图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,111
图片 106,663
书籍 19,291
相关文件 97,275
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Ceferqulî Zengelî
小组: 传记 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
Ceferqulî Zengelî
传记

Ceferqulî Zengelî
传记

Ceferqulî Zengêlî (jdb. 1855 - m. 1897), helbestvanê navdar ê kurdên Xorasanê Ceferqulî di 1855an de li Goglînê, gundekî Qûçanê, hatiye dinê. Jiyane xwe tevayî li vê herêmê derbas kiriye. Ceferqulî Zengêlî bi kurdî, tirkomanî û farsî gelekî helbest nivîsandine. Kurdên Xorasanê ji vî helbestvanê gelekî hez dikin. Jê dîwaneke bi navê şiîrên kurdî hatiye çapkirin û li nav kurdên Xorasanê belav bûye.
Pirr kes tunene ku wekî Ceferqulî hem wek derwêşekî oldar, gerok û muzîkjen hem jî wek fîlozof, zanyar, helbestvan û ronakbîrekî were dîtin. Li Xorasanê Ceferqulî wek efsaneyeke veşartî û razbar tê dîtin û vegotin. Hûn ji kî bipirsin derbarê Ceferqulî de gotineke wî heye.
Gundiyên Qûçanê ku girêdayî eyaleta Xorasana Rezewiyê dijîn wî sofiyekî muzîkjen û derwêşekî gerok wek Evliya Çelebî an jî Evdalê Zeynikê dibînin. Li gorî wan Ceferqulî çûye welatên curecur di wan welatan de pirr mirov nas kirine bi sedan helbest nivîsandine û dîsa gotiye welat, welatê min ê zêrîn vegeryaye axa Qûçanê.
Bajariyên xwende û zehftirîn girêdayî çîna burjuvayên biçûk in, Ceferqulî zana, fîlozof û edîbekî wek Ehmedê Xanî an jî Melayê Cîzirê dibînin. Bawer dikin ku Ceferqulî çiqas îlm û zanîn hebin di hişmendiya xwe ya edebî û hûnerî de veşartiye. Li gorî wan Ceferqulî li dijî şahê Fethelî Şahê Qacar şer daye lewma ji welatê xwe hatiye sirgunkirin hemû emrê xwe li dijî serdestiyê derbas kiriye.
CEFERQULÎ NE XWENDE BÛ
Her çendî bawerî û gotinên xelkê Qûçanê bi vî awayî bin jî lê çend pirs û pirgirêk hene ku em zelal û safî bikin da ku Ceferquliyê rastîn derkeve holê û baştirîn bê fêm kirin.
Pirsgirêka yekemîn ew e ku em dizanin ku Ceferqulî ne xwende bû û tucarî helbestek bi destê xwe nenivîsandibû. Eşkere ye helbestên wî bi muzîkjeniya wî re belav bûne di nava gel de helbest xwendine xelk pirr jê hez kirine û ezber kirine.
Pirsgirêka duyemîn, di destê me de tu delîl tunene ku em bibêjin Ceferqulî li dijî serdestiya Fethelî Şahê Qacar têkoşîn daye û hatiye sirgunkirin.
Pirsgirêka sêyemîn jî ew e ku em bi başî nizanin ku helbestên wî yên hatine berhevkirin û çapkirin, kîjanî yên Ceferqulî ne yan ne yên wî ne. Divê li ser helbestên wî yên ku hatine berhevkirin û çapkirin lêkolîneke berfireh yên zimanî û wêjeyî bên kirin.
Ez ê nêrînên xelkê Qûçanê ku tên gotin deynim aliyekî ji we re qala Ceferqulî kî ye çawa jiyaye çi kirine li ku miriye bikim.
ŞAIRÊ KLASÎK YÊ XORASANÊ YE
Ev şairê klasîk yê Xorasanê ku bi qasî Evdalê Zeynikê û Ehmedê Xanî girîng di heremê de bi hûner û wejeya xwe deng vedaye, bi nasnavên Ceferqulî, Cefer, Ceferquliyê Kurd, Ceferê Bêbext, Bilbilê Xalxal, Ceferquliyê Bêçare, Ceferquliyê Endelîb, Ceferquliyê Muxtar, Ceferqulî Azad tê nasîn û binavkirin.
Ceferqulî Zengelî (Ceferquliyê Zengene, Ceferqulî Zengêlî, Ceferquliyê Zengine, Ce’fequliyê Zengelî) di sala 1799an de li gundê Gûganê yê bi ser bajarê Qûçanê ji malbateke feqîr û gundî tê dinyayê.
Qûçan girêdayî Eyaleta Xorasana Razewî ye. Serbajarê vê eyaletê Meşhed e. Îro nifûsa Qûçanê li dora 150î hezarî ye. Tê de Kurd, Faris û Tirkmen pev re dijîn. Qûçan 10 km. dûrî sînorê Tirkmenistanê ye.
Ceferqulî Zengelî ji êla Zengenê ye. Êla Zengenê êleke mezin e. Bêhtirîn li Kerkûk, Silêmanî, Xaneqîn, Kirmaşan, Hemedan, Lûristan û Gûranê bi cih bûne. Bi zaravayên Soranî, Kelhûrî û Lekî diaxivin.
Navê bavê Ceferqulî Mela Reza Qulî ye. Bavê wî ji ber nexweşiyê dimire û apê wî Hecî Elîesxer bi diya wî re dizewice. Ceferqulî ji aliyê apê xwe ve tê xweyîkirin û mezinkirin. Ew heta xortaniya xwe di gundê xwe de dimîne û mezin dibe.
Apê wî dixwaze Ceferqulî bixwîne, wî dişîne xwendingeha gund li cem Mele Berat lê Ceferqulî bala xwe nade dersên xwe naçe xwendingehê, heta ber êvarê li dora gundê xwe digere naxwaze bixwîne. Lewma Ceferqulî hînî xwendin û nivîsandinê nebûye.
Piştî 15 saliya xwe, bûye aşiqê qîzikeke bedew ya bi navê Melwarî ji sibê heta derengiya şevê bi eşq û evîna wê ya bêdawî ji vî gelî bigire ji geliyekî din wisa serberdayî rojên xwe bi xeyalên Melwariyê derbas dike. Bi xeyalên wê stranên evînî distrê û helbestên xamî di hişê xwe de digerîne.
EVÎNEKE MÎSTÎK Û XEYALÎ
Gundiyên herêmê Melwariyê qîzapa Ceferqulî û evîndareke rastîn dibînin lê bajariyên Qûçanê vê evînê wek evîneke mîstîk, xeyalî ya ku di hişê Ceferqulî de pêk hatiye teswîr dikin. Rastî her çi dibe bila bibe di encamê de muzîkjenî û helbestvaniya Ceferqulî bi eşqa Melwariyê dest pê kiriye.
Piştî xortaniya xwe Ceferqulî dixwaze Melwariyê ji bîr bike berê xwe dide welatên Qefqaziya, Osmanî, Hindistan, Ozbekistan, Turkmenistan, Efxanistan, Tacîkistan, Iraq, Erebistan, Sûriye, Misrê û Azerbaycanê lê nikare wê ji bîr bike dîsa vedigere Qûçanê. Di van geran de hînî zimanê Farsî, Erebî û Tirkî dibe. Ew xwe hînî amûra dûtaxê dike. Bi amûra dûtaxê helbestên xwe ji civatê re dixwîne. Xelkê herêmê bi vî awayî hînî helbestên wî dibin, bi demê re jê zehf hez dikin û lê xwedî derdikevin.
Stran û helbestên xwe ji bilî zimanê Kurdî, bi Erebî, Tirkî û Farisî jî vegotine. Em dibînin ku di qesîde û xezelên xwe de cîh daye beytên Erebî, Farsî û Tirkî. Ceferqulî hem helbestên olî hem jî yên ser eşq, evîn, bêrîkirin, êş û elemî nivîsandine. Gellek stranên ku îro li herêmê tên gotin bi meqam û helwên Ceferqulî hatine bestekirin.
Ev şairê klasîk yê Xorasanê mîna qalçîçekan hestyar, dilnazik, xwedî peyvên kûbar û nazenîn her çendî dîroka mirina wî tam neyê zanîn jî bi texmînî di sala1894an de li Qûçanê, di cihê bav û kalên xwe de jiyana xwe ji dest dide.
Helbestên wî şairê girîng yê Xorasanî ji aliyê Kelîmulayê Tewehudî ve hatine berhevkirin û ji mirinê hatine rizgarkirin. Li Kurdistana Bakur dîwana wî bi navê 'Le Xakê Xurasanê' ji aliyê weşanxaneya Avestayê hat çapkirin.
Ceferqulî bi romantîzmeke bilind, hestiyar û dilzîz hestên xwe bi awayekî vekirî, sade û watedar, bi helbestên canecan û dilgerm radixîne li ber hiş û rihê helbesthezan.
Helbesta wî ya 'Elo Xelkê' vê rastiyê bi eşkere tîne ber çavan. Helbest bi êş, elem û hezkirineke mezin dest pê dike û wisa jî bi dawî dibe.[1]
Elo xelko bibînin, bejnê yarê bû elem
Bi çavan û bijangan, min dikuje bi sitem
Herin hûn vegerînin, belkî li min bike rehm
Ez li arê işqê wê, dişewitim natê kerem.
Tê dîtin ku di gellek helbestên xwe de eşqa Melwariyê ku ew wek ar û alaveke sor şewitandiye, dîn û har kiriye tîne ziman. Bi taybetî di helbesta 'Qaliwek im' de ev rewş bi awayekî rasterast tê dîtin û hîskirin.[1]
Qaliwek im li herdu rûyê min li asimîn
Şev û ro dia dikim, melek dibêjin amîn
Diayên min qebûl bike, Xwedawendê alemîn
Ya Melwariyê bide min, ya canê min tu bistîne
Herdem li dev û dilê min amîn, ya Erhemê rahimîn.
Di helbesta wî ya 'Şevê Çû Di Xewê De' em hezkirina wî ya amûra dûtaxê û Melwariyê bi çîlekeşiyeke jandayî, xedar û bêdermanî dibînin. Ji bo Melwariyê dikeve rêyên dûr û dirêj bajar bi bajar, welat bi welat digere lê dîsa jî nikare dev ji Melwariyê berde û ji bîr bike.
Şevê çû di xewê de, dane min vê dutarê
Şevê axir çarşemê, ketim bi vê azarê
Ez gerandim şehr bi şehr, birme Xîwe-Buxarê
Perde hate hilanîn, min dî rûyê gul`uzarê
Min natê wê senemê, nedî li tu diyarê.
Ceferqulî Zengelî li axa Xorasanê wek semboleke neteweyî pêşengiya wêje û helbesta klasîk ya Kurd dike. Ciyê şanaziyê ye ku xelkê Xorasanê jê zehf hez dike û di her warî de lê xwedî derdikeve ku neyê jibîrkirin.
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览576
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | Gazete duvar.
相关文件: 1
小组: 传记
Country of death: 伊朗
No specified T3 20: No specified T4 468
No specified T3 85: 东库尔德斯坦
Place of Residence: Diaspora
人键: 作者
人键: 诗人
性别:
方言: 土耳其
方言: 波斯
方言: 阿拉伯语
Technical Metadata
项目质量: 96%
96%
添加( سارا ک 13-02-2022
本文已被审查并发布( هاوڕێ باخەوان )on13-02-2022
此产品最近更新( هاوڕێ باخەوان ):13-02-2022
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览576
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,111
图片 106,663
书籍 19,291
相关文件 97,275
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!