پەرتووکخانە پەرتووکخانە
گەڕان

کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!


بژاردەی گەڕان





گەڕانی ورد      کیبۆرد


گەڕان
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆمارکردنی بابەت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
ئامرازەکان
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
زمانەکان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
هەژماری من
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
گەڕان تۆمارکردنی بابەت ئامرازەکان زمانەکان هەژماری من
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بابەت بەهەڵکەوت
 چالاکییەکانی ڕۆژی
 ڕێساکانی بەکارهێنان
 ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 بیروڕاکانتان
 دڵخوازەکان
 کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
 یارمەتی
بابەتی نوێ
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی موشیر دیوان،
28-03-2024
سارا سەردار
پارت و ڕێکخراوەکان
کارۆ
28-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
28-03-2024
سارا سەردار
ژیاننامە
هیدایەت عەبدوڵڵا حەیران
28-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ژیاننامە
بەرزان بەلەسۆیی
28-03-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
شارستانیی کۆلاپس، ژیان و خۆشەویستی لە سەردەمی سەرمایەدارییدا
27-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
وێنە و پێناس
تیپی وەرزشی گوندی کارێز لە کفری ساڵی 1993
27-03-2024
زریان عەلی
پەرتووکخانە
بە ئەوینت ڕابردووم بسڕەوە
27-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
وێنە و پێناس
ئەسحابەسپی-سلێمانی ساڵی 1968
27-03-2024
زریان عەلی
وێنە و پێناس
گەڕەکی عەقاری سلێمانی ساڵی 1960
27-03-2024
زریان عەلی
ئامار
بابەت 514,920
وێنە 104,267
پەرتووک PDF 18,882
فایلی پەیوەندیدار 94,726
ڤیدیۆ 1,232
شەهیدان
موسا عەنتەر
ژیاننامە
کەرەمێ سەیاد
ژیاننامە
سمکۆ عەزیز
شەهیدان
ژینا ئەمینی
وێنە و پێناس
جگەرخوێنی شاعیر لەناو خۆپیش...
Damezirênereka Komeleya Pêşxistina Jinên Kurd (1919)
بەهۆی کوردیپێدیاوە دەزانیت؛ کێ، کێیە! کوێ، کوێیە! چی، چییە!
پۆل: کورتەباس | زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
بەشکردن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Encûm Yamûlkî

Encûm Yamûlkî
#Seîd Veroj#/ Damezirênereka Komeleya Pêşxistina Jinên Kurd (1919): Encûm Yamûlkî (1895-1968)
Encûm Yamûlkî; keça Mistefa Yamûlkî Paşa ye. Mistefa Yamûlkî, di sala 1866an de li bajarê Silêmanyê ji dayik bûye û di sala 1888an de bi Safiye Xanima keça Husên Paşa û xweha Seîd Paşa re zewicîye. Seîd Paşa, bavê Şerîf Paşayê namdar e û di dema Abdulhemîdê II. de, wezîfeyê serokatîya Şûraya Dewletê û demek jî Wezîrtîya Derve kirîye. Ji zewaca wan kurek û sê keç çêbûne; Azîz, Zehra, Encûm û Melîha. Encûm Yamûlkî, “Le sene 24î Teşrînî Yekemî 1895an le dayik bûwe.”.
=KTML_Bold=Mistefa Yamûlkî;=KTML_End= li başûrê Kurdistanê ji eşîreta Bilbasan û endamê malbatekê navdar a herêmê ye. Wî, di medreseyên Silêmanîyê de dest bi xwendina xwe ya seretayî kirîye, di mizgefta Seîd Hesen de li ber destê Mele Fetah û Mele Îrfan xwendina xwe temam kirîye û paşê ji bo xwendina Ruşdiyeya Leşkerî çûye Bexdayê. Wî ji Bexdayê neqlê Mekteba Herbîyeya Stenbolê kirine û ew di sala 1888an de ji Herbîyeyê mezûn bûye. Ji ber ku leşkerekî zîrek, jêhatî û serkevtî bû, heta rûtbeya Paşatîyê bilind bûye.” Ji Şerê Balqanan şûn ve, ji alîyê rêvebirîya Îtihad û Teraqîyê ve tête teqawîtkirin.
Piştî îmzekirina Peymana Mondrosê, di 10ê meha Kanûna 1918an de, ji bo darezandina sûcdarên Şerê Giştî û mesûlên tehcîra Ermenan, ji alîyê hikumeta Damad Ferît Paşa ve Dîwana Herbê Urfî hate damezirandin û Mistefa Paşa ji bo serokatîya heyeta vê mehkemeyê hate wezîfedarkirin. Di vê dema serokatîya wî ya mehkemeyê de, rû bi rû yan jî xiyabî, ji bo Mistefa Kemal û hinek hevalên wî û herweha gelek endamên Îtihad-Teraqî, cezayên darvekirinê têne birrîn. Ji ber van biryarên Dîwana Herbê Urfî ya dema serokatîya wî, ji alîyê piştgir û rojnameyên îtihadparêzên wê demê ve bi navê “Mistefa Paşayê Nemrûd” yan jî “Kurd Mistefa Paşa yê Nemrûd” tête binavkirin.
Ji nivîsandina Qedrî Cemîl Paşa wisa xuya dibe ku piştî parçebûna CTKê, ew, bi tevî Cemîyeta Teşkîlata Îctimaîyeya Kurd (CTÎK) tevdigere. Nivîskar dibêje: “Bi navê Cemîyeta Teşkîlatê Îctimaîye şandek (heyetek) hatibû pêkanîn ku di nav wê de Xelîl Rehmî Bedirxan, Mistefa Paşayê Yamûlkî, Kemal Fewzî û Mewlanzade Rifat hebûn. Ev şand, di sala 1921an de ji bo ku li ser başûrê Kurdistanê ve derbasê bakûrê Kurdistanê bibe, çûn Iraqê. Îngilizan nehiştin şanda CTÎKê bikeve Iraqê. Ji ber ku Mistefa Paşa ji bajarê Silêmanîyê bû, tenê îzna derbasbûna wî dan û yên din vegerandin.” Ew, bi vê awayê derbasê başûrê Kurdistanê bû. Li vê derê digel hinek rewşenbîr û giragirên herêmê, ji bo pêşxistina fikra neteweyî û piştgirîya hikûmeta Melîk Mehmûd, Cemîyeta Kurdistanê dadimezrînin û tevlî qebîne û xebatên hikûmeta Melîk Mehmûdê Berzencî dibe. Li ser Cemîyeta Kurdistanê di hejmara yekem a kovara Bangî Kurdistan de weha hatîye nivîsandin: Li ser miraceata cenabê sadetmeab Hecî Mistefa Paşa yê mîrlîwayê erkanê herbê, ji alîyê hikûmeta sîyasî ve qerar û misadeya resmî hate dayîn ku li Silêmanîyê Cemîyeta Kurdistanê damezirînin. Di roja înê ya 21ê Temmûza 1922yê de paş nimêjê, şêwir li mizgefta Seîd Hesen hate kirin. Ji damezirandina cemîyetê şûn ve dest bi weşana kovara Bangî Kurdistan kirin. Ew di dema hikûmeta Melîk Mehmûd de dibe Wezîrê Perwerdeyî û ji têkçûna hikûmetê şûn ve jî bi tevî hevalên xwe xebata neteweyî didomînin. Piştî îmzekirina Peymana Lozanê, navê wî jî dikeve nav rêza “Lîsteya Nefîkirîyên 150an”. Wî, di 25ê Gulana sala 1936an de koçê dawî kirîye û gornê wî li bajarê Silêmanî ye. Berîya mirina xwe, wesiyet kirîye ku ev risteyên jêrê li ser kêlika gornê wî bête nivîsandin.
“Ditirsim ey weten bimrim, nebînim bextiyarî tu,
Binivsînin le ser qebra min, weten xemgîn û ez xemgîn.
Encûm Xanima keça Mistefa Paşayê Yamûlkî jî, wekî bav û birayê xwe, bi meseleya kurd û sîyasetê re eleqeder bû. Ew jî wekî meriv û hevalên xwe yên din tevlî xebata Cemîyeta Tealîya Kurdistan (CTK)ê dibe û di rêza damezirênerên Cemîyeta Tealîya Jinên Kurd (CYJK) de ciyê xwe digre.
Di nav xebata Komeleya Pêşxistina Jinên Kurd de
Yekemîn rêxistina jinên kurd, di sala 1919an de hate damezirandin. Di hejmara 26ê Nîsana 1919yê rojnameya Serbestîyê de, bi navê “Sazîyeke nû ya kurdan” nûçeyek hatîye belavkirin û di vê nûçeyê de agahdarîya damezirandina Cemîyeta Tealîya Jinên Kurd [Komeleya Pêşxistina Jinên Kurd-KPJK] hatîye belavkirin. Dema em li kovar û rojnameyên wê demê binêrin, em dibînin ku nivîs û nûçeyên li ser jinên kurd, berîya Serbestî jî di nav rûpelên weşanên wekî Rojî Kurd, Hetavî Kurd, Jîn, Kurdistan û wd. de jî hatine belavkirin. Mînak; di hejmara çaran a kovara Rojî Kurd de, bi sernivîsa “Kürdlerde Kadın Meselesi” [Meseleya Jinan di nav Kurdan de] nivîsek hatîye weşandin û di naveroka wê de dibêje: “Divê gêncên (ciwanên) kurd wisa îdraq bikin ku meseleya jin û malbatê, meseleyek heyatî û jîyanî ye. Ji ber vê yekê gerek kurdperwerî berîya her tiştî çareya pêşvebirina jinên kurd bibîne. Divê bizane ku ji bo civakan qasê zadê xwarinê, dayikên xwedî îdraq jî pêdivî ne. “Jinên milletekê, mêzîna (terazûya) dereceya pêşkevtina wan in.” Divê her gav û her dem vê destûrê bînin ber çavê xwe ku; dereceya pêşkevtina milletan û mirovan, bi dereceya pêşkevtina jinan ve girêdayî ye. Herweha berîya wê jî di çavkanîyên cur bi cur de li ser jinên kurd gelek nivîs hatine belavkirin, lêbelê xusûsiyeta vê nûçe û pêngavê ev e ku têkoşîna jinên kurd, cara pêşîyê digîje dereceya rêxistina xweser a jinan di daîreya têkoşîna neteweyî ya milletê kurd de.
Komeleya Pêşxistina Jinên Kurd, bi Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê (CTKê) ve girêdayî bû. Di daxuyaniya wan de meqseda cemîyetê bi vî awayî hatîye beyankirin: “Pêkanîna pêşxistina jinên kurd bi zihnîyeteke hevdemî; pêkanîna esasên jîyana malbatî û zêdekirina hilberîna wê ya di jîyana sosyal de; ji ber tehcir û kuştinê, gelek zarokên kurd sêwî û jinên wan jî jinebî mane, divê xweyîtî û alîkarîya wan bête kirin û em karibin wan ji vê sefaletê xelas bikin.Edîtoriya Serbestî di berdewamîya nûçeyê de dibêje: “Em damezirênerên cemîyetê tebrîk dikin û hêvî dikin mexseda wan a bilind pêk bête… Ji bo wergirtina destûra fermî, cemîyet di demeke nêzîk de beyannameya xwe pêşkêşî hikûmetê dike û ji erêkirinê şûn ve, wê dest bi qeydkirina endaman bike.
Du roj piştî belavkirina vê nûçeyê, ji alîyê edîtoriya Serbestî ve nivîsek bi navê “Kurd û Kurdistan: Jinên Kurd” hatîye belavkirin û di naveroka vê nivîsê de, damezirandina Komeleya Pêşketina Jinên Kurd, bi memnûnîyetîyek bêsînor hatîye pêşwazîkirin û li ser vê hewldanê gotîye:
“Ji bo pêkanîna rizgarî û paşeroja Kurdistana me ya ezîz û xoşewîst, xîret û xebateke zêde pêwîst e. Di vê xebatê de îştiraqkirin û beşdarbûna jinên me yên necîp, bêguman zewqeke bilind a însanî û wijdanî dide mirov.
Ji alîyê her kesî ve malûm e ku ji bo pêşkevtin û têgihîştina milletan, tesîreke kûr û gewre ya jinan heye.
Di welatê me de, delîlên muxtelîf hene û didin dîyarkirin ku ev heqîqeta esasî bi şayesteyî hatîye îdraqkirin. Çawa ku jinên kurd di malbatê de xwedîyê rêzgirtin û mewqîyek bijarte ne, dayikên kurd jî di navenda jîyana neteweyî de cî digrin û ji alîyê mêrên kurd ve bi hîsseke bilind û pîroz têne dîtin.
Li Kurdistanê jin, endameke rêzdar a malbatê ye. Mêrên kurd îhtîmameke mezin didin jinan û baş dizanin, destên ku hêlekanê bihejînin wê hukmê cîhanê jî bikin.
Roja 21ê Gulana 1919yê, nûçeyeke nû hatîye belavkirin û dibêje: “Berî niha hatibû aşkerekirin ku wê roja pêncşemê, vekirina Komeleya Pêşxistina Jinên Kurd bi awayekî fermî bête ragihandin. Lêbelê vekirina komeleyê, ji bo demeke nedîyar hatîye paşvexistin.
Ji nivîsa Memdûh Selîm Begî dîyar dibe ku çend roj piştî vê daxuyanîyê, bi awayekî fermî KPJK hatîye vekirin. Memdûh Selîm di 26ê Gulana 1919yê de, bi munasebeta damezirandina vê komeleyê, di nivîsa xwe ya ku bi navê “Du eserên xêrdar” de, pîrozbahî li damezirandina komeleyê dike û nêrîna xwe ya li ser vê babetê bi kurtahî weha tîne ziman: “Jinên milletekî, pîvana dereceya pêşkevtina wê milletê dîyar dikin… Dema em bala xwe bidin dîroka nûçeya Serbestî û daxuyanîya Memduh Selîm, wisa dîyar dibe ku damezirandina KPJK, bi îhtimalek mezin di navbera rojên 22-25ê Gulana 1919an de hatîye qebûlkirin (erêkirin).
Tuzûka (peyreva) komeleyê di çapxaneya kovara Kadınlar Dünyası [Cîhana Jinan] de hatîye çapkirin ku xwedîyê vê çapxaneyê rojnamevanê navdar Mewlanzade Rifat bû û hevjîna wî Ûlvîye Xanim jî serpereştîya kovara Cîhana Jinan dikir. Di tuzûka komeleyê de li ser rêbaz û awayê pêkanîna mexsedê weha hatîye gotin:
“Komeleya me ji bo ku mexsedên xwe pêk bîne dê rojnameyan, mecmûayan, pirtûk û rîsaleyan neşir bike, şûbeyan, mutaalexane û pirtûkxaneyan veke, konferansan saz bike û dersên serbest bide.
2.1. Xebat û çalakîyên KPJK=KTML_ImageCaption_Begin==KTML_StyleDiv=width:30%;height:20%;float:right;=KTML_ImageCaption_Target_Link=https://www.kurdipedia.org/files/relatedfiles/2021/392798/0001.JPG=KTML_ImageCaption_Title=Wêneyê Malbata Encûm Yamûlkî (ji pirtûka Mecîd Salih)=KTML_ImageCaption_CaptionStyle=000000=KTML_ImageCaption_Caption=Wêneyê Malbata Encûm Yamûlkî (ji pirtûka Mecîd Salih)=KTML_ImageCaption_End=
“Yekemîn çalakîya KPJK ev e; ku di 20ê Hezîrana 1919an de mewlûdekê li taxa Sultanehmedê dide xwendin û di vê mewlûdê de armanca komeleyê ji alîyê Encûm Yamûlkî ve tête ragihandin.
Encûm Yamûlkî di axaftina xwe de dibêje:
“Xanimefendîyên rêzdar! Cemîyeta Tealîya Jinên Kurd, ji bo pêkanîna aramancên pîroz hatîye damezirandin û wek destpêka ji bo xebatê, vê Mewlûda Şerîf dide xwendinê. Pêşîyê ji Xudayê gewre dixwazim ku hebûna wê berdewamî be û serkevtîyên mezin pêk bîne, bi xêr be. Ez bi navê milletê kurd dibêjim mala jinên beşdarvan ava be û ji wan rica dikim hinek destûr bidin ku çend gotinan bibêjim….
Xanimên rêzdar, îro qedera hemû milletan diguhere, ji bo her kesî heqê wan tê dayin û em jî heqê xwe dixwazin. Lewra li meydanê Kurdistanek mezin û bi mîlyonan kurd hene. Ewên ku herî zêde dixwazin ji bo pêkanîna armancên neteweyî bixebitin û heskirina neteweya xwe bi fedekarîyên mezin nîşan dane, em ji wan re gelek sipas dikin.
Xuşk û birayên ku bi lez û bez hatin merasîma vekirina komeleya me, bi sozê kurdî erê kirin ku dê bêguman ji bo pêşxistina kurdperwerîyê çi pêdivî be wê bikin. Ji berê ve hatîye gotin û bûye wek pêşgotinekê ku “Kurd ji soza xwe venagere”. Ez ji dil û can bawer dikim û dibêjim ku: Kurd zû bi zû ji bo tiştekî soz nade; eger soz bide ji gotina xwe venagere.
Xanimên rêzdar, ev e, îro ew ên ku tevlî vê komeleyê bûne, kurd in û heskirîyên kurdan e. Armanca me ne ew e ku em dijberîya tirkperwerîyê bikin, belkî xwenasandin e û heman demê jî piştgirîay wan e. Nîtekim Şerîf Paşayê ku li Parîsê ji bo parastina mafê kurdan hatîye wezîfedarkirin, di vê çarçoveyê de muxtirayek pêşkêş kirîye. …
Bi îzna we, dixwazim bi çend gotinan jî behsa armanca komeleya me bikim. Gelî Xanimefendîyan! Armanca komeleya me ev e; li van deran çiqas zarok û jinên kurd ên mihtacê alîkarî hebin; ji wan ra kar peydakirin, îdarexaneyan sazkirin, ji bo wan vekirina dibistanan, mamosteyîya fexrî ya ji bo ders dayinê, pêkanîna hînkarî û perwerdeyîya zarokên sêwî. Komeleya me hata ku mimkun be dikare piştgirîya neqdî û karkirinê ji bo wan bike. Ev Mewlûda Şerîf, têkilîya me ya destpêkê ye bi jinên kurd û heskirîyên kurdan re. Bi erêkirina Xwedê, dê gelek civîn, konferans, musamere yên din me bi hev re bide naskirin û ji vê naskirinê ji bo millete me dê gelek feydeyên xêrdar peyda bibin. Komele, ji bo pêçandina birînên milletê muxtacê fedekarîya we ye. Her kurdek destê alîkarîyê dirêjê me bike û fedekarîya pêdivî pêk bîne, hun dê bibinin ku daxwazên me yên neteweyî jî pêk tên. Cenabê Heq berdewamî neteweya me bextiyar bike.
Li gorî agadarîyên ku di çapemenîya wê demê de hatine belavkirin, KPJKê, qîma xwe tenê bi xwendina Mewlûdê neanîye, li gorî bername û armanca xwe, peyderpey hinek çalakîyên din jî pêkanîne. Em ji nivîsandina Azîz Yamûlkî hîn dibin ku piştî xwendina Mewlûdê, “Jinên endamê Komeleyê, roja duyemîn a cejnê li Xestexaneya Zarokan a Şîşlîyê, şeş salonên xestexaneyê ji bo sinetkirina zarokên feqîran kirê kirine û herweha ji bo wan musamere sazkirine. Bi vê xebatê, hem hebûna xwe ragehandin û hem jî dan dîyarkirin ku ew jî di hişyarkirina neteweya mezin a kurd de xwedî parekî girîng in û dê bibin xwedî parek girîn jî. … Ev cesareta medenî ya ku jinên kurdan nîşan daye, hêjayê dîtin û sipasdarîyek mezin e. Wekî hemû neteweyan, unsirê herî girîng ê ji bo geşepêdan û pêşkevtina şaristaniya kurd jî, ancax bi pêşveçûn û geşbûn û bilindbûna jinan pêk tê.
Abdurehman Rehmî yê Hekkarî di nivîsa xwe ya li ser girîngîya damezirandina komeleyê de weha dibêje: “Dilgermîya neteweyî ya jinan û bi taybetî jî ya jinên kurd, dê ji gelek birînên Kurdistanê re bibe derman. Ev hewldan, wê di hizura cîhana medenî de nîşan bide ku kurd xwedîyê fikiryatên hevdemî ne.”[15]
Li gorî benda 15an a tuzûka komeleyê; “Heyeta îdarî; ji serok, du wekîlên serok, şeş endam û muhasibek pêk tê.”[16] Lêbelê li ser navê seroka komeleyê nezelalîyek heye, li gor hinek çavkanîyan Encûm Yamûlkî seroka vê komelê bû. Lêbelê li gor neqilkirina Rohat Alakom di nûçeyeke rojnameya Îstiqlal a roja 09/07/1919an, Emîne Xanim a hevjîna Şerîf Paşa wek seroka KPJK hatîye hilbijartin. Li gorî nivîsandina vê benda tuzûkê, koma rêvebir a komeleyê bi kêmanî ji deh kesan pêk tê. Lê mixabin em navê hemû endamên koma rêvebir nizanin.
Li ser xebat û çalakîyên KPJK, agahdarîyên berfireh li ber dest nînin. Ji ber ku KPJK bi Cemîyeta Tealîya Kurdistanê ve girêdayî bû, bi îhtimaleke mezin serûvena herduyan bi hev ve girêdayî bûye. Piştî damezirandina KPJK, ji demekî kurt şûn ve Cemîyeta Tealîya Kurdistanê pêşîyê parçe dibe û paşê ji alîyê hikûmeta Stenbolê ve biryara girtina wê tête dayin. Wisa xuya dibe ku di vê pêvajoyê de xebatên KPJK jî hatine rawestandin.
Encûm Yamûlkî Xanimê, piştî girtin yan jî rawestandina xebata KPJK, çi kar kirîye û bi çi re mijûl bûye, ew baş nayê zanîn. Herweha li ser xwendin û jîyana wî ya takekesî ya piştî derçûna Îstenbolê jî, agadarîyên me yên berfireh nînin. Li gor nivîsandina Mecîd Salih ew, “Salî 1924 diwayî ruxanî hikûmetekey Şêx Mehmûd, le ser dawayî bawkî bo tewaw kirdinî xwêndinî pijîşkî çûwe bo Frensa û lewê legel mamostakey (Profisor Lomêr) hewsergîrî kirduwe û her le wê mawetewe û salî 1970 koçî dawî kirdûwe. Le ser wesiyetî xoy le teniştî dayikeyewe le goristanî Ezemiyeyî Bexda be xak sipêrdirawe.
[1] Mecîd Salih, Mistefe Paşayî Yamûlkî, Çapxaneyî Şivan, Silêmanî, 2017, r. 191
[2] Rêbwar Fetah, Mistefa Paşayê Yamolkî: Jîyan û rola wî ya din av hêza neteweya Kurd de, Kovara Bîr, h.: 4, Diyarbekir, 2006, r. 145
[3] Kadri Cemil Paşa (Zinar Silopî), Doza Kurdistan/Kürdistan Davası, Özge Yayınlar, İkinci Baskı, Ankara, 1991, r. 61
[4] Kovara Bîr, h.: 1, Diyarbekir, 2005, r. 78
[5] Ergani Madenli Y. C., Kürdlerde Kadın Meselesi, Rojî Kurd, h.: 4, Îstenbol, 30 Ağustos 1329
[6] Serbestî, Yeni bir Kürd müessesi: Kürd Kadınları Teali Cemiyeti, no: 477, 26ê Nîsana 1919
[7] A. Rehmîyê Hekkarî, Kürdler ve Kürdistan: Kürd kadınlarımız [Kurd û Kurdistan: Jinên kurd], Serbestî, no: 479, 28ê Nîsana 1919
[8] Serbestî, Kürdler ve Kürdistan: Kürd kadınlarımız [Kurd û Kurdistan: Jinên kurd], no: 479, 28ê Nîsana 191
[9] Serbestî, Kürd Kadınları Teali Cemiyeti, no: 498, 21ê Gulana 1919, r. 2
[10] Memdûh Selîm Begî, İki hayırlı eser [Du eserên xêrdar], Jîn, no: 20, 26ê Gulana 1919, Wergera M. Emîn Bozaslan, weşanxaneya Deng, Sweden, 1998
[11] Kürt Kadınları Teali Cemiyeti Nizâmnâmesi, Toplumsal Tarih, sayı: 111, Mart 2003
[12] Encûm Yamûlkî, Bir Konuşma [Axaftinek], Jîn, no: 22, Wergera M. Emîn Bozaslan, weşanxana Deng, Sweden, 1998
[13] Jîn (Kovara Kurdî-Tirkî/Kürdçe-Türkçe Dergi (1918-1919)), Bir Hitabe [Bir Konuşma], h.: 22, 2 Temmuz 1335, Werger: M. Emin Bozarslan, Weşanxana Deng, Sweden, 1988
[14] Jîn (Kovara Kurdî-Tirkî/Kürdçe-Türkçe Dergi (1918-1919)), Kürd Kadınları Teali Cemiyeti Müsameresi Dolayısıyla, h.: 25, 2 Teşrin-i Evvel 1335 (2yê Sermaweza 1919), Werger: M. Emin Bozarslan, Weşanxana Deng, Sweden, 1988
[15] A. Rehmîyê Hekkarî, Kürdler ve Kurdistan; Kürd hemşirelerimiz [kadınlarımız], Serbestî, no: 479, 28 Nisan 1919
[16] Kürt Kadınları Teali Cemiyeti Nizâmnâmesi, Toplumsal Tarih, sayı: 111, Mart 2003
[17] Shahrzad Mojab, Devletsiz Ulusun Kadınlar, Avesta Yayınları,2005, Stenbol, r. 91
[18] Mecîd Salih, Mistefe Paşayî Yamûlkî, Çapxaneyî Şivan, Silêmanî, 2017, r. 193[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 3,115 جار بینراوە
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî - Kurdîy Serû | kovarabir
فایلی پەیوەندیدار: 1
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 16
زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
پۆلێنی ناوەڕۆک: لێکۆڵینەوە
پۆلێنی ناوەڕۆک: ژنان
پۆلێنی ناوەڕۆک: مێژوو
جۆری پرسی ژن: خه‌باتی ژنان
زمان - شێوەزار: کرمانجیی سەروو
وڵات - هەرێم: باکووری کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ڕێکخراوی کوردیپێدیا )ەوە لە: 18-03-2021 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( هاوڕێ باخەوان )ەوە لە: 18-03-2021 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( هاوڕێ باخەوان )ەوە لە: 18-03-2021 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە 3,115 جار بینراوە
فایلی پەیوەستکراو - ڤێرشن
جۆر ڤێرشن ناوی تۆمارکار
فایلی وێنە 1.0.141 KB 18-03-2021 ڕێکخراوی کوردیپێدیاڕ.ک.
ژیاننامە
مەیان خاتوون
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
19-03-2024
ژیاننامە
درەخشان فەرەج سەعدون
ژیاننامە
مەلا عەبدوڵڵای وەڕازی
ژیاننامە
سەید ئەحمەد حەسەنی فەرد
پەرتووکخانە
بە ئەوینت ڕابردووم بسڕەوە
پەرتووکخانە
بە تیشکی ئیشقت ئەدرەوشێمەوە
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
ژیاننامە
ڕێناس ڕزگار
ژیاننامە
ژیان عەلادین
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
29-01-2024
پەرتووکخانە
شارستانیی کۆلاپس، ژیان و خۆ...
پەرتووکخانە
فلاشباک؛ لە دەفتەری بیرەوەر...
پەرتووکخانە
دووبارە پێناسەکردنەوەی کورد...
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
14-03-2024
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
27-01-2024
ژیاننامە
کەمال محەمەد ڕەمزی
ژیاننامە
هیدایەت عەبدوڵڵا حەیران
ژیاننامە
بەرزان بەلەسۆیی
ژیاننامە
مژدە جەمال کەمالەدین
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێ...
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
04-03-2024

ڕۆژەڤ
شەهیدان
موسا عەنتەر
10-11-2008
هاوڕێ باخەوان
موسا عەنتەر
ژیاننامە
کەرەمێ سەیاد
08-03-2015
هاوڕێ باخەوان
کەرەمێ سەیاد
ژیاننامە
سمکۆ عەزیز
17-11-2012
هاوڕێ باخەوان
سمکۆ عەزیز
شەهیدان
ژینا ئەمینی
17-09-2022
شەنە ئەحمەد
ژینا ئەمینی
وێنە و پێناس
جگەرخوێنی شاعیر لەناو خۆپیشاندەران
26-03-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
جگەرخوێنی شاعیر لەناو خۆپیشاندەران
 چالاکییەکانی ڕۆژی
بابەتی نوێ
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی موشیر دیوان،
28-03-2024
سارا سەردار
پارت و ڕێکخراوەکان
کارۆ
28-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
28-03-2024
سارا سەردار
ژیاننامە
هیدایەت عەبدوڵڵا حەیران
28-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ژیاننامە
بەرزان بەلەسۆیی
28-03-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
شارستانیی کۆلاپس، ژیان و خۆشەویستی لە سەردەمی سەرمایەدارییدا
27-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
وێنە و پێناس
تیپی وەرزشی گوندی کارێز لە کفری ساڵی 1993
27-03-2024
زریان عەلی
پەرتووکخانە
بە ئەوینت ڕابردووم بسڕەوە
27-03-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
وێنە و پێناس
ئەسحابەسپی-سلێمانی ساڵی 1968
27-03-2024
زریان عەلی
وێنە و پێناس
گەڕەکی عەقاری سلێمانی ساڵی 1960
27-03-2024
زریان عەلی
ئامار
بابەت 514,920
وێنە 104,267
پەرتووک PDF 18,882
فایلی پەیوەندیدار 94,726
ڤیدیۆ 1,232
ژیاننامە
مەیان خاتوون
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
19-03-2024
ژیاننامە
درەخشان فەرەج سەعدون
ژیاننامە
مەلا عەبدوڵڵای وەڕازی
ژیاننامە
سەید ئەحمەد حەسەنی فەرد
پەرتووکخانە
بە ئەوینت ڕابردووم بسڕەوە
پەرتووکخانە
بە تیشکی ئیشقت ئەدرەوشێمەوە
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
ژیاننامە
ڕێناس ڕزگار
ژیاننامە
ژیان عەلادین
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
29-01-2024
پەرتووکخانە
شارستانیی کۆلاپس، ژیان و خۆ...
پەرتووکخانە
فلاشباک؛ لە دەفتەری بیرەوەر...
پەرتووکخانە
دووبارە پێناسەکردنەوەی کورد...
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
14-03-2024
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
27-01-2024
ژیاننامە
کەمال محەمەد ڕەمزی
ژیاننامە
هیدایەت عەبدوڵڵا حەیران
ژیاننامە
بەرزان بەلەسۆیی
ژیاننامە
مژدە جەمال کەمالەدین
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێ...
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
04-03-2024

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.33
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.343 چرکە!