图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,958
图片 106,395
书籍 19,240
相关文件 96,836
Video 1,376
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Keremê Anqosî
小组: 传记 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber1
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Keremê Anqosî

Keremê Anqosî
Keremê Anqosî (z. 10 çiriya pêşîn 1937, li Tilbîsê - m. 1 çiriya pêşîn 2019, li Tilbîsê, Gurcistan), siyasetmedar, nivîskar û weşangekekî kurd e.
Anqosî 10ê çiriya pêşîn a 1937an li bajarê Tbîlîsiyê, ku kurd jê re dibêjin Tilbîs, di maleke mihacirên ji Împeratoriya Osmanî ji diya xwe bûye. Dê û bavê wî, ku wek hemû kurdên Gurcistanê bi dînê xwe va êzdî bûn
Welatparêzê kurd Keremê Anqosî sala 1956an dibistana Gurcistanê ya orte bi mêdala zêr kuta dike û hema wê salê dikeve ûnîvêrsîtêta dewletê, fakûltêya fîzîkayê. Piştî salekê, bona ziman, dîrok û kûltûra gelê xwe bi kûrayî fêr bibe, derbazî fakûltêya Rohilatzaniyê dibe, ku sala 1961ê bi serketî xilaz dike. Sala 1963an ew li Înstîtûta Rohilatzaniyê ya Akadêmiya Zanyarî ya Gurcistanê derbazî ser kar dibe, pêşî dibe laborant, lê paşê karmendê zanyarî. Sala 1979an gazî wî dikin bona li Komîtêya Navbendî ya Partîa Komûnîstiyê ya Gurcistanê da derbazî ser kar bibe û ew heta sala 1991ê li wir dixebite. Bi kar ra tevayî Dibistana Bilind ya Partiyê jî xilaz dike. Bi xebata zanyarî û partiyê ra tevayî ewî karê civakê jî bi serketî dikir bona bilindkirina dereca bineciyên kurd yên ronahîdarîyê-perwerdeyê, amadekirina kadroyên ronakbîr di nav gelê xwe da, bona hînbûna ziman, dîrok û edebîyeta kurdî, parastina erf-edetên milet, naskirina mafên gelê xwe yên sîyasî û sosîalî.
Keremê Anqosî hela dema xwendkar bû, Şêwra aliyê xebata bi gencên kurd ra saz kir û heta sala 1975an serokatî lê kir. Bi serokatiya wî komên kurdî yên folklorê hatine sazkirinê û navên hinekan ji wan ev in: „Koma kurdî ya kilam û reqasên gelêrî“, „Govenda kurdî“, „Oy, Narê“, koma zaran ya sitiran û reqasan “Dîlan“, Şêwra mamostayên kurd, Şêwra parlamêntarên kurd yên Tilbîsê, Komeleya wênekêşên kurd, Ûnîvêrsîtêta Gelêrî bona bineciyên kurd li rex Hevaltiya “Zanyarî“, gelek konsêrt û êvariyên şahiyê, sêmînarên derheqa dîrok, çand, ziman, edebîyet û dînê kurdan, rasthatinên bi karmendên ulmî û hunermendiyê yên bi nav û deng, bi kurdên ji welatên dereke, cejinên ruhaniyê yên kurdan dihatine derbazkirin. Komên kilam û reqasê, ku ew serokatî lê dikir, gelek caran li bajar û komarên Sovyeta berê û welatên dereke konsêrt dane, alî pêşketina têatroya kurdî ya li Tilbîsê kirîye.
Sala 1978an Keremê Anqosî bingehê beşa kurdî ya radyoya Gurcistanê ya dewletê danî û heta girtina wê – 1ê çileya pêşin sala 2004an berpirsyarê wê yê sereke bû; ewî fonda sazbendiyê ya gelekî dewlemend saz kir, gelek sitiranên kurdên Gurcistanê qeyd kir û kir milkê gelê kurd. Ewî herwiha bi zimanên cuda-cuda gelek gotarên zanyarî û pirtûkên cuda çap kirine derheqa ziman, edebîyet, dîrok, êtnografiya, folklor, dînê êzdiyan da, ewî elfebaya pêşin ya du zimanî ya kurdî-gurcikî saz kir, çend pirtûkên derheqa dua û dirozgeyên êzdiyan da dane çapkirinê, rêdaktorî li çend pirtûkên bi zimanê kurdî kirîye. Helbest û serpêhatiyên wî bi zimanên kurdî û gurcikî hatine weşandinê, ewî xeber û sazbendiya çend sitiranên kurdî yên bi nav û deng nivîsîne, wek sitiranên Lêxin, birano, Hola Êzîdê Sor e, Ax, kuştim Şirînê, ku li ser bingehê gotinên Cegerxwîn hatiye sêwirandin, ango sazbendiya wê hatiye sazkirin.
Keremê Anqosî sala 1999an bi kîsî xwe li Tilbîsê dest bi weşana rojnameya Gêlavêj kir, ku rojnameya kurdî ya pêşin bû li wê komarê û bi xwe jî berpirsyarî lê dikir. Ew herwiha tevî çend kongre û konfêransên navnetewî yên zanyarî bûye, ku derheqa problêmên rohilatzaniyê, kurdzaniyê û dînê êzdiyan da bûne. Sala 1992an bingehê rêxistina bi navê “Civaka hemwelatiyên kurd yên Gurcistanê“ danî. Sala 1995an 5 rêxistinên kurdan yên civakî ketine nava wê rêxistinê. Paşê, sala 1998an bi înîsîatîva wî ew hate binavkirinê wek “Yekîtiya êzdiyên Gurcistanê“. Demekê ewî serokatî li wê rêxistinê kir, lê paşê yek ji wan kesan bû, ku bû bingehdarê rêxistina “Fonda navnetewî ya parastina maf û mîrata dînî ya gelê kurd“, “Navbenda dînê Êzdîyan“, “Yekîtiya ronakbîrên kurdên Gurcistanê“, “Fonda sêksyona kurdî ya YÛNÊSKOyê li Gurcistanê“ saz kir.
Keremê Anqosî gelek caran di komîtê û komîsyonên Gurcistanê yên cuda-cuda da hatiye hilbijartin, bûye nûnerê gel li Dadmendiya Gurcistanê ya tewrebilind da, bûye endamê sedirtiya Şêwra kalemêrên gelên Kavkazê û her wakî din. Ew xelat û mêdalyayên dewletê va hatiye pêşkêşkirin, di nav wan da bi “Ordêna şerefê ya Gurcistanê“ va. Ew endamê Yekîtiya Rojnamevanên Gurcistanê ye. Lê xelata here mezin ji bo wî ew bûye, ku gelê kurd yê Gurcistanê keda wî bilind qîmet kirîye û navê “Rêvebirê kurdan“ lê kirine. Û ne tenê kurd, lê gurc, ermenî, azirî û miletên din jî.
Keremê Anqosî, ku îdî 70 saliya xwe temam kirîye, niha jî serokatiyê li radyoya kurdî li Tilbîsê dike û eva du sal e, ku bê maeş dersên zimanê kurdî dide xort û keçên kurdan. Ew zewicîye û xwedî du keçan e: Medîna û Gulçîna.
Keremê Anqosî di 1ê çiriya pêşîn a 2019an de li Tilbîsê, paytexta Gurcistanê, çû ber dilovaniya Xwedê.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,866
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | wiki.ru
相关文件: 2
挂钩项目: 5
小组: 传记
Cause of death: No specified T4 625
Country of death: Georgia
Education level: No specified T4 555
No specified T3 20: No specified T4 468
No specified T3 82: Badlees属性
No specified T3 85: Georgia
Place of death: Badlees属性
Place of Residence: Diaspora
人键: 作者
人键: 作家
性别:
方言: 俄罗斯
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ڕاپەر عوسمان عوزێری 06-02-2022
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on06-02-2022
此产品最近更新( هاوڕێ باخەوان ):14-07-2022
URL
此产品已被浏览1,866
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.128 KB 14-07-2022 هاوڕێ باخەوانهـ.ب.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,958
图片 106,395
书籍 19,240
相关文件 96,836
Video 1,376
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!