پەرتووکخانە پەرتووکخانە
گەڕان

کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!


بژاردەی گەڕان





گەڕانی ورد      کیبۆرد


گەڕان
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆمارکردنی بابەت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
ئامرازەکان
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
زمانەکان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
هەژماری من
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
گەڕان تۆمارکردنی بابەت ئامرازەکان زمانەکان هەژماری من
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بابەت بەهەڵکەوت
 چالاکییەکانی ڕۆژی
 ڕێساکانی بەکارهێنان
 ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 بیروڕاکانتان
 دڵخوازەکان
 کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
 یارمەتی
بابەتی نوێ
پەرتووکخانە
87 چیرۆکی منداڵان
23-02-2024
زریان سەرچناری
پەرتووکخانە
ئامێدی (عەمادیە) لە بەڵگەنامەکانی عوسمانیدا 1811-1920، بەرگی 16
23-02-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ژیاننامە
سەفین جەلال فەتحوڵڵا
23-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
عەباس چنارانی
23-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
شوێنەکان
ئامێدی
23-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
ڕێژین دۆسکی
23-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
ئەرسەلان ئالانی
23-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
ئەرسەلان ئەمیری
23-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
دلێر محەمەد نوری
23-02-2024
هومام تاهیر
ڤیدیۆ
دەزگای ئاساییشی هەرێمی کوردستان دەستگیرکردنی 30 تیرۆرست ڕادەگەیەنێت
23-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ئامار
بابەت 510,165
وێنە 102,919
پەرتووک PDF 18,682
فایلی پەیوەندیدار 92,518
ڤیدیۆ 1,188
ژیاننامە
مێجەر سۆن
ژیاننامە
ماریا سام - ئیمان سامی مەغدید
ژیاننامە
جەوهەر غەمگین
ژیاننامە
ڕێژین دۆسکی
شوێنەکان
ئامێدی
Yunis Rauf ( Dildar )
بەهۆی کوردیپێدیاوە دەزانیت؛ کێ، کێیە! کوێ، کوێیە! چی، چییە!
پۆل: هۆنراوە | زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
بەشکردن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Yunis Rauf ( Dildar )

Yunis Rauf ( Dildar )
Yunis Rauf ( Dildar )

EY REQÎB
Ey reqîb her mawe qewmî Kurd ziman
Nay şikênê daney topî zeman.
Kes nelê/nebe Kurd mirduwe;
Kurd zînduwê,
Zînduwê qet nanewê alakeman.
Lawî Kurd hestaye ser pê wek dilêr,
Sa bê xûn nexşî deka tacî jiyan.
Kes nelê/nebe Kurd mirduwe;
Kurd zînduwe,
Zînduwe qet nanewê alakeman.
Emê roley midyaw Keyxusrewîn,
Dîn îmane, ayinmane Kurdistan
Kes nelê/nebe Kurd mirduwê;
Kurd zînduwa
Zinduwê qet nanewê alakeman.
Lawî Kurdî hazir û amedeye,
Giyan fîdane, giyan fîdane, giyan fîdane.
Kes nelê/nebe Kurd mirduwe;
Kurd zînduwê,
Zînduwê qet nanewê alakeman.
Dildar

EY REQÎB
Di wêjeya Kurdî de „sirûd“ an jî „marş“ tê ye çi watê ye?..
Gotina sirûd di zimanên Tirkî, Erebî û Farisî de bi bêjeya „marş“ bi kar têye. Ew
gotina beyanî hin caran di zimanê Kurdî de jî bi kar tê. Lê li ciyê „marş“ê Kurd
bêtir gotina „sirûd“ bi kar tînin. Marş di zimanê Fransizî de (marche‚ marş)
derbasî zimanên dîn bûye. Di Fransizî de bi wateya „meşîn, birêva çûyîn“ di nav
ordî û leşkeran de jî, bi wateya „bimeş, her berbipêş biçe!“ ye. Gotina bêjeya
„marş“ di sedsala 19 an de ji Fransizan derbasî Osmaniyan bûye û ew gotina ji
Osmaniyan jî derbasî nav Kurdan bûye. Bingeha gotinê ji bingeha zimanên
Germanî têye.
Sirûd (marş) di hestên mirovan de awezek (muzîk) coş peyda dike. Ji bo vê jî,
sirûd ji bo komcivînên fermî, şahiyên netewî (millî) û hestên netewî berztir û
germtir bibin, tên nivîsîn û tên bestekirin. Di nav netewan de bi sedan sirût hene. Di nav wan de sirûda herî mezin, sirûda ji aliyê gel ve, ya bi hestên netewî têye
hezkirin û têye pejirandine. Hemî netewên li cîhanê heyî bi ew sirûda xwe re
„sirûda netewî, marşa netewî, merşa millî “ dibêjin

Yunis Rauf
-Dildar DERHÊNANÊ SIRÛDA NETEWÎ YA KURD „EY REQÎB“ DILDAR KÎ
YE?
Di nav netewa Kurd de bi sedan
heya hezaran şa’ir (helbestvan)
hene. Ji afirandinên wan bi sedan
dîwan, berhem û sirûdên netewî di
nav neteweya Kurdistanê de dijîn.
Lê ji wana ya herî bi nav û deng
sirûda (marşa) netewî ya Kurd
„Ey Reqîb“ ji aliyê helbestvanê
nemir Yunis Rauf (Dildar) ve
hatiye nivîsîn. Navê Yunis Rauf
yê herî rast bi temamî „Yunis
Mela Rauf Mela Mehmud Seîd“ e.
Wî jî wek gelek helbestvanên Kurd yên din ji xwe re naznavek (mahlas) dîtiye û
piranî di helbestên xwe de, wî ew nava bi kar aniye. Ew naznava jî wek tê zanîn
„Dildar“ e. Dildar li Başurê Kurdistanê û di nav hemî helbestvanên Kurd yên
mezin de têye nasîn û ciyê xwe wusa digire. Ew bi dîwan û niştîmanperweriya
xwe ya berz gelek navdar e. Dildar di roja 20.02.1918 an de li Başurê
Kurdistanê li bajarê Koyê (Koysancaxê) ji dayika xwe bûye.
Yunis Rauf (Dildar) dibistana seretayî (pêşîn) li Raniyê, dibistana navîn jî, li
bajarê Hawlêrê di sala 1935 an de qedandiye. Piştî xwendina navîn ew diçe
bajarê Bexdayê û li wir di zanîngeha dadimendiyê (huquq) de dixwîne û wê
diqedîne. Zanîngeh qedand şunda çend salan wek parêzer kar dike. Di van salan
de doza xizan û belengazên Kurdistanê dinase û mafên wan diparêze. Ew her
dem parastina jar û neçaran dike û li dijî neheqiyê û li dijî zordestiyê radiweste û
têkoşîna xwe li gel zahmetkêşan dimeşîne. Di têkoşîn û dozek wuha de çi li
welat û çi li derveyî welat dengê Dildar her diçe bilind dibe û ew bi kar û barên
xwe yên welatparêzî têye nasîn.
Dildar ji sala 1937 an pê va ew di nav çalekiyên rêzanî de (polîtîk) ciyê xwe
digire. Ji xwendekarên nişteciyên Hewlêr, Kerkûk, Silêmaniyê, Xaniqîn, Kifrî û
Koyê bi hevra „Komelay Darkar“ ya sîyasî ava dikin. Di sala 1938 an de
dewleta Îranê wî digirin û davêjin girtîgehê. Ew di zindanê de helbesta xwe ya
bi navê „Ey Reqîb“ dinivîsîne.
Ew bes ne tenê bi wêjeya Kurdî re mijûl dibe, ew li ser wêjeya cîhanê û ya
rojhilat û rojhilata navîn re jî mijûl dibe û radiweste. Dildar bêtir li ser dîroka Yewnaniyan, ya Franse, Tirkiyê û ya Ereb û Farisan jî radiweste. Ew bi wêjeya
van welatan re pir mijûl dibe û li ser wan lêkolînan çêdike û dixebite.
Dildar ewqas bi wêjeya Kurd û Kurdistan û bi ya cîhan re mijûl dibe, ku ji karê
parêzeriyê re dema xwe namîne. Ew bêtir bi helbestvaniya xwe têye nasîn.
Helbesta xwe ya bi navê „Ey Reqîb“ û „Kurdistan“ wê demê di dev û dilê
Kurdan de li Kurdistan digeriya! Ewna wek sirûd û stran dihatin gotin û ewna ji
helbestiyê derketine, li ser zar-zimanê gelê Kurd wek kilam-stran jîndar mane.
Bi taybetî helbesta wî ya bi navê Ey Raqîb wê demê di nav gel de gelek belav
bûye û wek straneke popûler hatiye nas kirin. Di dawiyê de, ev helbesta Dildar
ya di salên 1940 î de hatî nivîsîn, di sala 1946 an de dema Komara Mehabadê
hate sazkirin, ew sirûda dibe sirûda Komara Kurd ya Mehabadê. Ey Reqîb îro jî,
li Başurê welat bûyê sirûda netewiya Dewleta Kurd ya Federal. Dildar di bin
tesîra wêjeya Fransî de jî maye û ji helbestên La Fontaine û ji yên La Martine
werger wergerandine zimanê Kurdî. Dîsa di wan salan de di beşê wêjeyê de,
wêjeya Kurdî wê demê cara yekem kurteçîrokên Kurdî jî nasîne. Kurteçîrokên
Dildar di kovara Gelawêj de hatine weşandin.Dildar di salên xwe yên jêhatî û
cîwan de ji nav gelê xwe barkirye û çûye! Sedema mirina Dildar baş ne diyar e.
Tê gotin ku xwarina li kantîna memurên Hewlêrê xwarî de jahr hebûye, an jî bi
wê xwarinê jahrê ketiye. Sedema xwe çi dibe, bila bibe, di roja 12.07.1947 an de
bi nexweşiya dilrawesinê ew çûye ser heqiya xwe. Helbestvanê netewî Dildar li
Hewlêrê di „Goristana Gewre“ de binax bûye.

Sirûda (marşa) Netewî
Girîngiya Sirûda Netewî çi ye?
Hebûn, serxwebûn û azadiya netewe (millet, nation), bi sembolên netewî têye
temsîl kirin û têye nasîn. Ji wan sembolan ya girîng yek jî sirûda netewî (marşa
netewî) ye. Sirûdên netewî, teybetmendiyên netewên temsîl dikin bi hestên
germ bi lehengî û mêrxwasiyek herî bilind hatine nivîsîn. Marşên netewî di
vebûyinên dibistanan de, di civîn, şahî û cejnên netewî yên gelan de tên xwendin.
Kombûyînên resmî bi sirûdên netewî vedibin û civîn bi wan destpêdikin.
Vebûyîn û girtina televîzyon û radyoyên netewî jî, bi sirûdan vedibin û têne
girtin. Ji bo vê ye, ku sirûda netewî ya Kurd perçeyek ji jiyana gelê Kurd e.
Sirûda Kurdan serxwebûn û azadiya Kurdistanê nîşan dide. Ji bo vê sedemê
sirûda Kurd ne mijarek xwaser (sade) e, ew gelê Kurd temsîl dike û ji vî alî de jî
„Ey Reqîb“ pir girîng e. Ey Reqîb” Sirûda Kurdî ya fermî ye.
Komara Kurd ya Mehabad sazbû şunda, wê demê pêwistiyek sirûda netewî jî
(millî) hate holê. Di destpêkê de helbesta Hejar ya wê demê nav û deng „Neft im,
awê jiyan e!“ ji aliyê cihgirê serok wezîr û wezîrê pertwerdeyê Menaf Kerîmî û
wezîrê kiştukal Mihamed Welîzade ve, ya wê demê hatî bû bestekirin wek
sirûda netewî dihat gotin. Di meha Sebata sala 1946 an li gel alîkariya Sowyetê
ya çekan, hin amurên (aletên) muzîkê jî, ji bo sirûdên leşkerî û netewî hatî bûn
şandin. Bi ew amûrên muzîkê yên nûjen (modern) di navbeynê demek kurt de “Koma Bando“ hat damezrandin. Helbesta helbestvan Hejar bi şîweyek
Ewrûpeyî bi amûrên bando dihat gotin. (1) Di çarînek (çar rêzik, kit’a) helbesta
hatî bestekirî û rêzikên di sirûd de dihatin dubare kirin de „Dayîka Niştîman“ û
„Pêşaweyê Perwerdekar“ Serok Qazî Mihamed dihat pesinandin û berzkirin!..
Di çarînek sirûd de jî, erdnîgariya Kurdistanê li pêş çavan dihat rêxistin û bi
wateyek mezin wusa dihat gotin:
„Neft im, awê jiyan e,
Le Sert û Kermanşan e.
Baba Gurgur dizane,
Le Mûsil da hemane!..“
Paşê ji bo pêşbirika sirûda netewî ya Kurdistan bête tesbîd kirin, komîteyek hate
avakirin. Komite ji kesayetiyên Kurd yên ronakbîr pêk hat. Di demek kurt de
pêşbirika sirûda Kurd ya netewî hat amade kirin. Marşên tevî pêşbirika sirûdê
bûyîn gelek bûn. Di nav xwe de sirûd hatin rêzkirin û hilbijartin. Helbesta bi
navê „Ey Reqîb“ Sirûda Kurd ya Netewî hate hilbijartin û hate pejirandin.
Sirûda bijarte pêşkêşî Pêşewa Qazî Mihamed û wezirên hikumata Kurd bû. Gelê
Mehabadê jî, ew sirûda hatî bijarte jê hezkirin û lê bûn xwedî. Di karûbarên
Kurd yên resmî (mîrî) de dema sirûd hate pejirandin pêve heya roja îro ew sirûd
ji aliyê Kurdan ve tê xwendin û parastin.
Çi mixabin gelek bêstekar ji eslê nivîsa sirûd dûrketine û her yekî ji xwe re bi
gotinên cuda cuda sirûd bêstekirine! Di nav Kurdan de bi her zaravayî sirûd têye
gotin. Werger û jê fehmkirina sirûd li gor zaravayan di ciyê xwe be jî, dema ji
çar zaravayan Kurd bêne cem hev û du û her yek li gor zanîn û zaravayê xwe
„Ey Reqîb“ bixwîne, wê demê deng li hev dikevin û awazek ne wek hevdu
derdikeve holê! Wê demê yên sirûdê guhdar dikin bê guman nerehet dibin û
rexneyên xwe li yê sirûdê dibêjin dibarînin!.. Ji bo vê ye, ku sirûda Kurd bi yek
dengî û bi yek awazî pêwîst e, bi hevra bête gotin!..
Gelo mirov çi bike, ku ji şaşetiyek wusa derkeve û sirûdek Kurdistanî wek eslê
teksta Dildar, hemî Kurd ji hemî zaravayên Kurdî bi hevra bêjin û fehm bikin?!.
Îro pêva yek neteweya Kurd heye. Pêwîst e, ku ew netewa sirûda xwe ya netewî
bi yek zimanî, bi yek bêste û bi yek awaz bi hevra bêje.
Kurdistanîno! Ma ji vê pê ve rêyek dîn heye?.. Ji bo yek dengiya „Sirûda Kurd
ya netewî „ ew lêkolîna pêk hat. Pir ne zor e! Dewleta Kurd li ser sirûda Kurd
hinek raweste, wê demê li her perçeyên welat, li dervayî welat û li her derê Kurd
wek hev sirûdê bi hevra dikanin bêjin!.. Nêzîkbûnek wuha zimanê Kurdî
dewlementir dike û zaravayên Kurdî jî berhev tîne.
Di mînaka jêrî de helbesta Dildar bi tîpên kevn wek bingeha xwe hatiye nîşan
dayîn. Ji tîpên kevn wergera tîpên Latînî wek teksta Dildar maye. Her du
tîpkirina alfabeyan (alfabeya Latînî, alfabeya tîpên kevn) sedesed wek hev e. Lê
li gor zarava û awazên îro tên gotin, ji bo mirov pirbendiya sirûdê ji hev û du
cuda bike min tekstên bi kar tên pêşkeşî xwendevanan kirin. Bila mirovên Kurd

yên niştîmanperwer xwe baştirîn Kurdperwer dibînin, ku ewna hîn hemî nikanin
bi hevra sirûda netewiya Kurd bêjin! Ma ji vê pê ve, ji xwe şermnekirin, ji bo
Kurdan çi hebe! Ji bo vê ye, ku netewebûn mijarek dijwar e! Helê ji bo me
Kurdan bi sînorên darê zorê perçekirin, bi alfabeyên cûda cûda (Latînî, Erebî,
Krilî) ji hev û du fehmnekirin bi van çetinahiyan ew mijara hîn jî dijwartir
dibe!..
Di her alî de, îro karê rojane yê li ser milên welatparêzên Kurdistanê hîn jî giran
e. Karê wana yê herî giran xwe fêrkirin û paşê jî, nişteciyên welatê xwe dayîn
fêrkirine. Fîdayetî û fîdekarî anca ew dikarî welat li ser pêyan bihêle, azad û
hemdemî bike. Bi yek dengî sirûda „Ey Reqîb“ bi hevra gotin ji bo hemî Kurdan
ferz e û ew wezîfeyek pîroz e!
Di dîwana helbestvanê netewî yê nemir Dildar de „Ey Reqîb“ wusa bi tîpên
kevn hatiye nivîsîn. Her Kurd pêwîst e, wê bizane û ezbere bixwîne. Bixwîne,
ku bi hevra bi yek dengî û bi yek awazî jî „Ey Reqîb“ bêjin. Di komekê de, an jî
di civînek resmî ya Kurd de, bi hestên netewî, sirûda netewî ya Kurd wek di
devekî de derkeve ji çar perçeyên Kurdistanê, kîngê Kurdan bi hevra gotin, wê
demê tê wê wateyê ku netewebûna Kurdan berbipêş ve diçe. Gelo ji bo Kurdên
xîret û çalak dengê xwe tevî dengê miletê xwe kirin, ji wê baştirîn û rûmetirîn
ma li dinê çi heye?..
A. Balî: Lêkolîn Li ser Ey Reqîb.[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,428 جار بینراوە
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî - Kurdîy Serû | candakurdan.wordpress.com
فایلی پەیوەندیدار: 1
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 3
پۆل: هۆنراوە
زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
ڕۆژی دەرچوون: 23-06-2020 (4 ساڵ)
پۆلێنی هەڵبەست: نیشتمانی
جۆری گۆرانی: سروود
جۆری هەڵبەست: نوێ
کراوە بە گۆرانی: بەڵێ
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ڕاپەر عوسمان عوزێری )ەوە لە: 16-03-2022 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( زریان سەرچناری )ەوە لە: 17-03-2022 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( زریان سەرچناری )ەوە لە: 16-03-2022 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 1,428 جار بینراوە

ڕۆژەڤ
ژیاننامە
مێجەر سۆن
26-11-2008
هاوڕێ باخەوان
مێجەر سۆن
ژیاننامە
ماریا سام - ئیمان سامی مەغدید
07-03-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
ماریا سام - ئیمان سامی مەغدید
ژیاننامە
جەوهەر غەمگین
14-11-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
جەوهەر غەمگین
ژیاننامە
ڕێژین دۆسکی
23-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ڕێژین دۆسکی
شوێنەکان
ئامێدی
23-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ئامێدی
 چالاکییەکانی ڕۆژی
بابەتی نوێ
پەرتووکخانە
87 چیرۆکی منداڵان
23-02-2024
زریان سەرچناری
پەرتووکخانە
ئامێدی (عەمادیە) لە بەڵگەنامەکانی عوسمانیدا 1811-1920، بەرگی 16
23-02-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ژیاننامە
سەفین جەلال فەتحوڵڵا
23-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
عەباس چنارانی
23-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
شوێنەکان
ئامێدی
23-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
ڕێژین دۆسکی
23-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
ئەرسەلان ئالانی
23-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
ئەرسەلان ئەمیری
23-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
دلێر محەمەد نوری
23-02-2024
هومام تاهیر
ڤیدیۆ
دەزگای ئاساییشی هەرێمی کوردستان دەستگیرکردنی 30 تیرۆرست ڕادەگەیەنێت
23-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ئامار
بابەت 510,165
وێنە 102,919
پەرتووک PDF 18,682
فایلی پەیوەندیدار 92,518
ڤیدیۆ 1,188

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.25
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.11 چرکە!