پەرتووکخانە پەرتووکخانە
گەڕان

کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!


بژاردەی گەڕان





گەڕانی ورد      کیبۆرد


گەڕان
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆمارکردنی بابەت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
ئامرازەکان
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
زمانەکان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
هەژماری من
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
گەڕان تۆمارکردنی بابەت ئامرازەکان زمانەکان هەژماری من
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بابەت بەهەڵکەوت
 چالاکییەکانی ڕۆژی
 ڕێساکانی بەکارهێنان
 ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 بیروڕاکانتان
 دڵخوازەکان
 کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
 یارمەتی
بابەتی نوێ
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
17-04-2024
زریان عەلی
شوێنەکان
یاخیان
16-04-2024
سەریاس ئەحمەد
پەرتووکخانە
گوڵبەهارێک لەم پاییزی عومرەمدا دەڕوێت
16-04-2024
کشمیر کەریم
ژیاننامە
سەرهاد ئیسماعیل بیسۆ خەلەف
16-04-2024
سروشت بەکر
ژیاننامە
سەعەد دەخیل تەعلۆ خدر
16-04-2024
سروشت بەکر
ژیاننامە
بارزان ئەکرەم
16-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ژیاننامە
مێهرداد عەبدوڵڵازادە
15-04-2024
زریان عەلی
ژیاننامە
ئومێد سەیدی
15-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
کورد لە ئەرمەنستان ساڵی 1947
15-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
گوندی ناوزەنگ ساڵی 1979
15-04-2024
زریان عەلی
ئامار
بابەت 515,988
وێنە 105,138
پەرتووک PDF 19,077
فایلی پەیوەندیدار 95,579
ڤیدیۆ 1,260
ژیاننامە
قابیل عادل
ژیاننامە
شاپور عەبدولقادر
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنام...
تاراوگە
شەهیدان
ژینا ئەمینی
ژیاننامە
سەرهاد ئیسماعیل بیسۆ خەلەف
Hozan Comert
بەهۆی کوردیپێدیاوە دەزانیت؛ کێ، کێیە! کوێ، کوێیە! چی، چییە!
پۆل: ژیاننامە | زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
بەشکردن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Hozan Comert

Hozan Comert
Hozan Comert:

Hozan Comerd, Hunermendê kî Kurd e. 1950’î de li gundê Sûrê yê li ser navçeya Xozat a Dersimê hate dine. Bi eslê xwe Kurmancê Dêrsimê ye û Kurdên Zerdeşt - Elewî ye. Bi dehan sal in di koma navdar a bi navê Koma Berxwedan de cîh digire.
Di sala 2007an de Hozan Comerd albûma xwe ya ewil ya bi navê Car Caran derxist û bi strana Car Caran serkeftineke mezin bidestxist.
Hozan Comerd, bi jina Kurd Şengê ve dizewice, lawe wan bi nave Sînan Cemgîl , Botanê li Kato Marînos Şêhîd dikeve û Taylan Ozgur jî li Elmanyaye Şêhîd dikeve.

Di Reportagê, rojnameva Deniz îke, wiha tîne Ziman;

Hozan Comert: Huner neynîka civakê ye

* Destpêkê hûn dikarin hinekî qala xwe bikin?

Ez di sala 1950’an de li gundê Sûrê yê li ser navçeya Xozat a Dersimê hatime dinyayê. Dayika min di komkujiya Dersimê ya sala 1937’an de 8 salî bûye. Dayik û bavê wê tevî 3 xwişk û 4 birayên wê ji aliyê Dewleta Tirk ve, wekî ku Recep Tayîp Erdogan dibêje; li Dersimê 50 hezar kuştî hene, lê belê kesên şahidên wê roje dibin, li dor 100 hezar mirov li Dersimê hatine qetilkirin. Dayika min Qumrî û xwişka xwe Xecê 3 rojan bi birîndarî di nav termên Kurdên ku hatibûn qetilkirin de dimînin. Piştre tevî Kurdên ji komkujiyê filitîne, nêzî 3-4 salan di şikeft û nava daristanan de jiyana xwe derbas dikin. Dayika min ji Eşîra Kalan e. Ev Eşîr ji Kirmanc û Dimiliyan pêk tê. Navê bavê min Husên e. Dayika bavê min tevî 7 zaroyên xwe û nêzî 200 kesî ji malbata wan, 3.000 kes jî ji eşîra Bextiyaran di navbera Xozat, Pilur û Sirtikan de tên qetilkirin.
Bavê min ji eşîra Bextiyaran e û Bextiyar jî kurmanc in. Di sala 1957’an de ez heft salî bûm, bavê min ez şandim medreseya olî. Medrese li gundê Qayîka Jêrîn a girêdayî navçeya Kanîreşê ya Çewlîkê bû. Min li wî gundî li cem Seydayê Husênê Kamil 4 salan feqetî kir. Dîsa 2 salan jî li navçeya Dep a Xarpêtê xwend. Di temenê xwe yê 9 salî de min dest bi dibistana seretayî ya Tirkî kir. Li gor kar û barên bavê min, piştî gera çar bajaran min ew dibistan xilas kir. Di jiyana min a van bajaran de, çîrokên min ên taybet hene. Bi taybetî çîrokên civakê û muzîkê hene. Di vê demê de ez jî wek ciwanekî wê demê, di nav sosyalîstan de mam û li ber bayê sosyalîzmê ketim. Ji sala 1965’an û vir ve bayê sosyalîzmê li Ewropayê rabû û Başûrê Emerîkayê da ber xwe, li Afrîka û Asyayê belav bû. Her wiha bandora wê li Vîetnam û Koreya Bakur derket û xwe gihand Kurdistanê. Bi taybetî li Dersimê ev bandor gurtir bû. Wê demê em di nav fikr û ramanên sosyalîzmê de li çareseriya pirgirekên olan û neteweyan digeriyan. Helbete ez jî li ber vî bayê azadiyê ketim û tevlî karwanê fikr û ramanên sosyalîzmê bûm. Kar û xebatên min bi salan di qadê de berdewam kir. Di nav van kar û xebatan de giraniya xebatên min li ser muzîkê bû. Di sala 1971’ê de ez hatim girtin. Di bendên Qanûna Cezayê ya Tirk, di xalên 141-142 ku ev xal piropoganda komînîzmê dikin, min 4 sal cezayê girtîgehê li min birî.
Di 18 saliya min de bayê evindariyê li min ket û ew dem jî bi stranên evindariyê derbas bûn. 3 zarokên min hatin li ser rûyê dinyayê. Navê yekî Bilal bû. Di wan deman de berxwedana Filistînê bandorekî mezin li ser civaka Rojhilata Navîn kiribû. Bi taybetî xwendekarên sosyalîst ên wek Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan û Îbrahîm Kaypakkaya û yên din. Wexta min medrese dixwend, bandora Bîlal-î Hebeşî li ser min hebû. Bilal-î Hebeşî di destpêka Îslamê de bi dengê xwe yê xweş û bi xwendina Bang û Sela û Îlahiyan bandoreke mezin li civakê kirîbû. Deng û muzîka wî ruhê aştî û hezkirinê dabû civaka Îslamê. Ji bo van nirxên pîroz navê yekî me Bîlal lê kir. Navê yê duyê jî me Cemgîl lê kir. Şoreşgerekî bi navê Sînan Cemgîl, di sala 1971’ê de li Meletiyê li çiyayê Nûrheqê şehîd bû. Ji bo bîranîna wî, me navê wî Cemgîl lê kir. Kurê min yê sêyemin Taylan Ozgur. Taylan Ozgur şehîdê destpeka jenerasiyona 1968’an e. Ji bo gotina wî ya “Azadiya Tirkiyeyê bi Azadiya Kurdistanê re dikare bigihêje encamê.“ Ji ber ku di vê dirûşmeyê de gotina “Azadiya Kurdan” jî derbas dibû, Taylan Ozgur ji aliyê devletê ve hat qetilkirin. Ji bo bîranîna Taylan Ozgur me navê wî Taylan Ozgur lê kir.
Em werin ser çavkaniya pirsê. Rojekê di destpêka televzîyona Kurdî MED TV’yê de, pîrozbahiya sersala Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hebû. Gelek hunermendên Kurdan tevlî pîrozbahiyê bûbûn, hunermend Seyîdxan jî pêşkêşvanê programê bû. Ji min pirsî, got: “Comerd, te Tevgera Azadiyê çawa nas kir?” Min got: “Hevalê Seyîdxan ez di evîna xwe ya yekemîn de evîndarê Xweda bûm. Min li ser Xweda û nirxên xwedayî bi salan îlahî, qesîde û beyt bi derûniya dilê xwe xwendin, nav û dengê min di nava civaka herêmî de bela bû. Evîna min a duyemin ez evîndarê Şengê bûm. Şengê hevjîna jiyana min bû. Bi stranan min evînî xemiland. Paşê ji destê min firda çû û ket nav Tevgera Azadiyê. Ez bi vê encamê pir kêfxweş im. Evîna min a sêyemîn jî Tevgera Azadiyê ye. Bi nirxên xwedayî, bi nirxên xwezayî û bi nirxên mirovahiyê ez gihîştim nirxên Tevgera Azadiyê û mirovahiyê.
* Kengê, çawa û bi çi rengî we dest bi hunerê kir?
Çand û huner, hezkirina wêjeyê di sala 1957’an de hîna ez heft salî bûm bi aliyê olî dest pê kir. Bi Tecwit û qiratê min Qûrana pîroz xetim kir. Bi xwendina mewlûda Meleyê Batê, îlahî û qesideyên Kurdî, bang, selat û selaman min ew pêvajo domand. Wê demê dersa qirat û meqeman jî li medreseya Depê ji hafiz Feti Kaya digirt û em fêrî meqaman dibûn. Ev meqam, weke Raqs, Sebah, Kurdî, Kurdî Hîcaz, Beyat û meqamê Husêynî. Bi vî awayî temamên deng ji xweda û xwezayê dihatin. Ji derveyî fêrbûna çand û hunera olî, li gundê Qayikê tu kesekê/î Tirkî nedizanî û jiyan bi Kurdî derbas dibû. Dawet, şîn, şahî bi hestên Kurdewarî dihatin ziman. Çîrok, henek û pêkenok tevahî bi Kurdî bûn. Jiyan temamî zelal û pak Kurdî bû. Ez dikanim bêjim, zemînê hunera min li ser zimanê çand, wêje û muzîka medreseyên Kurdan ên olî ava bûye. Eger gotin û muzîka stranên min baş bên guhdarîkirin, mirovan dibe qonaxa destpêka feqîtiya min.
* Hûn muzîkê çawa bi wate dikin, muzîk ji bo we tê çi wateyê?
Li ser muzîkê zanyar û lêkolîneran xebatên pir girîng dane meşandin. Lê belê muzîk sirra dinyayê ye. Çawa ku mirowahî hîn negehiştiye sirra dinyayê, negehiştiye sirra muzîkê jî. Muzîk havîna gerdûn û xwezayê ye. Dikarim bibêjim civaka mirovahiyê jî parçeyek ji wan e. Di xwezaya mirovahiyê de jî muzîk heye. Her du jî ji dinya û xweyazayê peyda bûne. Di çanda mirovahiyê de muzîk xala herî girîng e. Muzîk şertê hebûna civakan e. Konfûçiyûs ji bo rêvebirina civakan û muzîkê 2.500 salî berê wiha gotiye: “Muzîk ahenga navbera erd û asîmanan e. Eger hûn bixwazin cewhera gelekî nas bikin, berî her tiştî divê hûn li muzîka wî gelî binêrin. Wexta muzîka gelekî xirab be ew gel, bi têkçûyîn û xirabûyinê re rûbirû ye.
‘MUZÎKA KURDÎ WEKE DERYAYEKÊ YE’
Muzîk, di xwezayiya xwe û mirovahiyê de nîşana aştî, wekhevî, evîn û arîşanê ye. Şîroveya mirovan û hemû nirxên qedîm, ji destpêka kaînatê heya roja îro bi xemla muzîkê hatiye xemilandin. Lê muzîk ket destê dewletan bi teybetî netewe dewletan ji xwezaya xwe qut bû û ket dibin bandora desthilatdaran. Şerxwazan ji bo berjewendiyê dewletekî an jî çînekî pîrozbahiya muzîkê û hemû nirxên heqîqetê têk birin. Muzîk wek hemû nirxên mirovahiyê ji heqîqeta wê qut kirin û jê dûr xistin. Gelên ku bi xwezayê ve girêdayî ne di jiyana xwe de pîrozbahiya muzîkê bi pîrozbahiya xwe diparêzin. Îro yên ku ji wan gelan mane yek jî gelê Kurd e. Gelê Kurd di dîroka xwe de nebûye desthilatdarê gelan û qewman û li ser axa Mezopotamyayê bi hezaran salan bi awayekî xwezayî jiyaye û bi muzîkê hem xwe hem jî xwezaya xwe ya bihuştî parastiye. Xweda li dinyayê çi afirandiye, di xwezayê de çavên mirovan çi dîtiye, guhên mirovan çi bihîstiye, bi zimanê xwe yê qedîm, bi dengê pîroz bi hezaran stran û kilaman nirxên xweda xemlandine. Nirxên xwezayê xemilandine. Ruhê mirovahiyê xemilandine. Muzîka Kurdan wek derya di nav deryayê de ye.
* Di çand û hunerê de hûn asta muzîka Kurdî çawa dibînin?
‘ZIMAN DAYIKA ÇAND Û HUNERÊ YE’
Belê, di aliyê huner û muzîkê de divê Kurd û hunermendên Kurdan, bi yek ziman, çand û hunera xwe baş nas bike. Ya duyemîn dewleta dagirker a ku di vê sed sala dawiyê de li ser ziman, çand û hunera Kurdan êrîş de ye û li ser çanda Kurdan komkujiyan dimeşîne, baş nas bike. Di serî de nasnameya gelekî çand û zimanê wî ye. Ziman dayika çand û hunerê ye. Eger di aliyê hiqûqa xweda û dinyayê de binêrin, em ê bibînin ku dewleta Tirk bi salan e polîtîkayên pişaftinê li ser ziman, çand û hunera Kurdan dimeşîne. Di sala 1921’ê de di komkujiya Koçgiriyê de nêzî 20 hezar Kurd ji ber ziman û çanda xwe hatin qetilkirin. Her wiha di sala 1925’an de Şêx Seîdê Pîran li gel 47 hevrêyên xwe li Amedê li sêdarê dan. Her wiha bi hezaran Kurd hatin qetilkirin û şandin sirgûnê. Dîsa di sala 1928- 1933’an de li geliyê Zilan û di sala 1937-1938’an de zêdetirî hezaran mirovên Kurd hatin qetilkirin. Dewlet herdemê bi du şêwazan êrîşî gelê Kurd dike. Yek bi awayê fîzîkî êrîş dike. Ya duyemîn jî bi awayê ziman, çand û hunerê êrîş dike. Li her çar parçeyên Kurdistanê ziman, çand û hunera Kurdan dibin gef û êrîşan de ye.

* Di Têkoşîna Azadiyê ya Gelê Kurd de çand û hunerê çawa dibînî û dinirxînî?
Têkoşîna Azadiyê ya Gelê Kurdistanê ji bo gelê Kurd ji bo gelên Rrojhilata Navîn mizgîniya bihara mirovahiyê ye. Bi vê biharê re muzîk ji bo gelê Kurd wek xemla biharê. Hunermendên Kurd bi awazên xwe yên xweş hezaran stran û kilam weke rengê biharê xemildandiye. Bi van awazan bi hezaran mirovan destê hevdû girtin û derdorî agir bûn rist. Dengê çiya bi awazên gerîla ji bo serxwebûna Kurdan weke rengên kesk, sor û zer li seranserî dinyayê belav bû. Di Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de muzîk li hemberî dijminan bû mertal. Di Têkoşîna Azadiyê ya Gelê Kurd rol û rista hunerê gelek girîng e.
* Di civakê de rol û rista hunermendan çiye?
Ji dîrokê heta niha nasnameya civakê çand e. Yên ku ruh dide muzîkê jî hunermed in. Çand ne be huner jî nabe û hunermend jî wê tunebe. Heya sala 1995’an dîroknasên dinayê di heman ramanê de bûn ku dîroka civakbûna mirovahiyê 8 hezar sal e. Li gorî zanyariyên rewşenbîr û ronakbîran dîroka dewletan ji Sûmeriyan dest pê dike. Li Girê Xirawreşkê (Gobeklî Tepe) nêzî 30 qadên cuda yên xwedawendan hene. Wêne û peykerên dîrokî bi hunera hunermendê demê hatin afirandin. Hunermend rênasên civakê ne, piştî Girê Xirawreş Sûmeriyan, fîrewnan, pêxember Zerdeşt, Îbrahîm, Hz. Mûsa wek Konfîçyûs, Eflatûn, Sokrates, Împaratoriya Romiyan, rêberê Budîzmê Buda, ola Hînduîzmê, pêxemberê Xirstiyanan Hezretî Îsa, pêxemberê Îslamiyetê Hezretî Muhemed, ronesensa Ewropayê û hemû nirxdarên ku min anîn ziman, di çand û hunera civakan de xwediyê rolên sereke ne. Li gel van bi hezaran hunermend ji civakan re rêbertî kirine. Civak beden e, hunermend ji ruh ê bedena civakê ne.
Rêber Abdullah Ocalan dibêje; “Em di destpêka dîrokê de veşartî ne, dîrok jî di roja me de veşartî ye.” Di vê dîroka veşartî de şaristanî ya gelan û Kurdan bi çand û hunerê hatiye afirandin. Mezopotmya û Kurdistan dergûşa mirovhiyê, warê pexemberan û dayika çand, huner û hunermendan e.
* Di vê dema dîrokî de divê hunermend çawa tevbigerin û rola hunermendan çiye?

Di vê pêvajoya dîrokî de ji bo nirxên neteweya Kurd rola herî mezin dikeve li ser milê hunermendan. Tevgera Azadiyê 40 sal e bi felsefe û ramanên Rêber Abdullah Ocalan bê navber têkoşîneke seranserî dinyayê dimeşîne. Di 12 hezar salên dîroka civaka Rojhilata Navîn de civak bi nirxên xwedawendên pirxwedayî, bi yekxwedayî ya Zerdeşt û Hz. Îbrahîm hat birevêbirin. Li Rojhilata Navîn cara yekemîn bi fikr û ramana Rêber Abdullah Ocalan felsefe ket nava jiyana Kurdan û Rojhilata Navîn. Bi felsefe û ramanên Rêber Ocalan bi saya têkoşîna lehengên Kurd berxwedana gelê Kurdistanê rastî û heqîqeta dîrokê derketiye holê. Di destpêka têkoşîna azadiyê de hunermendan, bi taybetî yên muzîkê li gor zanistî û kapasîteya xwe xizmeteke pîroz meşandin. Bi dehan hunermend wek ronahiya hunerê û hunermendan ketin nav dîroka çanda Kurd. Jiyana her cangoriyan ji bo hunermendan wîjdan e, hest e, giyan e û deng e. Hunemend beriya hunermendiyê divê bibe şagirtê Ehmedê Xanî, Baba Tahîrê Ûryan. Divê bi deng feylezof û nivîskarên Kurdan bixwîne û nas bike. Hunermendek eger negihêje vê deryaya çanda Kurdan û Ariyan, xwe nikare ji bandora asîmîlasyona dewletan rizgar bike.
TÊKOŞÎNA ÇAND Û HUNERÊ
Eger wiha dom bike, hunermendên Kurd nikarin rola xwe ya di nava civakê de bilîze. Weke ku Rêber Ocalan dibêje, ‘Çandvanên bê çand’, hunermendên Kurd divê di her qadên jiyana xwe ya rojane de bi Kurdî bifikre, bi Kurdî biaxive û bi Kurdî biafrîne. Heskirin û berxwedana herî pîroz ji bo gelê Kurd û ji bo hunermendên Kurd ev e. Dijmin sed sal e bi polîtîkayên xwe yên pişaftinê ruh û mejiyê Kurdan kiriye dibin bandora xwe. Li hemberî dagirkeran têkoşîna herî mezin têkoşîna çand û hunerê ye.

* Di strana we ya “car caran” de gelek hestên cuda cuda hene û balê dikşîne ser çar parçeyên Kurdistanê. We bi kîjan hestan ew berhem nîvîsandiye, hûn dikarin qala vê berhemê bikin?
Belê, ji bo sererastkirina jiyana civakê, ji bo maf û heqîqeta dinyayê li seranserî dinyayê bi hezaran Rêber derketine. Di mîtolojiya civakan de xwedawendê weke An, Enlîl, Enkî, Mardûk, Artemîs, Ra, Înanna, Hûrmûz û hwd. yên bi nav û deng hene. Civak û Rebertiya pêxemberên yekxwedayî Hz. Îbrahîm, Hz. Îsa, Hz. Muhemed û bi dehan pêxemberan ji civakan re rêberî kirine. Zerdeşt rêberê destpêkê yê yek xwedayî ye. Ji bo nirxên gerdûnî û mirovahiyê rêberên heqîqetê li hember Romiyan serî hildana Sipartakûs ji bo gerdûniya Îslamê heqîqeta Îmam Huseyîn û Kerbelayê ji bo heqîqeta li hember desthilatarên Rojhilatê, Sekn û şahadeta Şêx Bedredîn, Mansurî Hellac, Nesîmî, Pîr Sûltan, Ehmedê Xanî, Şêx Seîdê Kurdî (Nursî), Şêx Seîdê Pîran. Alî Şêr, Zarîfe, Seyîd Riza, Qazî Mihemed, Mele Mustafa Barzanî. Her wiha li dinya û gerdûnê ji destpêkê heya roja îro nirxên ji bo mirovahiyê hatine afirandin. Îro nûnertiya xwe di ramanê Rêberê Gelên Kurdistanê Abdullah Ocalan de jîn bûye û jîn dide. Gelê Kurd gelê Rojhilat û her deverê Dunyayê. Strana Car cara Îlhama vê heqîqetê û vê jiyanê ye.
* Gelo amedekariyên we ji bo albûmeke nû heye, ger heye di kîjan astê de ye?
Belê, amadekiariyên min ê ji bo albûmek nû heye. Berhemên ku ez li ser dixebitim berhemên îrfanî ne. Ji berhemên Melayê Bateyî, Melayê Cizîrî Wefayî, Pertew Begê Hekarî hatine girtin. Ji bo ku ez bikarim bibim şayanê wan û gelê Kurd û vê berhema pîroz diyarî gelê Kurd dikim. Ez li ser zaravayên Dimilkî, Soranî û Hewremanî jî dixebitim. Heta Newrozê ku tu astengî dernekeve em ê derkevin li pêşberî guhdarên xwe.[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 337 جار بینراوە
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | کوردیی ناوەڕاست | ANF News
فایلی پەیوەندیدار: 1
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 1
زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
جۆری کەس: موزیکژەن
جۆری کەس: هونەرمەند
جۆری کەس: گۆرانیبێژ
شار و شارۆچکەکان (لەدایکبوون): دێرسیم
شوێنی نیشتەنی: هەندەران
نەتەوە: کورد
وڵات - هەرێم (لەدایکبوون): باکووری کوردستان
ڕەگەزی کەس: نێر
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( Îhsan Yilmaz )ەوە لە: 15-01-2022 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( هاوڕێ باخەوان )ەوە لە: 10-02-2022 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( هاوڕێ باخەوان )ەوە لە: 16-01-2022 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 337 جار بینراوە
فایلی پەیوەستکراو - ڤێرشن
جۆر ڤێرشن ناوی تۆمارکار
فایلی وێنە 1.0.287 KB 16-01-2022 Îhsan YilmazÎ.Y.
فایلی وێنە 1.0.187 KB 15-01-2022 Îhsan YilmazÎ.Y.
کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
پەرتووکخانە
گوڵبەهارێک لەم پاییزی عومرەمدا دەڕوێت
پەرتووکخانە
دەمێک لەگەل یاری غار
ژیاننامە
ئومێد سەیدی
وێنە و پێناس
کاتی نمایشکردنی شانۆیی گۆرانی چایکا ساڵی 1988
ژیاننامە
ڕێناس ڕزگار
ژیاننامە
مێهرداد عەبدوڵڵازادە
وێنە و پێناس
مامۆستا و قوتابییانی قوتابخانەی کۆزەبانکە لە دیبەگە ساڵی 1968
شوێنەوار و کۆنینە
ئەشکەوتی کاڵدار
ژیاننامە
عیسا یونس حەسەن
پەرتووکخانە
خووە بچووکەکان
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
شوێنەوار و کۆنینە
گەرماوی موفتی
ژیاننامە
ئاشتی شێرکۆ سلێمان
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
وێنە و پێناس
کوردناس و نووسەرە کوردەکانی یەریڤان 1966
کورتەباس
شانۆگەری ی ئەنتیگۆنا
کورتەباس
گفتوگۆیەک لەگەڵ مەقام زانی کورد (حەمە درێژ)
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
ژیاننامە
بەناز عەلی
کورتەباس
مەترسی یەکانی کارەباگرتن و جۆرەکانی
ژیاننامە
شەرمین وەلی
کورتەباس
خۆپاراستن لە زیانی تیشکە ناووکی یەکان
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێمی کوردستان
ژیاننامە
عەونی یوسف
وێنە و پێناس
وێنەیەکی مەلا مستەفا بارزانی ساڵی 1971 لە حاجی ئۆمەران
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
شوێنەوار و کۆنینە
قشڵەی قوشتەپە
ژیاننامە
مهناز کاوانی
کورتەباس
لە ئاسۆی هونەری جیهانی دا-ژان گوژۆن پەیکەرتاشی فەڕەنسی مەزنی
وێنە و پێناس
گەنجانی ڕانیە ساڵی 1973
پەرتووکخانە
حوکمی بنەماڵە لە عێراق و ئەو ئاڵنگاڕییانەی لەبەردەم حکومەت و دیموکراسیدان
پەرتووکخانە
چیرۆکی من
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی کەلات
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1

ڕۆژەڤ
ژیاننامە
قابیل عادل
18-04-2012
هاوڕێ باخەوان
قابیل عادل
ژیاننامە
شاپور عەبدولقادر
18-04-2012
هاوڕێ باخەوان
شاپور عەبدولقادر
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...)
تاراوگە
02-06-2018
هاوڕێ باخەوان
تاراوگە
شەهیدان
ژینا ئەمینی
17-09-2022
شەنە بەکر
ژینا ئەمینی
ژیاننامە
سەرهاد ئیسماعیل بیسۆ خەلەف
16-04-2024
سروشت بەکر
سەرهاد ئیسماعیل بیسۆ خەلەف
 چالاکییەکانی ڕۆژی
بابەتی نوێ
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
17-04-2024
زریان عەلی
شوێنەکان
یاخیان
16-04-2024
سەریاس ئەحمەد
پەرتووکخانە
گوڵبەهارێک لەم پاییزی عومرەمدا دەڕوێت
16-04-2024
کشمیر کەریم
ژیاننامە
سەرهاد ئیسماعیل بیسۆ خەلەف
16-04-2024
سروشت بەکر
ژیاننامە
سەعەد دەخیل تەعلۆ خدر
16-04-2024
سروشت بەکر
ژیاننامە
بارزان ئەکرەم
16-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ژیاننامە
مێهرداد عەبدوڵڵازادە
15-04-2024
زریان عەلی
ژیاننامە
ئومێد سەیدی
15-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
کورد لە ئەرمەنستان ساڵی 1947
15-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
گوندی ناوزەنگ ساڵی 1979
15-04-2024
زریان عەلی
ئامار
بابەت 515,988
وێنە 105,138
پەرتووک PDF 19,077
فایلی پەیوەندیدار 95,579
ڤیدیۆ 1,260
کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
پەرتووکخانە
گوڵبەهارێک لەم پاییزی عومرەمدا دەڕوێت
پەرتووکخانە
دەمێک لەگەل یاری غار
ژیاننامە
ئومێد سەیدی
وێنە و پێناس
کاتی نمایشکردنی شانۆیی گۆرانی چایکا ساڵی 1988
ژیاننامە
ڕێناس ڕزگار
ژیاننامە
مێهرداد عەبدوڵڵازادە
وێنە و پێناس
مامۆستا و قوتابییانی قوتابخانەی کۆزەبانکە لە دیبەگە ساڵی 1968
شوێنەوار و کۆنینە
ئەشکەوتی کاڵدار
ژیاننامە
عیسا یونس حەسەن
پەرتووکخانە
خووە بچووکەکان
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
شوێنەوار و کۆنینە
گەرماوی موفتی
ژیاننامە
ئاشتی شێرکۆ سلێمان
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
وێنە و پێناس
کوردناس و نووسەرە کوردەکانی یەریڤان 1966
کورتەباس
شانۆگەری ی ئەنتیگۆنا
کورتەباس
گفتوگۆیەک لەگەڵ مەقام زانی کورد (حەمە درێژ)
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
ژیاننامە
بەناز عەلی
کورتەباس
مەترسی یەکانی کارەباگرتن و جۆرەکانی
ژیاننامە
شەرمین وەلی
کورتەباس
خۆپاراستن لە زیانی تیشکە ناووکی یەکان
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێمی کوردستان
ژیاننامە
عەونی یوسف
وێنە و پێناس
وێنەیەکی مەلا مستەفا بارزانی ساڵی 1971 لە حاجی ئۆمەران
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
شوێنەوار و کۆنینە
قشڵەی قوشتەپە
ژیاننامە
مهناز کاوانی
کورتەباس
لە ئاسۆی هونەری جیهانی دا-ژان گوژۆن پەیکەرتاشی فەڕەنسی مەزنی
وێنە و پێناس
گەنجانی ڕانیە ساڵی 1973
پەرتووکخانە
حوکمی بنەماڵە لە عێراق و ئەو ئاڵنگاڕییانەی لەبەردەم حکومەت و دیموکراسیدان
پەرتووکخانە
چیرۆکی من
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی کەلات
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.828 چرکە!