di sedsala 18an de li herêma Wêranşarê jiyaye û berxwedaneke mezin li dijî Dewleta Osmanî û eşîrên Ereban nîşan dayê. Wê demê Temir Paşayê Milî di sala 1780î de dibê serokê eşîrên kurd ê kîkan, milan û eşîrên êzdiyan li Beriya Wêranşarê û Derwêşê Evdî jî ji bêr jîrekiya xwe dibê serleşkerê Temir Paşayê Milî. Di şerekî sala 1790î di navbera eşîrên Temir Paşayê Milî û Osmanîyên û eşîrên Ereban de Derwêşê Evdî tê kujtin.
Wekîdin evîna Derwêşê Evdî, ku bi eslê xwe kurdê êzdî bû û Edûlê ku bi eslê xwe kurdê misilman bû di nava civaka kurd de tê naskirin. Di nav kurdên de gelek stran û çîrok bi awayên cûda li ser Derwêşê Evdî hatine gotin.
[1]
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî - Kurdîy Serû) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol
, um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 1,732 mal angesehen