图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,476
图片 106,119
书籍 19,168
相关文件 96,500
Video 1,308
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Şivanê Zimanê Kurdî: Ereb Şemo
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي1
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Şivanê Zimanê Kurdî: Ereb Şemo

Şivanê Zimanê Kurdî: Ereb Şemo
Şivanê Zimanê Kurdî: Ereb Şemo
İkram Oğuz

Dema ku qala edebîyata Kurdî were kirin, bêguman navê Ereb Şemo û romana wî ya yekemîn Şivanê Kurd derdikeve pêş.
Jiber ku Ereb Şemo ne tenê nivîskarekî Kurd e.
Wî bi nivîsandina romana Kurdî ya yekemîn, Şivênê Kurd va hîmê edebîyata Kurdî ya modern jî avêt. Bi nivîsandina Jîyana Bextewar, Hopo û Kela Dimdimê va ew hîm bilind kir û derxist rû erdê. Edebîyata Kurdî îro li ser hîmê ku wî avêtîye, bilind û dewlemend dibe.
Ez bawerim gelek nivîskarên Kurdên ku îro bi edebîyata Kurdî ra têkildar in û roman û helbestan dinivîsînin, bi pirtûkên Ereb Şemo dest bi xwendina Kurdî kirine û bi dubarekirina pirtûkên wî Kurdîya xwe pêşda birine.
Ereb Şemo di sala 1935an da romana xwe ya yekemîn, Şivanê Kurd, dinivîsîne, ku Şivanê Kurd di heman demê da romana Kurdî ya yekemîn e. Piştî weşana Kurdî, Şivanê Kurd bi zimanê Rûsî û Fransî tê çapkirin. Çapa Fransî ji alî Bazîl Nîkîtin va hatîye wergerandin, ku Nîkîtin di derbarê jîyan û dîroka Kurdan kar û xebat kirîye.
Maksim Gorkî dema ku wergera Şivanê Kurd ya Rûsî dixwîne, di derbarê Ereb Şemo û Şivanê Kurd da wiha dibêje; „Gelê Kurd êdî bi zimanê nivîskarê xwe, Ereb Şemo, diaxife!“
Ereb Şemo yê ku hîmê edebîyata Kurdî avêtîye, kî ye û jîyana wî bi çi awayî derbasbûye?
Bi rastî, qasî ku mirov bi berhemên wî yên giranbuha dilşa û serbilind dibe, ewqas jî bi jîyana wî ya bi feqîrîyê dest pê kirîye û li sirgûnîyê derbasbûye, xemgîn dibe.
Ereb Şemo di sala 1897an da li gundê Sûsiz a girêdayî bajarê Qersê, hatîye dinê. Susiz wê demê gundekî Kurdên Êzdî ye û Qers û Erzirum jî di bin desthilatîya Rûsyayê da ne.
Ereb Şemo di xortanîya xwe da li bajarê Erzirumê di rîya trênê da weke karker dixebite. Di wê demê da bi Bolşevîkan ra hevdinase û bi wan ra li dijberî rejîma Çar dest bi kar û xebata sîyasî dike.
Sedem karû xebata xwe ya sîyasî Şemo, di sala 1916an da ji alî rejîma Çar va tê girtin û di girtîgeha Sariqamişê da dimîne.
Piştî derketina ji girtîgehê vedigere gundê xwe û di nav gundên derdorê da bi Bolşevîkan ra karên xwe yê sîyasî didomîne. Demekî berî Şoreşa 1917an derbasî bajarê Stravopolê dibe. Bi êrîşa li bajarê Petrogradê ya li ser Qesra Çar va, di nav şerê navxweyî da cîh digre.
Tê gotin ku Ereb Şemo li pey Fêrikê Egît Polatbekov, Kurdê duyemin e, ku di nav Artêşa Sor da cîh girtîye.
Piştî Şoreşê Ereb Şemo, li Moskovayê di Enstîtûya Lazaryan ku wê demê li ser zimanên Rojhilatî kar û xebatê dike, qeyd dibe. Jiber ku Şemo ji bilî zimanê Kurdî, zimanên Tirkî, Gurcî, Azerî, Rûsî û Ermenî jî weke zimanê xwe yê zikmakî diaxife û dinivîsîne.
Ereb Şemo di sala 1937an da ji alî rejîma Stalîn va tê girtin û ji bo Sibîryayê tê sirgûnkirin. Şemo di kamilîya emrê xwe da careke din xwe di nav karê rêya trênê da dibîne û sirgûnîya wî ya li Sibîryayê bi wî rengî 19 sal dikudîne. Piştî mirina Stalîn, di sala 1954an da sirgûnîya wî diqede û vedigere Erîwanê.
Niviskarê Kurd Emerîkê Serdar di derbarê vegera Ereb Şemo da wiha dibêje:
„Me di rojnameya Sovetakan Hayastanê da nûçeyek xwend ku, Nivîskarê Kurd ê Bolşevîkê kevn Ereb Şamîlov vegerîyaye Erîvanê. Heta wê demê me navê Ereb Şemo qet nebihîstibû. Ji bo ku navê wî neyê bihîstin, neyarên wî vala nesekinîbûn. Sedem wê yekê emsalên me Ereb Şemo nasnedikir.“
Ereb Şemo, piştî vegera ji sirgûnîyê nivîskarîya xwe didomîne.
Romana xwe ya duyemîn, Jîyana Bewxtewar, di sala 1959an da, Dimdimê di sala 1966an da, Hopo jî di sala 1969an da dinivîsîne. Hemû berhemên wî bi gelek zimanên din jî tên çapkirin û di nav edebîyata cîhanê da cîhê xwe digrin.
Mirov dikare bi hêsanî bibêje, di warê edebiyat û romana Kurdî da keda Ereb Şemo pirr û pirr zêde ye.
Bi berhemên wî yên granbuha zimanê Kurdî pêşda çû, pirtûkxana Kurdî rengîn û dewlemend bû.
Erebê Şemo ji vir 42 sal berê û di 81 saliya xwe de, roja 21ê Gulanê di sala 1978an de xatirê xwe ji dinyayê xwest û koça xwe ya dawî kir.
Lêbelê berhemên wî û tesîra wî ya li ser ziman û edebîyata Kurdî payîdar ma û wê bi wî rengî jî bimîne…
Ereb Şemo di dîroka min a şexsî da jî xwedî cîhekî girîng e.
Ez hê xortekî 15 salî bûm, romana wî ya yekemîn, Şivanê Kurd, ji alî weşanxana Rîya Azadî (Özgürlük Yolu) li Tirkîyê hatibû çapkirin û di eynî salê da ketibû destê min.
Cara yekem bû, ku min romaneka bi zimanê xwe yê zikmakî, ew zimanê ku di heft salîya min da ji min hatibû dizîn û ji min dûrketibû, dixwend.
Di xwendina cara yekemîn da çiqas sedî sed jê fam nekiriba jî, rojek ji êvarê da dest pê kiribû, bêxew û bênavber xwendibû û bi destpêka sibê ra dawî lê anîbû.
Bi dubarekirin û sêbarekirinê ra zimanê min ê ku ji min hatibû dizin, li min vegerîya.
Bi famkirina sedî sed va dilê min geş bû, rûyê min kenîya.
Di destpêka salên 80yî da Jîyana Bextewar û Hopo li Stenbolê bi awayekî veşartî ketin destên min.
Min ew herdu pirtûk jî weke Şivanê Kurd xwendin û dûbare û sêbare kirin.
Bi xwendina berhemên wî yên giranbuha va êdî zimanê min dilivîya û roj bi roj pêşda diçû…
Bi pêşveçûna zimanê xwe va bextewar û serbilind dibûm
Jiber ku bi xwendina Şivanê Kurd ra, li ser welatê bav û kalên xwe vegerîyabûm…
Bi xwendina Jîyana Bextewar ra li pey koka xwe ketibûm…
Bi Hopo ra çûbûm Kela Dimdimê, li wir, bi mêrxasî û dîroka dewlemend a gelê xwe hesîyabûm.
Di bin sîya bircên Kela Dimdimê da, min ji xwe ra warekî nû ava kiribû û tê da bi zimanê dayîka xwe diaxifîm…
Bi zimanê xwe yê şêrîn dikenîyam û bi dengê bilind digirîyam…
Bi wan girî û şabûna di jîyana min da rûpelek nû vebû.
Rêyeke nû dereket pêşîya min û îro jî di wê rê da, bi dilekî şa û bi rûken dimeşim…
Bi zimanê xwe yên zikmakî, ew zimanê ku dayîka min bi lorîyên xwe ez mêjandibû û mezin kiribû, difikirim û ji kûrahîya dil va diaxifim…
Dixwînim û dinivîsînim…
Bi dewlemendîya zimanê min…
Dilê min geş…
Hestên min azad…
Jîyana min xweş û rengîn dibe…
Jibo vê yekê jî tu car para Ereb Şemo jibîr nakim û xwe deyndarê wî dibînim.
Loma hergav dibêjim, bila ruhê te şad, cîhê te jî bihûşta rengîn be!.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览2,137
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | navkurd.net
相关文件: 1
挂钩项目: 49
传记
文章
小组: 文章
Publication date: 22-05-2019 (5 年份的)
书: 语言
城市: Yerevan
文件类型: 原文
普罗旺斯: 前苏联
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ڕاپەر عوسمان عوزێری 07-04-2022
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on07-04-2022
此产品最近更新( زریان سەرچناری ):07-04-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览2,137
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1139 KB 07-04-2022 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,476
图片 106,119
书籍 19,168
相关文件 96,500
Video 1,308
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!