Husnî Zeîm
Husnî Zeîm an jî Husniyê Zeîm (bi erebî: حسني الزعيم; z. 1897 − m. 14.08.1949) leşker û siyasetvanekî sûrî bû.
Husnî Zeîm di malbateke kurd de jidayik bûye. Dema osmaniyan de fermandarê artêşên osmanî ye, piştê hilweşandina dewleta osmanî dikeve karûbarê fransiyan. Bi serxwebûna Sûriyê re ve ew dibe serkana giştî ya leşkerî yê artêşên komara ereb ya Sûriyê. Zeîm di sala 1948'an de bi Edîb Şîşeklî (Adib Shishakli) û Samî Hinawî (Sami al-Hinnawi) cûntakek çê dike û dest dide ser hikûmeta Şukrî Quwetlî (Shukri al-Quwetli) û bixwe dibe serokkomarê Sûriyê.
Husnî Zeîm çar mehan şûnva, piştê cûntaya Hinawî hate hepskirin û paşê jî îdam kirin[1].
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet
for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 656 ganger