图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 516,515
图片 105,227
书籍 19,086
相关文件 95,721
Video 1,281
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 24
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 24

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 24
”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 24
Malpera me bi rêzenivîseke nû dest bi çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî dike, ku wê wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” bin, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye
Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.
Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, êdî bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî çap bûne.
Berhema me a îro ha tê binavkirin: ”PARÊZKARÊN DILSOZ YÊN ERF Û EDETÊN BÊHEMPA YÊN PÊŞÎYAN”.
Em îro para wê a çaran çap dikin.
Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl
M. Rewendî-Fedaî
PARÊZKARÊN DILSOZ YÊN ERF Û EDETÊN BÊHEMPA YÊN PÊŞÎYAN -4
Cejina Mîrê derewîn
Bi cejina Newrozê ra tevayî di eynî wextê da cejina “Mîrê derewîn” jî pîroz dikin. Em binêrin ka arkêolog Jack de Morgan derheqa wê cejinê da di salên 90î yên sedsala XIX çi nivîsîye: ”Ji erf-edetên Mukrîyan yên kevinare ez dixwezim behsa cejina ”Mîrê derewîn” bikim, ku li Soûcbûlakê15 her sal buharê tê derbazkirin. Niştecîyên bajêr ji xwe ra Mîr, an desthilatdar hildibijêrin, yê ku di nava sê rojan da li wir xwedî-xudantî dike û dikare her cûre tewlebazîyan bike”.
Hema Mîr tê hillbijartin, ew wezîrên xwe hildibijêre… desteya xwe ya şervan amade dike û bi heytehol, bi rêberîya tevaya binecîyên bajêr, berê xwe dide desthilatdarê rasteqîn bona ji wî ra bêje, ku tu êdî ji kar hatî avêtin. Pir caran ew cejin dibû sebebê tevlihevîyan, niştecîyên Soûcbûlakê ew firsend bi kar dianîn bona desthilatdarê rasteqîn bikutin… Mîrê derewîn sê rojan serokatî dike. Ew zêde guh dide ser gunehkarîyên balkêş, sûckaran ceza dike, lê cezayên ew dide, dînarek (beşa pereyê kranî yê hezarî ye) e, ku ber kranekê tê hesibandin, û bi vî awahî cezayê sed tûmanî di rastîyê da beramberî kranekî ye; cezayê xwe didin, şa dibin, kêf dikin; ew dema karnavalê ye cem îranîyan.
Berê pîrozkirina Mîrê derewîn, himberî îro, xweştir derbaz dibû; hemû kurd bi kincn hesinî, zirîkirî dihatin, di destên wan da tîrên dirêj hebûn, lê niha dewsa wana tiving di destên wan da ne û ew cejin xemil û rewşa xwe gelekî winda kirîye.
Ez çiqasî jî ser vê cejina kevinare sekinîm, lê dîsa jî min nikaribû bizanibûye rehê wê cejinê çiqas kûr in û ji kengê va destpê kirîye. Ji min ra digotin, ku ew gelek kevinare ye,- bavên me wek mîrat ji bav û kalên xwe sitendine, ji nifşekê derbazî nifşeke din kirine”16.
Ev edet, ku herwiha tê binavkirin wek “mîra-mîran” (“mîr ser mîr ra”, ango “desthilatdar ser desthilatdar ra”), bi gotina lêkolîner O. L. Vîlçêvskî, heta di salên 40î yên sedsala XX jî li Kurdistana Mukrîyê hebû. Ew cejin di dema desthilatdarîya Riza Şah da ji holê hate rakirin, ango qedxe kirin.
Cejineke bi wî awahî, bi navê “Paşayê derewîn” di çend herêmên Tirkîyê û Pişkavkazê da di nava binecîyên kurd û ermenî da dihate pîrozkirin.

Cejinên kurdan yên gelêrî yên din bi xebatên malhebûna gund va girêdayî bûn. Hinek ji wana di dema hişkîyê da, ango, gava baran nabare pîroz dikin. Reşad Sebrî Reşîd wan cejinan pareveyî ser du beşan dike – cejinên musulmanîyê û yên gelêrî. Cûrê îslamîyê sade ye: di dema hişkîyê meriv bi serokatîya rêberê ruhanî diçin dervayî bajêr an jî li deşta dervayî gund. Û li wir bi kom dua dikin, hîvî ji Xwedê dikin ku baran di ser wan da bibarîne û wana ji xelayê rizgar bike. Ev ayîna dînî çend rojan dû hev pêk tînin.
Toreya gelêrî, wek ku heman nivîskar destnîşan dike, dijwartir û pirreng e. Gorî wargehan tore û edet diguhêrin. ”Li bajarê Hewlêrê li Kurdistana Îraqê navê wê erefatê ”Kose baba” ye. Dema pêkanîna wê erefatê çend xort serê xwe bi gûzanê kurr dikin, kincên xwe diêxin, bedena xwe bi rengê reş va reng dikin û pirtîyên pembu bi sîngê xwe û pişta xwe va dizeliqînin. Kumekî (kilawkuç) bi hûrikên neynika şikestî bi şîrêzê zemqkirî didine serê xwe, zincîrên bi zengil bi situyê xwe va dikin, kevezanek digirine destê xwe. Piştî wê amadekarîyê, xort û keç direqisin û li kolanan dibezin, bi kevezanên destê xwe li erdê dixin û bi henekî merivan ditirsînin. Û dikine gazî: ”Xwedê, bo Mihemedê me yê birêz dua bike!” Avê li ser wan direşînin, zaro berevî dora wan dibin û bang dikin: ”Nanê xwe bi xurmeyan xwe hilde, ji van deran here, Kose baba!”17
Kurd wek edet di dema pêkanîna erefata Kose baba kilaman distirên û dua dikin: ”Xwedêyo! Em rica dikin baran ser me da bibarîne, bona kulîlk û baxçe li wêderê gulvedin, ku evîndar lê seyranê dikin!”. Herwiha kilameke bi van xetan distirên: ”Baran heyat e, bi wê genim û gîha şîn dibin!”.
Li der û dorê bajarê Suleymanîyê erefata ku em behs dikin, bi awayekî din tê binavkirinê û navê wê ”Bûka baranê” ye. Zarok li kolanan direqisin, di destê wan da bûka ji qumaş e, ku bi darekî va kirine, û av li ser wana direşînin. Li bakur-rojavaya Hewlêrê, li dor û berê Behdînan (li bajarên Dihokê û Zaxoyê), maresîmeke bi wî awahî heye, lê li vira avê nareşînin, lê şekir û şîrinayî didine zarokan, û li her deran heman kilaman distirên.
Di nîveka payîzê da merasîmeke heywanxwedîkiran heye, jê ra ”Beran berdan” dibêjin. Ew beranên xwe berdidin bona buharê berxan bizên. Wek herdem di meha cotmehê da li gundên kurdan cejina Beran berdanê tê derbazkirin. Beranan dixemilînin, hirîya wan bi rengên ji hev cuda boyax dikin an jî têlên rengorengo bi wan va dikin û wana dibine ber kerîyên pêz. Bona wê rojê bi rûn û şekir gate dipêjin û li ber ezmanê sayî wê di nava haziran da bela dikin.
Lê piştî sed rojan, dema hewa xweş dibe, dema ku pez berên xwe didin, careke din cejinê dikin. Navê wê cejinê Seda pêz e (ku tê maneya ”piştî sed rojan”). Li malan dîsa kate lê dixin û temetîskên cuda amade dikin, ji bo zêdebûna kerîyê pêz kêfxweş dibin.
Cejinên îslamîyê
Kurdên musulman cejinên sereke yên bi îslamê va girêdayî pîroz dikin. Gerekê bê destnîşankirinê, ku eger cejina gelêrî ew meceleke bona şabûnê û bi kêfxweşî derbazkirina wext e, lê bona musulmanan ew mecalek e bona karên qenc bidine zêdekirinê, ku wê di Roja qîyametê da bidine ber çavan. Her sal rojên cejinên îslamîyê têne guhartin, ji hev cuda dibin, ango mehên Salnameya Hîvê ya Hicrê, ku di îslamê da bi kar tînin, ji 29 an 30 rojan e. Herwiha lazim e di ser da zêde bikin, ku destpêka rojê gorî salnameya musulaman ji dema ku Ro diçe ava tê hesibandin.
Ji cejinên ku him bo şiîyan, him jî bo sunîyan eynî ne, Î`da el-fîtr e (Uraza bayram an jî Eyda Remezanê) – pîrozkirina qisawetê û Î`da el-edha (Kurban Bayram an jî Eyda Qurbanê) ye, ku eyda qurban serjêkirinê ye. Di îslamê da rojên bîranînê hene, ku berê wek cejin nedihatine hesibandin: Mewlûd – roja jidayîkbûna Mihemed pêxember; Erefat – roja ku kesên hecî li berpalên çiyayê Erefatê, nêzîkî Mekkayê dua dikin; Leylat el-Qadir – şeva, ku gava Mihemed pêxember sûrên pêşin yên ji Quranê şandin; Hicre – roja, ku Mihemed pêxember û hevalbendên wî ji Mekkaya ber dilê wan ezîz cîguhastî Medînê bûn (”hicre” bi erebî tê maneya ”çûyîn, derketin”). Lê, mesele, Roja Aşûrayê cem sunîyan wek Roja rojîgirtina rezadil e, lê cem şiîyan hesab dibe wek roja bîranîna Îmam Huseyn: wê rojê nevîyê Mihemed pêxember – Huseyn (626-680) şehîd bû. Gorî Quranê, ew roja avabûna esmên, erdê, milyaketan, merivê pêşin – Adem e.
Kurd şeva ser 15ê şeabanê gorî salnameya Hîvê cejina Şeva berate (cejina el-Qedirê) pîroz dikin. Gorî bawerîyan, wê şevê sûrên pêşin yên Quranê li Mihemed pêxember xuya bûn:
Me daxwez kir ku Quran di şeva El Qedirê da bê. Ez çawa ji te ra şirove bikim, ku ”şeva El Qedirê” tê çi maneyê? Ew ji hezar mehên /bê ber/ buhatir e! Wê şevê Melek û Ruh bi destûra Xwedê ji ezmanan dadikevin ser erdê. Bona hemû daxwezên Wî pêk bînin. Û wê şevê, berî derketina Royê, Cihan ava dibe /li ser tevaya cihanê/!
(Quran. Sûra 97an. Werger ya redaktor)
Rohilatzan Reşad Sebrî Reşîd bi awayekî hûrgilî derheqa tradîsyonên pîrozkirina Şeva El Qedirê li Kurdistanê şirove dike: ”Wê rojê zaro li derîyên malan dixin, stiranan dibêjin û hîvî ji Xwedê dikin di hindava wan da dilovan be. Hurmeta wan digirin, xwerin-vexwarin didin wan. Daxwez û duakirin, ku pir caran bi cûrê sitiranan dîyar dikin, gorî navçeyan têne guhartin. Li herêma Suleymanîyê zaro distirên: ”Ev şeva han – Şeva beratê ye, Bira Xwedê kur û keç bide we, bira keç bi aqil be, lê kur mêrekî mêrxas be. Rica ye, wan tiştan bidine me, ku Xwedê daye!” Li Hewlêrê piştî gotinên ”bira Xwedê kur û keç bide we”, di ser da zêde dikin: ”Malxwêya xwedîya bazinê zêr, ka mêze bike di embara te da çi heye, û para me bide me!” Di bingeha cejinê da – sûra Quranê ye, ku gorî wê sûrê wê şevê (15 şeabanê) Xwedê di her ”karekî bi aqil” da biryara jîyînê, mirinê û nanê rojê dide. Lê cûrê pîrozkirinê, sitirangotinê, belakirina şekiran û duakirin-hîvîkirin tam weke pîrozkirina bi awayê kurdî ya wê cejina îslamîyê ye”18.
Di salnameya îslamê da roja înîyê – Cuma` (ku ji wergera ji erebî tê maneya ”roja civatê”, ”roja berevbûnê”) – di rastîyê da roja hêsabûnê ye û bi eynî cûreyî tê kivşkirin, wek ku roja yekşemê bo xaçparêzan û roja şemîyê bo cihûyan.

(JÊRÊNOT)
14) Сабри Рашид, Рашад (Рашад Миран). Этноконфессиональная ситуация в современном Курдистане. М.; СПб., 2004. С. 48.
15) Mehabada îroyîn.
16) Цит. по: Вильчевский О. Л. Мукринские курды (Этнографический очерк) // Переднеазиатский этнографический сборник. М., 1958. Вып. 1. С. 204.
17) Сабри Рашид, Рашад (Рашад Миран). Этноконфессиональная ситуация в современном Курдистане. М.; СПб., 2004. С. 49.
18) Сабри Рашид, Рашад (Рашад Миран). Этноконфессиональная ситуация в современном Курдистане. М.; СПб., 2004. С. 51.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,756
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | krd.riataza.com
相关文件: 1
挂钩项目: 19
小组: 文章
Publication date: 24-09-2020 (4 年份的)
书: 文化
书: 历史
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ڕاپەر عوسمان عوزێری 17-03-2022
本文已被审查并发布( زریان عەلی )on17-03-2022
此产品最近更新( زریان عەلی ):17-03-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,756
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.191 KB 17-03-2022 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 516,515
图片 105,227
书籍 19,086
相关文件 95,721
Video 1,281
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!