Bibliothek Bibliothek
Suchen

Kurdipedia ist die grösste Quelle für Informationen


Suchoptionen





Erweiterte Suche      Tastatur


Suchen
Erweiterte Suche
Bibliothek
Kurdische Namen
Chronologie der Ereignisse
Quellen
Geschichte
Benutzer Sammlungen
Aktivitäten
Suche Hilfe?
Kurdipedische Publikationen
Video
Klassifikation
Zufälliger Artikel!
Registrierung der Artikel
Registrierung neuer artikel
Bild senden
Umfrage
Ihre Rückmeldung
Kontakt
Welche Informationen brauchen wir!
Standards
Nutzungsbedingungen
Artikel Qualität
Instrumente (Hilfsmittel)
Über
Kurdipedi Archivare
Artikel über uns!
Fügen Sie Kurdipedia auf Ihre Website hinzu
E-Mail hinzufügen / löschen
Besucherstatistiken
Artikel Statistik
Schriftarten-Wandler
Kalender-Konverter
Rechtschreibkontrolle
Sprachen und Dialekte der Seiten
Tastatur
Lebenslauf Nützliche Links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Kekse
Sprachen
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mein Konto
Anmelden
Mitgliedschaft!
Passwort vergessen!
Suchen Registrierung der Artikel Instrumente (Hilfsmittel) Sprachen Mein Konto
Erweiterte Suche
Bibliothek
Kurdische Namen
Chronologie der Ereignisse
Quellen
Geschichte
Benutzer Sammlungen
Aktivitäten
Suche Hilfe?
Kurdipedische Publikationen
Video
Klassifikation
Zufälliger Artikel!
Registrierung neuer artikel
Bild senden
Umfrage
Ihre Rückmeldung
Kontakt
Welche Informationen brauchen wir!
Standards
Nutzungsbedingungen
Artikel Qualität
Über
Kurdipedi Archivare
Artikel über uns!
Fügen Sie Kurdipedia auf Ihre Website hinzu
E-Mail hinzufügen / löschen
Besucherstatistiken
Artikel Statistik
Schriftarten-Wandler
Kalender-Konverter
Rechtschreibkontrolle
Sprachen und Dialekte der Seiten
Tastatur
Lebenslauf Nützliche Links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Kekse
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Anmelden
Mitgliedschaft!
Passwort vergessen!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Über
 Zufälliger Artikel!
 Nutzungsbedingungen
 Kurdipedi Archivare
 Ihre Rückmeldung
 Benutzer Sammlungen
 Chronologie der Ereignisse
 Aktivitäten - Kurdipedia
 Hilfe
Neue Artikel
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
06-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothek
FREIHEIT FÜR DIE KURDISCHEN POLITISCHEN GEFANGENEN IN DEUTSCHLAND
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Der Iran in der internationalen Politik 1939-1948
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Die neue Kurdenfrage: Irakisch-Kurdistan und seine Nachbarn
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Tausend Tränen, tausend Hoffnungen
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Revolution in Rojava
28-03-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Die türkische Filmindustrie
26-03-2024
هەژار کامەلا
Biografie
Müslüm Aslan
17-03-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
saiten Her biji Azadi!
17-03-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
LEIDENSCHAFTLICHE LIEDER AUS KURDISTAN
17-03-2024
هەژار کامەلا
Statistik
Artikel  517,368
Bilder  105,596
PDF-Buch 19,128
verwandte Ordner 96,248
Video 1,306
Bibliothek
Die WELT hat mich VERGESSEN
Biografie
Said Nursi
Artikel
Gökay Akbulut zu Solidaritä...
Bibliothek
Konflikte mit der kurdische...
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen W...
Di Leyla û Mecnûna Hozanvan Haris Bitlîsî Da
Schicken Sie Ihre Werke in einem guten Format an Kurdipedia. Wir archivieren sie für Sie und bewahren sie für immer!
Gruppe: Artikel | Artikel Sprache: Kurmancî - Kurdîy Serû
Teilen Sie
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Rangliste Artikel
1 Stimme 5
Ausgezeichnet
Sehr gut
Durchschnitt
Nicht schlecht
Schlecht
Zu meinen Favoriten hinzufügen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!
Geschichte des Items
Metadata
RSS
Suche im Google nach Bildern im Zusammenhang mit dem gewählten Artikel!
Googeln Sie das ausgewählte Thema.
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Di Leyla û Mecnûna Hozanvan Haris Bitlîsî Da

Di Leyla û Mecnûna Hozanvan Haris Bitlîsî Da
=KTML_Bold=Ebdulrehman Mizurî=KTML_End=
Wergêr:Aso Zagrosi
Leyla û Mecnûn Çîrokeka hozaniye,ji vehandina hozanvanê hêja û qedirgiran Haris Bitlîsîye.Rojhelatvana nemir xanima M.B. Rudenko sala 1965 z,li ser destnîviseka êkane ku niviserekê nenas Ji Hacî Feyruz efendî ra nivisibû û çapkirîye.Di vê gotarê da me hîvîye hinek dor û mirariya pirr gewhera wê helînin,yan qefteka gul û xînkên rind û bênxoş ji gulşena pirr xemilya wê vedurîn û danine ber Singê xwendevanên xoştevî.
Pêtviye bêjim di vê vekolînê da me pişta xwe ji bilî li ba Çapkiriya Rudenko, bi sê
destnivisên din yên Leyla û Mecnûnan qayîm kirîye ku evin:
Destnivîsa Leyla û Mecnûn, li ba hozanvanê hêja Mihemed Sîrocedinê Xelîlî ji ber li beka kevintira 1329 (h) hatîye nivîsin bi destê xwe Sala 1383 (h) nexşandîye.Eve ji hemû li bên dinên bi dest me keftî kevntîrin di feruza da dibîte (xelîlî)
Destnivîsa Leyla û Mecnûn li ba Remezan kurrê Reşîdê Şikeftî Sala 1355 (h) bi destê xwe nivîsiye.Di feruza da dibite (Şikeftî).
Destnivîsa Leyla û Mecnûn li ba Mihemedê kal kurrê Şêx Nurîyê Kurdî Sala 1387 (h) bi destê xwe nivîsîye…Di feruza da dibîte (Kurdî).Mînakên van her sê destnivîsan Mêjûvanê Çeleng Ebdulreqîb Yusuf ji min ra Şandine.Bi axivtineka din hersê li ser li bên wî hatine mînak kirin,xudê jîye wî dirêjke.
Harisê Bitlîsî kîye û kengî jiyaye?
Mixabin jêderên edebî û mêjûyî navê wî nabin,Profesor Qanatê kurdo navê wî danaye Xaris,usa bi tîpa ‘‘x‘‘,û gotîye Sala 1758 (z) ji dêbûye.
Lê dema em hinek di destana Leyla û Mecnûna wî da diçine xwarê,dibînin ewî navê xwe têda anîye Haris,usa bi tîpa ‘‘H‘‘bi rênivîsa erebî ‘‘Haris‘‘:
‘‘Haris‘‘çi medheket bo qedîmî
Mennuhe mîsale bo edîmî
Ez mucirmekim ji ummeta wî
Min bêxîye ber Şefaheta wî.
Paşê ‘‘Haris‘‘mîna piranaya hozanvanên rojhelat yên nasnavê xwe danaye‘‘sewadi‘‘û di çîrokê da bi kar anîye:
Ey hezretê pêşewayê Muxtar
Naçar çi ‘‘Sewdayê‘‘gunhkar
gerçî ku pirin ewî Şenahet
axirinê rîya teye Şefahet
Berî dawiya Çîrokê jî Careka din navê xwe anîye:
Yarebî ‘‘Sewdayê‘‘Cegerxwîn
azade bi kî, bi bexşî mecnun.
Nizanim Çima hêjayan M.B. Rudenko yan Qanadê Kurdo ev nasnavê wî nedîtîye û destnîşan nekirîye?Ewan dîsan bi xelkê ‘‘Bitlis‘‘daye qelem,ku zanyarîyên min li ser hindê tune!!!Eger em bipirsin‘‘Sewadî‘‘ev nasnavê hozanvanî bi xwe helbijartî çi ankuyê dide ?Di bersivê da dibêm:
‘‘Sewadî‘‘bi kurdî ji peyva ‘‘Sewad‘‘hatîye,ev peyve li cem kurdên jorî angoya: xwandin û aqlî…dide.Dûr nîye beruvajiya ‘‘Sewda‘‘bît bi angoya:hiş û aqlî…Çewan xîz û zîx,nik û kin,erd û edir…hatîne beruvajîkirin wasî ‘‘Sewda û Sewad‘‘jî!!!Eger ev boçûne rast bît ‘‘Sewadî‘‘tê angoya:Aqildar û hişmend…bi diristî bexşît!!!
‘‘Sewadî‘‘bi erebî ji karê:Sewed,weswed…bi angoya:Reşbûn û reş kirinê hatiye.Yek ji angoyên mukmên wê di erebî da xelkê reş û rûte…Dibêjin ‘‘Sewad elnas‘‘bi angoya amet elnas.Hozanvanî ji bilindî û qedirgiraniya xwe anîye rêza reş û rûtan.
‘‘Sewadî‘‘bi farsî dibêjine wî kesê hinek reş reşka!! dixwinît. Dîsan ji bilindî û qedirgiraniyê,xwe anîye rêza ewên hinek reş reşka!! dizanin.
Husa hozanvanî bi tîrekê sê!! armanc somtîne xwe danaye aqildar û xwandevan û ji rêza reş û rûtan!!Çend berz û mezin û can sivike ‘‘Sewadî‘‘?
Dîsan ‘‘Bitlîsî‘‘di Çîroka xwe da ji bilî ku navê xwe anîye ‘‘Haris‘‘û nasnavê xwe anîye ‘‘Sewadî‘‘…Ewî roj û Sala nivîsîna Leyla û Mecnûna xwe jî rûhn kirîye,dema gotî:
Neqdek çi nebû me şehrewakır
Neh roj bi temamî paşî newroz
Em bûne bi dil edîmê enduz
Tehzê dev û lêv û Sehiyê Sîne
Te’rîxa ji wê lew (Mifiz sne).
Dema em tên û hevoka ‘‘Mifiz sine‘‘husa bi rênivîsa kevn li dû hejmarên ebcedî Sîkar dikin dibînin:
Mifiz sine = M + X + Z + S + I + N + H = 40 + 1000 + 7 + 60 + 10 + 50 + 5 =1172 (h)
1758 = 1759 (m)
Eve sala nivîsina wêye mayine roj û meh…hozanvan dibê:Neh roj pistî Newrozê (=Neh roj bi temamî piştî Newrozê) anku bi diristî li Sîhê (30) adarê Sala 1759 (z) yan yekê Şehbanê Sala 1172 (h) ewî dest bi nivîsîna pertûka Leyla û Mecnûn kirîye.Lewan boçûna behiştî Qanatê kurdo ku hozanvan (Bitlisî) Sala 1759 (z) ji dêbûye,bi hizra Min boçûneka siste!!!
Madem Bitlîsî mîna wî gotî,Çîroka xwe Sala 1759 nivîsîye,ankuya wê ewe,ew di Sedê hejdê da jiyaye…li dewr û berên 1700-1775 li dû mukimtîrin boçûna.
=KTML_Bold=Berhemên Betlîsî.=KTML_End=
Destana Leyla û Mecnûn,eveye wê Sala 1965 çapkirî û em niha li ser dipeyivin
Destana Yusif û Zuleyxa,dibêjim bi rastî min çi çapkirî yan destnivîsên Yusif û Zuleyxayê ji vehandina Bedlîsî heta niha ne dîtîye.Ewên min dîtin hemû yên Selîmê Sulêmanin!!Behîştî Qanadê kurdo tenê deh malk ji her duan ji libên (H.Betlîsî) û (S.Silêman) di pertûka xwe da ‚Tarîxa edebiyata kurdî‘ belav kirine.Herdu gellek mîna hevin,lewan bi hizra min her biryardanek li ser Yusif û Zuleyxaya Betlîsî niha tiveng bi tarîyê venane!!
Mêjûvan Ebdulreqîp Yusif nivîsîye:Ne dûre ‘‘Sewadî‘‘ku nasnavê Betlîsîye,dîwaneka helbestî ji hebe.Cimkî ewî tilîya xwe bo sînahiyek wasî dirêjkirîye dema gotî:
Bê mîsalim bê edîlim ger çi bit rexbet zelîlim
her li halê xwe delîlim beyt û dîwanê dimin.
Çewa bit heta niha du hozanên wî,ji bilî dostana Leyla û Mecnûn û yusif û Zuleyxayê,li nav kurdên iraqê hatine dîtin…evin:
d- Hozaneka wî ji layê me ve Sala 1980 ji sê destnivîsan hatîye hevberkirin û belav kirin …
=KTML_Bold=serê wê dibê:=KTML_End=
Ey felek dîsa te kul kir
derd û êşanên dimin
mislî bilbil gul kir
zehr û efxanên dimin
Heta dibê: Ey Sewadî bes bibêje
qiseta eşqê dirêje
berf û baranê merêje
ewir û nîsanên dimin
e- Hozana duwê ji layê hozanvanê law Seid Dêreşî ve hatîye belav kirin…Serê wê dibê:
Ehdê qedîm min hate bîr
nalîn ji min tên bê qiyas
mayîm di hebsê da esîr
mêhra dilim mehkum esas
Heta dibê: Lehbeya takey bi nalî
hêstiran daîm bi malî
ji hesretan beden mexalî
Şafîyêt Sewadî nas.
Leyla û Mecnûn di edebên rojhelatê da
Leyla û Mecnun di edebiî erebî da:Çîroka evîna Leyla û Mecnun ji edebê erebî ketîye di nav edebên din da,jêderên ereb yên kevn sebara rastîya Çîrokê nagehin yek,hinek dibêjin rastî ji bona Leyla û Mecnûn tune,hinekan hozan ji devên wan vehan dîne.
Kurtiya wê dibêjin ‘‘Qeyis‘‘kurê Miluhê kurê Muzahmê Amiriye,Leyla jî keça Mehdiyê kurê seidî Amirîye.Evîna wan ji zarokî destpêkirîye.Demê herduan pezê xwe pêkve li dewr û berên çîyayê ‘‘El-Tubat‘‘li baniya‘‘Necid‘‘diçerand.Vê evînê hêdî – hêdî werar kir,heta ‘‘Qeyîs‘‘hinek hozan bi dilbera xwe gotin û xelk pê axivt û li Badîyê deng ve da.We lêhat her hozaneka navê‘‘Leylayê‘‘têda xelkî pal da wî.
Dibêjin Leyla ji alê Qeyis ve hate xwastin,lê bav û mamên wê ne dayê,lewan‘‘Qeyis“ yekcar har û dîn dibe bi deşt dikeve û dibe hevalê kuvî û hova.Lewan tê gotinê‘‘Mecnûn‘‘.Carekê Mîrê Xeracê newfelî kurrê Musahik‘‘Mecnûn‘‘wesa bê ser û ber dît ,dilê wî pêsotî,çû Leyla ji bavê wê Careke din bo wî xwast.Lê dîsan bavê wê ne dayê.
Di Serdaneka Hecê da çavê‘‘Werdê‘‘kurrê Mihemed El-Seqifî bi Leylayê dikeve û ji bavê wê dixwaze bavê wê bi zorî û kokekî wê dide.Lê wekû jin û mêra pêkve najîn!!
Jêder rûdana vê çirokê li serdemê xelîfê Emewî Merwan Bîn El-Hekim datînin û dinivîsîn.Mecnûn sala 70 (h) çûye ber dilovaniya xudê.Hinekan ew pêşî Leyla, hinekan paşî wê mirandîye.Eveye kurtîya çîrokê Mîna kevne jêderên erebî vedigêrin.
=KTML_Bold=Leyla û Mecnûn di edebê farsî da=KTML_End=
Piştî çîroka Leyla û Mecnûn heye rast û heye nerast belav û pelate bû.Mişe hozanvanên farsî ew cîrok bi hozan vehand,her yekê ji hizr û bîrên xwe hinek li ser zêde yan kêm kir. Ji wan wekî Nîzamî Gencewî û Xesrewê Dehlewî û Ebdulrehman Camî û Mektebî Şîrazî û Ebdullah Hatfî û…htd.me go her yekî li dû hizr û xeyalên xwe bi rengekî daye qelem.Bo nimûne Nizamî,Xeyis kirîye kurrê şahekê ereb,bi zarokî ew û Leyla pêkve birine mizgeftê û danîne ber xwendinê li wê dê yek û du evandiye. Sehdî di Gulistanê da Leyla bi keçeka req û hişka kêm fam daye qelem.Camî bi evîna zarokiya wan razî nebûye,mezin kirine.Mecnûn kirîye xortekî çarde salî paşîn evîneka pirr Sofiyatî jêra şandîye.Hatfî berf li devera Necde barandîye û Mecnûn pêxas li nav gerandîye.Wesa jî ev çîroka tijî Xeyal,Ciwanî,Sofîyatî û bûyerên taze bûye.
=KTML_Bold=c-Leyla û Mecnûn di edeba turkî da:=KTML_End=
Çîroka Leyla û Mecnûn bi riya edebê farsî çûye nav hozan baxê edeba turkî ya kevn.Gelekan ev çîrok bi hozan vehandîye.Mîna:Elî Şîr Newayî ewê sala 1500 çûye ber dilovanîya Xudê. Newayî,çîrok bi turkîya çextayî anku rojhelatî vehandîye.Dîsan Hemdî,Behîştî û Xeyalî jî her yekî Leyla û Mecnûnek bi tirkîya osmanî anku rojavayî vehandiye.Xuyaye di nav edebê turkîyê kevn da Leyla û Mecnûna ‘‘Fuzîlî‘‘pitir navdêr û dengdêre.
=KTML_Bold=Leyla û Mecnûn di edebê kurdî da=KTML_End=
Çîroka Leyla û Mecnûn gellek caran bi kurdî hatiye vehandin.Çi danan û efrandin,çi wergêran ji ezmanekê din,bêje çîrok di piraniya zaravên kurdî da heye.
=KTML_Bold=Di zaravê hewramî da:=KTML_End=
Em dikarin Leyla û Mecnûnên bi zaravê hewramî (Goran) hatine vehandin wesa bijmêrin:
1.Leyla û Mecnûna hozanvan Mihemed Qul î Kendulî Sala 1145 (h) vehandî,li bek jê bi destê Mella Sadiq Sala 1296 (h) hatîye nivîsîn.
2.Leyla û Mecnûna hozanvan Mîrza Şefîhe Kulîlî,ewê di navbera 1200-1250 (h) jiyaye.Li bek jê bi destê Mîrza Qulî Hersînî Sala 1320 (h) hatiye nivîsîn.
3.Leyla û Mecnûna hêja Mella Weledxan ewê di nêvbera 1825-1885 da jiyaye.Li bek jê bi destê Mella Riza sala 1880 hatiye nivîsîn.Ev her sê destnivîse di pertûkxana Marburg da li bajêrê Berlîn hatiye parastin.
4.Leyla û Mecnûna Hêja Ebdulqadir Debayan ji turkî wergêraye kurdî û hêja Mihemed Emîn Hewramanî Sala 1985 li Bexda çapkirî.
=KTML_Bold=Di zaravê kurmanciya jêrî da=KTML_End=
Dîsan ev Çîroke gellek caran bi zaravê kirmanciya jêrî hatiye vehandin .Mîna
1.Leyla û Mecnûna Mella Fercî Salih Şekib ji farsî ji liba Nîzamî gencewî sala 1942 wergêraye û Sala 1969 li Bexda Çapkirî.
2.Leyla û Mecnûna Eli Bapîr axa (kemalî) dîsan ji farsî wergêraye sala 1950 li Bexda çapkirî.
3.Leyla û Mecnûna hozanvan Kanî ji turkî wergêraye û heta niha du û sê cara li Hevlêr hatiye çapkirîn.
=KTML_Bold=Di zaravê kurmancîya jorî da:=KTML_End=
Heta niha hatîye zanîn tenê sê lib jî Leyla û Mecnûnan hatine nivîsîn.Ew jî evin:
1.Leyla û Mecnûna Mella Mehmudê Bayezîdî ku bi tersî (neşrî) Sala 1274 (h) ji liba Betlîsî veguhastî,eve hê destnivîse di pertûkxana Salîtkof – Şedrîn da di pişka rojhelatvanê Mezin A.Jaba da hatiye parastin.
2.hêja Sadiq Bahaddîn Amêdî nivîsîye Xanî jî Leyla û Mecnuneka dest nivîs di pertûkxana hozanvan Memduh Birîfkî da heye û hinek ji ser û binên wê belav kirîye.
Lê bi hizra min ew her li beka dine ji vehandina Betlîsî.
3.Leyla û Mecnûna hozanvan Harisê Betlîsî vehandî û xanima M.B.Rudenko sala 1965 li Mosko Çapkirî.Eveye em di vê gotarê da li ser diaxivin û di vekolîn û bêjing dikin.
=KTML_Bold=Kurtîya Leyla û Mecnûna Bedlîsî=KTML_End=
Di nav hozên erebî da li devera Necdê Mirovekî xanedanê bê zarok hebû,xudê keremkir kurek dayê navê wî danî Qeyis. Dema hinek mezin bû bavê wî dana berxwandina Qur`ana pîroz.di hucrê da kiç û kurran dixwand,rêzek bo kurran ya din bo kiçan. Li wê dê kiçekê dixwand,digotinê‘‘Leyla‘‘.Heyamekê herdu bi hevra hatin û çûn dilên wan ketin yek.Evîna wan dengveda dê û bavê kiçê nehiştin ew biçe ji bo xwandinê.Kurr ji xerîbîya har û dîn bû, kete kolanan paşî çel û çîya li nav kuviya lewan digotinê‘‘Mecnûn‘‘. Bavê wî carekê ew ji çolê anî û bire tewefa‘‘Kehbê‘‘,dît çi çare naçine,lewan Leyla bo xwast bav û mamên wê razînebûn!!Mezinkê ereb digotinê‘‘îbn-Selam‘‘ Leyla xwast,bavê wê bê dilî dayê.Hê di dezgirê da paşayekê bi navê‘‘Newfel‘‘Mecnûnî di rav û nêçîrî da dibînit,dilê wî pêdisoje ew jî leyla ji bo wî dixwaze,disan bavê wê razînabit!!Dibite şer û çeng di navbera leşkerê Newfelî û hoza Leyla da.Şikestina hoza Leyla bi dilê Mecnûn nebû,lewan leşkerê Nefel dihêle û qesta hoza Leyla dike.Ew jî wî digirin û dibêjine Paşa yî: Tu leşkerê xwe nezivirînî em dê Mecnunî bikujin. Şer vedirevê‘‘ibn-Selam‘‘ bûka xwe vediguhêze.Lê heta mirinê jî nebûn jin û Mêr!!
Heyamek derbasdibe bavê Mecnûn dimire,diya wî ji nû pêkolê dike ji çel û çiya bizivirine,nikare.Ew jî di riya bavê mecnûn da diçe.Mecnûn Ma Sêwî‘‘ibn-Selam‘‘ qesta çe dike bo kuştina wi, Lê gur û hov ibn-selam dixwin.Leyla ji bo cara dumahîyê Mecnûn dibine, mixabin bêhudeye piştî sê roja dimire.Mecnûn jî ji xem û kula da li çolî nesax dibe û ruh di Ser da diçe,tim kuvî û hovî jêra digirîn.Wesa çîrok bi naumêdî bi dumahî tê.
Egera vehandina Leyla û Mecnûna Betlîsî
Li pey hizra hêja Qanatê kurdo,Betlîsî li Ser daxwaza keçeka kurd,Leyla û Mecnûn vehandîye yan wergerandiye.
Mêjuvan Ebdulreqip Yusif hizir dike ewî li ser daxwaza mîrekî Maqulekê kurdan vehandîye.
=KTML_Bold=Betlîsî dibê:=KTML_End=
El-qiset di vê biharê gul bîz
ez bûme li nik yêkê dilawîz
Sakin li sera yekê muneqeş
dilgîr û mureteb û mufereş
runiştime ez li pencerayê
vekirîme Seharî û hewayê
dagirtime ber xwe ez mutalan
paşalî kirim xem û xeyalan
Ji malkên borî xuya dibe hozanvanê me di wê biharê da li maleka xanedan bûye,ne dûre ji heval û mirovên wî be.Çimkî bi diristî Serbestiya xwe wergirtîye di pencerê da runiştîye,dixwine yan hizrû bir dike hêvike hevoka‘‘Yekê dilalawîz‘‘ankuyekê dilveker dilpesend,dilgeş,mehcub...Heta niha baş diyar nîne kanê ew dilveker kiçe yan hevalekê wî yê hejiye?Paşê dibê:
Nageh medî derî kişabû
Şemek ji derî ve muncela bû
Ji ewel ve Selam û merhaba kir
Pirsa Me kir û dilê me Şa kir.
‘‘Şemsek‘‘di zmanê erebî da bo nêr û mê tê!!Lewan dîsan çak diyar nîne kanê ewê hatîye jorê jine yan mêr?herdu malkên borî di liba behîştî Sadiq Bahaddîn Amêdî ji hêja Memduh Birîfkî wergirtî û hinek jê belav kirî.Wasî hatine:
Nageh medî derî kişabû
Şemsek ji derî ve muncela bû
Roja felekê kemalê îrfan
Begzadeyê Alî (Ebdulaxan)
Di rêzkên borî da xuya dibe ew Şems,ew dilawîz,ew roja felekê,ew xudan kemal û îrfan …mîrekî kurde bi navê Ebdulahxan!!Xuyaye hevçaxê Betlîsî bûye.Eveye jê xwastî Leyla û Mecnûn bi kurdî vehune:
Pirsî me ji wî muradê meknun
Go muxteserek ji Leyla û Mecnûn
Kurdî tu weznekî da bizanin
Lew em çi bi farsî nizanin.
Eger em bipirsin ev begzadeye,ev mîre (Ebdullahxan) kîye,kengî jiyaye?Di bersivê da dibêm:Aşkeraye me go navê Ebdullahxan weku hozan tenê di li ba hozanvanê nemir Memduh Birîfkî da hatiye : ‘‘roja felekê Kemalî îrfan,begzadeyê Alî Ebdullahxan.Dîsan dawîya liba hozanvan mihemed Sîracaddînê Xelîlî da ev rêzke hatine:‘‘Tumet el-muxteseret el-manzumet bîl kurdî,mîn qiset Mecnûn we Leyla elayed ahqer el-hîbat sewadî qed hereriha li ecil lu.lu uman el-wezaret Ebdullah paşa‘‘
Ji rêzken borî xuyadibe Ebdullahxan û Ebdullah paşa…tenê nasnavin.Dîsan ji hevoka‘‘lu.lu uman wzaret‘‘xuya dibe ku ev Ebdullahxane wezîr bûye yan walî bûye bi payeya wezîr?
Mêjûvan Ebdulreqîb dibêje nedûre ev Ebdullahxan, Ebdullah paşayê çermikê Diyarbekirî be.Ewê li qeza Çermik li devera Diyarbekirê Sala 1115 (h) ji dayîk bû.Çermikî Mirovekî wêrek,zana û başnivîsîn bû.Du cara bûye walîyê Heleb,carekê walîyê Şamê û carekê jî walîyê Diyarbekirê.Heta Li bajêrê dawîyê Sala 1174 (h) çûye ber dilovanîya xudê. Tu bêjî eve be dostê Betlîsî,ewê xwastî Leyla û Mecnûnekê bi kurdî darêje.Li pey sedemên jêrê?…
Ebdullah paşayê Cermikî mirovekî zana û başnivîsbû. Mîna mêjûvan Ebdulreqîb nivîsîye:
‘‘Mirovekî alim û xetat bûye‘‘.Betlîsî jî dibê Ebdullahxan di helbest,wezin û serhatîyên kevn da mirovekî zana û şareza bû.
Runişt û bi leb kirim mişeref
Exbar û qises kirin mehref
Îsraf kirin ji her kelamê
Behsa me gehişte vê Meqamê
Go şîîr û wezin çi xoş kelamin
Meqbûlê cemîhê xas û amin.
Ebdullah paşayê çermikî hevçaxê Betlisî bû. Me go Betlisî Leyla û Mecnuna xwe sala 1172 (h) vehandîye. Çermikî hê wê gavê li Jiyanê bûye. Paşî hingê bi du salan 1174(h) li Diyarbakir çûye ber dilovanîya xudê.
Ebdullah xan li pey liba xelîlî wezîr bûye, mina nivisîye ´´lu-lu uman el-wezaret´´. Dîsan çermikî jî wezîr bû. Bi girovê valiyên Osmanlî bi payeya wezîran dihatine danan. Çewa be em dibêjin ne dûre !! Eve be, belge û girovên paşerojê yan dê vê ihtimalê mukimtir lêkin yan dê ji binî birin?
LEYLA Û MECNUNA BETLÎSÎ DANANE YAN WERGÊRAN?
Rojhelatvan A.JABA. û Xanima M.B. Rudenko li ser wê hizrê ne ku Betlîsî Leyla
û Mecnuna xwe ji farsî wergêraye, ne bes eve belku A.JABA hizirkirîye ewî Ji liba
Nizamî Gencewî wergêraye.Xanima M.B.Rudenko jî hizir kirîye ewî ji libên Mektebî û Newayî wergêraye.Anku bi hizra wan her wergêrane ji vî yan yan wêye!!Boçûnên navbirî ji van malkên Bedlisî =KTML_Bold=Mîna Rudenko belavkirin,hatine:=KTML_End=
Pirsî me ji wî muradê Meknun
Go:tercumeke ji Leyla û Mecnûn
Kurdî tu weznekî da bizanin
Lew em bi farsî nizanin
Baş hêvike peyva‘‘tercumeke‘‘ewa di liba Çapkirîya Rudenko da hatî…ev peyveye herdu hêjayên navbirî di serda birin!!
Ev şeş libên Leyla û Mecnûnan niho li ber destê minin,libên xeman!!Lewan me go Betlîsî hevokeka gelek rind û ciwan bo vê bûyerê dariştîye dema nivisî:Xem hat û xwe bi xemê ve girt!!
Mecnûn ji Çiyayê hate xwarê
Nageh gehişte wê mezarê
Şîna xwe kir û şevek li wê ma
Xem hat û Mu´liqî xemê ma!
Hozanvanê me destekî dirêj di hunerê pesna xuristê da heye.Bi nêre mêrgên bi gul û sunbil û çîçek û toximên giya xemilandî.Guh bide qebfeb û qehqeha qumrî û kebikan…Çi mînakek zîndîye Betlîsî girtîye:
Dunya wekî cenneta îrem bû
Sedrengî Şebîhê bo qelem bû
Ev çîçek û Sorgul û nebatat
Bûn zînetê mehden û cemadat
Şarur û tezer û endelîyan
Xwanende ji dil wekî qetîban
Qumrî û kebik li kuh û zinar
Pirr qemqem û qehqehe bi mîrqar
Dil zîndî kir Sedayê bulbul
Şeydayê Cemalê alê Sorgul
Elqiset divê biharê gul bîz
Ez bûme li nik yekê dilawîz
Paşê Betlîsî bo me mînakekî ji şerê di navbera hoza Leyla û leşkerê Newfelî da digire.Çawan Şîr û teber didestên egîda da dibirsiqin,…tîrû siberê li erdî dikin,Serên rima mîna gulan bi xwînê sorbûne.ayse
Ew herdu heşem buyîn miqabil
Sefgirtin û çûne hev muqatil
Desdane kemane kêş û tîran
Hersu dibûye biruqê Şîran
Bo ceng û cîdal û herb û hîle
Bo rehd û Seda û qal û qîle
Teyrê ecelê hilate ser wan
Murxabê ruhê dibir ji ber wan
Tîran li hewa digirtî saye
Rojê tefiya luha bû maye
Nîzamî,Camî,Hatfî,Xusrewî Dehlewî û Hemdî begê Şîrazî…evene,ewên Leyla û Mecnûn bi farsî vehandin,xwe malkeka tenê ya Betlîsî ji van nehatîye wergêran anku çi?Anku Leyla û Mecnûna Betlîsî hema ji binî newergêrane belku efirandine!!
=KTML_Bold=Destpêka liba Nîzamî ewa bi hizra A.Jaba Betlîsî jê wergêraye eveye:=KTML_End=
Ey nam tu bihtirîn Seraxaz
Bê nam tu namekî kinim baz
Destpêka liba Mektebî,ewa bi hizra Xanima M.B.Rudenko Betlîsî jê wergêraye eveye:
Der ber ereb behz we cahî
Bude est bizirg we padîdaşahî
=KTML_Bold=Destpêka Betlîsî eve:=KTML_End=
Fehrestê kitabê navê mehbûn
Qeyum û qedîm we hey û mewcud
Baş hêvkê kengî ev hersê despêke mîna hevin?
Yan destpêka Btlîsî ji wan wergêraye? Bi hizra min malka Betlîsî ewa dibê‘‘Go :tercumeke ji Leyla û Mecnûn‘‘ewe mîna me gotî herdu hêja A.jaba û M.B.Rudenko di serdabirin!!Ew malk didestnivîsa Leyla û Mecnûn liba Xelîlî da ku kevntirîn!!Liba heta niha bi dest me ketî.Wesa hatîye‘‘Go: muxteserek ji Leyla û Mecnûn‘‘dîsan li dawîya wê da jî hatiye:‘‘Timit el-muxteseret el-manzumet bil-=KTML_Bold=kurdî‘‘careka din herdu malkan dinivîdim:=KTML_End=
Pirsî me ji wî muradî meknun
Go:Muxteserek ji Leyla û Mecnûn
Kurdî tu weznekî da bi zanin
Lew em çi bi farsî nizanin
Baş hêvke peyva‘‘Muxteserek‘‘ku bi hizra mikin eve ji peyva tercumeyek rastire!!Dîsan ketiwarîtire (=Rastire),Leyla û Mecnûna Betlîsî kurtiya libek yan du libên farsîye,mîna di rêz kên dahatî da dê bo me xuya bibe.
=KTML_Bold=Betlîsî bi kê daxbarbûye?=KTML_End=
Me got Leyla û Mecnûna Betlîsî bi çi rengan wergêran nîne,belku kurtîya libeka farsîye Mîna wî gotî:‘‘muxteserek!!…Pêtvîye hinek li ser wê kurtîyê biaxivin.Kanê Çitov kurtî û kurt
kirine?Betlîsî nehatîye hinek malkan ji libekê bi pişt guh ve bavêje hinekên din jî wergêre!!Yan yekser ji libeka destnîşankirî kurtket. Nexêr!! Ew hatîye libek yan pitir xwandinê.Paş mêjiyê xwe da keyayne nivîşkê wan ser ji nû bi vehandineka nû daritîye.Heke na heta kurtkirin jî nîne. dibe ew û libek yan du dirêpanên Serokî da bigehin yek.Heke na di kulan û çiqa da qet û qet nagehin yek.Bi hizra Xanima M.B.Rudenko şovê dastana Bedlîsî mîna şovên (deqên) Mektebî û Newayî!!Bi axivtineka din bêjin bi wan daxbarbûye. Ez dibêjim nexêr Betlîsî pitir bi Leyla û Mecnûna Nîzamî daxbarbûye bi grov û Sedemên jêrî:
Nîzamî ji hemû hozanvanên fars û tirk û kurd…evên Leyla û Mecnûn vehandin kevntire!!Ewî li ba xwe berî hemîyan sala 584 (h)(1188-1189) vehandîye.Evên din çi kêm çi gelek bi efrandina wî di daxbarin.
Mektebî ewê Xanima M.B.Rudenko jî dibêje erê ewî leyla û Mecnûna xwe ji Nîzamî û Xesrewîy, Dehlewî wergirtîye.Ger bizanin Dehlewî jî her ji Nîzamî wergirtîye.Wê gavê çak dê bo me xuya be cawan Nîzamî Serekanîye.Evên din hemî Çuk û Celal!!Ema newayî ewê li ba xwe bi tirkîya çextayî (rojhelatî) vehandî,ew her nahête rêzê!!Li fêre xanima M.B.Rudenko baş di ser da çûye,bi grovê Betlîsî dibê min ji farsî kurt kiriye ne ji turkî!!
Kurdî tu weznikî da bizanin
Lew em çi bi farsî nizanin
Nîzamî Alyasê kurê îsvê kurê zeki,li pey vekolînên nû bavê wî kurdekî sunîyê iraqê bû.Mişextbûye bajêrê‘‘Gence‘‘.Mêjûvan Qezwînî dibê:Gence Wê gavê,anku di sedê şeşê Misextî da bajêrekê sunîya bû,ewan nedihêla xelkê din li nav wan da bijî.Nîzamî jî rehên xweyên îraqî ji bîr ne kirine dema gotî:
Gence gire kirde girîbanî min
Bê girahî genci iraq ani min
Bang bir awird cihan kay xilam
Gence kidam est w Nîzamî kidam?
Iraqî war bang az cerx begzaşt
Baheng iraq eyn bang berdaşt.
=KTML_Bold=Dîsan diya wî jî dotmîreka Şedadiya kurde.ew dibêje:=KTML_End=
Ger maderî min reyîse kurd
Ma´der Siftane pêş min Mird.
Danerê pertûka‘‘Nîzamî Gencewî şaîr el-qisilet‘‘nivîsîye:kurd li dewr û piştên bajêrê Gence belavbûbûn, binemala şedadên kurd 128 salan di navbera 340-468(h) de hukim li wêdê gêraye Heta vê gavê Jî (1954) li dûv boçûyîna Minorskî ew li wêdê mayine Em dikarin bêjin bajêrê „Gence“ li Qefqasya ne gellek ji Betlîsî dûre.Mîna Durya Şîrazyan delhi,nemaze her du cik û wargehên kurdane.bi hizra min pertûk û destnivîs û rewşenbirî ji wêde zû tir ji devereka din dê gehine Betlîsî.lewan dibe leyla û mecnûna Nîzamî pitir ji libên din.li wêdê geryaye û belavbûye heta Betlîsî pê daxbarbû.
Nav û rûdan û qaremanên Leyla û Mecnûna Betlîsî û Nîzamî gelek mîna hevin.Kêm rûdan nebin mîna Serhatîya Çawan mecnûn postê mîhan liber xwe dike û di gel pezî bi nihînî tête Cem Leyla.Ev serhatîya di liba Nîzamî da ber çav nakeve.Bi hizra Min Betlîsî li wêdê bi li ba Ebdulrehman Camî daxbar bûye.Li pey grovên borî dibêjim eger daxbarbûnek hebe,daxbarbûne bi li ba Nizamî ne liba kesekî din.
Rewanbêjîya Bedlîsî di Leyla û Mecnûnê da
Leyla û mecnûn Çîrokeka hozanîye,Betlîsî bi rengê dutayî (mesnewî) vehandîye.Anku qafiye dumalk-dumalk piştî yekgirtinê guhertîye.Li dû liba capkiri ya M.B:Rudenko ji 740 malkan pêkhatiye.Li ser kêşa deh livî mîna Mem û Zîna Xanî darîtîye.Dibêjim Betlîsî gelek caran li dewsa Xanîyê mezin çûye,carna malkên xwe her wekû wî nij nîne.mîna:
Tehnê di emîrî pirr eser kir
Balkil ji umura bê xeber kir
Berî wî Xanî di Mem û Zînê da gotîye
Tehnê di Memê wereng eser kir
Yekcar ji eqliî bê xeber kir.
Qafiyên hozan vanî gelek disert û rehuanin.Piraniya wan pitir ji sê-çar tîpa yekdigirin.Eve jî mezîqeka xweş û pelewaniyeka çak didene hunerê wî mîna:
Go emir bikin bibîne axan
Da biçîn demek bidest û raxan
Cundî cevyan utîk vewestan
Qullah û kemend û rim didestan
Hêvke qafiya‘‘axan û raxan‘‘çawan çartip yek digirin (A+X+A+N) dîsan qafiya‘‘vewestan û didestan‘‘çawan pênc tîp têda yek digirin!!Tîpên (E+S+T+A+N) xuyaye em nikarin hemû nimunên wasî rêzkin.Betlîsî mîna piraniya hozanvanên kevn hunerê lêkçûna tevav û ne tevav‘‘El-cinas el-tam we el-naqis‘‘bi kar anîye.Wekî:
Zincîre ji gerdenê deranî
Fî el-hal serê xwe tê deranî
Peyîva‘‘deranî‘‘ya yekê vekirina zincirêye ji gerdenê.Lê peyiva‘‘deranî‘‘ya duwê ankuya di Serî xwe kirina‘‘zincîrêye dide…yan:
Pêxwasî diçe dinêvê xaran
Pêşekbûye wi ji senge xaran
Peyva‘‘xaran‘‘ya yekê kelem û strîne peyiva‘‘xaran‘‘ya duyemin digel‘‘Sengî‘‘hatiye bi ankuya berî giranit!!Ew berê qahîm û tîje mîna Sitirya.
Yan:
Fulk û felek û melek melikin
Îman û kufir,hemî selikin
Eger em peyiva‘‘flk û flk‘‘mîna hozanvanî bi rênivîsa kevn binivîsin,dê bi rênivîsa nûya kurdî‘‘fulk û felek û Melek‘‘dibine.Lêkçûna ne tevav…dîsan‘‘Selikin û melîkin‘‘jî.
Di dîwana‘‘li Xelkî tehlê‘‘da min nivîsîye:
Ezmanê hozanê ne mîna ezmanekê dine.Çizavizîye:
Rubar dipeyivin …Mirin çivanoke …kenî dibarît
htd...Carna ev rastîye di hozana me ya kevn da jî xuya dibe.êve birîna Mecnûnîye diaxive,dikeve peyivtinê!!
=KTML_Bold=Betlîsî wesa ew birîn dîtîye:=KTML_End=
Dîsan vegeryan û kirine şîng
Axivtî ji nû ve her birînek!!
Di Malkeka dî da Betlîsî hevokeka gelek ciwan gotîye dema nivîsîye:‘‘Xem hat û xwe bi xemê ve girt!!Mecnûn xeme dema zanî bavê wî bi kul û xemên xwe ve mirîye,bavê bi zava bûna kurrî ne sad bû…rabûye hatiye ser mezarê wî,mezarê derd û xeman.
Ser tîrê sînan bi xwinê ale
Bo şubhetî erxewan û lale.
Dibêjim min nedîtîye hozanvanekê kurd şîyabît mîna Xalidê zêbarî xûyê beyta Sîsebanê,wesf û pesnên qada şer û cenga biket bi lukekê muyên serê xandevanî di gel xandinê qij bibin. Bi zor çavê kamêra sînmayê bikarît hosa germ û pirtên bigrit:
Nalîn kete egîde
Bu xulxulek şedîde
Nêzîku hem be´îde
Xuzya bi roha Şehîde
Bû birge birga Şîran
Bû kize kiza tîran
Qirêm kirin bi nîran
Nalîn kete nefîran
Şerê şêr û pilinga
Bi şîr û hem qulinga
Nalîn wek qulinga
Xul xula camk û Cinga
Tuz û ecac û xebre
Bo kes nemaye sebre
Lesê wan bûye qedre
Lehîb rabûn ji edre
Bû çinge çinga derbe
Tuz û ecac û kerbe
Danane hevdû zerbe
Zor bû qirên û herbe
Hespên di sor û tazî
Cumle şehîd û qazî
Xudê ji şehîda razî
Şêr û piling û bazî
Têtin ji binê nihalê
Xoş xoş têne qîtalê
Razîne bi wê halê
Qet ew nakin Sûalê
Tarî buye dunyayê
Hemyan nav di Xudaye
Xûnê girtî ebaye
Kes jê nakit hîkaye.
Xwandevanên gravî li vêre em hatine dumahîya geryana xwe di nav baxê heme rengê Leyla û Mecnûna hozanvanê nemir Harisî Betlîsî da.Hîvîdarin em şiyabin hinek qulacên tarî ji jiyan û berhem û hunerê vî hozanvanî ruhntir lêbikin.
Feruz û Dehmen
Profesor Qenatê kurdo,Tarixa edebîyata kurdî,Stokholm.1983,T.B:122
Harisê Bidlîsî,leyla û Mecnûn,Berhev kirina M.B.Rodînko,mosko,1965,B.5.Dîsan dest nivîsa leyla û Mecnûn liba ((Kurdî)) aşkera nivîsîye (Haris) B:3.
Jêderê berê,B: 10
Leyla û Mecnûna sewadî Libên sikeftî – B:59,kurdî-B.64,Xelîlî-B:55
El ferahadî-El xelîl bin Ehmed,Kitab El eyn: Dr Mehdî El- Mexzumî we Dr. Îbrahîm El- Samerrayî,Bexdad-1984.C.B:281.
Hesen Emîd,‘‘Ferheng Emîd‘‘,Tehran-1362.S,B:736
Harisî Bidlîsî‘‘Leyla û Mecnûn‘‘,R:14.
Ebdurreqip Yusuf,gotara:Sewadî,Kowara beyan,Hejmara:67,sala 1980,R 87.
Ebdurrehman Mizûrî,Gotara:Ew hozana swarîye,paskoy Êraq,Hejmara:40,sala 1980 R:13.pêwîste bêjin wêgavê min hizr kirîye Naznavê wî Swarîye ne sewadî.(E.Mizurî)
Seid Dêreşî,Gotara:swarî û hozaneka dî,paşkoy êraq:46,Sala 1982.R:6.
El Esbehanî-Ebu ferec Elî bîn Husên,Kitab El Ekanî,El Qahîre,Teb´et dar El-kutub,R:2,4,8
El Esbehanî-Ebu ferec Elî bîn Husên,Kitab El Ekanî,El Qahîre,Teb´et dar El-kutub,R:2,4,8
Îbîn Mu´tez-Ebdullah,Tebeqat El Şu´era,tehqîq:Ebdulsetar Ehmed Ferac,El Qahîre 1977.R:488
Dîwan Mecnûn Leyla,Cemi we Tehaîq,Ebdulsetur Ehmed ferac.El qahîre-Bila?!R:22.
Bo nimone hêkve:El esbehanî-Ebu Ferec Elî bin Husên,Kitab El Exanî,El Qahîre-teb´et dar el kutup.C 2.R 1-96.El Mubered-ebu Ebas muhemed bin yezîd,El Kamil,Teb´et Mîsir C-1.r 154,293,294.îbin Quteybe-Ebdullah bin Mislim El dînewerî-El Şîîr we El Şu´era,Tehqiq:Ehmed Muhemed Şakir,el Qahîre-1982 C-1,C-2.R:556,563,573.772.
Nîzamî Gencewî,Leyla we Mecnûn,Mitin îlmî we întîqadî we miqedîmet Ez:E´laxan Efseh Zad,Moskova-1972,R:44
Mihemed Eli Firuxî, Kullîyat sa´dî ,Tehran Çapxane Arman,R:
Ebdurrahman Cami,-Leyla We Mecnun Elî Esxer Zade û F.Babayêf-Îdaret întîşarat Daniş-Moskova-1965:R:120,113.
Mihemed Xunêmî Hîlal-Leyla we Mecnun Fî Edebeyn El Erebî we el Farisî- Beyrut 1980-R:141.
Husên Mucîb El Mîsrî-Tarîx Edeb El Tirkî-El Qahîre-1951-R:161,162,240
Ebdulletîf Bender oglu, Azerbaycan şîîrî,Bexdad, 1987.C-1.R:122. Dîsan Dr.Husên Mucêb El Mîsrî,Fizulî El bexdadî Emîr El şîîr El Tirkî El Qedîm, El Qahîre,1967.R:307
Maruf Xeznedar,El rîwayet El şîîryet Leyla we Mecnun Fî Edeb El Kurdî, Behis Mistil min Micelet kulyet Adab, Hejmar:20-sala-1976-r:212.
Mihemed Emîn Hewramanî,Leyla û Mecnûn,bexdad-1985.R:19
Maruf xeznedar,-Le babet Mêjûy edebî Kurdîyewe-bexdad-1984.R:175.
Sadiq Beha El dîn Amêdî,Gotara:Rastîya di nivîsara leyla û Mecnûna Ehmedê Xanî yê nemir,Govara‘‘rojî Kurdistan‘‘Hejmar 2 sala 1972.R:49.
Profesor Qenatê Kurdo,tarîxa Edebîyata kurdî,C-1.R:124.
Ebdurreqîb Yusif-gotara.Leyla u Mecnûn ya hozanvanê kurd sewadî-Rojnama.Hawkarî Hejmar,242-Sala 1978.R:6.
Hesen Emîd,-Ferheng Emîd.R:586.
Ji Dinêve (M.B:Rudenko)ji dizîve (S.B.Smîdî)
B.Amêdî,Gotara:Rastîya di nivîsara Leyla û Mecnûn-R 49
Gutercumekê (M.B.Rodînko)
Harîsê Bîdlîsî-Leyla û Mecnûn,R:6
Di Bersiva Kaxezeka taybetî de ji min ra sandî roja 01.03.1990.
Harîsê Bîdlîsî,Leyla û Mecnûn,R:13.
Profesor Qenatê kurdo-tarîxa Edebîyata kurdî-C-1,R:125.
37- Harisê Bîdlîsî-Leyla û mecnûn-R:13.
38-Nîzamî Gencewî-leyla û Mecnûn-mitin îlmî we întîqadî ez:Elî Esxerzade we F.Babayêf, Moskova-1965.R:1.
39-Ebas Kirmanî-Leyla we Mecnûn-Tehran-Merkez pexiş we Kitabfiruşî Recebî-Fizil.Nimune ey ez leyla we Mecnûn Mektebî Şîrazî.R.63.
40-Harisê Bidlîsî-Leyla û Mecnûn-R:77.
41-Leyla û Mecnûna-Sewadî-liba.Sîrac Eldînî Xelîlî.R:10.
42-Harisê Bidlîsî-Leyla û Mecnûn-R:13
43-El Qezwînî-Zekerya bin Mihemed bin Mehmud-Asar El bilad we îxbar El îbad-Teb´et-Gotingen-1948-R:351.
44-Nîzamî Gencewî-Mexzen El esrar -Nesir we teshih; Wehîd Destgirdî,Tehran-1313 S R:185
45-Nîzamî Gencewî-Xesrew we Şîrîn-Nesî we teshîh:Wehîd Destgirdî – Tehran-1313S-R:361
46-Dr.Salih Teqî Fehmî,-ŞîîrFarrisî der esir selcuqî – El necef – 1345 Kocî R:114.
47-Dr.Ebdul Nehim Mihemed Husên – Nîzamî Gencewî Sa`îr El Fezlîye – El Qahîre – 1954 R:76-78.
48-Ebdurrehman Camî – Leyla we Mecnûn Mitin îlmî we întîqadî we miqedîmet ez E´la xan efseh zad – Moskova – 1972 R:211.
49-Harisê Bîdlîsî – Leyl û Mecnun – R:49.
50-Ehmedî Xanî – Mem û Zîn – Berhevkirina M.B Rodînko – Moskova – 1962 – R:138.
51-Ebdurrehman Mizurî – Li xelkê tehlê li min şîrînê Bexdad – 1987 . R:97.
52-Harisê Bidlîsî – Leyl û Mecnun – R:12.
53-Jêderê berê . R:52
54-Emînê Osman – Dîwana Melan – Bexdad 1986 – R:118 – 119.[1]
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî - Kurdîy Serû) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol , um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 1,205 mal angesehen
HashTag
Quellen
[1] Website | Kurmancî - Kurdîy Serû | kurdistaname
Verlinkte Artikel: 2
Gruppe: Artikel
Artikel Sprache: Kurmancî - Kurdîy Serû
Dokumenttyp: Ursprache
Inhaltskategorie: Untersuchung
Inhaltskategorie: Literarische
Technische Metadaten
Artikel Qualität: 90%
90%
Hinzugefügt von ( ڕێکخراوی کوردیپێدیا ) am 12-03-2021
Dieser Artikel wurde überprüft und veröffentlicht von ( هاوڕێ باخەوان ) auf 12-03-2021
Dieser Artikel wurde kürzlich von ( هاوڕێ باخەوان ) am 12-03-2021 aktualisiert
URL
Dieser Artikel ist gemäss Kurdipedia noch nicht finalisiert
Dieser Artikel wurde bereits 1,205 mal angesehen
Verknüpfte Datei - Version
Typ Version Ersteller
Foto-Datei 1.0.127 KB 12-03-2021 ڕێکخراوی کوردیپێدیاڕ.ک.
Kurdipedia ist die grösste Quelle für Informationen
Artikel
Spontane Feiern zur „Revolution von Wan“ in Kurdistan und der Türkei
Artikel
„Die irakische Regierung muss Haltung gegenüber den Angriffen beziehen“
Biografie
Dilan Yeşilgöz
Biografie
Cahit Sıtkı Tarancı
Bibliothek
FREIHEIT FÜR DIE KURDISCHEN POLITISCHEN GEFANGENEN IN DEUTSCHLAND
Biografie
Halil Öztoprak (Xalil Alxas)
Biografie
Leyla Îmret
Biografie
Mely Kiyak
Bibliothek
Der Iran in der internationalen Politik 1939-1948
Biografie
Sebahat Tuncel
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
Bibliothek
Die neue Kurdenfrage: Irakisch-Kurdistan und seine Nachbarn
Bibliothek
Tausend Tränen, tausend Hoffnungen
Artikel
Die Ezid:innen und das Ezidentum
Biografie
Saya Ahmad
Biografie
Fevzi Özmen
Artikel
Monika Morres: Mutig und beharrlich weitermachen
Biografie
Kenan Engin
Biografie
Ismail Küpeli
Artikel
KNK-Vorsitzende rufen zur Einheit auf

Actual
Bibliothek
Die WELT hat mich VERGESSEN
28-11-2018
نالیا ئیبراهیم
Die WELT hat mich VERGESSEN
Biografie
Said Nursi
19-01-2022
هەژار کامەلا
Said Nursi
Artikel
Gökay Akbulut zu Solidaritätsbesuch in Amed
30-07-2022
سارا ک
Gökay Akbulut zu Solidaritätsbesuch in Amed
Bibliothek
Konflikte mit der kurdischen Sprache in der Türkei
11-06-2023
هەژار کامەلا
Konflikte mit der kurdischen Sprache in der Türkei
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
06-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
Neue Artikel
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
06-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothek
FREIHEIT FÜR DIE KURDISCHEN POLITISCHEN GEFANGENEN IN DEUTSCHLAND
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Der Iran in der internationalen Politik 1939-1948
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Die neue Kurdenfrage: Irakisch-Kurdistan und seine Nachbarn
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Tausend Tränen, tausend Hoffnungen
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Revolution in Rojava
28-03-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Die türkische Filmindustrie
26-03-2024
هەژار کامەلا
Biografie
Müslüm Aslan
17-03-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
saiten Her biji Azadi!
17-03-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
LEIDENSCHAFTLICHE LIEDER AUS KURDISTAN
17-03-2024
هەژار کامەلا
Statistik
Artikel  517,368
Bilder  105,596
PDF-Buch 19,128
verwandte Ordner 96,248
Video 1,306
Kurdipedia ist die grösste Quelle für Informationen
Artikel
Spontane Feiern zur „Revolution von Wan“ in Kurdistan und der Türkei
Artikel
„Die irakische Regierung muss Haltung gegenüber den Angriffen beziehen“
Biografie
Dilan Yeşilgöz
Biografie
Cahit Sıtkı Tarancı
Bibliothek
FREIHEIT FÜR DIE KURDISCHEN POLITISCHEN GEFANGENEN IN DEUTSCHLAND
Biografie
Halil Öztoprak (Xalil Alxas)
Biografie
Leyla Îmret
Biografie
Mely Kiyak
Bibliothek
Der Iran in der internationalen Politik 1939-1948
Biografie
Sebahat Tuncel
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
Bibliothek
Die neue Kurdenfrage: Irakisch-Kurdistan und seine Nachbarn
Bibliothek
Tausend Tränen, tausend Hoffnungen
Artikel
Die Ezid:innen und das Ezidentum
Biografie
Saya Ahmad
Biografie
Fevzi Özmen
Artikel
Monika Morres: Mutig und beharrlich weitermachen
Biografie
Kenan Engin
Biografie
Ismail Küpeli
Artikel
KNK-Vorsitzende rufen zur Einheit auf

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Generationszeit Seite: 0.703 Sekunde(n)!