图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,416
图片 105,688
书籍 19,152
相关文件 96,427
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
CEGERXWÎN - SEYDA CEGERXWÎN
小组: 传记 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Cigerxwîn ( Şêxmûs Hesen )

Cigerxwîn ( Şêxmûs Hesen )
Cegerxwîn, bi navê rastî Şehmus Hesen (bi kurdî : Şêxmûs Hesen ; 1903 li nêzîkî Mêrdînê ; 22'ê kewçêrê , 1984 Stockholm ) helbestvan û nivîskarê kurd ê navdar ê sedsala 20an bû. Di sala 1903an de li gundê Hîsarê yê girêdayî Mêrdînê hatiye dinê. Di sala 1914an de ew û malbata xwe reviyane Amûdê li devera ku niha Sûriye ye ji bo ku ji şerê di Şerê Cîhanê yê Yekem de birevin.
Cegerxwîn - yanî xwîna dil - xwendiye îlahî û di sala 1921ê de dibe wezîr. Di sala 1946an de diçe Qamişlo û di warê siyasî de çalak dibe. Di heman salê de bû serokê Civata Azadî û Yekîtiya Kurd. Di sala 1948an de bû endamê Partiya Komunîst a Sûriyê û di sala 1954an de jî bû berendamê wê partiyê ji bo Parlamentoya Sûriyê. Di sala 1957 de ew ji partiyê veqetiya û rêxistina Azadî (Azadî) damezrand, ku piştre bi Partiya Demokrat a Kurd a Sûriyê re hate yekkirin. Di sala 1963an de li Şamê ket zîndanê.

Di sala 1969an de çû Kurdistana bakur û beşdarî serhildana Mistefa Barzanî bû. Di sala 1973an de diçe Lubnanê, li wir dîwaneke helbestan Kîme Ez? (Ez kî me?) weşandin. Di sala 1976an de vedigere Sûriyê û di sala 1979an de direve Swêdê. Wê demê ew jixwe 76 salî bû. Li wir berhemên din çap kirin. Di 81 saliya xwe de li Stockholmê koça dawî kir. Cenazeyê wî li Qamişlo hate definkirin

Helbestwan
1. Diwan Dîwana yekem: Prîsk û Pêtî, 1945 Damaskus.
2. Diwan Dîwana diwem: Sewra Azadî, 1954 Damaskus.
3. Diwan Dîwana siyem: Kîme Ez?, 1973 Beirut.
4. Diwan Dîwana çarem: Ronak, Roja Nû Verlag, 1980 Stockholm.
5. Diwan Dîwana pêncem: Zend-Avista, Roja Nû Verlag, 1981 Stockholm.
6. Diwan Dîwana şeşem: Şefeq, Roja Nû Verlag, 1982 Stockholm.
7. Diwan Dîwana heftem: Hêvî, Roja Nû Verlag, 1983 Stockholm.
Sprache und Kultur
Destûra Zimanê kurdî (Grammatik der kurdischen Sprache), 1961 Bagdad.
Ferheng, perçê yekem (Wörterbuch, 1. Teil), 1962 Bagdad.
Ferheng, perçê diwem (Wörterbuch, 2. Teil), 1962 Bagdad.
Geschichte
Tarîxa Kurdistan (Geschichte Kurdistans), 3 Bände, 1985, 1987, Stockholm.

Yêk ji Helbestên Wî

Lo lo Pismamo
Lo lo PismamoTu çima deng na kî
Serê xwe carek bilind ra na kî
Leşkerê dijmin li çiyayê jor in
Weke xweşmêra j’hev bela na kî

Lo lo Pismamo dizanim xweşmêr î
Pismamê Rustem yan Egîd Şêr î
Roja halanê, roja lêdanê
Mêr û gernas î dotmam bi gorî

Lo lo Pismamo haya Te j’Te be
Çarika min a reş li serê Te be
Roja lêdanê li ber meydanê
Kuştin tim hebe, reva Te ne be

Şalê Xerzanî rabe li xwe ke
L’pişta xwe girêde rext û fişek e
Pismamê min î, dotmama Te me
Ji Te re kil daye çavê belek e


EY HEVAL ROBSON!
Ey heval Robson dengbêjê cîhan
Paşmêrê selam zana û insan
Gernas û rênas, dijminê Dalas
Di ser ava re, di ser çiya re
Rengê te ê reş tê ber çavê me
Dengê te ê xweş xweş tê guhê me
Ev xebata te didî me hêrzan
Kêferata te didî me lerzan
Ev tevgera te ji bona insan
Pir jê ditirsin axa û dehqan
Xwedî sermiyan ji te ditirsin
Hemî xanedan ji hev dipirsin
Dibêjin reşik çawa şiyar bûn?
Destê hev girtin li ber me rabûn
Dalas ditirsî weke Mak-Arsî
Di ber piyan çûn pir tac û kursî
Xwedî sermiyan serê xwe hildan
Dibezin, dilerzin, dicivin, direvin
Ji meydan...
Ey heval Robson!
Ne tenê reşik ketin bin destan
Em jî sipî ne mane perîşan
Reben, belengaz, bindest,çarereş
Birçî û tazî, tev jar û nexweş
Gunhê me çi ye, ne sûc ne sebeb
Ketin bin destan ev Kurd û Ereb
Zencî û Hindî em hemî insan
Kê em hiştine wisa perîşan
Nîzam, nîzam...
Nîzama hovan, ev nîzama xwar
Nîzama faşîst em xistin bin dar
Xwedî sermiyan, dezge koledar
Em kirin bêçar, em kirin bin bar
Kirin tar û mar...
Ey heval Robson,
Derdê min û te, ev derdê giran
Zordestiya ko kete nav cihan
Hin mezin, bilind, dehqan xanedan,
Hin reben bindest mane perîşan
Ji vî derdê me Markis îngilis
Bûne du rêzan, bûne du hozan
Lênîn Sitalîn rê şanî me dan
Pale şiyar bûn xebat û lebat
Roj hilat, roj hilat...
Xelas bû rojhilat
Roja sor, roja zer
Ji Mosko hate der
Tava xwe da Balqan da Elman
Xwe berdaye ser Çîn, Çîn
Çîna mezin, Çîna giran
Şewqa xwe da Hind
Tev dagirt, cihan...
Ey heval Robson,
Karker û rencber, cotar şiyar bûn
Reben perîşan bi hevre rabûn
Bi tang û bi top, diçin şer û ceng
Li her der qîrîn li her der hewar
Li hawîr bû deng
Dixwazin azadî, serbestî wekhevî
Narevin...
Lê dijmin ditirsî, direvî,direvî..
Çi reşik, çi sipî, belengaz bûn heval
Dikujin koledar-xwedî gund, xwedî mal
Berepaş direvin bayloz, xanedan
Malê wan malê wan,
Bû bela serê wan...
Tarîx, tarîx xiste nav sînga wan
Dilê wan, çavê wan,
Ev kelem ev mîz...
Dicivin, dikevin, di şer de direvin
Peykevin peykevin...
Ey heval Robson!
Me divê dinyake ko her kes dewlemend
Dinya bû buhişt çi bajar çi gund
Ji bo her kesî fersend û mecal
Xwenda û zana, hozan û delal
Qesra me bilind, bexçe xweş û rind
Em tev de dilxweş li nav dimeşin
Tilûr diqişin, cobar dixuşin
Çuqlî dihejin, pelik diweşin
Çiya pir bilind, dirêj, girover
Tîrêjê rojê xwe berdane ser
Dinya maye mişt, ji jîn, ji evîn
Xweşî tev dagirt
Her kes, her tişt, her der...
Ey heval Robson
Fermo em herin
Serbest bigerin
Bixun, binerin
Bibênin bipirsin
Zorker nemaye ji kê bitirsin
Sinor nemane çibkin peseport
Dilxweş û rûgeş hemî keç û xort
Li vir xurînî bixun hingivîn
Li Mosko taştê, firavîn li Çîn
Li Newyorkê şîv, li London paşîv
Çi reş çi sipî tev bibin kirîv...
Firek bidin xwe, em herin Merîx
Destê xwe bidin Şêrîn û Zelîx
Zîka riwê te maçkî bimijî
Tîna dilê xwe bi te bikujî
Bêje ezbenî, bêje ezbenî,
Jola dikenî, Zika dikenî...
Dengê te ê xweş herkes dixwazî
Wî dengê şêrîn...
Bêje ey heval, hevalê delal
Bi saz bi qêrîn...
Bimrî koledar, bimrî zordestî
Bijî azadî, bijî serbestî.
Ey heval Robson!
Ev cîhana xweş
Besî teva ye çi sipî çi reş
Divê derbas kin rû biken û geş
Dewlemend serbilind,
Tev bi hev re rind...
Nemênin sêwî, birçî û tazî
Ne kuştin, ne şer, ne qîr, ne gazî
Bi hev re herin tev kar û xebat
Heşt seet, çar seet, du seet
Pir xweş e xebat
Bo milet û welat,
Ko bibin em bi kinc, bi xwarin
Bi xanî, bi ronî, xwenda û siwar
Li ber hev nanerin
Bûn heval, bûne dost, bûne yar
Hovitî nema ye...
Tev xwenda, tev zana, tev şiyar
Ev kevoka selam, pir xweşik pir ciwan
Baweşîn, baweşîn bikî ew li ser me li insan
Pir xweş e ev cîhan
Tev evîn, tev de jîn
Ax... Cegerxwîn
Pir xweş e ev cîhan...[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,625
HashTag
来源
[1] | کوردیی ناوەڕاست | Wikîpedia
挂钩项目: 13
小组: 传记
Date of Birth: 00-00-1903
Date of Death: 22-10-1984 (81 年份的)
No specified T3 20: No specified T4 468
No specified T3 82: 马尔丁
No specified T3 85: 北库尔德斯坦
Place of Residence: Kurdistan
人键: 政治犯
人键: 历史学家
人键: 部长
人键: 作家
性别:
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( Îhsan Yilmaz 14-01-2022
本文已被审查并发布( هاوڕێ باخەوان )on10-02-2022
此产品最近更新( ڕاپەر عوسمان عوزێری ):13-04-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,625
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.117 KB 14-01-2022 Îhsan YilmazÎ.Y.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,416
图片 105,688
书籍 19,152
相关文件 96,427
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!