图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,523
图片 106,142
书籍 19,170
相关文件 96,535
Video 1,308
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Di Wêjeya Kirdî de Rola Jinê 2
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Di Wêjeya Kirdî de Rola Jinê 2

Di Wêjeya Kirdî de Rola Jinê 2
Di Wêjeya Kirdî de Rola Jinê 2
Qahir Bateyî

Wêjeya Nivîskî
Dema em li wêjeya kurdî ya nivîskî dinêrin, em dibînin ku jina kurd berê îslamiyetê bi wêjeyê ve eleqeder bûye. Helbesteke ku sed sal berî niha li Silêmaniyê, li devera Şêrezorê di Şikevta Gêşane de hatiye dîtin vê yekê nîşan dide.
Ev helbest ji hêla keçekê ve hatiye nivîsîn. Helbest zilma erebên misilman ya wê demê nîşan dide. Bê ka dema îslamiyet hatiye Kurdistanê erebên misilman çi zilm li serê kurdan aniye.
Helbest wiha ye:
“Hurmizgan, riman atiran kujan
Wêşan şardewe gewrey gewrekan
Zorkarî ereb kirdine xapor
Ginay paleyî heta Şarezor
Şin û kinikan we dîl bişîna
Merdî aza tilî we rûy hiwêna
Rewiştî Zerdûştre manewe bêkes
Bizîka nêka Hurmiz we hêwîç kes.
Wate: Bajarê Hormizganê dagirkirin, agirê agirdankan temirandin. Mezin û giregiran xwe veşartin, biyaniyan bi zor û sîtemê gund û bajar heya Şarezorê talan kirin. Jin û keç bi dîl birin, mêrên çeleng di nava xwînê de hiştin. Rêz û rêçikên ayîna Zerdeşt bê bandor maye. Dilê Ehûra Mazda bi kesî neşewitî û gunehê wî bi kesî nehat.
Dîsa dema ku em deriyê koçka wêjeya kurdî vedikin em dibînin ku di sedsala heştan heya danzdehan 16 wêjevanên jin mîna 16 çirayên ronîdar ronî kirine odeya koçka wêjeyê.
Ev 16 wêjevanên jin hemû yên terîqeta Yarî ne (Ehlê Heq).
Terîqeta Yarî di sedsala heştan de li rojhilatê Kurdistanê li devera Loristanê ji Hêla Bahlûlê Mahî ve hatiye damezirandin. Bahlûl yek ji alimên îslamê tê zanîn. Lê belê dema ku mirov rêz û rêçikên vê terîqetê dinêre mirov dibîne ku wî xwestiye ku dînê Zerdûştî yê kevin li Îranê nûvebike. Careke din civakê bikişîne ser rêz û rêçikên Zerdûştiyê. Lê belê ji ber ku bi aşkera nekariye vê yekê bike di bin navê vê terîqetê de ev yek kiriye.
Mirûdên terîqeta Yarî di camexaneyan de kom dibûn, li ber lêdana tembûrê ayînên xwe, an jî zikrê xwe dikirin. Helbest dixwandin. Jin û mêran di nava hev de ev yek dikirin. Çawa ku pîrên Zerdeştî diayên xwe yên olî bi awayê helbestê dikirin, wisa mirûdên vê terîqetê jî bi awayê helbestê diayên xwe kirine. Ev yek bixwe jî dide nîşan ku rastiya vê terîqetê gelek ji çanda îslamiyetê dûr e.
Mirov dikare bibêje ku ev “Cemevlerî”yên îro bermayiyên van Camexaneyan in. Jixwe ew terîqet bixwe jî ya şiiyan, ango ya elewiyan e.
Van mirûdên jin û mêr helbestên xwe nivîsandine, ev helbest di pirtûka Serencam de berhevbûne û gihîştine roja îro. Tê gotin ku ji wan wêjevanên jin hin jê xwedî dîwan bûne, hinan jî helbestên wan hene.
Naveroka helbestên wan giranî xwedanasî ye. Her wiha xweşikahiya xwezaya Kurdistanê, evîndarî hêmayên bingehîn in.
Hin ji wan helbestvanan ev in
Nêrgiz Xanima Şarezorî, Fatime Loriya Goranî, Rihan Xanima Loristanî, LîzaXanim, Xatûn Zerbanûya Derzyanî, Daye Tewrêza Hewramî, Celale Xanima Loristanî…
Celale Xanîma Lorîstanî
Yaran perê bo, yaran perê bo
Zarîken çenî bulbul perê bo
Ez ew wilenan amam we lay to
Ane petman wêm westim ce no
Wate: Ey hevalno, bi bilbilê re ji bo bêhnê bigirîn û binalin û şînê bikin. Ey bilbila melaket! Ez ew gul im ku hatime bal te, va ye min ji nû ve peymanek bi te re çêkir ku ezê bêhna xwe bidim te.
Celale Xanim, di vê dubeytiyê de balê dikişîne ser efsaneya gul û bilbilê ku di nava heqan (Ehlê Heq) de li ser zimanan digere û dibêjin: “Gul û bilbil her du di bihuştê de bûne û li ser kaniyekê jiyane. Gul perî bûye û bilbil jî melaket (ferîşteh). Gulê ku bi kaniya avê re peyman çêkiribû ku bi kesî re nezewice, ev demek bû ku dilê wê ketibû bilbil. Lê nedixwast ku peymana xwe xerab bike. Ji bilbil re got, di zikê min de keçeke min heye û min navê wê kiriye ‘bêhn’. Kengî ew bû ezê wê bidim te. Lê divê tu jî soz û peymanê bidî min ku vê razê li bal kesî aşkera nekî û ji kesî re nebêjî. Wî jî soz da ku razdar be û sir û razê di dilê xwe de bigire.
Serê êvarê gul çû ser kaniyê û jê re got ku min biryareke wisa girt û sozeke wisa da bilbil. Wê jî got baş e, bilbil ferîşteh û melaketekî baş û jêhatî ye. Gul vegeriya û çû ser banî û çavên xwe li ser hev danîn û xwe dirêj kir da ku keça wê bibe. Bilbil hate ser û ji kêfxweşî û xweşhaliyê xwend. Carinan gulê çavên xwe vedikir û di bin lêvên xwe de digot: “Kuro, nexwîne, bila kes bi me nehese!” Lê belê, ew zêdetir germ dibû û dixwand. Heta ku kete danê êvarê û hewa tarî bû û hêdî hêdî dem derbas bû û stêrka sibehê avêt. Bû ew çax ku keça gulê bibe. Ba ji dûr ve guh li xwendina bilbil bû. Ew demek bû ku dilê wî jî ketibû bêhnê. Bi hêz hat. Bilbil ku ew qas xwendibû, westiyabû û çavên wî çûbûne ser xewê û razabû. Ba, bêhn hilgirt û revand. Bilbil ku hişyar bû dêhna xwe dayê ku hezkiriya wî bêhn nemaye. Ji gulê pirsî, wê jî got: “Ma min ji te re negot, nexwîne? Ba jî ku dilê wî ketibûyê, bi xwendina te re pê hesiya û hat û ew bir.”
Gul û bilbil ji nû ve peymaneke din çêkirin. Lê bilbil dev jê berneda û her bi berdewamî dixwand. Heta ku her du ji bihuştê avêtin. Niha jî bilbil ji bo ‘bêhn’ê dinale û dixwîne û heta niha jî negihîştiye bêhnê.”
Ev helbest jî dîdîn xuyakîrîn ku berî îslamîyetê di civaka kurdan de jin xwedî maf bûye. Bi qasî mêr nebe jî lê belê kariye gotina xwe bi mêr bide pejirandin.
Mele Mehmûdê Bezîdî ku ew jî wêjevanekî kurd ê bi nav û deng e, ji bo jinên kurd wiha dibêje: “Dema em behsa jinên kurd dikin, bila jinên ereban, yên farisan û yên tirkan neyên hişê we. Ji ber ku ew xwedî maf in”. Vê gotinê Zanistê Rûsî Mînoskî û çend zanistên din yên Ewropî jî dipejirînin ku jinên kurd ne wek jiên gelên din yên îslam in. Ew hîn bêtir xwedî maf û azad in.
Tabî divê em vê rastiyê jî bibêjin heke ku jina kurd xwedî maf be, ev yek ji çanda Zerdûştiyê tê. Di Zerdûştiyê de jin û mêr wek hev in. Zordestiya mêr li ser jinê tuneye. Zerdûştî bingeha xwe li ser çandinî, duristiyê, ajalvaniyê… girtiye.
Ji ber ku gelê kurd jî geleke ku berî îslamiyetê li ser baweriya Zertûştiyê bûye, piştî ku îslametî qebûl kiriye jî, dîsa bi çanda Zerdûştiyê jiyaye, zû bi zû xwe ji vê çandê qutnekiriye.
Ya rast bandora çanda Zerdûştiyê îro jî di nava civaka kurd de cihekî girgîng digire. Mesela mêvandariya kurdan, sonda bi agir û rojê, sonda bi nan, soza mêrê kurd, duristbûna mirovê kurd û hwd. Ev tev hêmayên çanda Zerdûştiyê ne.
Êca dema ku mirov li van tevan dinêre, her wiha li wêjeya kurdî ya devkî dinêre, mirov dibîne bê ka jina kurd çawa xwedî maf bûye û çawa di cîhana wêjeya kurdî de ji xwe re koçk û sera avakirine.
Dema ku em îro li baxçeyê wêjeya kurdî dinêrin em gelek kulîlkên rengîn dibînin. Îro bi dehan jinên kurd ji bo civaka xwe pênûsa xwe bendewar kirine. Di şerê sîh salî yê man û nemanê de jina kurd sînga xwe kire mertal li ber guleyên neyaran û li ser vê xakê destanên lehengiyê afirandin, dayikên kurd sînga xwe li ber pêlên asîmîlasyonê kirin mertal, ev zimanê xweş û şirîn parastin. Lê belê dema ku mirov têkoşîna jinê ya siyasî dinêre, serkevtina siyasî û wêjeya wê dide berhev mirov geşbûna ku di siyasetê de bi dest xistiye di wêjeyê de nabîne. Her çend gelek wêjevanên jin ên nû pênûs helgirtibin jî, ev yek li nik têkoşîna siyasî qels dimîne.

Çavkanî:
1) Dîroka Wêjeyê Kurdî (F. Huseyn Sağniç)
2) Di Folklora Kurdî de Serdestiyeke Jinan (Rohat)
3) Sanat ve Edebiyatta Temel Kavramlar (Yakup Çelîk)
4) Edebiyet ve Ahlak -Vesta – Hejmar 3-4 (Nujiyan Munzur)
5) Teblîgata Konferansa Wêje û Çandê ya Amedê (Alattîn Aktaş)
6) Ziman û Wêjeya Kurdî (Qahir Bateyî)
7) Wêjeya Kurdî –Maxmûr (Îsmet Yalmaç)[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,891
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | yuksekovahaber.com.tr
相关文件: 1
挂钩项目: 33
小组: 文章
Publication date: 14-03-2006 (18 年份的)
书: 文学
城市: Hakary
文件类型: 原文
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ڕاپەر عوسمان عوزێری 21-03-2022
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on21-03-2022
此产品最近更新( زریان سەرچناری ):21-03-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,891
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,523
图片 106,142
书籍 19,170
相关文件 96,535
Video 1,308
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!