên kevnar ên Hindo-Ewropayî û Arîyanî ye ku di zimanê Kurdî de wekî paşgirekê tê bikaranîn. “Istan/stan” an “sta” di zimanê Avestayê de wateya rawestan, sekin, cih, war, qad û welat dide. Wekî mînak, di zimanê Îngilîzî de heman peyv bi heman wateyê di forma “stay” de hîn jî tê bikaranîn. Di devoka Kurmancîya Kurdî de bi forma “star-starî” hîn jî dijî. Piştî van agahîyan em bi hêsanî dikarin bibêjin ku Kurdistan war û welatê Kurdan e. Ew axa ku Kurd li ser dihewin, dimînin, star dibin û dijîn e… Lê divê neyê jibîrkirin ku ne navê Kurd lê pênaseya Kurdistanê di destpêkê de ji hêla gelên cînar ên Arî û ji hêla Kurdan bi xwe ve hatiye bikaranîn, an ku Kurdistan bi Kurdîya kevnar e û bi zimanên bîyan, wekî Latînî, Yûnanî, Erebî, Asûrî û Ermenî bi formên curbicur, anegorî bilêvkirina zimanên van neteweyan hatiye guherîn. Ev guherînên xwezayî û normal weha kiriye ku li ser navê Kurd û Kurdistanê û her weha li ser sînorên dîrokî yên kevnar ên Kurdistanê gelek spekûlasyon û heta sextekarî û pêlîstinên bêbingeh hatine avakirin.
Di dîroka kevnar de û di demên antîk de, em gelek caran rastî formên kevn ên peyva “Kurd” tên. Wekî ku em dizanin û heta vê gavê jî bidestketîyên dîrokî berevajî vê yekê têzên nû neafirandine, nivîs cara yekem ji hêla Sumeran ve hatiye peydakirin û bikaranîn. Sumeran bi bizmaran li ser keviran nivîsên xwe tomar dikirin û bi vê yekê agahîyên bêhempa yên berî pênc hezar salan gihaştine dema me ya îroyîn. Tê gotin ku bi peydakirina nivîsê re, dîrokê jî dest pê kiriye… Lê ev tenê destpêka tomarkirina dîrokê ye. Helbet dîroka mirovahîye ne pênc hezar sal e lê belgeyên nivîskî yên herî kevnar ên Sumeran in û ji ber vê yekê hemû dîrokzan “dîroka nivîskî” ji dema Sumeran didin destpêkirin. Lê berî peydakirina nivîsê û bi taybetî dema Şoreşa Neolîtîk, ji bo dîroka mirovahîyê pir hêja û girîng e û ev şoreş jî, li gel bidestketîyên arkeolojîk ên Kurdistanê, piştrast dikin ku Kurdistan warê destpêka çalakîyên bihevrejiyînê û rîtuelên bawerîyê ye… Şikefta Şanîdarê, Perestgeha Xerabreşkê, Girê Helefê, Girê Kortikê, Çemê Kota Ber, Girê Başûrê, Çemê Hilanê, Newala Çorîyê û Çermo hin ji wan cihên dîrokî ne. Ev deverên ku dîroka wan digihêje berî ji heft hezar salan heta deh hezar salan, têra peyitandina têza “Kurdistan warê destpêka mirovahîyê ye” dike. Nivîs helbet girîng e, lê dîrok û şaristanîtî bi nivîsê dest pê nekiriye û çavkanîyên ku li van cihên dîrokî yên Kurdistanê hatine bidestxistin jî, bi tevahî hebûn û çavkanîyên nenivîskî ne. Ji ber ku ji bo vê gavê ev ne mijara me ya bingehîn e û me di gelek nivîsarên xwe yên din de yek bi yek ev nêrîn nivîsîne, em vegerin mijara xwe; di belgeyên nivîskî de em lêgerîna xwe ya Kurd û Kurdistanê bidomînin….
Pêşî divê bê gotin ku li ser makewelatê Kurdan manîpûlasyonên dûrî hiş û aqilan bi zanabûn hatine afirandin. Anegorî hin dîrokzanên bîyan, ên ku bi piranî zanyarên fermî yên dagirkerên Kurdistanê ne û nimînendeyên gelên cînar in, cihê ku asê dibin û naxwazin rastîyên dîrokî derên meydanê, dixwazin Kurdan li derûdora Zagrosan heps bikin û hewl didin ku bibêjin makewelatê Kurdan tenê Çîyayên Zagrosê ne. Ev heta derekê rast e, Zagros beşekî makewelatê gelê Kurd e lê tenê beşek e… Bêyî destnîşankirina qeraxên Ferat û Tîjleyê, Çîyayên Torosê yên başûrrojhilatê, derûdora Gola Wanê heta bakurê wê, an ku bêyî nivîsîna Medyaya Piçûk û Mezin a kevnar, ev hewl û helwest nikare tu kesî bide bawerkirin û em dikarin bibêjin ku ev hewl tenê ji boyî nenaskirin û jiholêrakirina rastîyên dîrokî ye. Armanca yekem, destdanîna ser ax û erdên gelê Kurd e û di ser de jî, dizîkirina çand û dîroka wan a kevnar e. Ev yek qirkirina çand û dîroka neteweyekê ye. Gunehkarîyeke mezin û bêsincîyeke nebînayî ye. Ev zanyarên ji sinca zanistê dûr û bêpar, van karan bi hemd û mebest dikin lê bê feyde ye… Ji lew re rastîyên dîrokî li meydanê ne û yek jî zengînîyên dîroka mirovahîyê, an ku gelê Kurd, zimanê Kurdî û welatê Kurdan ê kevnar , stargeha wan Kurdistan wekî nimûne û laboratuarên zindî li ser pêyan in…
Ji bo zelalkirina mijarê, çavkanîya me ya herî girîng bikaranîna tîpên “K, R, D-T”yê ye. Ji lew re, ev her sê tîp, li gel zêdekirina tîpên dengdêr ên wekî “A, U, O”yê, bi formên cuda hatine nivîsîn û wekî “Kard, Kord û Kurd” bi şêwazên cuda lê wekî hemwateyan hatine bikaranîn û tev de ji boyî pênaseya “Kurd”an hatine tomarkirin.

Di Dema Antîk De Bikaranîna Navê Kurd û Kurdistanê
Tomarîyên Sumeran
Navê Kurd û welatê wan di belgeyên Sumeran de bi navê “Kur-tî” an ku wekî “gelê jorî, gelê çîyayî” dibihure. Kurdzanê navdar Vladimir Minorsky (1877-1966), di nivîsara xwe ya ku li Ansîklopedyaya Îslamê li jêr serenavê “Ên Kurd” de hatiye weşandin, vê rastîyê dinivîse û tomar dike. Di beşê têkildar de Minorsky dinivîse ku François Thureau-Dangin (1872-1944) ê ku di qada zelalkirina zimanê Sumerî de zanyarê herî navdar e, li ser du tabletan (kevirên nivîskî) ên Sumeran ên ku dema wan digihêje herî kêm du hezar salan berî zayîne, rastî gotina “Welatê Kar-Da-Ka” hatiye. Ev welat dîsa anegorî tomarkirina Dangin û her weha ya zanyarê Îngilîz Sir Godfrey Rolles Driver (1892-1975), li başûrê Gola Wanê dimîne. An ku li ber qeraxên Botan û Tîjleyê… Ev tomarî gelekî girîng e, ji lew re, Sumeran di gelek tabletên xwe de niştecihên Welatê Kar-Da-Kayê wekî “Kur-tî” pênase kirine. “Kur”an jî “Ur” di zimanê Sumerî de wateya “çîya – bilindayî” dide û “-tî” jî pêvekek e. An ku, Kur-tî wateya Çîya-yî dide û ji bo binavkirina kesên çîyayî yên ji bakurê welatê Sumeran in, hatiye bikaranîn. Em baş dizanin û bi hebûna xwe ya resen û ontolojîk ku gelê Kurd û welatê wan Kurdistan, wekî berî pênc hezar salan, vê gavê jî li wan çîyayên asê û bilind ên li bakurê welatê Sumeran ê kevnar dimînin û dijîn. Peyta herî mezin a vê têzê ew e ku Kur-tî Kurdên kevnar in û Kar-Da-Ka beşekî Kurdistana îroyîn e, hebûna Kurd û Kurdistanê li heman herêma serdema me ye… Cihê ku Dangin destnîşan dike, herêma ku ji Amedê dest pê dike û ber bi Silîvan, Batman, Xerzan, Mêrdîn, Cizîr, Bidlîs, Botan, beşekî Serhedê (Mûş) ve dirêj dibe û li Hekarîyayê diqede ye. Ev tomarî berî roja me herî kêm çar pênc hezar salan e û beşekî makewelatê gelê Kurd bi xwe ye. Beşekî pêşîyên gelê Kurd an ku yên Proto-Kurd, berî çar pênç hezar salan, li beşekî Kurdistana Bakur û Rojava bi heman navê xwe, bi navê “ KURTΔ bi cih bûn û navê welatê wan jî “KARDAKA” bû. An ku bi zimanê Sumerî “welatê Kard-an, welatê Kurt-î-yan”, an ku bi navê xwe yê nûjen û orjînal “Kurdistan”…
Li vir divê başûr û rojhilatê Kurdistana îroyîn jî bêne nivîsandin da ku em karîbin tomarîyeke teqez pêk bînin. Di heman serdemê de, an ku berî pênc hezar salan, di destpêka dîroka nivîskî ya Sumeran de, îcar di hin tomarîyên wan de em rastî navê neteweyeke bi navê “Kû-tî” an “Ko-tî” tên. Bi forma nivîsandina dîrokzanên nûjen; “GUTΔ. Ev netewe yan jî gel, dîsa anegorî tomarîyên Sumeran, di destpêka hezarsala sêyemîn a berî zayînê de, ji Zagrosên rojhilat berjêrî welatê Sumeran bûn û demeke kin wekî 150-200 salî li welatê Sumeran desthilatdar bûn. Peyva “KO” di zimanê Sumerî de dîsa wateya çîya û bilindayî dide û pêwendîyeke xurt di navbera peyvên “Kur-tî” û “Ko-tî” de heye. Dîsa divê em berê xwe bidin zimanê Kurdî û bi taybetî zaravaya Kirmanckî-Zazakî ya Kurdî. Hîn jî peyva “KO”yê di zaravayê Kirmanckî de wateya “çîya” dide û dibeyeke mezin e ku ev peyv ji zimanê Sumerî derbasî zimanê Kurdî bûye. Dibe ku ji Kurdîya kevnar derbasî Sumerî jî bûbe lê dan û standina zimanan rewşeke xwezayî ye û ya girîng ew e ku hîn jî ev peyv di zimanê Kurdî de dijî û tê bikaranîn. Jixwe pêveka -tîyê dîsa heman peywirê pêk tîne û “KO-TΔ wateya kesê çîyayî yan jî jorî dide. Hemû rojhilatnas û Kurdnasên binavûdeng, pêwendî û hemwatebûna peyvên“Kur-tî” û “Ko-tî” dipejirînin. Em jî dikarin bibêjin, helbet bi çavkanîyên Sumeran ve, “Kur-tî” û “Ko-tî” heman pênase ye û dîsa hebûna gelê Kurd a îroyîn li her çar hêlên Kurdistanê piştrast dike ku “Kur-tî” û “Ko-tî” heman netewe û heman gel in. Her du jî Arî ne, zimanê wan zimanê Arîyanî yê kevnar e, her du jî xwedî çandeke hevpar in, her du jî şervan in û her du jî li ber koledarîya Sumeran serî hildaye û ji bo xweparastinê berê xwe daye welatê gewre yê Sumeran. Dîsa hebûna Kurd û Kurdistanê ya îroyîn vê têzê piştrast dike û ji gotûbêjê re cih nahêle. Helbet ji boyî zanyarên xwedî sinca zanistê û ji boyî kesên ku ji bêsincîya mêtingerîyê dûr mane û red kirine…

Tomarîyên Asûran
Piştî serdema Sumer û Akkadan, îcar serdema Împeretorîya Asûrî ya koledar dertê şanoya dîrokê û li Mezopotamyayê seranser, ji sala du hezaran heta 612an a berî zayînê, rêxistineke mêtinger a gewre ava dibe. Helbet dîsa di belgeyên Asûrî de em rastî navê Kurd û welatê wan Kurdistan tên. Lê dîsa anegorî bilêvkirina zimanê wan… Aramî û Asûrî welatê Kurdan an ku Kurdistan wek “Beth Kardû (Warê-mala Kurdan)”pênase dikir. Asûrî ji bo ku koleyên ciwan û jêhatî bi dest bixin, dem bi dem berê xwe dida welatên bakur û bi taybetî “Beth Kardû (Kurdistan – bi Kurdî)”. Ji ber ku pergaleke koledar di vê dewletê de desthilatdar bû û pêdivîya wan bi koleyên jêhatî hebû, gelek caran êrîş birine ser qewmên çîyayî yên li bakurê wan diman. Dîsa anegorî gotara Minorsky, em pê dihesin ku yek ji şahên Asûrî Tîglat Pilaser ê II, di destpêka hezarsala yekem de li ser tableteke xwe ya biserketinê daye nivîsandin ku wî li Çîyayên Azûyê li gel qewmekê bi navê “Kur-tî-e” şer kiriye û gelek kole û xenîmetên şer bi dest xistine. Ew Çîyayên Azûyê yên ku navê wan dibihure, dîsa heman dever e ya ku di tabletên Sumerî de dibihure . Ji lew re, di tableta Sumeran de ev dever dîsa welatê Kur-tî-yan e, navê wê Kar-Da-Kayê ye û li başûrê Gola Wanê dimîne. Minorsky, anegorî nêrîna G.R.Driver ê asûrolog, qebûl dike ku (nexşeya wî li jor e), piştî hezarsalî dîsa heman qewm li heman cihî niştecih e. Di rêxistina yekîneya Xalda-Ûrartû de jî ev Kur-tî cihê xwe digirin û di wê konfederasyonê de jî li hember Asûran, li gel hemû êlên Arî li ber xwe didin. Welatê wan tim derûdora qeraxên Tîjleyê, Gola wanê û hawirdorê devera ku me li jor destnîşan kiriye.
Em jî bi hêsanî dikarin vê nêrîna Driver û Minorsky ya hevpar bipejirînin, ji lew re, ew Çîyayên Azûyê yên ku Driver û Minorsky behsa wan dikin, hîn jî li Kurdistanê bi navê Çîyayên Hezûyê tên zanîn û li herêma Xerzanê, di navbera navçeyên bajarê Batmanêde, di navbera Sasûn û Hezûyê de dirêj dibin. Çîyayên asê û bilind in û her weha Çîyayê Meretoyê yê binavûdeng jî di nav wan çîyayan de cihê xwe digire. Çîyayên din ên rêzeçîyayên Hezûyê ev in: Kermeleh, Hêlkis, Koram… hwd. Ev tev de di nav sîstema Çîyayên Torosê de ne û li bakurê Çemê Tîjleyê dimînin. Her weha, şaxên Tîjleyê yên fireh wekî Çemê Xerzanê û Çemê Batmanê jî ji wan çîyayên bilind dest pê dikin û li başûr wekî Çemê Bidlîsê û yê Botanê tev li Tîjleyê dibin. Ji vê agahîyê jî em dizanin ku qeraxên Çemê Tîjleyê yên bakurî û başûrî, ji destpêka dîroka nivîskî ve makewelatê Kur-tîyên Arî ye û dîsa hebûna Kurdên Arî yên serdema me, ên ku beşekî nevî û dûhatîyên Kur-tî-yan in û hîn jî bi heman navî tên pênasekirin, çavkanîya me ya herî hêja ye…

Konfederasyona Êlên Med ên Kurdistanê
Serdema Sumer û Asûran di sala 612an a berî zayînê de diqede û îcar ew pergala koledar bi dest û pêşengîya Medên ku beşekî “çîyayîyan” in û wekî yek ji pêşîyên Gelê Kurd tên zanîn, tê rûxandin. Med û Kur-tî, hem ji hêla nijadî ve, hem di warê erdnîgarîyê de û hem jî ji hêla dîrokî û çandî ve ji hev ne dûr in. Em dikarin bibêjin ku Med jî di nav Kur-tî/Ko-tîyan, an ku di nav çîyayîyên Kurdistanê de cih digrin. Bi taybetî, di nav Ko-tîyên rojhilatê Kurdistanê de… Lê dîsa, hebûna Kurdan a îroyîn û her weha hin navên êl û herêman bi xwe rê dide me ku em nirxandineke cuda pêk bînin. Herodotê ku bavê dîroknûsîyê ye, di pirtûka xwe a navdar “DÎROK” de navê şeş êlên Medan dinivîse. Navên wan êlan ev in; “Bûsî, Paretekanî, Strûxî, Arîzanî, Bûdî û Magî”. Lê divê bê gotin ku ev êlên ku Herodot navên wan tomar kirine, bi nêrîna me ne navên êlan lê navên herêmên ku ew êl tê de dijîn in. Ji lew re, îro jî gelek êl û eşîrên Kurdan bi navê herêma xwe tên pênasekirin. Mînak Silîvan-Silîvî, Botan-Botî, Hekarîya-Hekarî, Şêrwan-Şêrwî… hwd. Bûdî (bi gotina Herodot), a ku yek ji wan êlan e, hîn jî di herêma Botanê de bi navê “Botî” dijîn û ji bajarê Sêrtê heta Dihê, Cizîr, Şirnex, Hekarîyayê û derûdorê, an ku li herêma Botanê jîyana xwe didomînin. Her weha bi nivîsîna Herodot, “êla Strûxî” an ku Kurdên Stûrkî yên îro jî li derûdora herêma Şêrwanê ya Sêrtê û heta digihêje Gola Wanê jîyana xwe didomînin û navê herêma wan jî dîsa “Stûrkan” e. Her weha êla “Arîzanî” dîsa di herêma Arzananeyê ya demên antîk de, bi navê serdema navîn û bi zimanê Erebî û Ermenî “Arzan-Erzen” de, an ku di herêma Xerzanê ya îroyîn de, bi navê Kurdên “Xerzan-Xerzî-Xerzanî” hîn jî hene û dijîn (di zimanê Grîkî de dengê Xya Kurdî nîne). Xala hevpar a van her sê herêman û êlên di nav de ne ew e ku tev de zaravaya Kurmancîya Kurdî diaxêvin û her sê jî di dilê Kurdistana îroyîn de, wekî beşên gelê kurd, kevneşopîyên xwe didomînin.
Divê bê gotin ku ev her sê herêm, heta berî du sed salan, bawerîyên kevnar ên gelê Kurd ên wekî Êzidîtî û Yarsanî bi awayekî zindî di nav çanda xwe de bi xwedî dikirin lê piştî 1820an bi zordarîya Osmanî û bilindbûna radîkalîzmê li Kurdistanê, ev bawerî hêdî hêdî ji holê rabûn û vê gavê em dikarin tenê şopên wan ên piçûk li van herêmên dîrokî bibînin… Ji van navên êl û herêman em dikarin bi hêsanî bibêjin ku Med ji destpêkê ve ne tenê li rojhilatê Kurdistanê, her weha li bakur û navenda Kurdistanê jî hebûn û sê êlên bihêz û kevnar ên ku konfederasyona Medî ava kiriye, ji herêma Kur-tî-yên kevnar in, an ku ew herêma Kur-tî-yên ku berê çar pênc hezar salan di belgeyên Sumer û Asûran de dibihurin û li derûdora Tîjleyê û Gola Wanê dimînin. Ev her sê êl-herêm (Bûdî, Arîzanî û Strûxî – Botî, Xerzanî, Stûrkî), ji demên kevnar ve li derûdora kevana Tîjleyê û li newala Botanê hebûn û îro jî hene.
Hin zanyar, gelê Kurd ê îroyîn, wekî neteweyeke ji koma êlên xwedî çand û dîrokeke hevpar pêkhatî dihesibînin lê ev nêrîn hem kêm e hem jî şaş e. Ji lew re, ji bo neteweyekê di serî de zimanekî hevpar pêwîst e û her weha ev ziman bi xwe re neteweyeke hevpar jî diafirîne. Tiştê bi zanabûn tê jibîrkirin ev yek e; çand û dîrok heger bi ziman neyên stirihandin, bingeha neteweyekê nikare bê danîn.
Dîsa anegorî lêkolînên li ser zimanên kevnar ên Kurdistanê, zimanê Kurdî yê îroyîn bi hemû zaravayên xwe, delîlê herî mezin û zindî ye… Med jî beşekî vê çandê, vê dîrokê û her weha nimînendeyên vî zimanî ne… Ji lew re, paytexta wan Hegmadana – Ekbatana an ku Hemedana îroyîn bû û ev herêm, herêma Ko-tî-yên kevnar bû. Med ji wir derketin û yekîtîya xwe li gel êlên wekî xwe Arî û Proto-Kurd yên wekî Xaldî/ Ûrartû, wekî Kur-tî-yên derûdora Tîjleyê û başûr û bakurê Gola Wanê ava kir û rêxistineke gewre pêk anî. Dîsa di nav konfederasyona eşîran a Med de, Kur-tî û her weha Ko-tî bi tevahî cihê xwe girt. Armanca wan a hevpar têkoşîna li hember koledarî bû. Ev yekîtî çandeke nû û şêweyekî nûjen ê jîyanê li ser axa Kurdistanê afirandiye. Êdî pergalên koledar hatine têkbirin û jîyaneke nû, bi biserketina Nînovayê re dest pê kiriye, bi navê Newrozê an ku nûrojê, roja nû… Lê ev çanda azadî û wekhevîyê zêde dewam nekir û piştî demeke kin wekî 70-80 salî, Med bi destê xwarzîyên xwe û bi hevkarîya xayînên gelê xwe têk çûn û desthilatdarîya pergala azadî û wekhevîyê, a ku pergaleke nû li hember koledarîyê ava kiribû, têk çû û serdemeke dijwar li Kurdistanê dest pê kir. Di vê serdemê de, an ku ji sala 550yî ya berî zayînê heta serdema Îslamê dîsa navê Kurd û Kurdistanê bi formên bilêvkirinên cuda dertên pêşîya me. Îcar, kesên tomar dikin bi piranî zanyar û bûyêrnivîsên Rom û Grîk in… Me tomarîyên Herodot li jor nivîsîn. Piştî Herodot, di tomarîyên zanyar û rêwîyên Grîk û Rom de, navê Kurdan û bi taybetî navê Kurdistanê bi awayekî eşkere û bêhtir nêzîkî bilêvkirina zimanê Kurdî hatiye nivîsîn. Îcar em ê berê xwe bidin wan çavkanîyan û rêwîtîya xwe ya li ber navê Kurd û Kurdistanê bidomînin.

Tomarîyên Dîroknûsên Grîk û Rom
Piştî serdema Medan (sedsala nehan heta 550yî B.Z.), desthilatdarîya Persên Axamenîd li ser axa Kurdistanê dest pê kir û heta dema Skenderê Mezin (356-323 B.Z.) weha dewam kir. Di dema desthilatdarîya Persan de, di sala 401ê ya berî zayînê de, ji bo bidestxistina textê împeratorîyê, alozîyek di navbera torînên Persan de derket. Zarên Darîûsê II, Artaşerxesê II û Kîrosê Ciwan ji bo textê bavê xwe dest bi şer kir. Kîrosê Ciwan satrabê (walîyê) Anadolîyê bû û dema bavê wî mir, xwest ku bibe împerator lê birayê wî Artaşerxesê II li ser text rûniştibû. Kîrosê Ciwan qîma xwe neanî û artêşeke mezin a ji Grîk û gelên din pêkhatî li Anadolîyê civand û bo şer berê xwe da rojhilatê.
Di artêşa Kîrosê Ciwan de fermandarekî Grîk ê bi navê Ksenefon (Xesenephon) jî hebû, ev leşkerê payebilind, her weha dîrokzan, fîlozof û nivîskarek bû. Ksenefon yek ji xwendekarên Sokrates bû, ev xwendina wî weha kiribû ku Ksenefon cihê ku diçûyê û lê digerîya, gel û welatên ku didîtin yek bi yek tomar dikirin û di pişt re jî wekî pirtûkên dîrokî û hêja diweşandin. Yek ji berhemên binavûdeng ên Ksenefon “Anabasîs – Vegera Dehhezaran” e. Ksenefon di vê pirtûka xwe de bûyer û qewamên sefera Kîrosê Ciwan nivîsîne û tomar kirine.
Ev sefer, di sala 401ê ya berî zayînê de pêk hatiye û li ber Çemê Feratê her du artêşên gewre dest bi şer kiriye û di encamê de Kîrosê Ciwan di qada şer de hatiye kuştin û artêşa wî jî ji hev belav bûye. Leşkerên Grîk jî dema ev rewş dîtiye dest ji şer kişandiye û dest bi rêwîtîyeke kor û nenas kiriye. Ksenefon û hin fermendarên Grîk, artêşa Grîkan daye hev û xwestiye vegerin welatê xwe lê ji ber ku di welatekî bîyan de bûn, wan rêya xwe şaş kiriye û li axa Kurdistanê winda bûne. Ji ber ku hejmara leşkerên Grîk deh hezar bû, navê berhema Ksenefon jî “Vegera Dehhezaran” e. “Anabasîs” jî wateya “ber bi cihên bilind ve” dide. An ku Ksenefon û dehhezaran ji çîyayên bilind ên Kurdistanê derbas bûne. Ji qeraxên rojhilat ên Tîjleyê berjor çûne da ku çavkanîya Tîjleyê bibînin û berê xwe bidin welatê xwe.
Li ser rêya xwe, di wan çîyayên asê û bilind de rastî gelekî bi navê “Kardûx” tên. Çîyayên ku tê re derbas dibin Çîyayên Gabar û Botanê yên îroyîn in, ji lew re Ksenefon tomar dike ku piştî pevçûn û şerên li gel “Kardûx”an, digihêjin ber “Çemê Kentrîtesê”an ku bi Kurdî “Çemê Botan”ê yê îroyîn. Ksenefon bi berfirehî behsa Kardoxan dike. Wan wekî gelekî bihêz, şervan, pêşketî û zengîn nîşan dide. Dibêje ku Kardox neteweyeke serbixwe ne, desthilatdarîya Şahê Persan qebûl nakin û bi awayekî azad û serbixwe dijîn. Dîsa tomar dike ku di şerên li hember Kardoxan de, bêçare dimînin û ji ber bêgavîyê, peymaneke aştîyê bi wan re datînin. Dîsa jî gelek windayîyên Grîkan çêdibin û dema ku ji Botanê derbas dibin bêhna wan nû dertê.
Kardox heta Çemê Botanê didin pey wan û Grîk bi zorê canê xwe difilitînin. Li bakurê Çemê Botanê jî satrabekî Arî bi navê Orontes desthilatdar e û ew jî rê dide wan ku rêwîtîya xwe ya ber bi welatê xwe ve bidomînin. Ksenefon dîsa destnîşan dike ku Satrabê Armenîayê Orontes (bi zimanên Arîyanî yê kevnar Eurant an ku Êran), torînekî Arîyanî ye û di artêşa wî de şervanên Ermen, Xaldî û Mard hene. Behsa Xaldî û Mardan bi berfirehî dike û wekî Kardoxan, pesinê şervanîya Xaldî û Mardan dide.
Divê li vir em jî zelal bikin ku Xaldî jixwe wekî ku tê zanîn dûhatî û nevîyên Ûrartûyan in û hîn di dema Ûrartûyan de navê gelê Ûrartû Xaldî bi xwe ye. Her weha Mard jî beşekî konfederasyona êlan a Med e û welatê wan di dîroka Medan de wekî “Mardastan-Mardîa” hatiye nivîsandin. Ev her du gel wekî Proto-Kurd tên qebûlkirin û heta vê gavê jî Ermen ji Kurdan re dibêjin “Mar”. Mar û Mard heman peyv e lê di demajoyê de tîpa “d”yê ketiye û ji hêla Ermenan ve wekî “Mar” hatiye bilêvkirin. Gelek dîroknas dinvîsin ku pêwendîyeke xurt di navbera peyvên “Mard-Mad û Med” de heye. Gotar û xebatên nivîskar Ezîzê Cewo li ser vê mijarê hene. Encam ew e ku di her du hêlên Çemê Botanê de Proto-Kurd ji demên kevnar ve bicih in û heta dema me jî rewş weha hatiye. Li vir ji ber ku mijara me ya bingehîn pênaseya “Kurd” e, em ê peyva ku Ksenefon bi kar anîye, an ku pênaseya “KARDÛX-Δ û welatê wan “Kardûxîya”binirxînin.
Wekî ku li jor jî hatiye gotin, tîpên “K, R, D-T”yê ji bo binavkirina “Kurd”an hatine bikaranîn û tîpên dengdêr ên “A, O, U”yê anegorî bilêvkirina zimanên din forma xwe diguherin û ji vir jî xweş xuya ye ku dema Ksenefon “Kardûx” nivîsîye, xwestiye bibêje “Kurd”. Ji lew re, Kard u Kurd ji hêla dengsazîyê û bilêvkirinê ve guherîne lê heman peyv in. Tîpa -xyê ya dawî jî pêveka pirhejmarîyê ya zimanê Ermenî ye. Em ji vir jî fêm dikin ku Ksenefon navê Kurdên wê deverê ji Ermenan fêr bûye û wekî ku ji wan seh kiriye dîsa weha nivîsîye. An ku “Kard-ûx” wateya “Kurd-an” dide. Ev agahî pir girîng e, ji lew re wekî ku Sumer û Asûr berî Ksenefon bi du hezar salan nivîsîbin, Ksenefon jî heman agahîyê dinivîse û piştrast dike ku herêma ji Hekarîyayê dest pê dike û heta Amedê ber bi Çemê Botanê û Çemê Tîjleyê ve dirêj dibe, wekî berî dema Ksenefon bi du hezar salan, dîsa welatê Kurdan e, ên ku wekî Kur-tî, Ko-tî û Kardûx tên pênasekirin. Ev her sê pênase jî hemwate ne û ji bo gelê wê deverê hatine bikaranîn. Piştî Ksenefon, dîsa dîroknasên Grîk û Rom bikaranîna peyvên “Kurd û Kurdistan”ê domandiye, lê dîsa helbet bi bilêvkirin û mercên zimanê xwe…
Yek ji wan zanyar, dîrokzan û erdnîgarzanan, Strabo (64 B.Z.-24 P.Z.) ye. Strabo bi taybetî bi lêkolîna xwe ya erdnîgarîyê ya bi navê “Geographica (Erdnîgarî)” tê naskirin. Di vê lêkolîna hêja û berfireh de, piranîya gelên cîhana kevnar û antîk cihê xwe girtiye. Strabo ne tenê erdnîgarîya wan gelan, her weha kevneşopîyên wan, çand, dîrok û zimanê wan jî tomar kirine. Di beşê Medîa Magna (Medyaya Gewre) ya “Geographica”yê de, em tomarîyeke girîng a ku bi mijara me ya bingehîn re têkildar e dibînin. Strabo dema der barê Medyayê û hawirdorê wê de dinivîse, welatekî bi navê “CORDUENNE-KORDUENNE” an ku “KORDÎYON – KORDÎYEN” pênase dike û sînorên vî welatî weha xêz dike: “Ev welatê Korduenneyê ji derûdora Wan û Mûşê dest pê dike û heta Amedê ber bi Çemê Tîjleyê ve li ber rêzeçîyayan dirêj dibe… Her weha navê van çîyayan jî Çîyayên Korduenneyê ye.” An ku, Strabo jî wekî ku di tabletên Sumer û Asûran de wekî Kur-tî û wekî di tomarîyên Ksenefon de wekî Kardûx hatibû gotin, dîsa heman welatî bi heman navî pênase dike û navê gelê wî jî wekî “Kord” dinivîse. Ji lew re, Kord navê gelê wî welatî ye. Sedem jî ev e ku di zimanê Grîkî û her weha Romî de pêveka “–îon”ê yan jî “–îen”ê, peywira “–istan”a Kurdî pêk tîne û heman wateyê dide navdêr. Heger em pênaseya Kordîyon an jî Kordîyen wergerînin zimanê Kurdî, ev pênase dibe “KURDISTAN”…
Dîsa Strabo li Rojhilatê Kurdistanê, derûdora Kirmanşan û Hemedanê gelekî din û herêma wan tomar dike û navê wan jî wekî “CYRTÎÎ- KÎRTΔ dinivîse. An ku, Kur-tîyên bakurê Kurdistanê yên dema Sumeran wekî “KORD” û Ko-tî-yên Rojhilatê Kurdistanê jî wekî “Kîrtîî” tomar dike. Heman gel, bi heman navî û îro jî heman rewş. Li her çar hêlên Kurdistanê gelê Kurd di wê demê de hebû û îro hîn jî heye. Zengînîyeke mirovahîyê û şanazîya dîrokê ye. Bi hemû tiştên xwe. Rastî ev çend zelal e ji bo kesê ku bixwaze rastîyan fêm bike.
Divê em vê agahîyê jî bidin ku di versîyona Latînî de ev pênaseya wî welatî wekî “Gorduenne-Gordîyon”ê hatiye nivîsîn û di ya Grîkî de wekî ku heye an ku bi zimanê orjînal “Korduenne-Kordîyen” e. Wergera wê ya di Îngilîzîyê de jî wekî “Gordyenne-Gordîyen” hatiye nivîsîn. Her çi jî hebe, tev li nivîsînên bi cudahîyên piçûk, tev de wateya Kurdistanê didin. Lê divê Gordîyona Frîgyayê û Gordîyona Medyayê neyên tevlihevkirin, ji lew re herêmeke din a bi navê Gordîyon dîsa di pirtûka Strabo de heye û ew herêm di Anadolîya Navîn de dimîne û Strabo ew jî nivîsîye. Lê jixwe bi destnîşankirina xwe ya navê Amed û Mûşê, Strabo bi xwe hebûna du Gordîyonan piştrast dike.
Çavkanîyeke din a hêja dîsa ya yek ji dîrokzan û bûyernûsên Grîk Lucius Mestrius Plutarchus (46-120) e. Lucius Mestrius Plutarchus an jî bi navê xwe yê din Plutarch, berhemeke navdar der barê qewamên cîhana kevnar û her weha bîyografîyên şah, fermandar û sîyasetmedarên Grîk û Rom de nivîsîye. Navê berhema wî “Bioi Paralleloi (Jîyanên Paralel)” e. Bîyografîya ku bi dehan navdarên Rom û Grîk tê de cih girtiye. Di vê berhema xwe de, Plutarch agahîyên bêhempa der barê “Şahîtîya Korduenne-Kordîyen” de jî tomar kiriye. Di beşe bîyografîya fermandar û sîyasetmedarê Rom “Lucius Licinius Lucullus (117 – 56 B.Z.)” de, der barê Kordîyen û gelê wî de agahîyên berfireh hene. Lê berî nirxandina tomarîyên Plutarch, divê em berê xwe bidin qewimînên li Rojhilata Nêzîk ên sedsalên çar û sisêyan ên berî zayînê.
Anegorî tomarîyên Grîkî û Romî, piştî Skenderê Mezin, desthilatdarîya Rojhilata Nêzîk û bi taybetî ya Kurdistanê kete destê Selevkosên Makedon. Xanedana Eurant-an Arî, an ku Orantîdan jî bûne bindestên Selevkosan lê piştî demeke kin, di sala 189an a berî zayînê de, şerekî dijwar di navbera Selevkos û Roman de, li ser axa Lîdyaya kevnar rû da. Di wî şerî de Rom bi ser ketin û di encamê de Selevkosan lawaz bûn. Hin erdên wan ji destê wan derketin û Eurant-an (Orantîd) jî ev fersend bi kar anî û serbixwebûna xwe bi dest xist. Herêma ku desthilatdar bûn Medyaya piçûk (Azerbaycana îroyîn) û bakurê Gola Wanê heta Kavkasan bû. Şahê yekem Artaksîas bû û ji ber navê wî, ev xanedan ji wî û pê ve wekî “Artaksî” an jî “Arşakî” hate binavkirin. Di herêma xwe de bûne hêzeke berbiçav û di dema şahê wan ê binavûdeng Tîgranê Mezin de ji Ermen, Xald, Mard û gelên Kavkasan artêşeke mezin pêk anî û serî li ber Împeratorîya Part hilanî. Tîgranê Mezin li gel xezûrê xwe Mitridates VI ê şahê Pontûs, peymana hevgirtinê ava kir û pêşî li hember Partan û di pişt re jî li hember Romê şerên dijwar pêk anî. Li ser koka Arşakîyan gelek nîqaş hene lê dîroknas bi piranî wan wekî dûhatîyên Eurant-an (Orantîd) dihesibînin û ji ber ku li satrabîya Armenîayê ya Part û Persan desthilatdar bûn, Ermen jî wan wekî Ermen qebûl dikin û di dîroka xwe ya neteweyî de wisa dinivîsin. Li vir em ê jî nêrîneke xwe binivsînin. Wekî ku tê zanîn, şahê dawîn ê Ko-tî-yan (Gutîyan) Tîrîgan e û hem di zimanê kevnar ê Ko-tî-yan de, hem jî di zimanê Kurdî yê nûjen de, Tîrîgan wateya Tîrvan-Tîrgan dide, an ku kesê “Tîrvan”. Bi tîpguherîneke piçûk (r û g)yê, ev nav (Tîgran û Tîrg-v-an) heman wateyê didin. Ev jî piştrast dike ku navê Tîgran navekî Arîyanî ye û ji dema Ko-tî-yan ve tê bikaranîn. Dibeyeke mezin, Eurant-an û dûhatîyên wan Artaksîyan-Arşakîyan jî, yek ji şaxên Ko-tîyan in. Piştî zelalkirinê, îcar em vegerin tomarîyên Plutarch; Plutarch jî wekî Ksenefon û Strabo heman herêmê wekî “Kordîyen-Kurdistan” destnîşan dike û navê şahê wan ê wê demî wekî “Zarbenîus” dinivîse.

[1]
Этот пункт был написан в (Kurmancî - Kurdîy Serû) языке, нажмите на значок , чтобы открыть элемент на языке оригинала!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Эта статья была прочитана раз 878
Хэштег
Источники
[1] Веб-сайт | Kurmancî - Kurdîy Serû | dirokurd.blogspot.com
Связанные файлы: 2
Связанные предметы: 4
Категория: Статьи
Язык статьи: Kurmancî - Kurdîy Serû
Города: Ван
Города: Amed
Классификация контента: История
Страна - Регион: Курдистан
Страна - Регион: Северного Курдистана
Тип документа: Исходный язык
Технические метаданные
Параметр Качество: 99%
99%
Эта запись была введена ( ڕاپەر عوسمان عوزێری ) в 11-05-2022
Эта статья была рассмотрена и выпущена ( Хавре Баххаван ) на 11-05-2022
Эта статья была недавно обновлена ​​( Хавре Баххаван ) на: 11-05-2022
URL
Этот пункт в соответствии со стандартами Курдипедии pêdiya еще не завершен!
Эта статья была прочитана раз 878
Прикрепленные файлы - Version
Тип Version Редактирование имени
Фото файл 1.0.1130 KB 11-05-2022 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
Kurdipedia является крупнейшим источников информации курдским курдам!
Изображение и описание
Курдянки В Национальных Костюмах 1928
библиотека
КУРДЫ СОВЕТСКОЙ АРМЕНИИ: исторические очерки (1920-1940)
Изображение и описание
Кочевники огня из Месопотамии (1908)
биография
Джангир ага Хатифов
биография
ОЛЬГА ИВАНОВНА ЖИГАЛИНА
Статьи
Курды в Великой отечественной войне: краткий очерк
биография
Аристова Татьяна Фёдоровна
библиотека
КАВКАЗСКIИ КАЛЕНДАР НА 1856 годь
биография
ХАРИС БИТЛИСИ - Idris Bitlisi
библиотека
КУРДСКИЙ ЯЗЫК (Диалект корманджи)
биография
Георгий Мгоян
биография
Мусаелян Жаклина Суреновна
Изображение и описание
Сыканье (1907 г.)
Археологические места
Замок Срочик
библиотека
ИСТОРИЯ ЭТНОСОВ КАЗАХСТАНА (1991–2016 гг.)
биография
Чатоев Халит Мурадович
Статьи
Издательский дом (Зангезур) в Кыргызстане
библиотека
Участие курдов в Великой Отечественной войне 1941 — 1945 гг
биография
Пашаева Ламара Борисовна
Статьи
Палестина и Курдистан: партизанская дружба
биография
Демирташ Селахаттин
биография
Омархали Ханна Рзаевна
Изображение и описание
Шейх Aбдель- салям Барзани с вице-консулом России в Урмии Н.М. Кирсановым 1914
Изображение и описание
Тбилиси (1903 г.)
Статьи
Саратовский Курдистан
Статьи
V. МЕЖДУНАРОДНЫЙ КУРДСКИЙ СИМПОЗИУМ Мела Махмуд Баязиди & Август Жаба и их наследие

Действительный
биография
ВАСИЛЬЕВА ЕВГЕНИЯ ИЛЬИНИЧНА
23-11-2013
Хавре Баххаван
ВАСИЛЬЕВА ЕВГЕНИЯ ИЛЬИНИЧНА
биография
ВАЗИРИ НАДЫРИ
24-11-2021
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ВАЗИРИ НАДЫРИ
биография
РУДEНКО МАРГАРИТА БОРИСОВНА
04-12-2021
ڕاپەر عوسمان عوزێری
РУДEНКО МАРГАРИТА БОРИСОВНА
Изображение и описание
Дело Симко, 1927 г
23-02-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Дело Симко, 1927 г
Статьи
Хорасанский курманджи
16-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Хорасанский курманджи
Новый элемент
библиотека
КУРДСКИЙ ЯЗЫК (Диалект корманджи)
20-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
библиотека
ИСТОРИЯ ЭТНОСОВ КАЗАХСТАНА (1991–2016 гг.)
17-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
биография
НУРЕ ДЖАВАРИ
13-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
биография
Георгий Мгоян
01-02-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
биография
Победоносцева Кая Анжелика Олеговна
29-01-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
биография
Пашаева Ламара Борисовна
18-01-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
библиотека
КАВКАЗСКIИ КАЛЕНДАР НА 1856 годь
28-11-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
библиотека
Участие курдов в Великой Отечественной войне 1941 — 1945 гг
17-11-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
биография
Чатоев Халит Мурадович
17-11-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
библиотека
КУРДЫ СОВЕТСКОЙ АРМЕНИИ: исторические очерки (1920-1940)
17-11-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Статистика
Статьи 519,075
Изображения 106,581
Книги pdf 19,272
Связанные файлы 97,152
видео 1,392
Kurdipedia является крупнейшим источников информации курдским курдам!
Изображение и описание
Курдянки В Национальных Костюмах 1928
библиотека
КУРДЫ СОВЕТСКОЙ АРМЕНИИ: исторические очерки (1920-1940)
Изображение и описание
Кочевники огня из Месопотамии (1908)
биография
Джангир ага Хатифов
биография
ОЛЬГА ИВАНОВНА ЖИГАЛИНА
Статьи
Курды в Великой отечественной войне: краткий очерк
биография
Аристова Татьяна Фёдоровна
библиотека
КАВКАЗСКIИ КАЛЕНДАР НА 1856 годь
биография
ХАРИС БИТЛИСИ - Idris Bitlisi
библиотека
КУРДСКИЙ ЯЗЫК (Диалект корманджи)
биография
Георгий Мгоян
биография
Мусаелян Жаклина Суреновна
Изображение и описание
Сыканье (1907 г.)
Археологические места
Замок Срочик
библиотека
ИСТОРИЯ ЭТНОСОВ КАЗАХСТАНА (1991–2016 гг.)
биография
Чатоев Халит Мурадович
Статьи
Издательский дом (Зангезур) в Кыргызстане
библиотека
Участие курдов в Великой Отечественной войне 1941 — 1945 гг
биография
Пашаева Ламара Борисовна
Статьи
Палестина и Курдистан: партизанская дружба
биография
Демирташ Селахаттин
биография
Омархали Ханна Рзаевна
Изображение и описание
Шейх Aбдель- салям Барзани с вице-консулом России в Урмии Н.М. Кирсановым 1914
Изображение и описание
Тбилиси (1903 г.)
Статьи
Саратовский Курдистан
Статьи
V. МЕЖДУНАРОДНЫЙ КУРДСКИЙ СИМПОЗИУМ Мела Махмуд Баязиди & Август Жаба и их наследие

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| контакт | CSS3 | HTML5

| Время создания страницы: 0.329 секунд!