ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,157
画像 106,497
書籍 19,250
関連ファイル 96,954
Video 1,384
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Ji Terîqeta Xelwetiyê Şairek: Şêx Şemseddînê Qutbê Xelatî
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Ji Terîqeta Xelwetiyê Şairek: Şêx Şemseddînê Qutbê Xelatî

Ji Terîqeta Xelwetiyê Şairek: Şêx Şemseddînê Qutbê Xelatî
Ji Terîqeta Xelwetiyê Şairek: Şêx Şemseddînê Qutbê Xelatî
Occo Mahabad

Şêx Şemseddînê Qutbê Xelatî di wêjeya Kurdî de yekemîn helbestvanê Terîqeta Xelwetiyê ye. Şêx Şemseddîn di sala 1588an de li Xelata Bedlisê tê dinyayê. Malbata wî girêdayî binemaleke navdar û rewşenbîr e ku ji Hemedanê koçî Xelatê kirine. Ew bi koka xwe digêhe Şêx Huseynê Exlatî yê navdar û rêzdar. Xwendina xwe ya pêşî li cem bavê xwe Seyîd Ebdulkerîm distîne. Wekî şagirtên din xwendina xwe bi destê çend mamosteyan didomîne. Piştî perwerdeya xwe ya bi salan îcazeta xwe ya olî û zanistî hildide, dibe yek ji alimê zemanê xwe. Ji ber sedema şerê di navbera Osmanî û Safeviyan bi bavê xwe Seyîd Ebdulkerîm û birayê xwe Mihemed Emîn re Xelatê terk dikin û diçin Hekariyê li ba eşîra Doskiyan bi cih dibin. Di wê demê de Mîrê Hekariyê Îmadeddînê Hekkarî ye ku hukm û desthilatdariya wî heya sala 1639an berdewam kiribû.
Em zanin ku giregirên malbata Xelatî ku ji Hemedanê koç kiribûn girêdayî Terîqeta Sehrwerdî bûn. Seyyîd Elî Hemedanî ku ji binemala Şêx Şemseddîn e li Rojhilatê Kurdistanê Şêxê Terîqeta Sehrwerdî bû. Ji ber xizmetên wî yên kirî li Xorasanê jê re gotine “El-Muvahhidû’l-Xorasanî.“ Ji ber vê Tekyaya Brîfkanî ku ji aliyê Şêx Şemseddînê Xelatî ve hatibû damezrandin wek cihê Terîqeta Sehrwerdî jî tê dîtin. Lê em baş zanin ku Şêx Şemseddînê Xelatî di herêma Brîfkanê de damezrîner û belavkerê Terîqeta Xelwetiyê ye.
Koka termê Xelwetiyê li cihekî xalî ji tenêmayînê tê. Yek ji terîqetên herî mezin e di nava Cîhana Îslamê de. Bawermendên vê terîqetê ji bo ku xwe gunehên dinyayê biparêzin û bibin mûmînekî baş, xwestine ku li cihê bêdeng û xalî bijîn, îbadetên xwe di nava aramiyekê de bikin. Tê angaştin ku ev bawerî cara ewil ji aliyê Omer el-Xelwetî ve hatiye damezrandin û belavkirin.
Şêx Şemseddîn di seferekê de bi Ertûşiyan re diçe Imadiyeya paytexta mîrnişîniya Behdînan û bi mîrê wê demê Seydî Xan re têkîliyên xurt çêdike û dibe dostê wî. Mîr dibîne ku Şêx Şemseddîn merivekî zana û oldarekî bawermend e dixwaze di vê derê de bi cih bibe, bi xebatên olî, xelkê deverê bike xwedî xwendin û ilm lewma heft gundên eşîra Mizûriyan wek diyarî dide Şêx Şemseddîn. Gundê Birîfkan, Gelî Riman, Bazîdkê, Bêgeh, Rikava, Aluka û Tildêbê ew gund in ku diyarî Şêx Şemseddîn hatibûn kirin. Şêx Şemseddîn heta mirina xwe li Brîfkanê jiyana xwe derbas dike. Pênc kurên Şêx Şemseddînê Xelatî çêdibin. Her pênc kurên wî jî mirovên zana û rewşenbîr in, rêz û hurmeteke mezin ji aliyê xelkê deverê ve dibînin.
Şêx Şemseddîn li Birîfkanê bi cih dibe û li wir di sala 1621ê de tekyayeke Xelwetî ava dike. Şêx Şemseddînê Qutbê Xelatî bi qasî 53 salan li Birîfkanê di tekyaya xwe de wezîfe kiriye, ilm û irfana xwe bi xelkê deverê re parve kiriye. Di sala 1674an de 88 salî bûye li Birîfkanê jiyana xwe ji dest daye. Îro gora wî ji bo xelkê deverê cihekî pîroz e wek mezergehekê tê ziyaretkirin.
Şêx Şemseddînê Xelatî zanayek û sofîyekî navdar, helbestvanekî jêhatî bû, wî helbestên xwe bi kurdî, erebî û farisî nivîsandine. Şêx Şemseddînê Qutbê Xelatî di hinek helbestên xwe de wekî Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran peyvên Tirkî bi kar anîne. Tê dîtin ku Şêx Şemseddîn di helbestên xwe de mexlesên Xelwetî û Sûfî bi kar anîne. Bi vî awayî diyar dike ku girêdayî bawerî û rêya Xelwetiyê ye.
Dîwaneke wî heye tê de 16 helbest û du helbestên netemambûyî hene. Helbestên wî ji aliyê Şêx Memdûhê Birîfkanî ve hatine berhevkirin û parastin. Şêx Memdûh di sala 1940an de dest bi komkirin û nivîsandina helbestên Şex Şemseddîn dike û piştî xebata 26 salên şûn de di sala 1966an de karê xwe temam dike.
Helbestên Şêx Şemseddîn cara pêşî bi hewlên Zahid Brîfkanî li Swêdê ji aliyê weşanxaneya Roja Nû ve bi navê Dîdarê Yar di sala 2001ê de tên çapkirin. Çapa duyemîn ya vê berhemê di sala 2001ê de li Hewlerê ji aliyê Weşanxaneya Arasê bi pirtûkeke 70 rûpelî derdikeve. Çapa sêyemîn di sala 2002yan de dîsa li Hewlerê û ji weşanxaneya Arasê derdikeve.
Şêx Şemseddîn, hemdemê Mela Ehmedê Cizîrî û Feqiyê Teyran e lê heya niha qedrê wî baş nehatiye zanîn. Şêx Şemseddîn, bi baweriya wahdetu’l wucûdê gellek helbest nivîsandine. Ev bawerî di helbestên wî de eşkere tên dîtin.

Ez ku mestê meyê işq im te ne nâ hâ yâ hû
Mısr û Bexda û Dimeşq im te ne nâ hâ yâ hû
Âşiq û deng im û kâs im melek û cin im ve nâs im
Xeyrê vî kesê dî nenâs im te ne nâ hâ yâ hû
Mezherê zât û sifat im me’denê eynê heyât im
Keştiyê Nûh û necât im te ne nâ hâ yâ hû.
……….
Piraniya helbestên wî li ser mijarên olî û sofîtiyê ne. Helbestên wî yên li ser mijarên eşq û tesewûfê pir rengîn û herikbar in. Ew di helbesta xwe ya Derdê Işq de dijwarî û êşa dilê xwe bi xemgînî û bêçaretiyeke mezin aniye zimên.
Derdê Işq
Alem eger çi qal dikin, ezê bêjim ji derdê işq
Qetlim eger helal dikin, ez dibêjim ji derdê işq
Mûnkirî vê ji mêjin ew, ji dîrîyê dibêjin ew
Xûnim eger dirêjin ew, ez dibêjim ji derdê işq
Ji derdê işq evan dibêm, zahire hem eyan dibêm
Sirrê xefî beyan dibêm, ez dibêjim ji derdê işq.
………..
Mijara eşq û êş wekî hemû helbestvanên klasîk li ba Şêx Şemseddîn jî girîng û pîroz e. Eşq carinan bi hebûna Xwedê re carinan bi tunebûna dermanan re hatine honandin. Di eşqa Şêx Şemseddîn de fidekarî, wêrekî û baweriyeke teqez tê dîtin. Ew dizane ku bêyî eşq mirov kêm e mirov nebaş e lê eşq jî zor e bi derd, elem û keder e.

Xemê Işqê
Dîsan ji xemê işqê, ez bê hiş û bê bîr im
Mecnûn im la ye’iqîlû, dîn û bêhiş im
Işqê ku peyda bûye, aqil ji serê min birye
Bê nav im û bê deng im, bê ’ar im û rûswa me
……….
Şêx Şemseddîn yekemîn helbestvanê Terîqeta Xelwetiyê ye ku di dawiya sedsala 16an heta sedsala 17an jiyaye. Şêx Şemseddînê Qutbê Xelatî bi hewl û xebatên xwe yên edebî û ilmî li her deverê Kurdistanê deng vedayê di dilê xelkê xwe de her tim bi rêzdarî jiyaye.

Çavkanî:
– Zahid Brîfkanî / Memdûh Birîfkânî, Dîdârê Yâr Dîwana Şêx Şemseddinê Qutbê Exlâtî yê Birîfkanî, Stockholm: Weşanên Roja Nû 2001.
– Seyyid Mahmut Bırifkani, Bırifkan Seyyidleri, Ankara: Poyraz Ofset 2011.
– Bursalı Mehmed Tahir, Osmanlı Müellifleri, İstanbul: Matbaa-i Âmire 2009.
– Abdulcebbar Kavak, Şeyh Şemsüddin el-Ahlâtî ve Birîfka Tekkesi, Uludağ Üniversitesi İlahiyat Fakültesi Dergisi 23 (2014/1).
– Abdulcebbar Kavak, , “XVII. Asır Halvetî Şeyhlerinden Şemsüddin Ahlâtî ve Kürtçe Tasavvufî Divanı”, Uluslararası Seyyid Yahya Şirvanî ve Halvetîlik Sempozyumu Bildirileri Kitabı, (ed. Orhan Söylemez ve dğr.), Eskişehir 2014, s. 403-418.
– Selçuk Eraydın, Tasavvuf ve Tarikatlar, İstanbul: M.Ü. İ.F. Yayınları 2008.
– Şerefxane Bedlisi, Şerefname, Weşanên Avesta.
– Zahid Birîfkânî, Zibânê Kurdî Dîwana Şêx Nureddinê Birîfkanî, Hewlêr: Weşanên Aras 2002.
– Abdulreqîb Yusif, Şairên Klasîk ên Kurd, Weşanên Jîna Nû, 1988.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは459表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | navkurd.net
関連ファイル: 1
リンクされたアイテム: 1
グループ: 記事
ドキュメントの種類: 元の言語
プロヴァンス: Georgia
都市: Badlees
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ڕاپەر عوسمان عوزێری 18-03-2022上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( زریان سەرچناری ) på 18-03-2022
最近の( زریان سەرچناری )によって更新この商品: 18-03-2022
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは459表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,157
画像 106,497
書籍 19,250
関連ファイル 96,954
Video 1,384
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.532 秒(秒) !